Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Bi serkêşiya PDK’ê pêngava sêyemîn a dagirkeriyê

Di 14’ê nîsanê de dewleta tirk a dagirker operasyoneke dagirkeriyê ya berfireh li qada Zapê da destpêkirin. Vê plana ku hemû hêviyên xwe pê ve girêdabûn, piştî 40 rojî çi hêvî tê de nema. Ji ber derbên gerîlayan, leşkerên dagirker xwe ji zinaran avêtin, cenazeyên xwe di torbeyên reş ji zinaran avêtin, derûniya wan têk çû, sîstema wan a hewayî û di serî de helîkopterên Skorsky û êrîşê nekarî tiştekî bikin. Zêdetirî 40 helîkopterên dagirkeran an hatin xistin an derb li wan hat xistin û ji şer hatin dûrxistin. Esas ev weke pêngava yekemîn bi giştî bin ket.

Pêngava duyemîn di 25’ê gulanê de li herêmên rojavayî ava Zapê ango li Metînayê dest pê kir. Hîn di şeva yekemîn de PDK ji dagirkeran re bû piştevan. Artêşa ku nekarî leşkerên xwe li lûtkeya çiyayê Hekarî ê Metîna daxîne, li herêma navbera çeperên gerîla û baregehên PDK’ê ku par di tevgera 5’ê hezîranê de li vir bi cih bûn xwe bi cih kir. Esas vê yekê zelal kir ku wê PDK di vî şerî de bêhtir bikeve nava tevgerê û rê bide ku dagirker ji herêmên nêzî wan ber bi qadên gerîla ve biçin.

Di vê pêngavê de hîn çend roj derbas nebûn 2 helîkopter hatin xistin û derb li gelek helîkopteran hat xistin. Dagirkeran nekarîn 2 keviran deynin ser hev û ji xwe re çeperekê çêbikin. Gerîla bi awayekî çalak ji 2 milan ve lêda. Esas hedefa wan a vê pêngavê ew bû ku beriya hefteyekê li wir bi cih bibin û hêzên gerîla tasfiye bibin. Lê yê ku niha tasfiye dibe plana wan e. Ji ber wê êdî dewleta tirk a dagirker pêwîstî pê dît ku PDK’ê têxe nav şer.

Li ser vî esasî PDK wekî piyonekê bi gavekê pêş ve birin. Jê re gotin ji êrîşê re amade be. Jixwe ev pêvajo ya salvegera pêvajoya 5’ê hezîranê ye.

Tevgera 5’ê hezîranê çiye? Di 1’ê hezîrana 2021’ê de dewleta tirk a dagirker li Avaşînê derbeke giran xwar. Êdî li wir têk çû. Ji bo ku bikaribe hinekî bi ser xwe ve were, ji PDK’ê xwest ku provakasyonan bike. PDK ku ji vê yekê re amade bû di 5’ê hezîranê de berê xwe da herêmên Çarçêl û Hekarî yên Metîna. Bi hêzeke mezin ku girêdayî PDK’ê ne û piranî ji kesên xwefiroş pêk tên, ketin nava liv û tevgerê. Li vir dewleta tirk wesayîteke girêdayî PDK’ê kir hedef û 5 endamên PDK jiyana xwe ji dest dan. PDK’ê hêzên gerîla ji vê bûyerê berpirsyar dît. Hêzên xwe şand ser gerîla û hewl da ev yek veguhere şer. Esas ev senaryo bi awayekî hevbeş ji aliyê dewleta tirk û PDK’ê ve hatiye amadekirin. Nîşaneyên vê yekê gelek in. Ji van nîşaneyan yek ew e ku bi salên dirêj PDK hêzên xwe neşand vê herêmê. Ev herêm weke herêma gerîla dihat naskirin û PDK nêzî vê herêmê nedibû. Çawa ku dewleta tirk ber bi têkçûnê çû PDK ket dewrê û xwest dagirkeran rizgar bike.

A duyemîn jî di tevgera wan de balafirên keşfê yên dewleta tirk jî beşdar bûn. Li ser hewildana PDK’ê ku di navbera hêzên wan û gerîla de şer derkeve, erka wan balafiran ew bû ku tevgera hêzên gerîla bişopîne û eger bersivdayinek çêbibe li ser wan bomberdûmanê pêk bîne.

A sêyemîn ev tevger weke bingehek bû ku dewleta tirk were li van herêman bi cih bibe. Lê berxwedana gerîla ya di sala 2021’ê de ew li Avaşînê asê kir û derfet neda wan ku derbasî vê herêmê bibin. Eger îro ev herêm bûye hedefa dewleta tirk, amadekariyên wê ji par ve ji aliyê PDK’ê hatiye kirin.

A çaremîn û ya herî girîng di wesayîtê de ya ku bû hedef 5 endamên PDK’ê hebûn. Her yek ji wan ji herêmeke cuda bûn. Lê tişta balkêş ew e  ku ew ne ji herêmên di bin serweriya PDK’ê de bûn. Hemû jî bi zanebûn hatibûn hilbijartin û di wê wesayîtê de hatibûn bicihkirin. Her yek ji wan ji herêmekê bûn ku weke qadên gerîla tên naskirin. Armanca vê yekê ew bû ku helwesta gel li hember gerîla bi awayekî neyinî biguherîne. Gelê herêmê ji berxwedana gerîla re bûbû şahid. Ev yek weke astengiyeke li pêşiya PDK’ê dihat dîtin. Ji ber wê armanca wan ev bû ku bi vê yekê rûyê gerîla di nav civakê de reş bikin û vê yekê ji bo berjewendiyên dagirkeran bi kar bînin.

Niha her kes zane ku ew hêzên ku PDK rê dike herêmên gerîla yên rasterast girêdayî PDK’ê ne û weke hêzên kirêgirtî tên naskirin. Lê di tevgera 5’ê hezîranê de ji xelkê herêmê jî hin kes beşdar kirin û ji xwe wesayîta ku ev kes tê de bi cih kirin jî bû hedefa dewleta tirk.  Esas kujerê wan kesan PDK bi xwe ye. Ji xwe yek ji kanalên şerê taybet yên girêdayî PDK’ê ji xizmekî van kesan pirs kiribû ‘Di vê bûyerê de hûn PKK’ê weke kujerê zarokên xwe dibînin? Bersiva ku hat dayîn ev bû ‘Em PKK’ê wekî dijmin nabînin. PKK tevgereke kurdan e û ji bo Kurdistanê şer dike. Dewleta tirk sûcdar e ku bi rihetî tê ser axa me û êrîşî me dike’.

Di temamî salê de PDK’ê dev ji tevgera xwe berneda û li gelek deveran li dijî gerîla ket nava liv û tevgerê. Bi taybetî li Xelîfanê kemîn li pêşiya hêzên gerîla danîn û di encamê de 2 komên gerîla xistin kemînê û şehîd kirin.

Îsal xwestin ku tevgera 5’ê hezîranê zindî bikin. Hestên neyartiyê di nav civakê de gur bikin. Di vê rojê de li ser navê bîranîna endamên PDK’ê ku par jiyana xwe ji dest dan kombûnek hat çêkirin. Di kombûnê de hemû gotin û daxuyaniyên wan ew bû ku berxwedana gerîla reş bikin û bi sûcên dûrî rastiyê hestên dijminahî di nav kesên hazir de ava bikin. Di axaftina wan de ya li vê kombûnê biryardayîna wan a êrîşa li ser gerîla gelek aşkere dihat dîtin.

Di vê pêvajoyê de û bi taybetî ji despêka meha hezîranê ve di nav hêzên PDK’ê de atmosfera amadekariya şer dîsa derket pêş. Li ser esasê agahiyên ku hatin wergirtin careke din herêma Metîna di hedefa wan de ye. Ango di hedefa dewleta tirk de ye. Dibe ku hinek kes bibêjin hikûmdarê başûrê Kurdistanê PDK ye û ew azad e hêzên xwe li van herêman bi cih bike. Lê dema ku ev tevger qadên gerîla bike hedef, piştre ev herêm ji aliyê dewleta tirk ve bibe hedef, baş zelal dibe ku di hemû planan de PDK’ê barekî esasî hilgirtiye ser milê xwe.

Bûyereke din ku di vê pêvajoyê de derket pêş li girê Ortê yê Metînayê qewimî. Li vir, dewleta tirk a dagirker hinek hêzên xwe bi awayekî veşartî bi cih kir û xwest yekîneyên gerîla bike hedef. Hêzên gerîla ku bi tevgera dagirkeran hesiyan li ser hev çend caran çalakî li dar xistin. Piştî vê yekê bi çend rojan PDK hat û li cihê ku dagirker kemîn danîbûn, bi cih bûn. Li vir dema gerîla çalakî li ser dagirkeran kirin, çapemeniya ser bi PDK’ê ev yek weke êrîşa li ser pêşmerge bi nav kir û servîsî raya giştî kir. Lê ya rast ew ku PDK’ê ev herêm ji mayînan paqij kir û derfet da dagirkeran ku li pişt wan xwe biparêzin.

Niha bi giştî li herêmê amadekariyên PDK’ê hene. Bêguman dîroka destpêkirina tevgera wan ne diyar e. Ev yek girêdayî rewşa şer e û weke ku me bi nav kir pêngava duyemîn e. Ango şerê li herêma Metîna ye. Eger dewleta tirk dîsa encamê nestîne ku heya niha ji xwe encam negirtiye, wê PDK bikeve dewrê. Mirov dikare ketina PDK’ê ya di nava vî şerî weke pêngava sêyemîn bi nav bike. Çawa ku par di tevgera 5’ê hezîranê de xwestin lêhûrbûna gerîla bikşînin ser xwe û dûrî şerê li dijî dagirkeriyê bikin ku li vir fermandariya eyaleta Metîna ji ber vê rewşê di taktîk û tarzê tevgerîna xwe de guhertin çêkir. Ev yek jî bû sedem ku bandor li eniya berxwedanê ya Zendûra bandor bibe û piştre bû sedema şehadeta berxwedêrên Zendûra. Îsal jî bi heman armancê wê bikevin dewrê. Ango dema ku êdî çi hêviya artêşa tirk nema wê PDK şûrê xwe yê bi navê kurdîtiyê li ba bike û bi ser gerîla ve biçe. Lê îsal ne gengaz e ku gerîla tarz û taktîkên xwe biguhere. Eger êrîşek çêbibe bêguman wê gerîla bersivên pêwîst bide. Êdî wê PDK fermî bikeve vî şerî û bibe yek ji çeperên dagirkeran ku di hedefa gerîla de ye.

Herêma Metîna taybetmendiyên wê ji herêmên din yên cuda heye. Li herêmên din xelk nîne û dewleta tirk çi gavî bavêje dikare ji raya giştî veşêre. Lê li Metînayê, li Dêrelok û Şeladizê ev yek ne mumkin e. Ji ber ku ev herêm were dagirkirin pêwîst e PDK bikeve tevgerê û berxwedana gerîla weke êrîşeke li ser xwe bide raberkirin. Bi vê yekê helwesta gel qezenc bike û hêzên gerîla bike sûcdarê hatina dewleta tirk. Lîstok û plana wan ev e.

Par di encama tevgera PDK’ê de û ji bo ku dewleta tirk li xeta Qaşura a Metîna bi cih bibe, PDK zêdetirî 50 baregeh û xalên çavdêriyê li herêmê ava kir. Îsal dibe ku tevgera wan bêhtir rengê wê ya êrîşa rasterast hebe. Ji ber wê eger PDK dev ji vê amadekariyê bernede û weke ku gotineke me ya civakî dibêje li ser dûva xwe rûnene, wê bibe sedema şerekî berfireh ku çi berjewendiyê gelê kurd tê de tune.

Rewşa li herêmê gelek hesas û metirsîdar e. Weke ku fermandarên gerîla jî diyar kirin, pêwîstî heye ku partiyên din ji derveyî PDK’ê li hemberî vê planê baldar bin û bizanibin ku bêdengiya wan dikeve xizmeta plana dagirkeriyê. Ya din jî zana, rûspî, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û pêşengên civakê berpirsyar in ku li pêşiya PDK’ê helwesta xwe raber bikin û vê yekê ji gelê kurd re aşkere bikin. Li hember dewleta tirk çiqas şerekî were meşandin jî ji xwe weke dijminê gelê kurd in û ev yek tê zanîn. Lê dema PDK bikeve vî şerî, wê encamên wê di serî de ji bo statuya başûrê Kurdistanê û li ser destketiyên gelê kurd bandorê bike û asta têkoşîna gelê kurd lawaztir bike. Ji ber vê yan ew ê rayedarên PDK’ê vegerin ser hişê xwe û vekişin an jî wê bibin sedem ku li Kurdistanê alozî û krîzên mezin çêbibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar