Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

84 saliya Tertela Dêrsimê û 43 saliya PKK’ê

Ahmet Aktaş
Şîrove

Di 15’ê Mijdara 1937’an de Tertela Dêrsimê destpê dike û Pîr Seyid Riza li gel 6 hevalê xwe tê darvekirin. Heta niha ne cenazeyên wan ne jî cihê spartina xaka wan diyar e.

Di 27’ê Mijdara 1978’an de jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê damezirandin.
Gelo mirov têkiliyên van her du bûyerên dîrokê nikare bi hev re deyne? Ev her du bûyer jî, weke gelek bûyerên din ên dîrokî; yek gelek xembar e, ya din jî gelek watedar û nirxdar e. Dibe ku mirov karibe bêje, yek tolhildêra ya dinê ye; wateya wê, PKK’ê mîna ku ji bo tolhildana Tertela Dêrsimê hatibe avakirin! Çawa? Ka em bala xwe bidinê.

Fermandarê qirkirina kurdan Îhsan Sabrî Çaglayangîl, di bîranînên xwe de wisa dibêje: “Dema Pîr Seyîd Riza çav li min ket û amûrên sêdarê dît, hema bala xwe da min, li min nêrî û got ‘ma tu ji Enqereyê hatî ji bo min îdam bikî?”

Dijmin e, kujer e û hatiye erkdarkirin ji bo jenosîda gelê kurd, lê helwesta Pîr Seyîd Riza a bi heybet û bi hêz ewqas serwer e ku dikare bandoraa xwe li ser kujerê xwe jî bike! Ji neçarî pesnê curet û lehengiya wî dide û dibêje: “bê tirs çû benê lidardanê ji destê kujerê kirêkirî digire û bi destê xwe ben dixe stûyê xwe û pêna xwe li kursiya sêdarê dide!”

Îca mirov bala xwe dide PKK’ê; Damezirênarê wê Abdullah Ocalan jî li Enqereyê biryara têkoşînê û avakirina rêxistinekê dide. Lê kongreya yekemîn a damezirandina vê rêxistinê jî di 27’ê Mijdara 1978’an de li Amedê çêdike. Ev bajarê dîrokî yê Kurdistanê jî cihê li sêdarêdana Şêx Seîdê Pîran û 46 hevalê wî ye (29’ê Hezîrana 1925’an). qebristana wan jî wekî ya Pîr Seyîd Riza nayên zanîn!

Roja 29’ê Hezîranê girîng e û watedar e, ji ber ku bi zanebûn roja biryara li sêdarêdanê ya Rêber Apo jî, xistin heman rojê ya sala 1999’an. Ev biryara îdama Rêber Apo, di 25’ê Mijdara 1999’an de jî ji aliyê Dadigeha Bilind a Tirkiyeyê (yargitay) ve tê pejirandin. Ma gelo ev jî ne balkêş e û ne bi zanebûn e?

Weke ku di van mînakan de jî hinek tên xuyakirin, mirov dikare peywendiyên van bûyeran bibîne û li ser wan şîroveyan bike.

Rêbar Apo, dema behsa karê xwe yê destpêkê li Enqereyê dikir, gelek caran digot ‘mala me nêzî qebristana Ataturk Anitkabirê bû, her ku me bala xwe dida Anitkabirê yan jî em di rêya ber wir re derbas dibûn, di serê me re derbas dibû û me digot ‘erê filan kes, te çawa û çilo hewlda û xebitî ji bo qirkirin û jenosîda gelê me, em jî niha dixebitin û hewl didin ji bo em tola xwe ji te û dewleta te hilînin!’

Wexta mirov bala xwe dide kar û xebat û jiyana wî bi giştî, ew peyvên ku li jor gotibûn, hema mirov dikare bibêje; bêqusûr, ne kêm belê zêdetir li pey wan gotinê xwe meşiya ye. Bi gotineke din mirov dikare bibêje, weke wateya bernavê xwe TOLHILDÊR (Ocalan) daye ser şopa Pîr Seyîd Riza, Şêx Seîdê Kal, Qazî Mihemed, Dr.Şivan, Nurî Dêrsimî û bi giştî rêber û şehîdên têkoşîna doza gelê Kurdistanê û heta roja îro jî ranewestiya ye, wisa diyar e ku heta tola wan hemûyan neyê standin jî ranaweste.

Bêguman tolhildan, di felsefeya Rêber Apo de, ne weke zihniyeta Ataturk û Îhsan Sebrî Çaglayangîl û mêtingerên Iraq, Îran û Sûriyeyê yên kevn û nû yên weke R.T.Erdogan, Îbrahîm Reîsî, Beşar Esed û Mistefa Kazimî ye jî. Felsefeya Rêber Apo, berovajî ya wan ne. Stratejiya wan li gorî netew-dewletê, li ser jenosîd û bişaftina gelê Kurdistanê, ji bo avakirina dewletên xwe ne. Lê belê felsefeya Rêber Apo, li ser stratejiya Neteweya Demokratîk a Kurdistanê ye, avakirina pergalek demokrat û wekhev û xweser a ku hemû pêkhate xwedî hemû mafên jiyana hevpar in.

Çawa tê gotin ku Kurdistan, mêtingehek navdewletî ye, her wiha têkoşîn û şoreşa wê jî dibe navneteweyî û ji xwe bûye jî. Ji ber ku pêşengiya şoreşgeri ya Tirkiyeyê zû derbe xwar û bi ser xwe ve nehat, objektif barê Tirkiyeyê û her wiha barê şoreşên her sê welatên din jî, bi giranî ket ser milê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya di pêşengiya felsefeya Rêber Ocalan de.

Piştrastiya vê nêrînê, bi taybetî di Şoreşa Rojava de û nexwasim di şerê dijî rêxistina DAIŞ’a terorîst a navdewletî de pir zelaltir hat xûyakirin. Jixwe ev rastî hê jî dewam dike û beşdariya têkoşer û şervanên navneteweyî her zêdetir dibin.

Di encamê de vê tevgera PKK’ê, çawa ji destpêkê ve barekî giran û nirxdar dabû ser milê xwe, li gel ku Rêberê wê di zindana Îmraliyê de ye jî, ji ber ku xwedî cewherekî rastî yê mirovahî û azadîperwer ê bi hêz e, lewma çarçova bîrdoziya xwe jî berfirehtir û bilindtir kiriye. Weke mînak; di şoreşêde rola pêşengiya jinan, parastina ekolojiyê û hwd. de radeya pêşkeftina wê mezintir kiriye, bandora wê derketiye derveyî Kurdistanê, gav bi gav derbasî qada cîhanê jî dibe.

Wisa diyar e, piştî ewqas berxwedanên lehengiyên mezin û berdêlên giran ên 43 salan, ev tevger û Rêberiya wê, li gel raserî ewqas mezintirîn êrîşên navdewletî jî hatine dîsa têkneşikiya ne, berovojî her pêşveketi ne, êdî di salên 44, 45 û hwd. de ew ê îradeya wan mezintir û geştir û serkeftîtir bibin. Ji bo vê pêşveketinê êdî şik û gûman nîne!

Nûçeyên Têkildar