Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Belgeyên zilmê

Hemû hêzên cîhanê yên serdest li dijî gelê kurd bi awayekî topyekun şer dikin. Ev şerê ku NATO, hikûmeta tirk, Iraq û PDK’ê li dijî gelê kurd dikin, bi her awayî xwe nîşanî me dide ku şerekî giştî ye. Bi leşker, siyaset, dadgeh û komên nijadperest erîşî gelê kurd dikin. Li aliyekî bi tang, top û balafirên şer çiyayên Kurdistanê bombe dikin. Çekên kîmyewî bikar tînin. Li aliyê din êrîşî Şengalê dikin û dixwazin Şengalê vala bikin. Dewleta tirk hêzên leşkerî li ser sînorê Rojava bi cih dike. Amadekariyên êrîşên nû dike. Li çiyayên Kurdistanê û Şengalê li dijî van êrîşên tunekirinê, şervanên azadiya Kurdistanê şerekî pir dijwar dikin. Destûr nadin ku hêzên dagirker li wan çiyayên azad bi cih bibin. Meheke li dijî balafirên şer û DAIŞ’ê şer dikin û li ber xwe didin.

Li aliyê din li girtîgehan êrîşî girtiyan dikin. Lê girtî tevî nexweşiyên xwe di wan hucreyên tarî de li ber xwe didin. Dixwazin girtiyan bi birçîbûn, nexweşî û tecrîdê terbiye bikin û wan dîl bigirin. Lê girtî bi her awayî li dijî vê zilma li girtîgehan têdikoşin. Hem girtî li ber xwe didin û hem jî malbatên wan li ber we didin.

Li nava bajaran ajokarên wan ên polîs û leşker bi maşîneyên zirxî zarokên kurdan qetil dikin. Li dijî avahiyên HDP’ê êrîşên lîncê pêk tînin. Lê HDP li dijî vê zilmê çalakiyan li dar dixe û li ber xwe dide.

Xizmên parlamenterên AKP’ê û polîs, di nava rojê de li ser welatiyan gule direşînin û welatiyan dikujin. Lê ew polîs serbest tên berdan. Lê çalakî û berxwedana malbatan a li dijî zextên li girtîgehan û kuştina zarokên wan didome.

Dayika Emîne Şenyaşar li dijî zilma ku li malbata wê hatiye kirin 429 roj in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire. Dayikên ku zarokên wan girtî û nexweşin, ji bo zarokên wan serbest bên berdan li Amed, Wan, Îzmir û Stenbolê li pêş edliyeyê, girtîgeh û baroyan çalakiyên xwe yên Nobeda Edaletê berdewam dikin. Dayikên ku zilm li wan hatiye kirin, ji bo ev zilm bi dawî bibe û edalet pêş bikeve, li gel temenê xwe yên mezin û nexweşiyên xwe, li pêş saziyên dewletê liberxwe didin. Diyar dikin ku ew di doza xwe de mafdar in û bi biryar in heta encamê bi dest bixin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Di rewşek wisa de li navçeya Artêmêtê ya Wanê polîsan di 9’ê gulanê de pîra 80 salî Makbûle Ozer û hevjînê wê yê 79 salî Hadî Ozer binçav kirin û şandin midûriyeta polîsan. Di 10’ê gulanê de pîra 80 salî û kalê 79 salî Ozer sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdeaya “Alîkarî dane rêxistinê Makbûle û Hadî Ozer şandin girtîgehê.

Em dibînin ku li Tirkiyeyê edalet tune. Zilma li welatiyan tê kirin bi her awayî hatiye belgekirin. Malbata Şenyaşar, malbata Kemal Kûrkût, malbata Denîz Poyraz, malbata Mehmet Tunç, Gundê Timoqê, girtina Mehmet Emîn Ozkan, kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî, kuştina Efe Tektekîn ê 6 salî, kuştina Furkan û Muhamet Yildirim ên 6-7 salî ên li Sîlopî, girtina Ayşe Gokkan, Aysel Tûglûk û Leyla Guven, talankirina xwezaya Kurdistanê, valakirina bi hezaran gundan, kuştina bi hezaran kesên kujer nediyar û gelek mînakên din belgeyên şênber ên bêdaletiya li Tirkiyeyê ne.

Em jî vê bê edaletiyê dibînin û hemû cîhan jî vê bê edaletiyê dibîne. Ji xwe hem hikûmet û hem jî saziyên edaletê wekî polîtîka şerê taybet vê yekê bi zanebûn û plan pêş dixin.

Lê ya girîng em wekî çapemenî, parazvanên mafên mirovan, hiqûqzan û rêxistinên siyasî çiqasî li dijî vê yekê derdikevin û teşîr dikin. Çiqasî bertekên xurt nîşanî vê yekê didin. Ji bo li Tirkiyeyê edalet û mafê azadiyê pêş bikeve, divê berî her tiştî kesên neheqî li wan tê kirin bêtir dengê xwe bilind bikin. Ev zilma ku li welatiyan û gelê kurd tê kirin tev mijara hiqûqê ye. Wê demê divê herî zêde hiqûqzan li dijî vê yekê têkoşîna hiqûqî bidin. Niha li Tirkiyeyê 81 baro ango saziyên ku hiqûq û edaletê diparêzin hene. Li Tirkiyeyê li gorî daneyên kanûna 2020’an 77 hezar û 797 parêzerên mêr û 65 hezar û 533 parêzerên jin bi giştî 143 hezar û 330 parêzer hene. Eger li Tirkiyeyê ev zilm tê kirin û ew qas parêzer hene, gelo ji van parêzeran çend parêzer li dijî vê zilmê bi deng diqîrin.

Eger ku edalet ketibe bin piyan, wê demê ew qas hiqûqzan li ku ne. Gelo ew qas hiqûqzan çiqas mafê hiqûqê diparêzin. Hiqûqzanê ku nikaribe mafê hiqûqê biparêze çiqas hiqûqzan e. Çiqas mafê xwe diparêze. Eger hiqûqzanek li dijî vê zilma ku tê kirin bêdeng be, ew jî parçeyekî vê polîtîkaya bêedaletiyê ye. Eger îro pîra 80 salî û kalê 79 salî li Wanê hatin girtin 143 hezar û 330 parêzer berpirsiyarê vê yekê ne. Eger îro Emîne Şenyaşar 429 rojin li edaletê digere û hêj kujer serbest bin 143 hezar û 330 parêzer berpirsiyarê vê yekê ne. Eger îro li dijî HDP’ê êrîş tên kirin 81 baro berpirsiyarê vê yekê ne. Eger li Tirkiyeyê girtiyên siyasî girtî bin û girtiyên kujer û tecawizkar serbest tên berdan 81 baro berpirsiyarê vê yekêne. Ji ber vê yekê divê hemû parêzer û baroyên li Tirkiyeyê li gorî rêgez û pîvanên hiqûqê tev bigerin û erka xwe pêk bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar