Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Abdullah Ocalan: Civaka neteweyî ya demokratîk êdî ne xeyal e

Pêvajoya ji 1980'î heta bi 2005'an jî veguherîna civakî ya netewiya kurd a azadbûyî û kirdeyîbûyî vedibêje ku ji diyardeya kurdbûna objebûnê dibe kurdên bîrewer, rêxistinî û şerker

Sala 2003’an dibe destpêka ku PKK û KCK xwe bi çarçoweya teoriya modernîteya demokratîk bi fermî ragihandî. Mirov dikare jê re serdema bûyîna mezin a sêyem. Bûyîna pêşî ya ji îdeolojiya şoreşger a gerdûnî bûyîna zîhnî ya ji ber xwe ve ya civaka neteweyî ye. Nasnameya civaka neteweyî bi esasî bi zîhnî tê nirxandin. Divê bila pêk hatibe yan jî pêk nehatibe, civaka neteweyî zîhnî weke bûyînekê tê sêwirandin û plankirin. Ji aliyê rêgezî ve kurdatî esas dihat dîtin lê pir dihat nîqaşkirina bê ka li holê kurdbûneke çawa heye. Bi rengekî parçeyî jî be, ji hêla dîrok û mekanî ve hebûna kurd dihat nirxandin. Bi zanînên pir qebe dihat nîqaşkirin bê ka civakeke çawa heye, welat, ziman, sînor, parçebûn, paşverû û modernbûna wê dihat nîqaşkirin.

Koma sîsîkî ya ku nîqaa dikir salên peşî bi qasî tiliyên destekî bûn. Girîngiya xwe ya ne hejmar lê wesfê wê bû. Ya girîng bi rengekî rast vegotina wê rastiyê ye ku hewl dihat dayîn derxistina holê û heqîqeta wê ye. Gewherê esasî yên di navbera salên 1973-1979’an de ku bi rengê derketina ji Enqereyê û berbelavbûna li Kurdistanê derbas bûye, tê maneya hatine ser zimên a vê rastiyê û bi rengê heqîqeta nû ya kurbûnê ji xwe re dîtina maneyê ye. PKK navê vê heqîqeta nû ye. Şehîdê mezin ê vê heqîqetê Hakî Karer e. Şehîd hene ku ji hejmara tiliyê destan ne zêdetir e.

Civaka neteweyî ya kurd a bîrewer, rêxistî û şerker

Pêvajoya ji 1980’î heta bi 2005’an jî veguherîna civakî ya netewey kurd a azadbûyî û kirdeyîbûyî vedibêje ku ji diyardeya kurdbûna objebûnê dibe kurdên bîrewer, rêxistinî û şerker. Guherîna ji kurdbûna objebûnê ya ber bi kurdbûna azad û kirdebûnê ye. Mirov dikare ji vê re bibêje ji kurdbûna berê ya qadavra û kole zindîbûn û derbasbûna ber bi kurdên azad. Li vir a bûyî ne bûyîna zîhnî û navî ya komeke biçûk, veguherîna rastiya gel heye ku hejmara wê ji milyonan bêhtir e û ji rewşa gelê objebûnê û ji rabirdûya xwe ya berê ya kole, dikeve rewşa ku bi azadî xwe vedibêje, rêxistinî dibe, çalak dike û dike şerker. Ji vê re bi rengekî tîpîk mirov dikare bibêje gelê modern, di halê civaka neteweyî ya demokratîk de ji nû ve çêbûn. Navên pêşî yên çêbûnê HRK (Hêzên Rizgariya Neteweyî) û ERNK (Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê) ye. Şehîdên mezin hene ku hejmara xwe ji 30 hezarî zêdetir e û ne tenê ji bo kurdan û tirkan ji bo tevahiya mirovahiyê xwedî maneyeke mezin in. Bi sedhezaran qedroyên wê hene ku îşkence li wan hatiye kirin, sempatîzan û gel heye. Bi deh hezaran girtiyên xwe hene. Hîcretên wê hene û bi milyonan kesên ku hatine koçberkirin. Di nav van şertan de rastiya gelê şerker derketiye holê. Ji ber tiştên ku berê hatine jiyîn û înkar û îmhaya di şertên modernîteya kapîtalîst de ku hatiye asta qirkirinê, xayîn, hevkar û komkujên wê zehf in, her wiha gelekî netewe civaka netewiya demokratîk heye ku berxwedêrên wê ku bersivê didi van, şehîd û lehengên wê zehf in.

Salên piştî 20005’an

Cihêtiya sala 2005’an û piştî wê ji ber wê ye ku ji gewhereke nû bibe xwedî nasname, hebûneke mayinde û rawesta li ser jiyana azad. Bûyîn, çêbûn, piştî pêvajoyeke bi êş û arinc, piştî bûyîneke serkeftî, li ser eynî hesasiyetên bûyînê weke mezinkirina bebikan, di rojevê de ye ku bi xweparastinî be, bi zadên ne jehrîn were xwedîkirin û mezinkirin, hebûna xwe bi azadî bîne ser ziman û cihê bibe û wiha bijî. Problem êdî ne ya bûyîn, çêbûn, problemên ji ber mezinbûn, parastinê yên ji ber nasname û jiyana azad e. Hişmendiya wan cihê xwe ji bûyîna bedenî, ji wir jî bi dest veguherîna organên cihê ve berdide. Bûyîn, çêbûn, bebiktî û zaroktî ji hemû nexweşiyan re vekiriye. Ji bo ku bebik nemire, hewceyî bi hewldanên pir zîrekane heye. Bûyîna zîhnî ya beriya wê jî biarinc e. Bûyîna ku bi rengekî dişibe ketina ser malzarokê, divê bi tendırist, esîl û ne bi bêjîtî be. Ev jî bi wê pêkan e ku pêngava îdeoloîk diyardeya civakî ya kurd rast pênase bikira, bibûya heqîqeta wê.

Divê ne ji bîr kirine, pêkhatine ne ji tecawiza Kurdistana dayik ku bi salan e li ser şer û pevçûn lê tê kirin, pêkhatina bi rengê bi vîna xwe ya azad a bûyîna esîl a ji gewherê xwe, şertê pêşî û yê herî zor a hebûnê ye. Serdema sêyan ew serdem e ku bûneweriya xwe tîne halê hebûnê, nasname û azadiya xwe bi dest xistiye û vê weke maneyê vedibêje. Diyardeya nû ya ku çêbûyî êdî ne ew hebûna berê ye, ne ew obje ye berê ye ku ji hebûnê hatiye derxistin û qurpandin. Kurdatiya berê tenê weke obje hebe. Her hêza fetihkar, dagirker, mêtinger û qirker çi tişta ku dilê wê bixwesta, îmha û asîmîlasyon dikarîbû li ser bikira. Di halê malzemeya bikaranînê bû. Kirdatiya wê ya kolektîf û nasnameya wê geş nebûbû yan jî nehiştibûn ku geş bibe. Jê dûr bû ku xwe vegotina û biparasta. Di halê wan çêlekan de bû ku li hêviyê bû were doştin, termekî li hêviya serewîlkan bû. Ji hêla civakî ve mirov nikarîbû ji vê re hebûna civakî bigota. Bêhtir mirov dikarîbû nirxê objeyê bidayê ku ji hebûn û nasnameya azad hatibû derxistin.

Civaka neteweyî ya demokratîk êdî ne xeyal e

Kurdistan û kurdên piştî salên 2000’î ji nirxbûna objeyî hatibû derxistin, di van 30 salên dawî de bûbû hebûneke ku bi rengekî serkeftî çêbûbû. Nasnameyeke wiha ya kurd û jiyana azad li holê bû ku dikarîbû rasteqîniya xwe vegota, bi rengê heqîqetê daniye û biparasta. Bêguman vê rasteqîniyê û heqîqetê xwe weke netew-dewletê bi nav nekir. Îdîaya ku di serî de hebû terikand. A rast di navbera xwe û vê rastiyê de sînor danî ku di serî de jê were ku sosyalîzm e lê xasma jî piştî hêrivîna sosyalîzma reel derketî holê ku kapîtalîzm e. Netew-dewleta şîlo ya di serî de û civaka demokratîk ku di zik hev de dihatin dîtin ji hev cihê kir. Netew-dewlet terikand, hemû hêza xwe da ser civaka demokratîk. Civaka demokratîk a neteweyî êdî ne xeyal û utupya, bû rastiyeke ku bi azadî tê jiyîn.

Her çendî hin problemên rasteqîniya nû hebin jî, ev ne problemên ji zikmakî û bûyînê ne, ji ber nasnameya bûneweriyê û jiyana azad in. Heke em şibandinê bidomînin, ji zaroktî derketiye, hatiye halê ciwanên û jinên ciwan ku dikare li ser pêyan bimîne. Problem ji ber kamilbûnê ne. Di vê demê de problemên jiyana azad girîng bûbûn. Heke mirov lê ne baldar be, nexweşiyên kurdatiya berê dibû ku lê cor bikira. Xayîntiyên navxweyî û derve, hevkar, ji berê zêdetir dikaribûn ruhê hebûna nû, nasnameya kurdên azad bistandana. Hêzên hiyerarşîk ên berê ku li rex disekinîn û hêmanên modernîteya kapîtalîst, dibû ku her gav ev hebûna teze parça bikirana û li hev parve bikirana. A rastir, bi hişmendiya berê hebûna ku wiha hesab dikirin milkê wan e, bêyî ku cihêtiya ya nû-berê bikirana, wê bixwestana ku bixwarana. Problem pir hêlî bûn û ji ber vê sedemê bûn.

Rêbaz û navgînên çareseriyê

Tu divê bila ji ber şaristaniya berê me û tu divê bila ji modernîteya kapîtalîst û jiyana bi nasnameya azad be, tiştên ku têne jiyîn ji problemên berê berfirehtir û cihêtir in. Ji ber vê rêbazên çareseriyê û amûrên wan jî wê cihê bin. Ne bi kurdên berê û Kurdistana berê dibû, ne jî bi ‘netewparêz’, PKK, HRK û ERNK’ya berê têkoşîn dibû. Dijmin jî ne dijminê berê bû. Zêde mirov pê ne ewle jî be, bi fediyokî jî be, guherîbû ser wê ku kurd û Kurdistanê dikare qebûl bike, nasnameya kurdên azad bi nêzîktêdayîna giştî red nedikir. Aşkera ye ku ev hemû veguherînên dîrokî-civakî hewceyî bi pênaseyeke kurdatî û PKK’yeke nû, têgînên nû yên pergalê û teroriyan heye. Li ser vê zemînê bi pênaseya nû ya PKK’ê û kurdatiyê em ê hewl bidin têgîn û teoriyên nû yên pergalê deynin.

 (Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin)

Çavkanî: ANF

Di dema nû de nasname û wateya PKK’ê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar