Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...
Yekşem - 24 Cotmeh 2021

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

9’ê Cotmehê; Komploya Navneteweyî

Sirwan Viyan |

Piştî ku Sovyet belav bû, sîstema kapîtalîst li gor rewşa nû û ji bo berjewendiyên xwe kete nav hewldana guhertina nîzama siyasî û ekonomî. Amerîka weke nûnerê sîstema kapîtalîst, li ser navê sîstema kapîtalîst û bi desteka hêzên kapîtalîst serê vê hewldanê kişand. Îro jî, li gel hinek guhertinan, ev pêjavo bi rengek cuda dewam dike. Rê û rêbaz hinek hatine guhertin lê lêgerîn û armanc nehatiye guhertin. Hîn jî sîstema kapîtalîst hewl dide ku dinyayê li gor berjewendiyên xwe biguherîne. Di lûgata siyasî de ji vê re ‘dîzayn, dîzaynkirin’ tê gotin. Yanî di esasê de ev guhertin ne bi awayekî xwezayî û navxweyî ye. Bi mudaxeleyan tê kirin. Ev mudaxale û guhertin piranî bi rê û rêbazên ‘siyasî’ têne kirin. Lê li Rojhilata Navîn ev bi rêbazek eskerî û şer pêk hat. Li cihên din ên dinyayê weke Rojhilata Navîn şer çênedibû. Ev ji ber taybetiyên Rojhilata Navîn ên dîrokî, civakî û siyasî pêk hat. Ev şer li Rojhilata Navîn hîn jî didome. Beşek sereke yê dîzaynkirina Rojhilata Navîn jî li ser kurdan hat meşandin. Rêberê PKK’ê ji ber zextên siyasî 9’ê Cotmeha 1998’an ji Şamê veqetiya û ji bo kurdan komploya navneteweyî destpê kir.

Bi şoreşa cotmehê li dinyayê hevsengiyek çêbibû. Du zîhniyet û siyasetên cuda; li milekî li ser navê şoreşa cotmehê û dinyaya sosyalîst, Sovyet; li milê din temsîla sîstema kapîtalîst, Amerîka. Zîhniyet û siyaseta her du milan tenê ji hev cuda bû, di heman demê de dijberî hevbûn. Di navbera wan de têkoşînek tûj hebû. Ji ber ku têkoşîne di navbera wan de bingehîn bû, beramberî dinyayên cuda dihat, weke şerekî ji rêzê birêve nediçû û bi encam nedibû. Ev rewş demdirêj dewam kir û di encama vê de jî hevsengiyek di navbera wan de ava bû. Dinya jî li gor vê têkoşîn û hevsengiyê teşe girt. Lê piştre di sala 1991’an de sîstema Sovyetan belav bû, hevsengiya dinyayê ya siyasî xera bû. Li dinyayê valahiyên siyasî peyda bûn. Vêya bi xwe re xeteriya tevlihevî û pêşveçûnên cuda derxist holê. Sîstema kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe biparêze, pêşiya pêşveçûnên cuda bigire û li dinyayê serweriya xwe ava bike, ket nav hewldana dîzaynkirina dinyayê. Weke dema borî dîsa Amerîka serkêşiya ve kir. Wê demê ji vê hewldana sîstema kapîtalîst re ‘Nîzama Dinyaya Nû’ hat gotin û ev pênase bi hin têgînên cuda îro jî tê bikaranîn. Çimkî dîzaynkirina dinyayê temam nebûye.

Di nav hevsengiya dinyaya kevin de kurd weke kirde nehatin destgirtin. Li gor hevsengiya hêzên din ên Rojhilata Navîn nêzîkatî ji bo kurdan hat raberkirin. Avabûn û belavbûna Komara Mahabatê bi vî şiklî bû. Ji ber ku Şahê Îranê di Şerê Cîhana Duyemîn de alîgiriya Hîtlerê alman kir, Îran hem ji Sovyetan hem jî ji hêzên weke Brîtanyayê bertek dît û raberî mudaxaleya wan hat. Lê di demek kin de li hev kirin. Komara kurd û azeriyan wê demê çêbû û belav bû. Têkoşîna kurdan a li Başûr jî ji ber vê nêzîkatiyê negihaşt encameke mayînde. Israîl ji bo ku yekitiya netewperestiya erebî pêk neyê û ereb lewaz bikevin hereketa Barzanî destek kir. Şahê Îranê ji ber ku mutefîkê Amerîka û Israîlê bû û nakokî bi ereban re dijiya,  hereketa Barzanî destek kir. Sovyet di dema ku Evdilkerîm Qasim li ser hikim bû, di nav yekitiya Iraqê de hereketa Barzanî destek kir, piştre ku li Iraqê şerê kurd û ereban rû da, desteka xwe li ser kurdan qut kir. Di encamê de Iraq û Îran bi peymana Cezaîrê li hev kirin û her kesî desteka xwe li ser kurdan qut kir û hereketa Barzanî hilweşiya. Ev rewş bi nêzîkatiyeke klasîk nikarîbû bihata guhertin. Ji bo vê zîhniyeteke cuda pewîst dikir. Çimkî di nav sîstema kapîtalîst û hevsengiya dinyaya wê de cihê kurdan tune ye. Sîstema kapîtalîst nikare pirsgirêka kurdî çareser bike. Ji ber ku înkarkirina gelê kurd û parçekiran welatê kurdan bi erêkirina hêzên sîstema kapîtalîst çêbûye. Yanî sîstema kapîtalîst sebebê avabûna pirsgirêka kurdî ye.

Rêberê PKK’ê bi avakirina zîhniyet û şêwazek nû ev mekanîzma deşîfre kir. Bi vê nezîkatiya nû têkoşîna kurd kete qonaxeke cuda. Ji bo çareseriya pirsgiraka kurd û pirsgirêken civakê nêzîkatiyek cuda raber kir. Bi avakarina kadroyên nû ev têkoşîn geş bû û ji aliyê civaka kurd ve hat pejirandin. Bi vî şiklî têkoşîna kurd kete qonaxeke nû. Xeta azadiya netewa kurd û çareseriya pirsgirêka kurdî hate avakirin û mîsogerkirin. Pêkhatina vê xetê bi derbaskirina nezîkatiyên sîstema kapîtalst çêdibû. Rêberê PKK’ê ji ber ku derî nezîkatiyen sîstema kapîtalîst û netew-dewlet, bi hêza civakê çareseriyek civakî raber dikir, hezên hegemonîk ev ji bo berjewendiyên xwe û serweriya sîstema kapîtalîst a li Rojhilata Navîn xeter dîtin û li hember vê ketin nav hewldanan. Bi navê NATO’yê destek dan dewleta tirk. Jixwe sîstema kapîtalîst plan dikir ku Rojhilata Navîn li gor dema nû careke din dîzayn bike. Ji bo ku karibe vê dîzaynê li gor berjewendiyên xwe pêk bîne, kurd ji vê rewşê firseta çareseriya pirsgirêka xwe nebînin û bi vî şiklî weke berê karibin kurdan bikin qurbaniyên siyaseta xwe, li hember Rêberê PKK’ê komploya navneteweyî dan destpêkirin. Zext li ser dewleta Sûriyeyê kirin da ku wî ji welatê xwe derxînin. Dewleta Sûriyeyê di bin van zextan de perçiqî, nikarîbû li ber xwe bide. Komploya navneteweyî bi vî şiklî dest pê kir û di encamê de Abdullah Ocalan radestî dewleta tirk kirin. Komploya ku pêk hat di esasê de ji bo Rojhilata Navîn mudaxaleyek pêşwext bû. Tabî bi taybet li başûrê Kurdistanê, li gelek deveran wê demê mudaxaleyên Amerîkayê weke çareseriya pirsgirêkan dihate propagandakirin. Bêguman ev tiştên ne rastbûn. Amerîka û hêzên din hemû xwedî berjewendî nin û li gor vê siyasetê wan hene. Bi komploya 9’ê Cotmehê jixwe nêzîkatiya wan derdikeve holê.

Îro komploya navneteweyî di salvegera 23’yan de ye. Li hember komployê gelê kurd têkoşînek pir mezin da destpêkirin û nehişt ku komplo bigihêje armanca xwe. Çawa nehişt? Bi xwedîderketina xeta azad ev pêk anî. Lê hêzên dagirker û hevkarên wan hîn jî dixwazin komplo bidome û bigihêjin armanca xwe. Ji bo vê êrîşên dagirkeriyê didomin. Dixwazin Rojava dagir bikin, li Başûr gerîla tune bikin û xeta hevkar serwer bikin. Pêwîst e gelê kurd vê konseptê jî bişikinîn û bi vî şiklî komploya navneteweyî bi temamî parçe bikin. Heger ev bibe dê pêşiya her tiştî vebe û li Kurdistan û Rojhilata Navîn dema şoreş û jiyana nû dê dest pê bike. Dê dinyayek nû were avakirin…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar