Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Aysel Dogan:Rêber Apo temînata azadiyê ye

Endama Koma Aştiyê ya 2’yemîn Aysel Dogan ku li ser banga Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ji Ewropayê di sala 1999’an de hate Tirkiyeyê û bi salan di girtîgehê de ma, li Almanyayê ji ber nexweşîna penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Aysel Dogan a ku bi salan di nav têkoşîna azadiya kurdan de xebat kir, di 69 saliya xwe de koça dawî kir. Rojnameya Welat di 11 Nîsana 2021’an de bi Aysel Dogan re têkildarê rewşa grevên birçîbûnê yên wê demê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hevpeyvîneke berfireh çêkiribû.

Di hevpeyvînê de Dogan derbarê mijaran de nirxandinên berfireh ji rojnameya me re kiribû. Hevpeyvîna bi Aysel Dogan re wiha ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin û ji aliyê hêzên komploger ve radestî dewlet tirk hat kirin. Rêber Ocalan ev 22 sal in di Gireva Îmraliyê de tê tecrîdkirin. Û ev çend sal in bi tu awayî dewletê nahêle parêzer û malbata Ocalan wî bibînin. Roja ku tecrîda li ser Ocalan hatiye girankirin û agahî jê nayê girtin girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê û her wiha gelê kurd li welat û derveyî welat ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin çend caran greva birçîbûnê dan destpêkirin. Di van grevan de gelek kes şehîd bûn. Her carê grevên hatine destpêkirin di encama banga Rêber Ocalan bi dawî bûne.

Niha jî girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca azadiya Rêber Ocalan di 27’ê Mijdara 2020’î de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardariyeke mezin di roja 136’an de didome.

Siyasetmedar Aysel Dogan ku gelek caran li girtîgehan bi heman armancî ketiye greva birçîbûnê, têkildarî mijarê bersiv da pirsên me.

-Di nav dîrokê de çalakiya greva birçîbûnan di gelek mînakan de li hemberî zilma zordaran bûne wekî şewazekî têkoşînê. Di derbarê girîngiya wê de hûn dikarin çi bibêjin?

Wekî we jî di nav pirsa xwe de daye xuya kirin, bi taybetî bi derbasbûna civakan a pergala dewletgerî ve, avahiyên wek zindan bûne cihên ku kesên li dijî zagonên dewletê seknekî raber dikin, kesên ku ji aliyê fikrî û fizîkî di nav pergalê de cî nabînin, zindanan, avahiyên ku ji aliyê dewletê ve ji bo tecrîdkirina kesan ji civakê re hatine avakirin in. Zindan, rewşa tecrîdê ya mirovên ku pergala heyî ji aliyê siyasî, hiqûqî, exlaqî û ji aliyê bawerî û fikrî napejrînin û li hemberî wê di nav berxwedanekî de ne. Ew sekn ji ber ku ji aliyê dewletê ve wek sûcek tê dîtin, kesên ku li ber xwe didin hîn caran ji holê tên rakirin, hîn caran jî di nav wan cihên ku hatine avakirin de wek sûcekî li dijî mirovahiyê di nav tî, birçîbûnê, tunekirina derfetan de ji bo pêwistiyên bingehîn ve di nav pergalekî qatbiqat tunebunê û tecrîdê de têne hiştin. Pergala heyî wê ya ji tunekirina fizîkî zêdetir ji bo ku bikaribe ji aliyê fikrî û îradî ve teslîm bigre dike/pêk tîne. Ji ber ku her berxwedanekî ‘pîroziya’ dewletê ango otoriteya dewletê dihejîne. Lewra di heman demê de di nav zindanan de têkoşînekî derûnî jî pêwîst dike. Ji roja destpêkê heya îro zindan û rêbazên şerê psîkolojîk, siyasî û fîzîkî wek sûcekî dij mirovahî ne û heya îro jî bi heman şêwazan hîn bi pergalekî kûr û qatbiqat belavbûyî hatiye.

Îro ew pêkinandinên li zindanan em dibînin ku ew xwe dispêrin hêza ‘destnedayînê’ û ‘pîroz’ a pergala netewdewlet û durûtiya moderniyeta kapîtalîst. Her rêbaza îşkenceyê û sûcê li dijî mirovahiyê êdî di wê rewşê de li ser navê demokrasiya modernîteya kapîtalîst pêşdikeve û bi bikaranîna teknîka heyî jî awahiyên zilmezin li derveyî bajaran ji bo çav tirsandina civakê li dijî civakan tê şîxulandin. Ew jî bi durûtiyekî bê sînor nîşaneya ku ka modernîteya kapîtalîst çiqas ji demokrasiyê fêmkiriyê yan na. Ew di heman demê de tê wateya ku zagonên xwe, pergala xwe û desthilatdariya xwe wek amûrek bikar tîne û di heman demê de bi gotinek din xwe ji bi wê rengî înkar dike. Lê belê rexmî her tiştî jî, ji roja pêşîn heya îro li dijî zilm û zordariyê, di bin hemû şert û mercan de li zindanan zanebûn û îradeyek ku bi her berxwedaniyek ve xurttir bûye heye. Her çiqas dewlet di mijara zilm û zordariyê de ezmûn û rêbaz komkirî be, têkoşîna berxwedêran jî ji duh heya îro ve mîrateyekî mezin a berxwedaniyê avakiriye û hîna jî ava dike.

-We bi xwe jî li zindanan gelek caran li dijî neheqiyê di nav çalakiyên birçîbûnê de cih girt. Hûn dikarin hinek behsa wan deman bikin? Bi taybetî di derbarê çalakiyên birçîbûnê ya salên 2012-2013’an de?

Bi rastî min grevên birçîbûnê (çalakiya birçîbûnê) berî ku ez bikevim zindanê di nav pirtûkan de xwendi bû û agahiya me ji wê hebû. Bi taybetî çalakî û berxwedanên li zindanên Îrlandayê ya şoreşgerên ÎRA’yê, li Almanyayê ya şoreşgerên RAF’ê, ji têkoşîna Fîlistinê û çalakiyên birçîbûnê ya li zindanên Soygunê ya li Vîetnamê bi berxwedaniyek mezin hatibûn destpêkirin û bi biryardariya mezin mohra xwe li dîrokê dan. Lê belê herçiqas xwendin fikrek ava bike jî divê ji bo ku mirov wê derxe zanebûnê pratîka wê jî pêwist e. Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’an ez li zindana Antepê bûm û em ji bo piştgiriya çalakiya birçîbûnê yên heval Xeyrî û Kemalan ku piştî çalakiya fedaî ya heval Mazlum li Newroza 1982’an dabûn destpêkirin me jî wek nivîngeha jinan wek 30 kesan bîryara piştgiriya wê çalakiyê da û me xwarin red kir. Di roja duyemîn de em birin xwaringehê û ji aliyê bi sedan leşker ve em rastî êrîşê hatin. Di nav me de dayikên temen mezin û dayikên ciwan hebûn. Ew rewşekî pir bi êş bû. Me ji bo ku zarok û dayikan ji êrîşa leşkeran biparezin çemberekî çêkir lê belê me tenê dikarîbû saetek li ber xwe bidin. Ew şêwaza êrîşê hîna jî tê domandin û hewl tê dayîn ku ji rêze were dîtin. Gelek heval ji ber êrîş û îşkenceya zêde di nav xwînê de mabûn û gelek ji me nedikarî destê xwe bikar bînin. Li kêlek qirîna zarokan ve em bi gefên ku di nexwarina xwarinê de berdewam kirina îşkenceyê û rijandina xwarinê li ser me ve bi zorê li ser kursiyan xwarinê dane runişkandin. Di wê rewşê de derfetekî me ku em bikaribin biryarekî hevbeş bigirin nebu ji ber ku em ji aliyê bi sedan leşker ve hatibûn dorpêçkirin. Me tenê li hevdu meyze dikir. Di nav qîrina dayik û zarokan bi zorê xwarindayîn îşkenceyekî bû û şîkandina îradeyê bû. Piştre êdî ber bi sibehê ve gava ku leşker xwe kişandin girîya me ya hemûyan wek hêstekî jêneveger a vê şikandinê bû. Ev îradeya min a şikeştî ku min li ser esasa temamkirina çalakiya birçîbûnê xwest beşdar bibim, di her ketina xwe ya li zindanê de min wek barekî wijdanî û dilgiraniyek bû. Behsa wê ya kirin bi qasî wê rojê bi min zor tê. Û em jin bûn, zarok bûn û dayik bûn. Me carekê din zilma dewletê bi rengekî rutûtazî dîtibûn. Îro jî wekî duh bi heman rengî ye. Em li pêşberî rastiyekî ku hîn zêdetir zalimane û pergaltir bûye re rûbirû ne.

Piştî ku ez demekî li zindanê mam ez derketim û piştî demekî kin ez ketim zindana Erzînganê. Ji ber ku îradeya min di zindana berî wê de hatibû şikandin û ji ber ku min dixwest wê ya telafî bikim, min tevlibûna xwe ya ji bo çalakiya birçîbûnê bi biryarek xurt û îradeyek mezin wek erkekî û deynekî dît. Ji bo deh rojan ez ketim çalakiya bîrçîbûnê û min tiştekî nepejirand. Min wê çalakiyê bi vîna xwe da destpêkirin û min bi vîna xwe bi dawi kir. Min hingî baştir famkir ku berxwedanî çiqas hêzekî mezin e û çiqas di mirov de moral û motîvasyonek bilind ava dike.

Piştî ku di sala 1999’an de Rêbertî bi komployek navnetewî ve hate dîlgirtin, bi dehan heval çalakiya fedaî li dar xistin û bi dehan jî çalakiyên greva birçîbûnê rêxistin kirin. Lê belê herçiqas çalakiyên greva birçîbûnê ya li sala 2012’an bi heman armancê hatibûn destpêkirin jî, aliyên xwe yên hîn taybet û cuda hebûn. Wek tê zanîn hêzên global li Îmraliyê ji bo Tirkiyeyê tenê erka cerdevantî û celadî dane. Îmralî wek zindanekî ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst a navneteweyî ku ji aliyê rêbazên dij mirovî de bûye pispor ve, tê revebirin. Rêbertî ne tenê di bin tecrîdekî civakî û siyasî de ye. Di heman demê de ji aliyê erdnîgarî ve di nav grevek biçûk de wek dîlgirtiyekî siyasî tê giritn û ew tê wateya ku Rêbertî di heman demê de ji axê jî hatiye tecrîdkirin. Ew rewş ji nepejirandinê wêdetir sedema şer û raperînekî rojane ye. Ji ber ku Rêber Apo nûnerekî gel e, ew gel bi xwe ye. Ew temînata bidestxistin û dayîna jiyandina maf û azadiya gelekî ye. Lewra zindana Îmraliyê wek kombûna hemû komkujî û qirqirinên ku di dîrokê de li hemberî têkoşîna azadiya gelê kurd hatine meşandin.

Ji wê jî wêdetîr tol rakirina ji Rêberê Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ku li dijî destwerdana leşkerî, aborî û siyasî ya modernîteya kapîtalîst, li Rojhilata Navîn serê xwe rakirin e. Di wê wateyê de her berxwedaniyekî ku ji bo Rêber Apo tê destpêkirin di serî de ji bo gelê kurd wek hebûn û tunebûnekê ye û pîroz e. Lewra her welatparezekî ku li zindanê ye ji bo Rêberê ku li ber xwe dide berpirsiyariya xwe ji bo piştgiriya bi berxwedaniyê heye. Ew berxwedaniyekî siyasî û îradî ye. Ji ber wê jî gava em berxwedaniyên li zindanan digirin dest divê ji nirxandinek hestiyarî zêdetir ew di nav çarçoveya siyasî û exlaqî de were destgirtin. Çawa ku li zindanên Amedê çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Xeyrî û Kemal hatibûn destpêkirin, ruhê berxwedanî û raperîna kurd ji nû ve ava kiribe, çalakiyên greva birçîbûnan a ji bo Rêber Apo jî carek din domandina çanda berxwedaniyê ku di şexsê Rêbertî de hewl tê dayîn ku were tunekirin, ne tenê deynekî ya zindanan e di heman demê de deynê gelê me ya bingehîn e, erk û berpirsiyartiyekî dîrokî ye. Zanebûna wê rastiyê, famkirina wê û dane famkirin tê wateya bersivbûyîna ji dîrokê re.

-Di pêvajoyên çalakiyên greva birçîbûnê de rewşekî çawa hebû? Ger derbarê wê de bîranînek we hebe hûn dikarin wê ya bi kurtahî vebêjin?

Çalakiyên greva birçîbûnan ên salên 2012-2013’an bi coş û motîvasyoneke mezin hatin destpêkirin û bi piştgiriya berxwedaniyekî piralî ve ne tenê di zindanan de li çar perçeyên welat û li derveyî welat jî piştgiriya heyî destkeftiyekî mezin a berxwedaniyê ava kir. Di wê wateyê de çalakiyên greva birçîbûnê li zindanan berxwedaniya herî radikal, îradî, bizanebûn û encamgir e. Qîrîna rutûitazî ku dibêje ‘ji mirinê natirsim’ li hemberî desthilatdarî û pergala dewletê ye. Ew di heman demê de bangawaziyekî ji bo gel e jî. Ji ber ku her hevalekî zindanê wek nûnerekî gelê xwe ye. Ew her wiha wek şertekî ya demokrasiyê muzakere ye û mezinbûna îdiaya encamgir e.

