Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Çarşem - 19 Çile 2022

9’ê Çileyê

Dîrok dema 9’ê Çileyê nîşan dide periya baranê Maia hesir dibarîne di ser Parîsê de. Parîsa ku ji xelkê re bûye bajarê evînê ji kurdan re ji 9’ê Çileya 2013’yan pêve bûye bajarê şînê. Wê rojê porxelaka Dêrsimê Sakîne Cansiz tevî 2 hevalên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li kolana La Fayette ya nêzî stasyona trenê Gare du Nord hatin qetilkirin.

Hin kesayet hene ku wan bi jiyan, sekin û têkoşîna xwe dîrok nivîsandine. Yek ji wan kesayetan jî Sakine Cansiz ango Sara ye. Jiyana wê her tim di nava şer û têkoşînê de derbas dibe. Sara ji bo jinên kurd û cîhanê bû çavkaniya bîr û baweriyê.

Fîdan Dogan ango Rojbîn, di qada dîplomasiya gelê kurd de bi kesayet û zîrekiya xwe balê dikşand ser xwe û dihat hezkirin.

Leyla Şaylemez ango Rohanî jina ciwan û jîr jiyana Ewropayê qebûl nekir û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê xwe da destpêkirin. Ronahî jî wek Fîdan û Sakîne derdora xwe ronî kir.

Leyla Şaylemez tevî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan di 9’ê Çileya li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin.

Tetîkkêşê vê komkujiyê endamê MÎT’ê Omer Guney bû. Salekê piştî komkujiyê qeydên deng ên tetîkkêş û şefên wî derketibûn holê. Piştî qeydên deng daraza Fransayê der bare rola MÎT’ê de xwestin lêpirsîn were kûrkirin. Wezîrên wê demê yên Fransayê li ber kamerayan soz dan ku wê ev doz di tarîtiyê de nemîne.

Lê li duh mirina kujer Omer Guney de dozgeriya Parîsê ser dozê girt. Ev yek hêrsa kurdistaniyan mezintir kir. Piştî biryardariya malbatan dozgeriyê biryar da ku lêkolîna edlî der bare komkujiyê de bide destpêkirin.

Lê piştî 9 salan jî der heqê fail û kiryarên esasî ango der bare MÎT’a tirk de tu gav nehatine avêtin.

9 sal di ser komkujiya Parîsê de derbas bûn. Ev 9 sal in ji bo hesabê vê komkujiya siyasî bê pirsîn û kujer bên darizandin jinên kurd li qada ne di nav çalakiyan de ne.

Îsal jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd di serî de li Fransayê li her dera Ewropa meş û mîtîngên bi dirûşma ‘Heta edalet di tarîtiyê de be Fransa jî tawanbar e’ hatin lidarxistin. Li Ewropayê pêku Fransa berpirsiyariyên xwe bicih bîne li ber gelek konsolosxaneyên Fransayê çalakî pêk hatin.

Jinên kurd bi malbatên her sê jinên şoreşger ve her sal di nav liv û tevgerê de pêku ev komkujî were ronî kirin û hesap bê pirsîn.

Bi pêşengiya TJK-E çalakiyên edaletê yên rojê çarşemiyê bi salan li Parîs û gelek deverên Ewropayê berdewam kir.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bi salan e bi çalakî û kampanyayan sûcên dewleta tirk aşkera dike. Yek ji wan kampanyayan jî kampanyaya ‘Sed sedem ji bo darizandina Dîktator’ bû bi di 25’ê Mijdara 2020’an hatibû destpêkirin, di vê kampanyayê de 235 jezar îmze hatibûn komkirin. Yek ji armancên wê kampanyayê ew bû ku doza komkujiya Parîsê were ronî kirin û sucdar bên darizandin û edalet bê bicihanîn.

Heta edalet neyê bicih anîn dê gelê kurd bi pêşengiya jinên kurd herdem li qadan bin û ruhê Sara, Rojbîn û Ronahî yên berxwedêr, têkoşîna wan a mezin herdem xwedî derkevin. Mirateya wan a ji bo azadiya jinan bi têkoşîneke xurt berdewam bikin.

Nûçeyên Têkildar