Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Dijî têlkirina wargehê çalakiya konvedanê

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî dorpêç û têlkirina wargehê konê çalakiyê vedan. Şêniyên wargehê dan zanîn ku dê tu carî qebûl nekin derdora wargehê were têlkirin

Di 27’ê kanûna 2021’an de hêzên Iraqê ji nişka ve xwestin bikevin Wargeha Penaberan a Mexmûrê û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê herikî seytereyê û nerazîbûn nîşan dan. Piştî nerazîbûn û hevdîtinan hêzên Iraqê paş de kişan. Lê hîn metirsiya têlkirina wargehê dewam dike. Dijî têlkirina wargehê, li nêzî seytereyê konê çalakiyê hat vedan.

Piştî ku kon hat vedan bi dehan şêniyên wargehê li ber derê konê kombûn û daxuyaniyek hat dayîn. Endamê Komîteya Karê Derve ya Wargeha Mexmûrê Seîd Çomelk li ber derê konê daxuyaniyek da.

Çomlek destpêkê behsa hewldana têlkirina derdora wargehê kir û wiha got: “Ev demeke wargeha me bi pirsgirêkek sûnî re rû bi rû ye. Di hevdîtinên ku me bi hêzên Iraqê re dikir de ev mijara têlkirina derdora wargehê nebû. Di 27’ê kanûnê de biryara ku ji aliyê dewleta Iraqê ve hatî girtin ew bû ku derdora wargehê bê têlkirin. Ji bo wê hêzeke leşkerî li gel karkerên xwe û amûrên xwe yên têlkirinê ji nişkan ve dest bi têlkirina dora wargehê kirin. Li hemberî vê yekê gel wargeh kombûn û ber bi cihê ku têl bihata kirin ve meşiyan, bi vî awayî di demek kurt de hat mudaxelekirin û sekinandin.

Bila raya giştî û gelê me bizanibe ev têlkirina derdora wargehê ne di hevedîtinên me yê dîplomasî de û ne jî yên bi meclisa me re tu caran behsa têlkirina derdora wargehê nehatiye kirin. Ji niha û şûn de jî em ê tu caran krîmînalîzekirina wargehê qebûl nekin. Ji ber ku têlkirina derdorê wargehê reşkirina xelkê wargehê ye, her wiha weke civakekî xeter, weke civkakekî dikaribe zirerê bide derdorê xwe were qebûlkirin. Ji bo wê em dibêjin bila raya kurd, raya giştî vê yekê bizane û bişopîne, ji niha û şûn ve dê çalakiyên me berdewam bike û em tu caran nêzîkatiyek wisa qebûl nekin. Ji ber ku çalakiyên me domokratîk û mirovî ne dê tu caran zererê nede kesê.”

Her wiha ji çalakvanan endamê Dîwana Meclisa Gel a Wargehê Elî Urek jî diyar kir ku armanca çalakiya wan pêşîgirtina têlkirina wargehê ye û wiha got: “Di 27’ê kanûnê de hêzên Iraqê xwestin derdora me têl bikin di heman rojê de bertekên gelê wargehê çêbûn, kêm jî be ev hewldanên hêzên Iraqê hatin paşdeavêtin. Mirov dikare bêje di vî alî de hem hikûmeta Iraqê û hem jî kesên ku li gel me hevdîtin dikirin bêbextiyek li gelê wargehê kirin. Ji ber ku ev demeke rêzehevdîtin tên kirin hem li wargehê û hem jî li Bexdayê lê tu caran behsa têlkirina derdora wargehê nehatiye kirin. Beriya ku ew behs jî bikin me diyar kiribû ku em zindanên servekirî naxwazin. Ji ber eger me têlkirin bixwestibûya em ji welatê xwe dernediketin.”

Nustet Şirnexî jî derbarê vedana kon de ev tişt anî ziman: “Armanca çalakiya me ya konvedanê li hemberî têlkirina derdora wargehê ya ji aliyê hêzên Iraqê ve ye. Em ê wek gelê urd li hemberî van êrîş û nêzêikatiyan tu caran bêdeng nemînin û li ber xwe bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar