Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Berxwedana dayikan mezin dibe

Li Tirkiyeyê mafên mirovan û edalet ketiye bin pêyan. Xizanî, wêranî, talankirin, tacîz, tecawiz, kuştin, şer zêde dibe. Polîtîkayên înkar û îmhayê ku 100 sal in didome, bi rêbazên şerê taybet belav dibe. Hikûmeta AKP-MHP’ê koletiyê li ser hemû mirovan ferz dike. Yên ku li dijî koletiyê derdikevin dixwaze bi tirsa girtinê û xizaniye wan bêdeng bike. Hewl dide gelê Tirkiyeyê bi birçîbûnê terbiye bike. Hikûmeta AKP-MHP’ê vê polîtîkayê ne tenê li ser gelê kurd, li ser hemû gelê Tirkiyeyê pêş dixe. Lê li gel ku tecrîda li Îmraliyê li diji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ket û îro bandora neyinî li hemû gelan dike jî, bertekên bi rêxistinî û civakî pêş nakevin. Li gel ku hemû gelê Tirkiyeyê para xwe ji qeyrana aborî, polîtîkayên înkar, îmha, tacîz, tecawiz, kuştinê digirin jî dengê bi rêxistinî û girseyî li kolanan berz nabe. Her çend ev polîtîkayên şerê taybet ê kolekirina civakê bandora neyînî li hemû gelên Tirkiyeyê bike jî, ji her ku kes tenê li xwe û roja îro difikire, siberoja xwe û civakê nabîne.

Lê îro dayikên kurd li dijî van polîtîkayên înkar û îmhayê, li dijî polîtîkayên şerê taybet ên AKP-MHP’ê dengê xwe bilind dikin. Ji ber ku zarok û xizmên wan girtîne. Kezeba wan dişewite. Roj bi roj tecrîdkirina girtiyan girantir dibe. Girtî bi saxî xistine tabûtê. Malbat naxwazin ku cenazeyên girtiyan ji zindanan derkevin. Ji ber ku malbat nikarin biçin girtîgehan zarokên xwe bibinin û nikarin zarokên xwe yên li girtîgehan nexweş derman bikin, dixwazin dengê xwe bigînin gelê Tirkiye û cîhanê. Dixwazin qêrîn û hewara xwe ya edaletê bilind bikin.

Çalakiya Nobeda Edaletê bi pêşengiya Emîne Şenyaşar li Rihayê pêş ket. Ji ber ku AKP’iyan 2 zarok û hevjînê Emîne Şenyaşar li Pirsûsê bi awayekî hovene qetil kirin û nûnerên ‘edaletê’ kujer ceza nekirin, Emîne Şenyaşar û kurê xwe li dijî vê polîtîkaya zilmkar û bêedaletiyê li pêş ‘Qesra Edaletê’ ya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferîd Şenyaşar gelek caran hatin binçavkirin. Gelek caran bi gef û tundiya polîsan re rû bi rû man. Lê Emîne Şenyaşar ji ber ku bawer kir ku ew teqez mafdar e, ji ber ku neheqî, ziml û îşkenceya hiqûqî ya giran lê hat kirin, ji bo hawara xwe bigîne gelên cîhanê dest bi Nobeda Edaletê kir. Ji ber ku bawer dike mafdar e bi israr û biryar 258 roj in berxwena xwe berdewam dike. Ew bawer dike ku li Tirkiyeyê edalet pêk neyê jî teqez hemû gelê cîhanê dizane ew mafdar e.

Çalakiya li Deriyê Sêmalkayê ya ji bo wergirtina cenazayên gerîlayên li Xelîfan di kemîna PDK’ê de şehîd bûne di roja 48’an de bi biryardarî didome. Her roj komek rêxistinên civakî serdana malbatan dikin. Duh jî Yekitiya Mamosteyan bang li PDK`ê kir ku rêzê ji cenazeyên şehîdan re bigire û wan radestî malbatan bike. Bertek û nerazîbûnên li dijî helwest û polîtîkayên PDK’ê zêde dibin.

Malbatên girtiyan di 16’ê mijdarê de li Baroya Amedê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan şewitîne serbest bên berdan, dest bi Nobeda Edaletê kirin. Duh Dayikên Aştiyê serdana malbatan kir û piştgirî dan malbatan. Çalakiya malbatên girtiyên nexweş 6 roj li pey xwe hiştin. Çalakiya malbatan ku bi 4 kesan dest pê kir, her ku diçe mezin dibe. Her ku diçe xwedîderketina çalakiyê û serdana çalakiyêzêd dibe.

Em dibînin ku di hemû çalakiyan de dayik pêşengiyê dikin. Dayik di çalakiyên xwe de tiştên ku hemû gelên cîhanê rewa dibine û qebûl dike dixwazin. Dayik tenê edalet, hiqûq, aştî û mafê jiyanê dixwazin. Naxwazin ku zarokên wan li kolan, çiya û girtîgehan bêne kuştin. Naxwazin ku zarokên wan di bin zindanên tarî û genî de bi saxî birizin. Naxwazin ku cenazeyên zarokên wan ji teyr û tilûran re bibe xwarin. Naxwazin ku zarokên wan bi çekên kîmyewî bêne kuştin. Naxwazin ku kujerên zarokên wan li kolanan serbest bigerin. Tenê edalet, heq û hiqûqê dixwazin. Mafê mirovan û mafê jiyanê yê gerdûnî ji bo xwe dixwazin. Ev mafê herî rewa û însanî ye. Ev mafê hemû mirovan e. Tu kes nikare vî mafî înkar bike.

Lê îro ne tenê mafê edaletê yê dayika Emîne Şenyaşar, dayikên li sînorê Sêmalka û malbatên girtiyan hatiye binpêkirin. Bi deh hezaran dayik û malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin, zarokên wan di binê zindanên tarî de tecrîdkirî hene. Bi milyonan dayik û malbatên ku li Tirkiyeyê zarokên wan li ser sergoyan (çop) xwarinê kom dikin hene. Bi milyonan dayik û malbatên ku zarokên wan di karê înşaet, fabrîqe û kargeriyên cuda de dibin qurbana cînayeten kar hene. Mafê wan jî tê binpêkirin. Neheqî, zilm û zor li wan jî tê kirin. Wê demê divê ne tenê çend dayikên kurd, divê hemû dayik û malbatên ku zilm û zor li wan têne kirin li tenişta malbata Şenyaşar, malbatên girtiyan cihê xwe bigirin. Bê guman serdana malbatan û piştgiriya malbatan girîng e. Lê ji ber ku hikûmeta AKP-MHP’ê deng nabe xwe, êdî tenê serdan têrê nake. Divê her kesên bi awayekî neheqî li wan hatiye kirin berê xwe bidin qadên çalakiyê û di nava refên çalakiyan de cihê xwe bigirin. Ku ne wisa be edalet bi hêsanî pêk nayê.

Nûçeyên Têkildar