Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Parçebûna kurdan û hin rastiyên dîrokî-3

Yên ku ji erdnîgariya Kurdistanê hesin birine û kirine alavên şer û berhilînê karibûne mîtolojiyê veguhêzin felsefeyê lê di erdnîgariya me de weke maden di asta herî jêr de hatiye bikaranîn. Berê bar ango berêzêde (arti ûrûn) ji vê berhilînê derketiye, çîn peyda bûne, şerê di navbera wan de dewlet derxistiye holê. Dewletê artêş, burokrasî, girtîgeh û alavên din ên zext û zorê ava kirine û civak bi qanûn û nîzamê hatiye bi rê ve birin. Raman, felsefe, siyaset, hiqûq û yên din li gorî dewletê dirûv digire. Qada exlaq, kevneşopî, otorîteya herêmî jî pê bi bandor dibe.

Êdî navendek heye, ew navend hukim û serweriya xwe dide qebûlkirin. Dewlet di dema şer de leşkeran ji civakê berhev dike, kole, serf an çînên civakê yên din bi zexta dewletan serî ditewînin. Di heman demê de dewlet dirûv dide her hêmanên civakê. Bi serê xwe tu tişt nîn e. Heta digihîje serdema kapîtalîzmê şîdet hinekî kêm dibe lê otorîteya bi qanûn, nîzam û di encama xebata debarê de dîsiplîna ku qanûnên kar bi xwe re tîne zêde dibe. Civak êdî dirûvekî din bi vî awayî digire. Heçî kapîtalîzm takekesiya helwestan dikuje lê takekesiyeke ji nîzama xwe re lihevkirî derdixe pêş. Êdî kes nîn e, otorîte heye; çi veşarti, çi li ber çavan. Lê ew vê yekê weke azadiya takekesî peşkeş dike.

Ji ber ku berhilîn tenê ji bo têra xwe ye û pêş neketiye berê bar ango berê zêde (arti ûrûn) çînên civakê rêk û pêk dernakevin, dewlet û nîzama dewletê li Kurdistanê weke otorîteye kurd çênabe. Fikir, îdeolojî, felsefe, hiqûq pêş nakeve. Li cîhanê civak û serdem diguherin li civa kurd di serdema xwe ya berê de weke bizmarekî zengalgirtî kutayî dimîne. Her eşîr, her êl, her qebîle û deste weke xwe dimînin, her yek xwedî otorîte ye, yek a din nas nake, li ber naxwe, li hev nake. Ev yek heta takekesan jî wiha ye. Mixabin ji ber bêotorîtetiya navendî fikir û raman; hesasiyet û hukmekî ku her kes li ser hev bike jî ne pêkan e. Mêyla kurdan her li ser parçebûnê ye. Malbat jî di nav xwe de li hev nakin, ji xeynî şer û pevçûnên bi şîdetê, rewşa asayî de jî parçebûn serwer e. Li dora her gundekî çend gundik çêdibin, ji ber vê parçebûnê ye.

Gava ku dagirkerî û mêtîngerî li Kurdistanê serdest dibe, vê birîna civaka kurd xwîn dike, li gorî berjewendiyên xwe kûr dike. Hin aliyên civakî dike hevkarê xwe, yên din jî dide lihevxistin û otorîteya xwe li ser wan ava dike. Dînamîzma navxweyî dirûxîne, her tiştî li dora xwe û li gorî xwe vediguhêzîne. Di serdema Îslamiyetê de giregirên kurdan dibin şêx, seyît û mîr, di serdema Osmanî û Şahistaniyê de axa, beg û nîvxanedan, di dema tirkan, fars û ereban a dawî de dibin serqoricî, qoricî û hevkarên cahş. Tiştê balkêş ev e; kurd di nav xwe de parçebûyî ne, otorîteya hev nas nakin, mixabin ororîteya dagirker û biyanî re destgirêdayî ne. Bi serdestiya biyanî re ev rewş a berê re dikelije dibe xusîsiyet; taybetiyeke kurdan a rehê hevkariyê û kesayeta serçemandî, jinavçûyî û belengaz.

Pirsgirêkên berhilînê yên çiya, gelî û erdnîgariya asê û welatên deşt û dorbehr ji hev cud dibin. Welatên bi berhilîna dorteng, girtî û têra sal û demsalan dikin ên rojane debara xwe pêk tînin li gelî û çiyan dijîn. Welatên deşt û dorbehr her roj, her sal bi pirsgirêkên guherîn û pêşdeçûnê re mijûl dibin. Dînamîzma wan rê nade bêlebatî û seknê. Zor, otorîte, qanûn û pergala sazbûyî vê dînamîzmê bi rê ve dibe. Di nav civaka wan de raman, felsefe, matiq û zanîn li pêş e, ev yek weke sîwanekê civakê radipêçe û bandora xwe pêk tîne. Reftarên kesan, çînan li gorî vê pergalê dirûv digirin. Ji ber ku civakê bi rê ve dibin, kesayet û çînên serdest biperwerdekirî ne. Qalibên reftar û jiyana wan hene. Çînên bindest di bin vê pergalê de bi zor û disîplînê re rû bi rû ne, ji ber wê jî her reftar û helwestên wan bisînorkirî ne. Her tiştî, li her derê nikarin bêjin, qamçî û qanûn yanî dewlet û hiqûqa wê bi hev re dikevin dewreyê.

Ya ku kurd rû bi rû nemane ev geşedan û persana civakî ya navxweyî ye. Her kes dikare di nav civaka gundê xwe de her tiştî bike, bêje. Bêpergalî û serbestiyeke bêserûber heye. Ji ber vê ye kes dengê xwe nagihîne guhê yekî din. Car heye rûspî, giregir û axa-maldar tên guhdarkirin lê ew jî têra bêserûberiyê nake.

Di dîroka civaka kurdan de ji bilî kurtedeman bi dînamîkên navxweyî ango bi destê hêzên kurdan ên serdest dewlet çênebûye. Otorîteyeke ku tev sînorên wê dewletê serwer bibe çênebûye. Kesên kurd di neqeba çiyan de serbest in, azad in, têra xwe dikin. Tirsa navxweyî tun ye. Tirsa navxweyî nebe otorîteya navxweyî jî nabe. Jixwe otorîte tirs e. Her gundekî ku herî kêm lê deh şêr hebin otorîteke belavela heye û karê herî berbiçav şer e, pevçûn e. Herî zêde nêrît, kevneşopî, gerdiş, rêbazên êl û eşîretan derbas dibin-serwer in. Lê dorteng in, di nav sînorên eşîr û êlan de derbas dibin. Bi giştî reftarên nêzî hev hebin jî hukmê wan tenê di sînorê êl û eşîran de xwedî hurmet in. Tenê serê xwe ev yek parçebûnê îfade dike. Ji reftarên yekotorîteyî dûr e.

Civaka kurdan dişibe konserweyê. Qapaxa wê girtî ye, çi fêkî, pêxwarin, sebze tê de hebe piştî demekê bi girtîbûna xwe tehm û bêhna wan digihîje hev, dişibe hev. Kengî ku xwediyê konserweyê (dagirker) qapaxa wê ji bo xwarinê vedike, dixwe, yên kêr bên dide pêş, ên kêmkêr paşde dide û devê wê digire. Ya ku em di konserweyê de digerin reftarê parçebûnê ye. Bi rastî jî civaka kurd weke konserweyê seranser heman helwestê rapêş dike; ne yekbûn parçebûn; ahengeke dişibe hev, pirserîtî, ji her seriyekî dengek.

Îhtimaleke mezin li welatên çiyayî yên ku me behsa wan kiribû li gorî peresana wan a xweser kêm zêde heman reftar di nav wan de jî diqewimin. Di vir de rista dewletbûnê derdikeve holê. Erdnîgariyên çiyayî ji bo dewletbûnê xwedî kêmderfetan e. A ku kifş e ev e; erdnîgariyên çiyayî di zikê xwe de zêdetir civakên xwezayî qewimandine. Daboriya dûr, duh û îro di nav xwe de xwedî dikin. Seriyekî wan li dergûşî- serdema mîtolojiyê, seriyê din jî serdema îro diniçîne. Seriyekî wan çîrçîrok û efsane ne, seriyê din digihîje felsefe, îdeolojî û ramanî ya îroyîn. Her tiştê ji xwezaya wan dûr bi riya dagirkerî û mêtîngeriyê ketiye nav wan, pêşî bi destê zext û zorê paşê jî ji bilî hêzên muxalîf bûye rizaya civakê bixwe jî.

Dewlet şîdet e, zext û zor e, otorîte ye. Qanûn û nîzam e. Ji berê heta îro li ser reftar, helwest û derûniya mirovan bandorêkê çêdike, dirûvekî lê dixe. Weke mînak alman bi dîsiplîn in, fransî laîk in, îngilîz monarşîhez in. Ev yek ji qerekterê dewletan pêş dikeve. Dûrî nirxadineke îdeolojîk û niyetê rastiya dewletê ev e. Dirûvekî dide mirovan, ev tespîteke rastiyê ye. Dewlet ne hêmayekî pesinandinê ye, ne jî piçûkdîtinê.

Nûçeyên Têkildar