Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Duşem - 17 Çile 2022

40 sal e stran û fîlmên kurdî arşîv dike

Îbrahîm Elî Sabir bi nasnav îbrahîm Xurmalî, hîn ji temenê xwe yê ciwanî de dest bi arşivkirina stranên klasîk û filmên kurdî kiriye. Ev 40 sal in beşek mezin ji jiyana xwe ji bo vî karî veqetandiye. Niha dikana wî wek navendek mezin a hunerê ye

Ji sala 1977’an ve Îbrahîm Xurmalî li bajaroka Xurmal a ser bi parêzgeha Helebceyê mijûlî arşivkirina stranên klasîk û filmên kurdî ye. Heta niha heft hezar û 500 kasetên stran û filmên kurdî yên her çar parçên Kurdistanê arşiv kiriye.

Li gorî gotina Îbrahîm Xurmalî, çanda tirkî metirsiyê xistiye ser çanda kurdî û bi vê armancê jî gelek kanal û aliyên kirêgirtî bi rêya rêzefilmên tirkî kar ji bo tunekirina çanda kurdî dikin.

Derbarê arşivkirina çanda kurdî de Îbrahîm Xurmalî wiha got: “Xwesteka min ew e ku bikarbim hemû stranên çanda kurdî, bi taybetî stranên kurdî yên resen kom bikim. Bi vê xwestekê ji sala 1977’an ve min dest bi komkirin û arşivkirinê kiriye. Xwesteka min hatiye cih û min kariye heta niha ji sedî 90’ê stranên klasîk ên kurdî li cem xwe kom bikim.”

Îbrahîm got ku di nava arşiva wî de ji hemû parçên Kurdistanê stranên hunermendên kurd hene û wiha domand: “Çandek me yê dewlemend heye, dewletên herêmî gelek stran û awazên kurdî birine û xistine malê xwe. Ji ber ku ew dewlet in û derfetên wan hene ji xwe re dikin mal. Ji bo mînak; marşa niha ya Tirkiye sirûda Hesen Zîrek e ku di sala 1969’an de li Bexdayê tomar kiriye. Navê sirûda wî jî ‘Ey kurdîne ey merdîne.’ Heman awaza Hesen Zîrek li ser danîne.”

Îbrahîm da zanîn ji bilî 7 hezar kasetên stranan, 500 kasetên bi dîmen ku di dema xwe de ji televîzyona Kerkûkê ya berê girtiye, niha li cem wî hene.

Her wiha Îbrahîm da zanîn ku divê dema teknolojî pêşketiye de divê çanda kurdî were pêşxistin û parastin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dagirkerên Kurdistanê her tim dixwazin çand û hunera kurdî tune bikin. Bi taybetî ciwanên kurd divê xwe ji çanda biyanî dûr bixin û girîngî bi parastin û pêşxistina çanda kurdî bidin. Ji ber ku dema çand û hunera gelek nebe nasnama wî gelî jî nine.” HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar