Berxwedan serkeftinê tîne

Dayika Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê 202 roj in nobeta edaletê digire. Bi israr, bi biryar û bi baweriya ku ew ê...

Bi gazên jehrî û çekên kîmyewî kurdan qir dikin!

Dema mijar dibe kurd û Kurdistan, her kes çavê xwe lêdigire û ji nedîtî ve tê. Taybet nîvê sedsala 20 û serê sedsala 21’ê...

Berxwedan serkeftinê tîne

Dayika Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê 202 roj in nobeta edaletê digire. Bi israr, bi biryar û bi baweriya ku ew ê...

Bi gazên jehrî û çekên kîmyewî kurdan qir dikin!

Dema mijar dibe kurd û Kurdistan, her kes çavê xwe lêdigire û ji nedîtî ve tê. Taybet nîvê sedsala 20 û serê sedsala 21’ê...
Sêşem - 28 Ilon 2021

Berxwedan serkeftinê tîne

Dayika Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê 202 roj in nobeta edaletê digire. Bi israr, bi biryar û bi baweriya ku ew ê...

Bi gazên jehrî û çekên kîmyewî kurdan qir dikin!

Dema mijar dibe kurd û Kurdistan, her kes çavê xwe lêdigire û ji nedîtî ve tê. Taybet nîvê sedsala 20 û serê sedsala 21’ê...

19’Tîrmehê pêlekî şoreşê da qada ragihandina azad

Nêrgiz Ismayîl |

Şoreşa 19’ê Tîrmehê di her qadê de bû stûneke afirandina jiyaneke azad. Yek ji wan qadan ku heta dawî kar tê de kirin qedexe bû, qada ragihandinê bû. Hişmendiya Baasê ku tu derfet ji pêşketinan re venedikirin tirsa wê ya herî mezin jî ew bû ku ragihandina azad pêşbikeve. Neh sal derbas dibin ji imkanên biçûk ber ve astên zanebûn û avakirina ragihandineke azad ve çêbû. Pêşkêşvanê Ronahî TV Mihemed Seydî û Endama Navenda Nûçeyan a Ronahî Tv’yê Cîhan Xelîl behsa ezmûnên xwe ya qada ragihandinê kirin.

Nêrgiz Ismayîl: 19’ê Tîrmehê bandora wê ji bo pêşxistina qada ragihandinê çi bû?

Mihemed Seydî: Niha di vê demê de em bala xwe bidin hejmara rojnemgeran, dezgeh û saziyên ragihandinê li rojavayê Kurdistanê pir in, mirov dikare bibêje 19’ê Tîrmehê şoreş bû. Her çiqasî em ne di wê astê de ne ku em bibêjin ragihandina heyî dibe bersiv ji hemû pêwîstiyên civakê û şoreşê re lê belê ez bi xwe gaveke dîrokî dibînim. Beriya şoreşê Roj TV, Med TV hebûn televizyonên kurdî dihatin temaşekirin. Bêguman şoreşa 19’ê Tîrmehê hat destpêkirin pê re xebatên radiyo hatin destpêkirin. Ji herêma Dêrikê bigire heta Kobanê û Efrînê jî bi zimanê kurdî weşana xwe kirin. Bi rastî ji bo kurdan xewn û xeyalek bû ku radyoyek wan hebe û li dengê xwe guhdar bikin. Lê li Rojava hêdî hêdî li her herêmekê radyoyek hat damezrandin. Heta di destpêkê de kesek nebû ji vê xebatê fêm bike ango bikaribe tê de bixebite. Wiha ciwan lihev kombûn û ev kar birêve birin.

Nêrgiz Ismayîl: Ev qad hema wisa bi pêş neket, bingeha pêşketina vê qadê çi ye?

Mihemed Seydî: Ev rastiyeke, bi kedê û bi ezmûnên lewaz me dest bi vî karî kir. Mijara herî sereke jî ew bû ku şoreşê ji 2012’an ve gelek derfet dan civakê ku bikaribe xwe bi xwe birêve bibe. Ne tenê di qada leşgerî de di ragihandinê de jî ew îmkan da. Destpêkê di warê pîşeyî de kêm û kurtî hebûn. Êdî bi kedê û perwerdeyê pêşketinên ber bi çav hatin dîtin.

 Nêrgiz Ismayîl: Di wan demên destpêkê de kîjan bîranîn têne bîra te?

Mihemed Seydî: Tê bîra min me cîhazê tomarkirina deng dixist destê xwe û me dida ber devê milet me ji wan re digot ka biaxivin. Wê demê hem bawer nedikirin, hem fedî dikirin nikarîbûn xwe bînin ziman. Lê belê sal bi sal êdî milet jî bi pêşket, hem hevalên ku di nava ragihandinê de pêşketin hem jî gel.

