Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Abdullah Ocalan: Şer nebûya azadî jî nedibû

Di astekê de ku qirkirina çandî li ber serketinê bû, birêxistinkirina tevgera neteweyî ya kurd dişibiya saxkirina mirî. PKK a îdeolojîk soza hêviya jiyana azad dida. Lê belê bêyî şer azadî bi dest nediket

Danîna hîmê PKK’ê li Enqereyê, bandoreke ji rêzê ya polîtîkaya mêtingeriyê ya klasîk e. Li tevahiya cîhanê, di çarçoveya têkiliya mêtingerî-metropolê de gelek mînakên bi heman rengî qewimî ye. Min hewl da diyar bikim ku pêngava ji Enqereyê bi êş bû. Aşkera ye ku ev yek, ji pêvajoyên herî zehmet bû. Zor û zehmetî ne ji ber hêza tund bû, ji ber xweseriya faşîzma tirk a spî, taybetmendiya wê ya psîkolojîk-çandî bû. Ketina wê derê çiqasî zehmet bûya, derketina wê jî ewqasî zehmet bû. Gelekî girîng bû ku bi kîjan çand û ruhî jê derdiket. Di astekê de ku qirkirina çandî li ber serketinê bû, birêxistinkirina tevgera neteweyî ya kurd dişibiya saxkirina mirî. Rewş dişibiya gotina ‘heta nemire, hêvî jê qut nabe’. Wezîfeya bingehîn bû ku nexweşê xwe yê li ber mirinê bibe cihekî hîn bi ewle û tenduristiyeke baş. Rewşa me ya li Rihayê dişibiya nexweşiya Eyup Pêxember. Terk-î diyar rêya herî lezgîn bû. Ji ber pêwendiya xwe ya bi armancê re, wê herêma herî germ a Rojhilata Navîn weke qada karê stratejîk bihata hilbijartin. Gelek hêzan berê xwe dabûn Ewropayê. Lê belê Ewropa ji mêj ve ne navenda karê şoreşgerî bû. Bi rola bavê modernîteya tirk bû ku kiribû belayê serê xwe. Şoreşgerên ku li Tirkiyeyê hewl dihate dayîn ku bi lêdanê bên terbiyekirin, li Ewropayê bi tedawiya psîkolojîk qaşo wê bi ser xwe ve bianiya. Bêguman li Ewropayê kar dikare bê kirin, lê belê nedibû ku Ewropa bibe navenda stratejîk.

PKK a şerê şoreşgerî

Sala me ya destpêkê bi peydakirina pêwîstiyên lojîstîkî û hewldanên jinûve komkirina komê derbas bû. Gelekî girîng bû ku cih û dema nû bi rengekî rast bihata nirxandin. Li Tirkiye û Kurdistana salên 1970’î PKK îdeolojîk bû. Reel sosyalîzmê, îdeolojiya netewe-dewletperestiyê pejirandibû. Taybetmendiyên demokratîk pê re weke potansiyel hebû. Lê belê ji kapasîteya têkoşîna li dijî revîzyonîzma li reel sosyalîzmê bêpar bûn. Bi derfetên li ber destan tenê li dijî neteweperestiya paşverû, îdeolojiyên şoven re têbikoşiya. Di dem û cihê nû yê Rojhilata Navîn de hem pêwîstî bi vê nebû hem jî şert û mercên wê tune bûn. Şert û mercan ferz dikir ku li hundir PKK a şerê şoreşgerî xurt bike, li derve jî bi rêxistinên din û dewletên reel sosyalîst re tifaqê pêk bîne. Tevî hin hêmanên xumamî yên li îdeolojiyê, PKK a îdeolojîk soza hêviya jiyana azad bi xurtî dida. Lê belê sozên îdeolojîk ji bo jiyana azad teqez têrê nedikir. Ji bo vê jî asteke zehmet bû ku PKK a şer biafirîne û karîger bike. Bêyî şer azadî bi dest nediket; jiyana azad li aliyekî, me nikarîbû nasnameya xwe jî werbigirta. Tişta li Enqereyê xeyala wê dihate kirin ji jiyana azad dûr bû; dibe ku binavkirina nasnameya xwe bû. Ev bi xwe jî têra xwe bi rîsk bû. Bi rîsk jî be, nasnameya kurd weke nav hat bidestxistin. Gava duyemîn a mezin nedibû ku ya hatiye bidestxistin dubare bike. Wê şerê azadiya nasnameyê bihata destpêkirin.

Bi têkoşîna aborî û siyasî ya bi şêweyê Ewropayê azadî bi dest nediket

Di vir de pirsgirêka bingehîn a li hemberî me felsefî ye. Pirsa bingehîn a felsefî têkiliya navbera nasname û azadiyê ye. Bêyî azadiyê gelo jiyana bi nasnameyê dibû? Bêyî nasnameya civakî gelo azadiya şexsî dibû? Eger ji van herdu pirsan re bersiveke erênî nikare bê dayîn, wê demê çalakî û azadî, bi gotineke din diviyabû têkiliya navbera îrade û azadiyê bihata biwatekirin. Zexta li ser nasnameya kurd dihate ferzkirin, rêbaza mêtingeriyê ne mîna zext û mêtingeriya li welatekî netewe dewlet ê Ewropayê bû. Li Kurdistanê rê û rêbazên qirkirina civakî yên li her qadên civakê û demdirêjî belav bûne, di meriyetê de ye. Heta ku ev rêbaz di meriyetê de bin, hebûn an jî nasname nedibû. Azadî jî tenê ji bo hêzên modernîteya netewe dewletê ya serwer derbas dibû. Li wir jî piraniya welatiyan di nava koletiya modern de ne. Kurd jî bi hebûn û nasnameyê dihatin parçekirin û ji holê dihatin rakirin. Ji bo vê jî amûrên asîmîlasyon û qirkirinê di dewrê de ne. Ne tenê zexta siyasî û mêtingeriya aborî dihat kirin. Hebûna dîrokî civakî, nasnameya xwe di nava pêvajoya înkar û tunekirinê de bûn. Lewma bi têkoşîneke aborî û siyasî ya bi şêweyê Ewropayê azadî bi dest nediket. Li Ewropayê pêwîstî bi şerê hebûnê tune bû. Ji bilî çend îstîsnayan, zext li ser nasnameyan hebûya jî ne di nava pêvajoya înkar û tunekirinê de bûn. Her çend bê gotin ku bêyî azadiyê jiyana bi nasnameya xwe ne hêja ye, dîsa jî hebûn û xwedînasnamebûn girîng e.

Ger tu dixwazî hebe divê tu azad bî

Di mijara kurdan de rewş cuda ye. Hebûn û nasnameya kurdan tê înkarkirin û li ser yên mayî jî pêvajoya tunekirinê ya bêeman tê meşandin. Di vê rewşê de hebûn û azadî du pênaseyên di zikhev de ne. Heta ku yek bi dest nekeve ya din jî pêk nayê. Eger tu azadiyê dixwaze divê tu hebûnê bi dest bixe, eger tu hebûna xwe dixwaze divê tu azad bibe. Di pêvajoya înkar û tunekirinê de tevî ku amûrên psîkolojîk û çandî (amûrên îdeolojîk) gelekî di dewrê de bûn, rêbazên bingehîn ên hatin meşandin, xwe dispart hêza fîzîkî. Artêş, polîs, kontrgerîlla, milîsên faşîst ên sivîl, cerdevan û sîxurên mîlîs mîna tevnekê li dijî çavkaniyên hebûnê kar dikin. Li pişt wan jî NATO û hêzên din ên hevalbend hene. Hêzên îmhaya fîzîkî ku xwedî piştperdeya dîrokî ya sed salî ne, hewl didin hêzên desthilatdarîperest û hiyerarşîk bi kar bînin. Heta ku ev rastiya hêzên fîzîkî li ber çavan neyên girtin, li hemberî wan çalakî neyê kirin an jî têkoşîn neyê meşandin, ne hebûn, ne nasname ne jî azadî bi dest nakeve. Hin pêngavên biçûk ên çîna bûrjûva ya ku di nokeriya kurd de têne dîtin, neteweperestiya pavşerû û şovenên sosyal ên tirk ên hevkarên netewe dewleta serwer, bêyî ku sîstema înkar û tunekirinê ya li ser hebûn û nasnameya kurd bibînin, bêyî ku rêbaz û amûrên qirkirinê li ber çavan bigirin, bi rengekî giştî û kategorîk qala têkoşîna azadiyê dikin. Ev durist jî bin ji ber ku statuya qirkirinê ji nedîtî ve tên, bi rengekî objektîf ji hêzên înkar û tunekirinê bêhtir bi roleke neyînî radibin. Bi zimanê demagojîk û sexte yên ku qet derbasdar nîne qala wê dikin ku azadî û nasname dikarin bên bidestxistin. Weke ku ji duaya pêk neyê re amîn bidin gotin. Mîna ku hewl bidin kanserê bi aspîrînê derman bikin, rêbazên qaşo çareseriyê pêşniyar dikin, lê ya rast nexweş didin kuştin. Tevî ku bi salane van rêbazan diceribînin, encam li holê ne. Bi sextekariyeke mezin, mîna ku azadî û mafên mirovan hene ku qet nîne tevdigerin, bi têkoşîneke bi vî rengî ya îdeolojîk û siyasî ji wan heye ku wê bi nasnameya xwe û bi rengekî azad bijîn. Ji bendemayînê bêhtir propagandaya vê dikin û hewl didin hişmendî û îradeya gel têk bibin.

Sedema bingehîn a piştgiriya gel a ji bo PKK’ê

Aşkera ye ku li dijî rêbazên sîstema înkar û tunekirinê, bi rêbazên cuda jî be şert e ku ji bo bêbandorkirina vê sîstemê bi amûr û rêbazên cuda têkoşîn bê meşandin, hebûn, nasname û azadî bê bidestxistin. Amûrên siyasî û îdeolojîk pêwîst jî bin di rewşa heyî de diyarker nîne. Bandora van amûran, dema ku înkar û îmha bi rê û rêbazên şoreşgerî hatin bisînorkirin, hingî dikare pêk were û bi wate bibe. Jixwe sedema bingehîn a piştgiriya xurt a gel ji bo PKK’ê ev rastî bû; yanî rê, rêbaz û amûrên rasteqîn di têkoşînê de danî ber xwe. Di destpêkê de hinek xumamî jî be stratejiya şerê rizgariya neteweyî ya li dijî mêtingeriyê xwedî rastiyên girîng bû, ji ber vê yekê piştgirî jê re dihate dayîn. Her wiha hin çalakiyên ku di çarçoveya vê stratejiyê de hatin lidarxistin di asteke bilind de piştgirî wergirt. Dema ku xwe berda qada Rojhilata Navîn hingî têkildarî pirsgirêkên hebûn û azadiyê nîqaşên bi vî rengî dibûn. Hin bûyer dihatin rexnekirin, li rêbaz û stratejiyeke rasttir û nûtir dihat gerîn.

Pêwîstiya şerê gel ê şoreşgerî

Em ji pêdiviya şerê gel ê şoreşgerî nediketin gumanê. Heta ku pêvajoyeke wisa pêk nehata, wê ne qala nasnameyê û ne jî qala azadiyê bihata kirin. Ji ber vê hê di destpêkê de em li ser armanca dijwariyê ya di civaka dîrokê de disekînin. Her roj û her saet hêzên wan ên zordest li qadê bûn. Fetihkirina bi darê zorê ne wekî mafekî serweriyê lê wekî şertekî fermana Xwedê dihate qebûlkirin. Wekî her carê hêzên ku li ser Kurdistanê serwer bûn bi qasî keleporî îdeaya wan a li ser modernîteyê jî wisa bû. Kurdistan bûbû welat û parçeyekî ku ji berê ve hatibû fetihkirin. Şertên fermana Xwedê hatibû bicihanîn.  Dema ku mesele dihate ser hêmanên modernîteyê jî, bi hincetên pê re mafê serweriyê qet nedihat nîqaşkirin. Feraseta serweriya netewe-dewlet jî xwe dispart teoriya hêzê ya ku qet nayê parçekirin û li kesên din nayê parvekirin. Bihustek sînor jî divê neguheriya. Wê kevirek jî nehata dayîn. Xwedayiya ku ferman dida, a rast xwedatiya netewe-dewletê ji xwedatiyên kevn bi hezar carî hatibû xurtkirin. Bi ferasetên serwerî, hêza navendî, civaka homojen, hemwelatiyên koleyên teqez û hişmendiya di her warî de yekparêz (yek ax, yek ziman, yek çand, yek ala, yek sirûd û hwd.) bi hêzên di bin fermana wan de dibûn tiştên divê qet neyên nîqaşkirin. Parastineke biçûk an jî gotineke dijber wekî sûcekî xetere yê ‘li dijî yekitî û yekparetiya welat’ dihat darizandin û bi cezayê herî giran dihat cezakirin. Di qadeke wisa de ya ku hemû şertan gotin û çalakiyên xwe, xwe îfade dikirin, îdeayeke dijber, encax xwe bi parastina metodên zordestiyê dikaribû pêk were. Tişta ku dihat nîqaşkirin ne ev bû, pêdiviyên stratejîk û taktîkî yên vî tiştî bû. Di dema avabûna PKK’ê de rê û metodên parastina rewa bêyî fikar hatine bikaranîn. PKK neçar bû ku xwe wekî hêzeke milîs bi rêxistin bike. Berevajî vî tiştî, wê temenê wê ne rojek bûya jî. Heke li ser xwe bûya jî wê ferqa wê ji hêzên din tunebûya  û wê nikaribûya xwe ji tasfiyebûnê rizgar bikira.

Li ser şerên gel ên şoreşgerî yên wê demê lêkolîn hatibûn kirin. Bi taybetî gelekî li ser tecrubeyên Vîetnam û Afrîkayê lêkolîn hatibû kirin. Di wan şertan de dema ku di navbera sosyalîzma reel û hêzên hegemonîk şerekî xurt hebû de, tevgerên rizgariya neteweyî serkeftinên gelekî mezin bi dest xistibûn. Gelek mînakan teoriya rizgariya neteweyî piştrast dikirin. Nexwe divê ji bo Kurdistanê ya ku ew jî mêtingehek bû, divê modele şerê rizgariya neteweyî esas bihata stendin. Ji qonaxa komê û heta amadekariyên li Rojhilata Navîn vê modela şer mohra xwe li pêvajoyê dabû. Hemû civînên perwerdehiyê, di belgeyên konferans û kongreyan de, li ser şerê gel ê şoreşgerî dihate sekinadin, ev şer dihate nîqaşkirin û li ser wê biryar dihatin stendin. Amadekariyên pratîk jî wisa bûn.

Kirinên darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, îşkenceyên ku li Girtîgeha Amedê di serî de li girtîgehên din û qadên jiyana civakî ya ku bûbû wekî kampên komkirinê, destpêkirina pêngava stratejîk ferz dikir. Darvekirin di pratîkê de bû. Rojiyên mirinê hatibûn destpêkirin. Heke ew ê çi bihata kirin, tam wexta wê bû. Dîrok derengmanê efû nake. Jixwe çalakiyên wekî xweparastinê qet nesekinî, geh kêm dibû geh zêde dibû, lê her dem domiya. Tişta pêwist ev bû ku divê ev çalakî derketa asteke bilindtir. Amadekariyên vî tiştî gelekî hatibû kirin. Sekinandin û xweeglekirina ji bo stratejiya şerê gel a ku xwe dispêre hêza xwe, wê bihata wateya opurtînîzmê. Bi van hincetan beriya 12’ê Îlonê di tîrmeha 1980’an de me koma ku Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz pêşengtiya wan dikir, şandibû welat. Piştre wê ji ser Îran û Iraqê kom bihatina şandin. Ji ber vê jî sala 1982’an a krîtîk (Ji ber îşkence û rojiyên mirinên yên li Girtîgeha Amedê) li gorî min divê bibûya sala pêngaveke nû. Pêngava 15’ê Tebaxê di heman salê de gelekî derengmayî, bi tarzeke ku ne zêde jêhatî û ne li gorî bendewariyên amadekariyên me, hatibû destpêkirin. Ji çalakiyê zêdetir wateya wê ya dîrokî û aktuel girîng bû. Ji ber vê jî wê mohra xwe li pêvajoyê bixista. Artêşa tirk li Kurdistanê xwe li gorî têkbirina serhildanên klasîk ên kurdan bi cih kiribû. Hêza artêşa tirk tunebû ku bi stratejî û taktîkên heyî di wê kêlîkê de pêşiya wê bigire. Wê artêş li gorî taktîkên gerîla yên şerên gel a klasîk neçar bûya. Geşedanan ev tişt piştrast kir.

(Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine komkirin.)

Çavkanî: ANF

PKK’ê berê xwe neda nijadperestiya teng

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar