Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Bîra binhişiya civakî dengbêjî – 1

Dengbêjî jî weke çîrok û serpêhatiyan zêdetir zimanê jinan e û ji vegotinê jî diyar e destpêkê jin gotine. Radyoya Êrîvanê ji Serhedê heta Amed, Ûrmiye, Dihok û Qamîşloyê dihat bihîstin. Dengxweşên weke Fatma Îsa, Susika Simo, Sîsa Mecîd, Zadîna Şakir û Aslîka Qadir dengê xwe gihandine van deveran û bi vê navgînê çand û jiyana civaka kurdan gihandine dahatoyê

Dengbêjî xwe dispêre kokên dîrokê

Dengbêjî beşek zanistê ye ku bi serê xwe dewlemendiyên wek çand, huner, wêje, jiyana civakî, aborî, newekheviyên çînî, jiyana rojane, koçerî û çandinî digire nava xwe. Hinek caran bi qasî saetekê yek stran dirêj dike, bê ku bala guhdaran belawela bike ewqas li pey hev xweş rêzikirî diherike mirov bi demê nahese çawa derbas bûye. Gelek ji wan jî beşek çîrokî ye, beşek stran e heya dawiyê wiha di nava hev de tê gotin, li gorî tona dengê dengbêj şêwaza gotinê tê guherîn û dom dike heya dumahiyê. Heman dengbêj bi stranê dest pê dike, paşê dengê xwe nizm dike û vedigerîne şêwaza çîrokî û dest bi beşa jiyanî ya çîrokî dike, heya cihekê dibe, careke din dengê xwe diguherîne meqamê stranê û dom dike. Bi vî şêwazî bê ku guhdarvanan biwestîne û bêzar bike bi saetan didomîne. Strana Mem û Zînê, Elî û Fatimê hinek ji wan mînakên dengbêjiyê ne.

Dengbêjî û parastina çanda kurdî

Çanda dengbêjiyê herî zêde di nava civatên şevberkên kurdan de xwe daye domandin. Kurd jî bi rêya dengbêjiyê karîne hemû nirxên xwe yên çandî bidin jiyîn. Ji bin baskên qirkirina çandî û bişaftinê parastina çand û zimanê kurdî herî zêde jî dengbêjiyê rol girtiye. Dema mirov baş li stranên dengbêjiyê guhdar bike û pêre biçe heya wan diyaran, dê baş bizane ew stran ayîdê kîjan demê ye û şêwaza jiyana wê demê baş bizane.

Herî zêde jinan talokeyên ser jiyana xwe û binhişiya bîra civaka xwe hîs kirine û li hemberî wê şêwazên parastinê pêş xistine. Zimanê çîrokan jî hemû diyar e vehonandinên jinan e, ji ber têde kite kitên jiyanê hemû zindî û taze ne. Dema dapîrek neviyên xwe û zarokên cîranan li xwe kom dike û dest bi gotina hebû, tunebû… dike weke ku jina qala wê dike ya ku piranî bi navê dayê pîrê tê wesifandin, pîra cîrana me ye û dê niha ji derî ve têkeve hundir. Ewqas mirov nêzî xwe û parçeyek ji jiyana derdora xwe dizane. Cardin zimanê dengêjiyê jî piranî yê jinan e, jixwe ji gotinên navê jî diyar in piranî vegotinên jinan in. Li ser tevn û teşiyan jî şopînê kur û dîrokî hene, her gulek a li ser tevnê xwe didanin weke gula gever û luleper çîrokên wan hene û jixweber nîne. Sîmgeyên weke şifreyên civakî bikaranîne yên herî girîng û divê neyên jibîrkirin jî ser çermê laşê xwe bi şêwazê deqan neqişandine… Tu deqek a li ser rûyê dayikekê bê sedem nîne, hemû xwedî wate ne û teqez di bin de çîrokek veşartiye.

Ji Amedê heya Qamişlo û Duhokê dengê Radyoya Êrîvanê

Çavên dapîran ên ku di turikê wan de gelek çîrokên hêj derê wan nehatine vekirin hene jî gelek tiştan dibêjin. Dema mirov baş li çavên jinek temenmezin dinêre, ewqas tiştên ketine nava hev û hewceye bên gotin hene. Ne gengaz e mirov bikare peyamên di çavên wan de kombûne ji hev derxe, bê ku li kêlekê rûnê û hinek têkeve nava demboriya wan. Jixwe nivîskar Muradhan Mungan jî di vê mijarê de ji bo kurdan gotinek herî baş li rastiyê hatî bikaraniye û gotiye: “kurd pir xweşik dinêrin, ji ber zimanê wan hatiye qedexekirin, hemû hest û daxwazên wan di çavên wan de kom bûne.” Ev jî herî zêde di çavên dapîrên me yên şahidiya gelek Şarezur, Helebce, Qamişlo, Cizîr û Şengalan kirîne de kom bûne. Li Şengalê êdî duayên derketina rojê û avabûna rojê bi deng nayên xwendin, dapîrên kirasspî derdikevin ber derî berê xwe didin rojê û di dilê xwe de dibêjin. Ji ber êdî derfeta ew li serê çiyayê Şengalê jî bikarin bi deng duayan bikin ji destê wan hatibû girtin, ji bo parastinê di dilê xwe de duayan dixwînin. Ev hemû kombûnên bîra civakî xwe bi rêya dengbêjiyê jîndar kirine. Taybetî jî Radyoya Êrîvanê û Bexdayê rolek girîng lîstine û dengê xwe gihandine hemû deverên kurd lê dijîn. Radyoya Êrîvanê ji Serhedê heta Amed, Ûrmiye, Dihok û Qamîşloyê xwe gihandiye guhdarvanan. Dengbêjên di radyoyê de stran gotine li van hemû deveran hatine guhdarkirin, ji ber wê jî dengbêjan giyanek neteweyî ya hevbeş bi dengê xwe dane avakirin.

Jinên dengbêj û zehmetiyên jiyanê

Di çerxa navîn ku weke çaxa tarî tê binavkirin de weke hemû qadên jiyanê qedexe ji bo jinên dengbêj jî danîne. Weke ku guneh e jin stranan bêjin û mêr dengê wan bibihîsin. Gelo çima heya wê demê guneh nebûye, bi hezar salan dengbêjî bûye sedemek sereke yê çand, jiyan û dîroka xwe domandinê. Çawa çêbû hema ji nişkave guneh û heram bû, dengê jinan. Kesê ev lêpirsîn nekir, weke heyî pejirandin. Cardin ên li hemberî van serî rakir jin bûn. Jinên dengbêj ji mal û zarokên xwe qetan, lê nekarîn ji çanda xwe ya dengbêjiyê dûr bikevin. Meyrem Xan, keçmama xwe Elmas Xan û Eyşe Şan mînakên vê yên herî ber bi çav in. Dema ku malbatê xwestiye wan bêdeng bikin, wan jî malbat terikandine û li pey dengbêjiyê heya radyoya Bexdayê çûne. Bi gotina ‘Huner ketiye xwîna min, nikarim bê wê bijîm’ Meryem Xan ê her tişt li pey xwe hêlaye û heta dawiya jiyana xwe xizmeta dengbêjiyê kiriye.

Dengxweş Sîsa Mecîd

Dengbêj Sîsa Mecîd a di sala 1960’an de li Demîrçiyê  Masîsa Ermenistanê hatiye dinê. Dengê Sîsa yê bedew di Radyoya Êrîvanê de olan daye. Ji ber dengê xwe yê cuda û herikbar hatiye nasîn û nav û deng bûye. Sîsa ya li gel vê hemû dewlemendiya naveroka stranên xwe û dengê xwe yê delal jî tu tiştek li ser nayê peydakirin. Weke çand û dîroka welatê xwe tenê li ser zimanê jinan tê vegotin û ji nifş derbasî nifşan dibe. Sîsa ya 21’ê cotmeha 2019’an çû ser dilovaniya xwe, li pey xwe deng û stranên xwe yên her dem nûjen in û kevnare nabin weke mîras hêlaye. Çavkanî: Nû Jinha

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar