Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt |

Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka) sîstem, siyaset û dadgehên dewleta tirk bibînin. Ev yek nîşan dide ku qet herdu bi tu awayî ji hev ne cuda ne.

Di 22’ê cotmehê de salek bi ser girtina pêşengên çalakiyên li Behdînanê re derbas bû. Dadgeha herêmê li şûna li hember raya giştî û cîhanî biryarên bi edalet û mirovî bide, tenê biryarên PDK û MÎT’ê pêk tîne.

Di çalakiyên ciwanên ên li Behdînanê de beşek ciwan di 22’ê cotmeha 2020’an de hatin girtin û paşê 6 sal ceza li wan birîn. Em komek ciwanên xwedî helwesta welatparêzî, bi hişyarî tevdigerin. Dema bûyerek ne ji rêzê û tecawiza axê pêk dihat, her tim me helwesta xwe nîşan dida. Dema ku dewleta tirk bêdadiyekê dikir, em li hev diciviyan. Me fikrên xwe parve dikirin.  Em bi hev dişêwirîn. Di pêngava herî guncav de em li kolanê kom dibûn û daxuyanî didan. Bi daxuyaniyan me nerazibûnên xwe ji bo raya giştî parve dikir. Bi rêya hinek qenalên medyaya dijîtal, ji bo helwestek welatparêzî me gel dawet dikir. Kampanyayên îmzayan bi rêve dibirin. Bi raporan saziyên sivîl û mafê mirovan, li derve û hundir bang li hêzên navneteweyî kirin ku helwestek mirovî nîşan bidin. Ji bo ciwanan bi rêxistin bikin kampanyaya haştagê didin destpêkirin.

Di 7’ê cotmeha 2020’an de bi şêweyekî li dijî maf û pîvanên mirovî û yasayî bi ser mala hevrêyê me Şêrwan Şêrwanî de girtin û revandin. Şêrvanî li dijî sûcê PDK’ê yek ji kesatiyên xwedî biryar bû. Di salvegera sûcê PDK’ê de hefteyek beriya bê binçavkirin, me amadekariyên xwe dikir ku em çi bikin.

Rê û resma salyada (salvegera) piraniya şehîdên ronakbîr û rojnamevanên ku ji aliyê PDK ve bi taybet li Dihokê hatine terorerîzekirin (qetilkirin) bi destê van çalakvanan dihatin lidarxistin. Şehîdên welatparêz ên mîna Sadiq Emer Sindî (Teror li Dihok 29\6\1992), Reûf Kamil Akreyî ( Teror li Dihok 26\5\1993 ), Elî Şeban Amêdî digel kur û hevjîna xwe (Teror li Dihok 11\2\1992), Qeys Mihemed Akreyî navdar bi heval Rênas (Teror li Dihok 29\7\1993), Nezîr Emer Navdar bi heval Aram (Teror li Dihok 25\8\1993), Zekî Yeqûb Amêdî Navdar bi heval Kendal (Teror li Dihok 31\3\1993), Firansîs Yusif Şabo (Teror li Dihok 1\6\1993), Nesîr Lazar Navdar bi Ebunesîr (Teror li Dihok 15\6\1993) û gelek zincîre terorên din li dehan salên derbas bûyî ku dosyayên wisa hemû ji aliyê desthilata malbata Barzanî ve bi veşartî hatin hiştin.

Jixwe navê hemûyan li vir bi cih nabe. Helbet rojnamevanên ku di serdema me de, bi deste PDK’yê hatine terorkirin(qetilkirin) ên mîna; Ebdilsitar Tahir Şerîf, Soran Mame Heme, Serdeşt Osman û Wedat Hisên tu carî me bê merasîm û yadkirin û çalakî nehiştin. Salvegera şehadeta Wedat Hisên ew gencê rojnamevan ê ajansa Rojnewsê ku di 13’ê Tebaxa 2016’yan de, di encama îşkencaya desthilata PDK de bi şêwazekî herî hovane li Dihokê şehîd bûyî, sertaca her çalakiyeke me bû. Tevahiya hevalên me bigire ji mamoste Bedel Berwarî, Şêrwan Şêrwanî, Eyaz Kerem, Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa û Mamoste Şivan Seîd tevî 3 birayên wî yên ku timî li meydanên çalakiyan bûn û pir caran îşkence dîtibûn di meydanên vê berpirsiyariya wijdanî û mirovî de her tim di pêşengtiya çalakiyê de cih digirtin. Bi taybet Şêrwan Şêrwanî di vê pêngavê de pir rijd û bê teredud bû. Niha jî ev mîsyona ku jêr navê dadgeh û dadwerî bi nav dibe, li şûna li pey bikerên (kiryarêrên) van hemû teror û tawanan bikeve û tawanbarên ku ev qas teroran di nava rojê de dimeşînin bixe ber cezayek dadwerane, ev ciwanên navborî her yek ji wan bi 6 salan û zêdetir ceza daye ku bi dadgehkirnek mînak şanogerî û hevşêweya bêdadgehên dewleta tirk tê dîtin.

Pir aşkera ye ku ji aliyê PDK û MÎT’ê ve bi ruhekî tolvekirinê û bi armancake siyasî hatine darizandin. Em van gencên navborî timî di pêngavên wijdanî û berpirsyarî de tevî civatek ji ronakbîr û nivîskar û mamosta û çalakvan û kesên xwedî wijdan bi her awayî me hêzek germ li cadê tevger dikir. Jixwe serhildana li Şêladizê ya di 26’ê çileya 2019’an de beramber qereqola dewleta tirk a dagirker û şehîd ketina zarokê 13 salî Hisên Benistanî hêrsa welatparêzan gihande astek bilindtir. Me ev gencên çalakvan ber bi cadeyên Dihokê dane kêşandin ku dîsa her ev gencanan tevî sed kesên din ji vê sedemê hatin desteserkirin û îşkencekirin. Lê ji ber bertekên civakê yên di asteke bilind de neçar man di qonaxên cuda de piştî 42 rojan, me hemûyan berdin. PDK’ê vê carê zanibû bi van girtinan ew nikare tu encaman bi dest bixe. Birastî jî pir xwe di destê van gencan de lewaz û bêçare didît. Lê vê carê MÎT a tirk hat hewara wan û bi rênimayî û hevkariyên xwe yên plangerî û qirêj desthilata PDK’yê xiste dewrê.

Beriya vê planê, çalakvan ji Behdinanê vala kirin. Dewleta tirk û PDK rê li pêş çalakvanên Şêladizê û Dihokê vekirin ku bi hêsanî berê xwe bidin welatê derve. Bi vê planê bi hizaran ciwanên xwedî helwest di nêzî du mehan de derbasî Ewropayê kirin. Pişt re dîsa bi destekdana MÎT’ê qanal û malperên me yên medyaya civakî bi rêya hackeran bi destê xwe xistin. Dest bi bêdadgeriyek şanogerî ya zagonekê kirin. Ev guhertina vê zagonê di destê dewleta tirk de dihate dîtin. Jixwe darizandina van ciwanan di 15’ê Sibata 2020’î, ango di roja salvegera girtina Rêber Ocalan û biryara dadgeha temîz a dawiyê bi misoger kir. Di 4’ê gulanê de ku salroja komkujiya Dêrsimê ye li her yekî 6 sal ceza birîn.

Lê ruxmî ev qas kenal û malperên me yên şexsî, kompiyoter û telefonên van ciwanan bi destê xwe xistin û hevşêweyî dewleta tirk a faşîst serujêr kirina nav malên van welatparêzan û desteserkirina wan jî encam bi dest nexistin. Herî dawî me dît vîdeoyek ji aliyê civata qaşo asayîşa herêmê ve hat weşandin. Ji serî heya dawiyê weke filmek kartonî amade kirin. Bi awayekî pêkenok û amator hatibû amadekirin.  Xwestin wekî belgeya tawanbariyê nîşan bidin. Ev vîdeo di çavên raya giştî de zêdetirî heyaçûn û tezbîtbûna bê tawaniya girtiyan tiştek din ji misyona emniyeta PDK û dadgeha wê nediselmand. Tu kesî li seranserî herêmê saziyên mafê mirovan û cîhanî ev vîdeo û ev siza (ceza) û ev dadgeh wek rewa nedîtin. Li seranserî cîhanê dengê van bertekên (riswabûna) li dijî hikûmeta PDK’ê bilind bû. Lê dîsa PDK’ê bi berdana van çalakvanan razî nebû. Bêyî belge û delîlan bi salan ceza li wan birî. Bûyera girtin û cezakirina van ciwanan darbeyek pir giran li tevahiya hikûmeta Başûr û mîsyona emniya wê xist. Darbeya herî giran ew bû ku dadgeha herêmê rewatiya xwe winda kir. Êdî ji parêzer û mafnas û aktîvîstan, herkesî ji derve û navxwe bang dikir ku dadgeha herêmê serbixwe nîne. Herî dawî dadgeha ku tu belgeyek di destê wê de tune bûn, ji neçarî ji bo bikare ji felaketekê xwe rizgar bike, li hin kesan li dijî hiqûqê salek ceza li wan birî. Dema ceza li wan birî hinek ji wan zêdetirî salek û sê meh bûn girtî bûn. Lê dadgehê bi biryarên PDK bi armanca şikandina îradeya malbatên girtiyan û alîgirên dengê azadiyê hertim proseya dadgehkirina wan taloq kir. Lewre ev şermezarî jî ket ser hemû şermezariyên din ên desthilat û mîsyona dadweriya herêmê û siyasetên qirêj ên malbata Barzanî. Ev rûreşî ket ser mîsyona hikûmetê ya di bin kontrola dewleta faşîst a tirk de ye.

Li aliyê din çalakvanên Behdînanê jî wekî qehremanên sembolîk di asteke pir bilind a cîhanî de, bûn mexdurên dadgehek ne serbixwe. Bûn mazlumên destê desthilatek dîkator. Bûn sembolên azadîxwazên başûrê Kurdistanê û derketin ber çavên raya giştî. Bi vê sembolê ketin dîrokê.

Nûçeyên Têkildar