Beriya destpêkirina şoreşa tîrmehê jî karê ragihandinê hebû, lê belê hemû di xizmeta pergala deshilatdar de bû. Ne ji bo gel bû, her wiha tenê parastina zimanekî bû, ew jî erebî bû. Zimanê kurdî, rojnemegeriya kurdî yan jî hişmendiya ragihandina azad nebû. Heta dengê kurdî jî qedexe bû. Gelek kes ji ber ku hin nivîs ango belavokên kurdî bi wan re hatibûn girtin bi salan di zindanan de man. Heta dema ku Roj TV an Med TV hebû ger kesekî ji wan re nûçeyek bişandana wê bihata girtin.

Mijara herî sereke û xwedî naverok milet pêşket. Tê bîra min sala 2011 – 20021’an em pey milet diketin ka li ser mijarekê biaxivin qet nikarîbûn ramnên xwe azad bînin ziman. Fedî dikirin lê piştî ku şoreşê zanebûn li pêş xist êdî milet bangî me dikir ku em werin û bi wan re hevpeyvînan bikin. Cudahiyekî gelekî mezin çêbûye ev jî ji bo me cihê şahnazî û serfiraziyê ye. Mirov dikare bibêje ku rola ragihandinê di vê pêşketinê de heye.

Nêrgiz Ismayîl: Gelo şoreşa 19’ê Tîrmehê çi qasî dikarîbû bandorê li jinan bike û bihêle bi reng û dengê xwe beşdarî qada ragihandinê bibe?

Cîhan Xelîl: Destpêkê de em hemû şehîdên ku cihê xwe di qada ragihandinê de girtin bi bîr tînin û bi minetdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Bi taybetî jî weke keça Kobanê Ş.Dilîşan ku di hemû cih û demên zehmet de xwedî rol bû.

Rastiyek wiha me dît ku em nikarin bibêjin beriya 19’êTîrmehê jin li rojavayê Kurdistanê xwedî misyon bû. Rast e hêza wê hebû lê belê ew hêz dihate çewisandin û tepisandin ev çi di malbatê de ba çi jî li beramberî pergala desthilatdar a ku her demê nedihişt jin azadiya xwe di kar û xebatê de bibîne. Hele di qada ragihandinê de ev yek ji xwe qedexe bû. Ji ber ku hemû malbat li gorî pergala Baasê jî ne hemwelatî bûn wê demê derbasbûna jinan jî li gorî wê kategoriya dihate meşandin. Ziman qedexe, çand qedexe û tevlibûna karên ragihandinê jixwe hîn bêhtir qedexe bû. Şoreş di nava şoreşê de pêk hat.

Nêrgiz Ismayîl: Beriya destpêkirina şoreşa tîrmehê jin çawa dikaribûn ji bo xewn û xeyalên xwe têbikoşin?

Cîhan Xelîl: Dikarim vekirî bibêjim beriya şoreşa 19’Tîrmehê dîsa kedek û xebatek a jinan hebû lê belê di bin zextê de bû, ne serbest bû, ne wekî karekî pîşeyî bû, bi dizî bû. Taybet jî pergala heyî wiha ramanek da avakirin ku jin dikare di hin qadan de xwedî rol be, di hin qadan de nabe xwedî hebûn. Lewra ez dixwazim balê bikişînim ser vê mijarê, 19’ê Tîrmehê deriyê azadiyê ji jinan re vekir. Her wiha ne tenê jinên kurdan, hemû pêkhateyên ku li Sûriyayê dijîn re. Eger jinên kurd carekê hatibe çewisandin jinên ereban bi hezarê caran hatiye tepisandin. Qada ragihandinê ew bîr û bawerî da jinan ku bikaribin bi reng û dengê xwe hebûna xwe bi xwe ava bike. Ev gelekî girîng e ji bo me. Ez nikarim bibêjim ku em gihiştine wê astê û êdî em azad bûne û me gava yekeîn avêt. Lê tê xwestin ku li ser vê mîrasa ku gelek şehîdê ragihandinê jî çêbûn xwedî derkevin. Wekî şehîd Xerîb, Mistefa û Dilîşan û gelek şehîdan.

Nêrgiz Ismayîl: Ji 19’ê Tîrmeh û hetanî niha neh sal derbas bû, hûn çi ferq û cudahî di navebera karên destpêkê û yê niha dibînin?

Mihemed Seydî: Hema ez ê weke ezmûna ku ez tê re derbas bûme şîrove bikim. Sala 2013 – 2014’an li radyoya Kobanê dixebitîm. Bi sedema ceyran nebû gelek zehmetiyên me hebûn. Cihê me tenê odeyeke biçûk bû, me kiribû du ode yek jê studyo bû, yek jî odeya amadekariyên bernameyan bû. Di wê stüdyoya biçûk de jî kî derbas biba û bername pêşkêşkiriba mirov dipijiya taybet rojên havînan û germeke zêde. Ji ber derfet nebûn. Mijara herî me gelek zehmetî tê de dikişand ew jî peydabûna înternetê bû. Wê demê bi rêka xetên SM ê turikî me nûçe dadixistin, an me rojev dişopandin. Carcarna em li şebekê digeriyan me nedît, em diçûn li ser ban li kîjan quncikê înternet hebûya me li wê der karê xwe temam dikir. Di destpêkê de heşt bernameyên me hebûn, lê tenê du cîhazê me yê tomarkirina deng hebûn. Ê kîjan heval wê here bernameya xwe deng tomar bike, wê rojê tevlihevî çêdibû, ji ber hevalên din li bendê diman ji bo ku bernameyên xwe amede bikin. Lê ji ber hevaltî û hezkirina karê ragihandinê hebû em gelek kêfxweş dibûn û di nava wan zehmetiyan de jî mîna ku zehmetî nîn in, me karê xwe dikir.

Nêrgiz Ismayîl: Tu dikarî behsa bîranînekê ku qet ji bîra te naçe hem tu xemgîn bû, hem jî komîk bû?

Mihemed Seydî: Erê rast e bîranînek bi me re derbas bû qet ji bîra min naçe. Em çûn eniya şer ji bo ku em hevpeyvîn bi şervanên YPG’ê re çêbikin. Dema em gihiştin eniyê me dît ku cîhazê tomarkirinê ku me bi xwe re aniye naxebite. Em hem aciz bûn hem jî dubare vegerin biguherînin. Ne hêsa ne jî carekî din ew mesafe tu vegerî û careke din cîhazekî baş bînî. Dikarim vê bibêjim ku hemû ezmûnên me ji kêm û kurtiyan re derbas dibûn.

Niha jî gelek cudahî hene, xala herî girîng ew e ku niha akademiyên perwerdeyê yê ragihandinê gelek in. Perwerde çi di warê pîşeyî de be, çi jî di warê ramanî û zanistî de be. Beşên ragihandinê berfireh bûne, hem dîtbarî, bihîstî û nivîskî. Ev hemû jî destkeftiyên herî binirx in ne tenê ji bo civaka kurd ji bo tevahiya gelên ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dijîn.

Nêrgiz Ismayîl: Hêviyên we yên sereke ji bo pêşerojê di qada ragihandinê de çi ne?

Mihemed Seydî: Rastî gelekî nirxdar e ku em ruhê 19’ê Tîrmehê di qada ragihandinê de berdewam bikin. Her çendî ev neh sal jî derbas dibin lê belê pêwîstî heye ku em hîn bi şêwazekî  kurtir bikaribin gavên hîn mezintir biavêjin. Pirsgirêk ne avakirina saziyên ragihandinê ne lê belê naveroka kar gelekî girîng dibînim. Pisporî girîng e, welatê me Kurdistan naşibe tu welatên xelkê em jî di xweseriya welatê xwe de kar û xebatê bidin meşandin. Ji bo ku qada ragihandinê bimîne divê şoreş bimîne. Çi dibe bila bibe her çiqasî kêm û kurtî hebin jî, kêmek be jî her ciwanekî deh sal temenê xwe dane vê qadê. Lewra hilweşandina vê şoreşê yan jî ne mayîndebûna vê şoreşê hilweşandina van kesan jî bi xwe re tîne. Gelekî girîng e em bikarbin destkeftiyên xwe biparêzin. Tê xwestin kesên ku vî karî birêve dibin hîn baştir hişiyar bin. Ava neherike genî dibe, şoreşa bisekine jî nikare bibe bersiv ji hêviyên gel re. 19’ê Tîrmehê gava destpêkê bû, divê em wê gavê berdewam bikin û ruhê têkoşînê li hemû gelê me û cîhanê pîroz dikim.

Cîhan Xelîl: Qada ragihandinê ji bo jinan dîrok da guhertin. Pêwîst e jin bi xwe qîmeta van rojan bizenibin û ji bo mezinbûna kesayeta xwe bixebitin. Em hîn biçûk bûn me digot gelo rojek heye em wiha serbest ango azad bikaribin beşdarî kar û barên civakê bibin! Lê ew xewna me ya zarokatî bû rastî. Tenê hestên welatparêzî ne bes in, hestiyarî ne bes in. Di vî karî de pisporî û zanebûn pêwîst e. 19’ê Tîrmehê li hemû jinan pîroz dikim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar