Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Cenaze û bêrûmetiya li hemberî cenazeyê

Di hemû bîr û baweriyan de cenaze nirxekî pîroz e. Di çanda hemû gelan de rêz ji cenezeyan re tê girtin û ji bo bîranîna wan şîn tê danîn. Li hin cihan 3 rojan, li hin cihan hefteyekê ango mehekê şîna cenazeyan tê girêdan. Lê li Tirkiyeyê ne wisa ye. Rayedarên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin cudakariyê dixin nava cenazeyan. Ji polîsan bigire heta dozger û dadgeran, ji wezîran bigire heta walî û qeymeqaman hemû rayedarên dewletê kesên ku ne li gorî fikra wan bin, hurmetê nîşanî cenazeye wan nadin. Heqaretê li cenazeyên wan kesan dikin. Destûr nadin ku malbat cenazeyê wan li gorî çand û kevneşopiya xwe defin bikin.

Di salên dawî de polîs û leşker destûrê nadin ku kurd cenazeyên zarokên xwe defin bikin. Dema destûr didin jî divê şev nîvê şevê û bi dizî defin bikin. Dîsa destûr nadin ku ji xeynî endamên malbatê kesên din tev li merasîma cenazeyê bibin. Di salên dawî de gelek gerîla dema jiyana xwe ji dest didin, cenazeyên gerîlayan dereng didin malbatan. Hin caran heta 2-3 salan bi hinceta testa DNA’yê ne diyar e cenaze nadin malbatan. Dema cenazeyê didin malbatan jî heqaretê li cenazeyan dikin û didin.

Dozger û dadger nûnerên darazê yên dewletê ne. Qaşo edalet, heq û hiqûqê diparêzin. Lê 2 mînakên dawî helwesta darazê ya li hemberî cenazeyan nîşanî me dide. Dozgerê Dêrsimê di du salên dawî de 2 cenaze bi kargoyê ji malbatê re şandin.

Herî dawî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûn Aslan ê di hezîrana 2018’an de li Dêrsimê di bombeberana TSK’de jiyana xwe ji dest da, bi kargoyê ji malbatê re şandin.

Di 10’ê nîsana 2020’î de jî cenazeyê Agît Îpek ê HPG’î ku di 23’yê gulana 2017’an de li Girê Xelasor ê Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû bi kargoyê ji malbatê re şandibûn.

Suheyla Çelîk (Nûda Sason) ku di 5’ê tebaxê de li navçeya Çildêran a Wanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê li navçeya Bismilê ya Amedê cenaze defin kirin. Polîsan destûr neda cenaze bi girseyî bê definkirin.

Endamê HPG’ê Suleyman Ozturk (Cîlo) yê di 5’ê tebaxê de li herêma Omeriyan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû. Polîsan destûr neda cenaze bi girseyî defin bikin.

Endamên YJA-Starê Aynûr Ûlûgana û Sûna Taş, di 29’ê nîsanê de li gundê Zengesor ê navçeya Licê ya Amedê di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Taş û Ûlûgana, piştî 93 rojan ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê radestî malbatên wan hatin kirin.

Di olên semawî û baweriyên li ser rûyê erdê de cihê vê nêzîkatiya li dijî cenazeyan tune ye. Pêxemberê Xwedê jî dema li ser milan cenazeyekî cihû derbas dibe, li ber cenazeyê radibe ser pêyan. Dema yên li derdorê jê dipirsin, bersiva ‘Ma ne mirov e?’ dide û hurmetê nîşanî cenaze dide. Dibêje; ‘Bêrêzî û bêhurmetiya li hember cenazeyan, bêrêzîya li dijî nirxên civakê ye.’

Piştî pêxember, di dema abasî û emewiyan de ev bêhurmetiya li dijî cenazeyan pêş ketiye. Nêzîkatiya li dijî cenazeyan a îro pêk tê jî hêj ji dema abasî û emewiyan tê. Tê zanîn dema Yezîdê zalim hezretî Hisên da kuştin, xwestiye serê wî jê bike û bîne Şamê. Ji Kerbelayê serê hezretî Hisên birine Şamê. Pêşkêşî Yezîdê zalim kirine.  Di dema abasiyan de gelek tiştên wisa qirêj çêbûne. Ev nêzîkatiya li dijî cenazeyan di serdema desthilatdariya osmanî de jî heye. Çiqas padîşahên osmanî yên hatine ser hikum destpêkê, yan birê xwe yan kurê xwe yan jî biraziyê xwe kuştiye. Ev jî bi hinceta qaşo dibe ku ev kes ji bo selameta qesrê û seltenetê bibin xeterî, di paşerojê de bibin sedema nakokiyê, ji wan re kirine weke fetwayê. Bi vê nêzîkatiyê peyamekê didin civaka xwe û dibêjin, ‘Em ev qasî hov, zalim û xedar in. Tiştên em dibêjin eger hûn pêk neyînin, hûn li hemberî me rabin, hûn ê bên kuştin.’  Bi avakirina vê tirsê desthilatdariya împaratoriya Osmanî 600 salî dewam kir. Lê di encamê de hilweşiya.

Îro jî desthilatdarî û koalîsyona AKP-MHP’ê heman zihniyet û siyasetê dimeşîne. Bi vê kiryara ku li ser cenazeyan û goran dike peyamê dide civakê. Dibêje, ‘Ey civak, em neviyên wan Osmaniyên ku bira, kur û biraziyên xwe kuştine. Eger hûn serê xwe rakin hûn ê bên kuştin.’ Jixwe me ev di şerê xweseriyê, şerê berxwedana Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex, Farqînê, Sûra Amedê de jî dît. Me dît bê çi anîn serê vî gelî. Lê çawa Împaratoriya Osmanî ku bûbû hêza cîhanê parçe bû, hêz û ferasetên îro jî vê zilmê dikin dê li hemberî mazlûman parçe bibin û tune bibin.

Nûçeyên Têkildar