Her çalakiya greva birçîbûnê heqîqatekî, coşekî mezin, motîvasyonekî mezin ku bi dirûşma bi hezaran li zindanan ku dibêjin ‘berxwedan jiyan e’ di bin her şert û mercê de derdikeve holê. Belê min ji bi israrekî mezin cihê xwe di wan çalakiyên salên 2012-2013’an de cî girt. Ji ber ku pir taybet bû lê belê hem ji aliyê temen ve û hem jî ji ber nexweşiya min wek sedemek hate nîşandan. Lê belê çawa ku berxwedaniya li dijî zilmê û pergala zilmê hemû cî û wextan derbas dike, temenê mirov jî derbas dike. Ew îradeyekî ye. Bi taybetî jî ger ew çalakî di şexsê Rêberêkî de man û nemana gelekî dike armanca xwe, wê demê ew berxwedanî pîroz e û nayê nîqaşkirin. Lewra min jî wek her hevalekî bi coş û kelecanekî mezin destpêkiribû. Her çiqas vegotina wan hestan zehmet jî be, ji bo hemû kêmaniyên ku me nedikarî bikin wek deynekî li pêşiya me disekine. Jixwe di wê mijarê de nirxandina Rêbertî ya hevaltiya kêm gelek di cî de ye û rast e.

Di heman demê de ew, ji bo her yek ji me xwedî nirxekî ku em xwe ji aliyê siyasî, exlaqî û îradî ve ber çavan derbas bikin. Ew ji bo min wek fersendekî bû û diviyabû ku ez bibim bersivek. Ew ji bo her hevalekî wilo bû. Gava mijar dibe Rêbertî an jî hebûn û tunebuna gelekî, wê demê dawiyê gotinê hatiye. Ji ber wê jî her çiqas min zehmetiyên fizîkî jiyankiribin jî, min aramî û keyfxweşî, coş û bîryarbûnê di heman demê de jiyam.

-Wekî hûn jî dizanin di 27’ê Mijdara 2020’î de li dijî tecrîda girankirî çalakiyên greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin û ev çalakî hêj didome. Çima ew çalakî di qada navneteweyî û Tirkiyeyê de nabin rojev? Sedama wê bêdengiyê çi ye?

Bi rastî mêzekirinek hestiyarî ku  li berxwedanên zindanan giranî datine ez dibinim. Ev bi beşek heqîqeta zindanê re hemûyan îfade nake, li her qadê berxwedan, yê ku azadiyê wekî maf dibîne û têkoşîna wê dide û ji bo berxwedanê hemû derfet hene. Ji bo vê nabe behsa bêdengiyek bê kirin.  Gelê me di Newrozê de bi berxwedanek mezin bersiv da. Wekî din jî ji berxwedanekê re destek nayêdayîn, berxwedan bi tevlêbûnê tê mezinkirin. Ev jî pirsgirêkek pêşengtî û rêxistinbûyînê ye.

Li herêmê di serî de piştgiriya gel, rewşenbîr, hunermend û saziyên demokratîk hene. Lê bele bêdengiya navneteweyî heqîqeta ku Rêber Apo bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin duh çi be îro jî  rehîneyê van hêzan ango hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst e. Di vê wateyê de daxuyaniyek an jî bendewariya piştgiriyê ku bi qasî cihê dawiya gotinê ye, me jî vê heqîqetê çiqasî fem kiriye fem nekiriye re têkildar e. Dema  em werin gelên ku di nav  pergala netew-dewletê ya hêzên hegemonîk jî;  pirsgirêk, derbaskirina pirsgirêka me ya heqîqetê vegotin venegotin,  têkoşîna gelê kurd a maf û azadiyê û ji pirsgirêka heqîqeta Rêber Apo vegotin venegotinê wêdetir, di rastiyê de heqîqeta vê pergalê gelan çiqasî rehîn girtiye û vîna wan şikandiye ye. Lê hemû ewqas nînin.  Di pêvajoyên herî tarî yên heta roja me ya îro de hejmara hunermendên axivî ne hindik be jî, em wekî duh îro jî gelek sexsiyet, rewşenbîr û hunermendên ku ji bo mirovahiyê axivî ne re şahîd in, ev jî bi wate û bi nirx e. Di vê wateyê de em nikarin behsa bêdengiyek temamî bikin.

Kirdeyê bingehîn ê hemû lêgerîn, serhildan û berxwedanan ciwan û di lêgerîna maf û jiyana azad de jin e. Dîsa di encamê de gel bi xwe ye. Em di pêvajoyên zor ên dîrokî re derbas dibin, erdnîgarî ji nû ve têşe digirin. Ev destpêkên nû wekî duh îro jî ne ji hêla hêzên hegemonîk gel bi xwe vîna xwe afirandinê re di wateya dîrokî de firsatek mezin û pêwîstiyek e. Bi vê wateyê qedera xwe bi xwe diyarkirin û gelên ku bedelên zindîkirina vê didin jî elbet afirandina vê hişmendî û hêza dîrokî jî divê vê derfetê baş bi kar bînin. Di serî de gelê kurd hemû gelên li herêmê parastina nirxên ku bedelên giranbuha afirandine û bi vîna xwe ya azad berxwedanê mezinkirin erk û berpirsyariyek dîrokî ye. Berxwedan Jiyan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar