Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Apoyî fikirîn, jê bawer kirin û pêk anîn

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik qala şert û mercên damezirandina PKK'ê kir û wiha got: “Rêber Apo gaveke ku nedihat bîra kesî avêt. Mîna ku bi derziyê bîrê bikole, bi pêş xist.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKE’ê Cemîl Bayik bi wesîleya sala 44’an a damezirandina PKK’ê ji ANF’ê re axivî.

Beşa destpêkê ya hevpeyvîna bi Bayik re wiha ye:

PKK’ê 43 sal li pey xwe hişt ku her kêliya xwe bi têkoşînê dagirtî bû. PKK dikeve sala 44’an. PKK di destpêka salên 1970’î de bi kîjan mîsyon û karakterê ava bû, di vê demê de bi roleke çawa radibe? Di nava van pêvajoyan de çi hat guhertin? Taybetmendiyên PKK’ê çi ne?

Salên 1970’î ew sal bûn ku li cîhanê tevgerên şoreşger û rizgariya neteweyî ava bûbûn. Civak û gelên bindest, rizgariya xwe di nava sosyalîzmê de didîtin. Kurd jî bi nifûsa xwe ya bi dehan milyonan mirovî gelek bû ku hebûna xwe dihat înkarkirin. Parçeyê Kurdistanê yê ku ev înkar herî zêde lê dihate kirin bakurê Kurdistanê ye ku me hingî jê re Navîn-Bakur-Rojava digot. Rêber Apo di destpêka salên 1970’î de ev rastî dît û got, divê ev gel, ev welat azad bibe. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku ev azadî jî wê bi îdeolojiya sosyalîzmê bibe ku hingî mîna stêrkekê dibiriqî.

Rastiya dijmin û rastiya kurd

Kurd di bin zexta mêtingerî qirkeriyê de li çar parçeyên Kurdistanê zext û zilm li wan dihat kirin. Li bakurê Kurdistanê jî kurd li ber mirinê bûn. Kurdbûn kiribûn mîna sûcekî herî mezin. Kurdbûn weke mirinê, tirkbûn jî weke rêya jiyanê dihat nîşandan. Kurd hebûn lê belê xistibûn halekî welê ku ji bilî tirkbûnê paşeroja xwe nîne. Rêber Apo piştî ku fikirî divê li Kurdistanê têkoşîn ji bo azadiyê bê meşandin, got; Kurdistanê di bin mêtingeriyê de ye. Dema ku mêtingeriya dewleta tirk jî pênase dikir, tespîta wê kir ku ev mêtingerî dixwaze Kurdistanê ji bo xwe bike qada belavbûna netewetiya tirk. Polîtîkayên dewleta tirk ên civakî, aborî, perwerde, çand-huner, jiyana siyasî, ewlekarî, dadgerî, dîplomasî, spor û kiryarên li her qadên jiyanê ji bo tirkkirina kurdan bûn. Destûra Bingehîn jî stratejiya neteweyî jî hemû saziyan xizmet ji vê armancê re dikirin. Kurd li gel zext, zordarî û tundiyê her wiha di bin gefa qirkirina çandî de bûn. Wê demê mîna ku em îro dibêjin me nedigot mêtingeriya qirker lê belê li ser kurdan polîtîkayeke qirkirinê dihat meşandin ku li devereke din a cîhanê tune bû. Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên Rêber Apo, Apoyî û PKK’ê ew bû ku ev rastî ji kûrahî ve hîs dikirin. Ya ku Rêber Apo derxist ser dika dîrokê ev rastiya dijmin bû, rastiya kurd bû.

Dewleta tirk ji bo nasnameya kurd, ziman û çanda wan tune bike û Kurdistanê bike qada belavbûna neteweya tirk bi her awayî zext û zilm dikir. Cîhan jî li pêşberî vê qirkirinê bêdeng dima. Tirkiyeyê endametiya NATO’yê jî bi kar anî û polîtîkaya tunekirina kurdan bi rengekî aşkera û bêperwa meşand. Welatên NATO’yê ji ber rola ku li başûrê Sowyetan dan Tirkiyeyê, kiryar û sûcên Tirkiyeyê hemû ji nedîtî ve hatin. A rast Ewropa û DYE hevkarê sûc ê polîtîkaya qirkirinê ya 100 salî ne.

Gaveke ku kesî jê bawer nedikir

Kurd di bin mêtingerî qirkeriyê de ber bi tunebûnê ve diçûn. Rêxistinên heyî jî ne di wê astê de bûn ku karakterê dewleta tirk rast binirxînin, metirsiya li ser kurdan bibînin û li gorî vê yekê sekneke îdeolojîk-siyasî, nêzîkatiyeke rêxistinî û feraseta têkoşînê ya ku mêtingeriya qirker rawestîne destnîşan bikin. Di nava gel de jî baweriyeke bi wî rengî hebû ku li dijî mêtingeriya qirker têkoşîn nikare bê meşandin. Bi her awayî faktorên ku têkoşînê bimeşîne tune bû. Di rewşeke wiha de Rêber Apo gaveke welê avêt ku nedihat bîra kesî û kesî jê bawer nedikir. Got ku şert û merc giran jî be rêxistinek dikare bê avakirin, têkoşîn dikare bê meşandin û mêtingerî dikare bê têkbirin. Nebûna derfetan ji xwe re nekir gilî û gazin, bi feraseta ku nebûna derfetan bike hinceta têkoşînê gavên destpêkê avêt. Mîna ku bi derziyê bîrê bikole koma Apoyî ava kir û bi pêş ve bir.

Asta pîvanên red û qebûlkirinê

Rêber Apo di destpêkê de gelekî hewl da ku di zîhniyetê de guhertinê bike. Got ku rewşa heyî ne ya qebûlkirinê ye. Qebûlkirina rastiya heyî ya kurd weke ziyaneta li kurdîtiyê pênase kir. Ji ber vê yekê nirxandina ‘Kurdekî ku xiyanet li xwe nekiriye nehiştine’ kir. Di vê astê de pîvanên redkirinê û pîvanên qebûlkirinê yên xurt diyar kir. Jixwe ji ber vê yekê pîvanên jiyan, rêxistin û têkoşînê yên koma Apoyî û PKK’ê di asta herî bilind de hişt. Koma Apoyî di nava wan şert û mercan de cudahiya ku kesî, tu rêxistinê û tu hêza siyasî jê bawer nedikir destnîşan kir. Koma Apoyî komeke welê bû ku ji gotinên xwe bawer dikir, li gorî wê dijiya, tevdigeriya, xwe bi rêxistin dikir û têdikoşiya. Lewma di demeke kurt de pêşketinên ku kes ne li bendê bû pêk anî. Dewlet jî gelek kom û hêzên din ên ku ne li bendê bûn ku koma Apoyî ewqasî bi pêş bikeve, ketin nava şaşitiyê.

Ji destpêkê ve xwe spart hêza xwe

Di demekê de ku şerê sar bi dijwarî dewam dikir em derketin ser dika dîrokê. Wê demê hebûna sosyalîzmê û tevgerên rizgariya neteweyî hêz dida me. Ji bilî vê yekê faktorên din hemû li dijî me bûn. Wê demê têkiliya me bi welatên sosyalîst re, ne bi Sowyetê re, ne bi Çînê re, ne jî bi Arnavûtlûk re tune bû. Di ser de piraniya hêzên çep ên têkiliya xwe bi van welatan re hebûn li dijî me bûn. Ne me hêz ji van welatan wergirt, ne jî dema ku ev sîstema ku sosyalîst jê re digot li van welatan hilweşiya bandor li me kir. Ji destpêkê ve me xwe spart hêza xwe. Hema bêje serê her 3-4 gotinên me hêza xwe hebû. Weke tevgereke ku tenê ji îdeolojî, bawerî û rêxistina xwe bawer dike me dest bi têkoşînê kir. Dema ku me destpê kir 6-7 rêxistinên kurdan hebûn. Van xwe weke xwediyê Kurdistanê didîtin. Şens nedidan ku tevgerek mîna me bi pêş bikeve. Hema bêje temamiya koma me ji zarokên malbatên karker, gundî û xizan pêk dihat. Rêxistinên din ji zarokên malbatên axa, beg, eşîr, reîs an jî malbatê ku rewşa wan a aborî baş bû, pêk dihat. Ev cudahiya me gelekî diyarker û balkêş bû.

Darbe û belavbûna rêxistinên din

Di salên 1970’î de li Tirkiyeyê hêzên çep, li Kurdistanê jî di serî de PKK komên kurd rêxistiniya xwe di asteke girîng de bi pêş xistibûn. Ji ber ku vê rewşê endamê NATO’yê Tirkiye lawaz dikir, NATO û çîna serwer a kurd tirsiyan. Ji bo pêşî li vê pêşketinê bigirin, ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên çep tasfiye bikin, artêşa tirk di 12’ê Îlona 1980’î de darbeya faşîst a leşkerî kir. Vê darbeya faşîst ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ku têkoşîna herî zehmet a cîhanê bû, hin zelalî derxiste holê. Rêxistinên kurd ên ku xwe li gorî zehmetiyên şoreşa Kurdistanê bi rêxistin nekirin û sekna kadro nîşan nedan li pêşberî vê zextê ji hev belav bûn.

Ji roja destpêkê ve hişk nebû

Piştî salên 1980’î ew sal bûn ku rejîmên sosyalîst ên Sowyetan, Ewropaya Rojhilat, Arnavûtlûk û Çîn hilweşiyan. Çînê jixwe berê xwe dabû kapîtalîzma dewletê. Ji ber vê û hin sedemên cuda me berê xwe neda Çînê. Welatên ku têkoşînên rizgariya neteweyî meşandin jî di demeke kurt de ketin ber dorhêla sîstema modernîst kapîtalîst. Gelek hêzên çep ji aliyê îdeolojîk ve ber bi rastgiriyê ve çûn; veguherîn partiyên nava sîstemê. Di demekê de ku tevgerên sosyalîst û rizgariya neteweyî lawaz bûn, PKK ji aliyê leşkerî, rêxistinî û siyasî ve hîn bi bandor bû û veguherî hêzeke hîn bêhtir têdikoşe. Rêberê PKK’ê ku xwe dispêre hêza xwe, bi gotina ‘israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye’ helwesta xwe nîşan da. Rêber Apo hîn ji roja destpêkê ve xwedî rêbazeke fikrê ya hişt nebû. Beriya ku reel sosyalîzm hilweşe jî kêmasiyên wê rexne dikir. Ji ber ku hilweşîna reel sosyalîzmê bi esasî di faktorên navxweyî de didît, bi rexneyên li qadên polîtîk û îdeolojîk li hemberî bayê dijî sosyalîzmê yê wan salan, ne tenê PKK li ser pêyan hişt, di heman demê de bi pêş xist.

Taybetmendiyên bingehîn ên ku PKK’ê li ser pêyan dihêlin

Bêguman ji asta komê ya ku di sala 1973’an de dest pê kir û heta niha li gel guhertina gelek faktoran; di nava PKK’ê de jî guhertinên girîng pêk hatin. Jixwe guhertin û xurtbûn ji bo PKK’ê rewşeek nû afirand, pirsgirêkên nû jî derxist pêşiyê. Lê belê gelek faktorên girîng hene ku nehatine guhertin û PKK’ê li ser pêyan dihêle.

Nasnameya bingehîn a PKK’ê ew e ku ji destpêkê ve têkiliya xwe bi paşverûtiyê û sîstemê qut kiriye. PKK ji her cûre sîstema zext, zilm, mêtingerî û qirkeriya li ser mirovahiyê û gelê kurd, ji rêbaza wê ya jiyanê qut bûye. Têkiliyên paşverû li pey xwe hiştiye, pir hilweşandiye û bi temamî berê xwe daye jiyana azad û demokratîk a gelê kurd.

Ji bilî hêza xwe, xwe nespartiye tu hêzê. Baweriya bi xwe ji xwe re kiriye esas. Tu carî ji nebûna derfetan û zehmetiyan gilî û gazin nekiriye. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku zor û zehmetî wê timî derkevin pêşiya şoreşa Kurdistanê; ji ber vê yekê jî her zehmetî kir hinceta têkoşînê û xurtkirina têkoşînê.

Têkiliyên hevrêtiyê û rêxistinê weke çavkaniya herî bingehîn a hêzxê dîtiye. Pê bawer kir ku heta ev hebe wê têkoşîn li pêşberî tu êrîşê têk neçe. Hemû zehmetî jî bi hêza rêxistinê û hevrêtiyê ji holê rakir.

Milîtanên PKK’ê bûn xwedî ruhê azad; ev ruhê azad jî ji ber ku serî li ber tu zext û zilmê natewîne êrîşên dijmin hemû pûç kiriye. Ev aliyên nehatin guhertin ên PKK’ê û aliyên wê yên hatin guhertin PKK timî xurt kir, ne tenê ji bo kurdan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê PKK kir hêvî.

Diviya bû tevger bibûya partî

Di nava têkoşîna we ya bênavber a 43 salan de pêvajoyên guhertin û veguhertinê çêbûn. Ji dema koma destpêkê heta bi belavbûna li Kurdistanê, partîbûnê, berxwedana li zindanan, Pêngava 15’ê Tebaxê, ragihandina KONGRA GEL û KCK’ê, pêvajoya jinûve avakirina PKK’ê, stratejiya şerê gel ê şoreşgerî, modela neteweya demokratîk û paradîgmaya modernîteya demokratîk… Bi van pêngav û pêvajoyên guhertin û veguhertinê re PKK veguherî tevgereke çawa?

Di çileya 1976’an de li Enqereyê di civînekê de biryar hat wergirtin ku êdî kom derbasî Kurdistanê bibe. Beriya vê pêvajoyê li gelek bajarên Kurdistanê kar dihat kirin. Beşek ji wan karên demkî bûn, beşek jî yên timî bûn. Lê belê komê bi temamî berê xwe nedabû Kurdistanê. Piştî çileya 1976’an Enqere hatibe bikaranîn jî kom bi esasî divê li Kurdistanê bixebitiya. Kadroyên girîng û kadroyên nû êdî karên xwe li Kurdistanê dikirin. Şehadeta Hakî Karer a 1977’an, girseya berfireh û bi kadroya xwe ya zêde Apoyî êdî veguherîbû tevgereke cidî ya siyasî. Ji ber vê yekê tevgereke ku xwe gihande kadro û zemîneke girîng a civakî diviyabû bibûya partî. Bi vî rengî wê têkoşîn hîn bi rêxistinî, bi bername û plankirî bihat meşandin. Ji bo organeke profesyonel a vê têkoşînê bimeşîne bê avakirin di 27’ê Mijdara 1978’an de kongreya yekemîn hat lidarxistin. Ev yek di heman demê de dihat wê wateyê ku têkoşîna li dijî dewleta tirk a mêtinger, biryardariya têkoşînê wê xurtir bibe. Armanc û fikrên hatin destnîşankirin jî îdîayeke xurt diyar dikir.

Li zindanan û çiyê bersiva li 12’ê Îlonê

Dewleta tirk bi darbeya faşîst a 12’ê Îlonê bersiv da pêşketina têkoşînê ya bi pêşengiya partiyê. Faşîzma 12’ê Îlonê zexteke giran li gelê kurd dikir, her wiha di şexsê girtiyan de dixwest PKK’ê li zindanê tune bike û hêviya azadiyê ya gel ji holê rake; lê belê berxwedana li zindanê ev armanca bêxêr a dijmin têk bir.

Faşîzma 12’ê Îlonê ji aliyê îdeolojîk ve bi berxwedana zindanê hat têkbirin. Di 15’ê Tebaxê de jî bi pêngava vejînê ya dîrokî bersiv hat dayîn. 15’ê Tebaxê bi salên 1990’î re veguherî şoreşa vejînê ya serhildanan. Bi komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo re xwestin ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tasfiye bikin. Lê belê tespîta Rêber Apo ku digot ‘komployên dîrokî nikare pêşî li pêşketinan bigire, lê pêşketinan bi lez dikin’, li ser bingeha paradîgmaya nû ya Rêber Apo jinûve avabûna PKK’ê û pêşketin û xurtbûna bi guhertin û veguherînê re piştrast bû. Bi kongreyên KONGRA GEL û avakirina sîstema KCKE’ê re ya li ser vê bingehê hat ragihandin ji bo PKK’ê pêvajoyeke nû dest pê kir. Rêber Apo têkildarî vê yekê got, ji bo PKK’ê avabûna 3’yemîn e. Avabûna 3’yemîn li dijî modernîteya kapîtalîst bi paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinan re destnîşankirina alternatîfa modernîteya demokratîk bû. Li dijî sîstema dewletperest a bi serweriya mêr a 5 hezar salî bi vê yekê re sîstemeke siyasî ya civakî ku li derveyî dewletê ye û azadîparêziya jinan diparêze ji xwe re dikir armanc. Ev jî dihat wateya pêkanîna sosyalîzma demokratîk a bi sîstema siyasî û civakî ya konfederalîzma demokratîk ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinbûyî.

Bandora nêzîkatiya nû ya îdeolojîk polîtîk

PKK bi rêya van gavên girîng, pêvajoyên guherîn û veguherînê bû tevgereke siyasî ya nû. Bêguman berê jî tevgerên siyasî îdeolojîk hebûn ên ku sîstema siyasî û îdeolojîk a PKK’ê pêşkêş dikir parçe parçe qebûl dikir û têdikoşiyan. Lê belê PKK paradîgmayeke hevgirtî destnîşan kir û bi bernameyeke civakî û siyasî ya nû re ji tevgerên siyasî, tevgerên şoreşger û tevgerên sosyalîst ên heta wê rojê, nîşan da ku partiyeke gelekî cuda ye. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ji ber ku asta xwe ya neteweyî û herêmî gelekî zehmet bû, bû sedem ku nêzîkatiyeke bi vî rengî ya polîtîk û hêza îdeolojîk destnîşan bike. Ev nêzîkatiya polîtîk îdeolojîk rêya esasî, rêbaz, stratejî û taktîkên ji bo azadiya gelê kurd e. Di heman demê de xeta polîtîk û îdeolojîk a ku Rojhilata Navîn demokratîk bike û mirovahiyê ji bin mêtingerî û zextê rizgar bike. Hîn jî li cîhanê bi têrkerî nehatiye nîqaşkirin, hîn jî tam negihîştiye gelên Rojhilata Navîn. Lê belê pratîkbûna di nava têkoşîna gelê kurd de nîşan da ku ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û mirovahiyê re dikare bibe çareserî. Mêtingeriya qirker û hin hêzên navneteweyî yên piştgiriya wan dikin, ev xeta PKK’ê dîtin û her çend xwestin ku bêbandor bikin û tasfiye bikin jî di mînakên dîrokê de hat dîtin ku projeyên jiyana nû yên bi fikrên bi vî rengî nikarin bên tasfiyekirin. Ya girîng ew bû ku ev xet dema bû xwedî hêza siyasî bi xwe ji rêya xwe dernekeve. Lê belê di xeta polîtîk îdeolojîk ya li ser bingeha paradîgmaya nû hat destnîşankirin ji ber ku ne desthilatdarîperest e, xwedî wê hêzê ye ku vê metirsiyê beralî bike.

Sîstema hat nirxandin, alternatîfa wê jî hat destnîşankirin

Kûrbûna Rêber Apo ya li ser pêvajoya hilweşîna reel sosyalîzmê û pêvajoya piştî wê, bi komploya navneteweyî re dîl hat girtin li Îmraliyê derbasî qonaxeke nû bû. Ji bo Rêber Apo Îmrali bû qada herî bilind a kûrbûnê. Şîfreyên sîstema dewletperest, zordar û mêtinger a 5 hezar salî analîz kir. Sîstema modernîteya kapîtalîst a dewletperest a bi serweriya mêr êdî nikare rastiya xwe veşêre. Bi qasî ku sîstem hat nirxandin, alternatîfa wê jî bi xurtî hat destnîşankirin. Kêmasiyên li nava sosyalîzma klasîk ji holê hatin rakirin; sîstemeke welê hat destnîşankirin ku rewşa reel sosyalîzm kete, rû nede. Pirsgirêkên aborî, civakî, çandî û siyasî yên vê serdemê raxist pêş çavan û rêyên çareseriyê nîşan da. PKK bi vê karaktera xwe bû tevgereke welê ku rêya rizgariyê nîşanî mirovahiyê da. PKK’ê xeta îdeolojîk polîtîk destnîşan kir ku hebûna gelê kurd pê misoger bû û azadiya kurdan nîşan dide. Her wiha Modernîteya Demokmratîk, Neteweya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk, azadîparêziya jinan, komuna demokratîk û kesayetê azad, jiyana civaka demokratîk a nû weke reçeteya rizgariyê pêşkêşî tevahiya mirovahiyê kir. Bêguman wê aliyên xwe hebin ku divê bên kûrkirin û berfirehkirin. Dibe ku ji ber şert û mercên Îmraliyê zehmetiya gihandina derve hebin. Lê belê bi dîtina me rêya esasî ya rizgariya mirovahiyê hatiye destnîşankirin. Ji ber vê yekê fikrên Rêbertî û têkoşîna PKK’ê îro veguheriye karakterekî gerdûnî.

Nexweşiya desthilatdariya zû

Xeta îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û çalakiyê ya PKK’ê encameke çawa ji bo gelê Kurdistanê, gelên herêmê û tevahiya cîhanê derxiste holê? Ji bo hêzên şoreşê yên li cîhanê û gelên bindest ezmûneke çawa afirand?

PKK ji destpêkê ve ji bo azadiya gelê kurd derketibû ser dika dîrokê. Bi îdeolojiya sosyalîst li ser bingeha hevgirtina gelan xwedî xeteke têkoşînê bû. Lê belê bandora feraseta netewe dewletê hebû. Weke partiyeke ku azadî ji xwe re kir esas, avaniya fikrê dewletê zêde dernedikete pêş. Lê belê teoriya netewe dewletê bandor li fikir û pratîka me dikir. Ji ber vê yekê jî weke zîhniyet û fikrê li ser bingeha netewe dewletê argumanên dewleta tirk a ku qirkirin li kurdan dikir, bi têrkerî nekarî ji holê bên rakirin. Di salên 1990’î de gerîla gelekî mezin bû; gihîşt wê astê ku Kurdistanê bi temamî azad bike. Lê belê ji ber nexweşiya desthilatdariya zû, derfet nehat bikaranîn; çalakiyên gerîla ne di asta azadkirina Kurdistanê de bûn. Tenê bi lêdana hin derban dewleta tirk bêzar kir. Mîna ku Rêber Apo dibêje, li şûna bikaranîna derfetan û pêkanîna pêngavên encamgir, bi nexweşiya desthilatdariya zû ketin û derfet nekarîn bên bikaranîn.

Hewldana ji bo bihêzkirina gel

Armanca paradîgmaya nû ya Rêber Apo ji ber ku ne netewe dewlet bû; lê civaka azad e, xwedî feraseta Konfederalîzma Demokratîk e ku li gorî vê yekê bi navê gel nabe hêz lê gel bi xwe dike hêz. Vê ferasetê di serî de jin û ciwan civak bi temamî tev li rêxistiniya demokratîk kir. Birêxistinkirina jiyana demokratîk û azad ji pêvajoya piştî şoreşê û azadkirina Kurdistanê re nehat hiştin, ji niha ve gel kir xwedî hêz û bi vî rengî têkoşîna demokrasî û azadiyê afirand. Êdî avaniyên siyasî hemû xwe bi rêxistin kirin, bûn xwedî hêz, neçar man ku jin û ciwanan li ber çavan bigirin. Partiyên siyasî, her wiha rêxistinên civakî yên sivîl ên xwedî tebîetên rêveberiya navendîperest ên dewletê û desthilatdariyê, ji vê helwest û sekna ciwanan û jinan aciz bûn.

Bêguman çanda rexnekirin û rexnedayînê ya li nava PKK’ê heta astekê di nava civakê de jî bi cih bû. Lê belê bi paradîgmaya nû ya Rêber Apo re civak ket rewşeke welê ku hîn bêhtir fikra xwe bêje û rexne bike. Li aliyê din feraseta neteweya demokratîk kir ku civakên etnîkî û olî yên li Kurdistanê hîn bêhtir xwe nêzî têkoşîna azadiyê bikin. Hîn bi zelalî hat dîtin ku em ne tevgereke welê ne ku nasnameya bawerî û etnîkî ji xwe re dikin esas. Ya rast PKK hîn ji destpêkê ve xwedî feraseteke bi vî rengî ya neteweya demokratîk bû.

Îdeolojiya rizgariya jinan

Baş hat dîtin ku di guherîn û veguherîna civakî de bandora herî mezin ji rêxistinî û azadiya jinan tê. Nirxandinên Rêber Apo yên li ser jinan û malbatê, artêşbûna jinan a ku di salên 1990’î de ava kir, destnîşankirina îdeolojiya rizgariya jinan di 8’ê Adara 1998’an de, li Îmraliyê bû xwedî kûrahiyeke teorîk a îdeolojîk a berfireh. Paradîgmaya Rêber Apo, îdeolojiya wî û îdeolojiya azadiya jinan ku kir navenda sîstema demokrasiya azadîparêz, ne tenê li nava PKK’ê her wiha li nava civakê guhertinên mezin kir. Jin êdî veguherîn aktorê bingehîn ê têkoşîna siyasî û avaniya rêxistinî. Rêber Apo di hemû rêxistiniyên siyasî û avaniyên rêxistinî de hevserokatî û temsîliyeta wekhev a jin û mêr parast, vê yekê kir ku di zîhniyetê, di jiyana civakî, çandî û siyasî de guhertinên mezin pêk werin. Mîna temaşekirina li hilatina rojê, jinên cîhanê jî bala xwe dan ser jinên kurd û Kurdistanê. Her kesî ev dît; guherîn û veguherîna mezin a li nava jinan, dihat wateya veguherîna radîkal a di siyasetê û jiyana civakî de. Di rastiay civakî ya kurd de bi rengê herî şênber hat dîtin ku esasê civakîbûnê, hişmendiya demokrasî û azadiyê bi têkoşîna azadiya jinan dibe.

Zîhniyeta ku bêhn anî ber gelan

Feraseta neteweya demokratîk a ku Rêber Apo destnîşan kir ji xwe ji bo kurdan feraseta siyasî ya azadiyê û demokrasiyê bi pêş xist, di heman demê de nêrîna gelan a li kurdan jî guhert. Di serî de li Tirkiye û Sûriyeyê, li ser bingeha wekhevî û biratiya navbera gelan feraseta jiyana hevpar a kurdan bi gelên Tirkiyeyê re, kurdan bi gelê Sûriyeyê re bi pêş ket. Li Rojhilata Navîn ku neteweperestî, olperestî û mezhebperestî giran bû, neteweya demokratîk çand û zîhniyetek afirand ku bêhn anî ber gelan. Li şûna feraseta ku azadiyê di dewletbûnê de dibîne, feraseta ku azadiyê di civaka rêxistinbûyî û demokratîkbûnê de dibîne, feraseta neteweya demokratîk bi bandor bû. Vê rewşê hişmendî da kurdan ku ji bo azadiyê divê çanda demokrasiyê û têkoşîna demokrasiyê bi pêş bixîne. Ev yek di heman demê de bû sedem ku ji bo azadiyê gel seferber bibe. Ji bo azadiya Kurdistanê serdemeke nû dest pê kir ku gelê kurd hemû ket nava liv û tevgerê. Ji ber ku azadiya gelê kurd û Kurdistanê gelekî şênber bû. Azadiya civakî, azadiya şexsî û bi giştî azadiya gelê kurd û Kurdistanê ketin nava hev. Vê rastiyê kir ku gelê Kurdistanê li ber her cûre êrîşên li ser têkoşîna azadiyê rabe. Azadiya gelê kurd û Kurdistanê di rêxistiniya demokratîk a civakê û jiyana demokratîk de hat dîtin ku bêguman ev yek guhertineke girîng a zîhniyetê ye. Vê yekê jî hêzeke mezin da têkoşîna azadiyê û têkoşîna polîtîk.

Ji bo gelê Rojhilata Navîn rêya rizgariyê

Em dikarin vê yekê bi hêsanî bêjin; heta xeta polîtîk û îdeolojîk a li ser bingeha paradîgmaya nû ya Rêber Apo, Rojhilata Navîn xitimî bû. Nizanîbû ku pirsgirêk wê çawa bê çareserkirin. Desthilatdariyên destpotîk hemû mîna qedera gelên Rojhilata Navîn bûn. Bêparmayina ji jiyana demokratîk û azad a li Rojhilata Navîn mîna qederekê bû. Bi paradîgmaya nû ya Rêber Apo û xeta îdeolojîk polîtîk re, ji bo gelên Rojhilata Navîn rêyeke nû ya rizgariyê hat destnîşankirin. Bêguman xeta polîtîk îdeolojîk a Rêber Apo zû û bi berfirehî nekarî li nava gelên Rojhilata Navîn bê belavkirin. Ji ber vê yekê jî rabûna ser pêyan a gelê ereb bêyî rêgehekê bû. Bêguman di vê rabûna ser pêyan de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd xwedî bandor bû. Lê belê ev bêxet û bêregehî bû sedem ku feraseteke siyasî ya çewt a mîna DAIŞ’ê bikeve nava liv û tevgerê. Eger fikrên Rêber Apo hîn zû û bi berfirehî bigihişta gelê ereb, wê DAIŞ çênebûya, lêgerîna gelan wê li ser xeta neteweya demokratîk û civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinan bûya, wê li ser sîstema konfederal a demokratîk bûya. Di demekê de ku dewleta 5 hezar salî li cihê lê ava bû têk diçe wê weke modela rêveberiya alternatîf berê xwe bidan konfederalîzma demokratîk.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar