Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Kê Ebdilsitar Tahir Şerîf kuşt?

Bi boneya 14’emîn salvegera kuştina siyasetvan û rexnegir Ebdilsitar Tahir Şerîf li başûrê Kurdistanê..

Serê sibeya roja 5’ê Adara sala 2008’an nuçeya kuştina Ebdilsitar Tahir Şerîf kesayetê siyasetvanê kurd li taxa Rehîm Ava ya li Kerkukê bû serdêra nuçeya hemû ajansên medyayê. Roja ku di heman demê de dibe salvegera serhildana gelê Başûr a di sala 1991’ê. Terora ku hetanî roja îro hêjî tu kes li ser wê neketiye jêr lêpirsînê û tu kes nehatiye girtin. Ev kiryar her di serîde ji aliyê rexnegir, çalakvan û rojnamevanên bêsinorên Kurdistanê penca tometê ber bi aliyê dezgayê Parastina PDK’ê ve hat dirêj kirin. Herçiqasî jî ku di heman demê de herçî belge û nîşanên vê terorê û bi giştî konsolxaneyên biyanî dîsa hêma dikete ser tawanbarbûna PDK’ê lê wek hemû tawan û terorên din dîsa dosya vê tawanê jî dergirtî ma û ji mînaka terora (Elî Şaban Amêdî/1992, Sadiq Emer Sindî/1992, Zekî Yaqub Amêdî/1993, Reuf Kamil Akreyî/1993, Firansîs Yusif Şabo/1993, Nesîr Lazar Mîxu/1993, Qeys Mihemed Akreyî/1993, Nezîr Omer/1993, Soran Mame Heme /2009, Serdeşt Osman/2010 û mînakên sedan teror û kuştinên bikêr diyar û nediyar, li ser vê tawanê jî ne tu kes û tu aliyek nehat girtin û ceza kirin.

Doktor Ebdilsitar Tahir Şerîf siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û mamostayê zanîngehê di sala 1935’an de li Kerkukê ji dayik bûye. Di sala 1958’an de beşdarî nava şoreşa kurdî ya serdema xwe, rêzên PDK’ê bûye. Di sala1966’an de heyanî 1969’an rêveberê leqa 3’yan a PDK’ê bûye û di sala 1970’an de bûye endamê merkezî ya vê partiyê. Di sala 1973’yan de bûye sekreterê Partiya Sewre ya Kurdistanî. Di sala 1974’an de dibe wezîrê akincîbûn û guhestinan û di 1975’an de li Iraqê dibe wezîrê bajêrvaniyê. Di sala 1985’an de dev ji karên partayetiyê berdide. Di sala 1995’an de li Zanîngeha Silêmaniyê dest bi mamostetiyê kiriye. Di sala 1997’an de Kurdistan ber bi welatê New Zelanda bicîh dibe. Piştî hilweşîna rejêma Bees vegeryaye Herêma Kurdistanê.  Di sala 2004’an de li Kerkukê bûye serokê koleja perwerdeyî û zanistên derûnî. Heta ku hat qetilkirin jî li ser heman karî bû.

Ew xwediyê pênusek biwêr, ronakbîrek xwedî berhem bû ku xwediyê gelek berhemê nivîskî ye. Wek tê gotin ji ber lawaziya milê aborî bi alîkariya ji aliyê derdorên xwe hatine weşandin.

Pirtuka wî ya bi navê “Hevrikî digel jiyanê” ku di dû belgan de hatiye weşandin belga yekem ew rojnivîsên jiyana wî ne yên ku di navbera salên 1971-1935 ‘an de û belga duyem jî di navbera salên 1983 -1971 de cîhana siyaseta serdem a xwe ya taybet li dehan salên pirî bûyerên mezin vedigere. Di belga yekem de ew bas ji temenê zaroktiya xwe heyanî ciwaniya xwe li Kerkukê vedigere û dibêje: “Li Kerkukê wî çaxî pir bi kêmî çavên te bi erebekê diket, yan hema bêje ereb li vî bajarî hema hema tunebûn, lê ji aliyê rijêma Bees ve dinavbera salên 1968’an de hetanî 2003’an de ê zêdetirî 300 hezar ereb li başurê Îraqê anîn û li cihê 300 hezar kurdên ji bajar hatine derkirin akincî kirin.

Di beşên cudayên pirtûka xwe de mijarên girîng vedigere, di bara beşdariya xwe li konferansa “Mawet” ya PDK’ê de dinivsîne. Di nîsana sala 1964’an de tevî 70 nunerên birêveberiya PDK’ê beşdar dibe û konferansê bi vî navî bi zar tîne: “Ew konferansa ku bi biryarên wê çarevîsa gelê kurd ket metirsiyên dijwar de”. Vedigere ku tawana du parçebuna tevgera PDK’ê ya wî çaxî di sutiyê Mistefa Barzanî û mekteba siyasî ya PDK’ê de ye. Van bûyerên wî çaxî bi agirekê binav dike ku hetanî sala 1998’an nehatî vemirandin.

Di nivîsên wî de bêperdeyî û bêalîgirî pir aşkera dixuyê, ew tim rexneyên pir hestiyar li kopîtka desthilatdarên Başûr digire û bi wan belge, nivîs û datayên berdestê xwe tiliyê danîne ser xalên herî hestiyarên desthilatdarên herêmê bi taybet jî malbata Barzanî.

Di bara serdema rêkevtina 11’ê  adarê ya di sala 1970’an de wî çaxî Ebdulsitar qaymeqamê navçeya Koye bû, dibêje: “Wî çaxî cebilxaneyek mezin di destê min de hebû min hemû bir Kerkukê û li wê radestî leqa 2’yemîn hêzên PDK’ê kirin, lê mixabin ez paşê haydar bûm ku piştî ev qas keda min dabû ev çek li dewsa bikevin xizmeta têkoşîna gelê kurd, hemû hatibûn firotin”.

Di bara van nivîsan de tê gotin herçî kesê bixwaze nokerên rejîma Beesê nas bike kare li demên hestiyar xizmeta vê rijêmê li hember gelî kurd kiriye bila vê pirtuka serpêhatiyên şehîdê qelem Ebdulsitar Tahir Şerîf bixwîne. Lewre jî kuştina Ebdilsitar ziyanek pir mezin gihande aşkera kirin û danasîna xayîn û kirêgirtî yên serdema rejima Beesê ku xwîna kurdan bi dest û tiliyên wan ve hebûne û niha jî di desthilatê de ne.

Ebdulsitar Tahir Şerîf heyanî berî were tîror kirin jî timî li rojname û kovarên weke “Livîn” , “Rojname” û ajansa “Cemawer niyoz” de bêperde rexne ên pir tund li du aliyên desthilatdarên kurd li Başûr digirtin. Hem jî qut bûna xwe ya ji van partiyan û çona xwe ya ber bi aliyê rejîma Bees pir şerefa wê mezintir pênase dikir ji wê şêwazê xebata ku van dû partiyan li Başûr bi rêve birîn.

Li dawî gotinên Ebdulsitar di govara “Livîn” de ku govarek radîkal ya serbixwe dihat nasîn dibêje: Di sala 1983’an de Mesûd Barzanî di gel Seddam lihevhatinan dike ji bo bi hev re li hember Îranê şer bikin. Lê ji bo ku Îran pere û çek dan barzaniyan wan li hember Bees’ê pir alîkarî dan Îranê. Rejîma Bees jî 38 endamên malbata Barzanî yên di gel xwe bi ruxmî hevkarên wan bûn îdam kirin ku di navde Şêx Osman, Xaldê kurê Luqman, Sabir û Obeydulayê kurên Mistefa Barzanî hebûn, ev li demekê bû ku ev kesane mezintirîn dijminên Mesûd Barzanî bûn lewre jî darvekirina wan ji bo Mesûd Barzanî pir ciyê dilxweşiyê bû. Hem jî dibêje: heyanî ku ev malbat hebe tu aliyek li başurê Kurdistanê nikare desthilatê di partiyekê de bigire dest. Lê tiştê herî bi bandor ku dikare wan ji holê bide rakirin ev mijara duberekiya dinava vê malbatê de ye. Tişta dibe sedema van nakokiyan jî her pere û desthilat e.

Di vê kovarê de jê pirs tê kirin: Bi hildana van mijarên hestiyarê dîrokî tu qet natirsî?

Bersiv dide: Ji çi bitirsim? Di jiyana min de hinek pirensîb hene, yekem ez rasterast ji tu kesî natirsim, a duyem, her tim ber bi pêşve diçim û paşde naçim, sêyem min tenê temenê pezek kal maye, heyanî niha min serî netewandibe ji îro şunde jî natewînim, bila min bikujin. Çaremîn jî ev tiştên ku tînim  ziman ez berhevim hemûyan li hember dadgehê biselmînim.

Ev gotarên dawî yê Doktor Ebdilsitar Tahir Şerîf bûn û li 5’ê Adarê de li taxa Rehîm Ava ya li Kerkukê hat kuştin. Ji aliyê malbata Doktor Ebdilsitar ve wî demî hat ragihandin ku ‘ Bavê me ne bi teqîna bombeyek terorîst û dijminan, ne bi êrîşên ji aliyê grubek terorîstî, belkî bi destê çend kesên kurd ku ser bi mafyayên navxweyî ya Kurdistanê bûn wek xwarinekê bi çend fîşekan giyanê wî bi tawana pênûsê wî hat sar kirin.’

Li vir her tişt diyar e, bi dehan salan e ceza û sêdaredanên dadgeha malbata Barzanî bi vî şêwazî karê xwe dike, tu kesê ku li ser vê bi ziman jî were yê fîşekê bixin nava devê wî û yê dengê wî bi fetisînin, ku nekare bikuje jî wek rojnamevan, nivîskar û çalakvanên behdînan ku bi bandortirîn rexnegirên li ser van hemû kuştinên biker nediyar bûn bi çekoçê dadgeheke hizbî yê bi salan werin cezakirin û mafê tu kesî jî nîne li ser wê xwe nerazî bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar