Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Biryara dadgeha Frankfurtê: Jenosîda êzidiyan

Ahmet Aktaş
Şîrove

Li Dadgeha Bilind a Eyaleta Frankfurtê, di 29’ê mijdara 2021’an de biryarek balkêş û dîrokî hat standin. Ev biryar ji bo endam û kujerê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê Taha El-Jumailly hat standin. Sûcê wî; qirkerê kurdên êzidî yê gelê me bû.

Balkêş û dîrokiya vê biryara dadigeha Almanya ev e ku; di dîroka gelê me de, li cîhanê ev cara yekemîn e, ji bo kujerekî gelê me, biryarek wisa bi navê jenosidê/nijadkujiyê tê standin. Cezayê zindaniya hetaheta didin Taha El-Jumailly yê iraqî, meha derbasbûyî Dadgeha Bilind a Eyaleta Munchenê jî 10 sal ceza dide hevjina wî ya alman Jennifer W’ê yê.

Her wiha divê were zanîn ku berî vê biryarê, li ser heman mijarê, bi heman naverokê û di heman çarçovê de hinek biryarên din jî, li hinek welatan hatibûn standin û zemîn ji vê biryarê re xurt kiri bûn.

Parlamentoya Hollandayê, di 6’ê tîrmeha 2021’an de li ser vê mijarê bi gotina ‘DAIŞ’ê, li ser êzidiyan jenosid pêkaniye û li dijî mirovahiyê sûc kiriye’ biryara xwe ji raya giştî re ragihandibû.

Her wiha di nava ragihandina xwe de dibêje, ‘Parlamentoya Ewropayê, Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Meclisa Nûneran a DYA, Komîsyona Sûriyeyê ya NY û beri çend rojan Parlamentoya Belçîkayê jî, dane diyar kirin ku DAIŞ’ê li ser êzidiyan, xiristiyanan û yên nasname û olên cuda kiryarên hovane, li dijî mirovahiyê sûckarî û jenosîd pêk anîne!’

Parlamentoya Belçîkayê, ji hemû partiyan bi yekdengî biryara ku jenosid li ser êzidiyan hatiye kirin werdigire.

Her wiha ji bo sûcê ku ji aliye DAIŞ’ê ve tê kirin were lêkolîn komek bi navê UNITAD, di 21’ê îlona 2017’an de ji aliyê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ve bi biryara 2379 hejmarê hatiye damezirandin.

Ev kar û xebatên hatine kirin û di encamê de ev biryarên ku hatine standin, bêguman hêjane. Lê divê ji vî karê navneteweyî; karê dîplomasî û lobî re xemsarî neyê kirin, berovajî, ji bo were berfirehkirin û encamên hîn hêjatir û bi berhemtir were standin, hîn pirtir xebat û hewldan were kirin.

Di nava vî karî de hinek kesên ji dil kar dikin, weke mînak Wezîrê Karê Derve Hollanda Sigrid Kaag, dibêje ‘em hewl didin da ku hemû belgeyan bigihînin NY û di asta navneteweyî de berfireh bixebitin da ku em karibin biryarên xurtir û hêjatir bistînin’ û hwd.

Li aliyê din divê were zanîn hinek dewlet, ew ê nexwazin ev kar û xebat bi ser bikeve. Heta ew ê bixwazin ev biryarên ku hatinin standin jî bê encam bimînin gelek hewl bidin.

Bêguman di serê van dewletan de jî dewleta faşîst û qirker a tirk heye. Jixwe bi taybetî li dijî gelê me yên êzidî çendî hewl didin diyar e û ew kesê kujer û hevjina xwe jî, çawa li Tirkiyeyê 3 salan jiyan e û çawa bi hêsanî diçûn Rojava û Başûr jî li xwe mikûr tên! Tê zanîn ku çawa li gel DAIŞ’ê kar dikin û DAIŞ’ê dide xebitandin, ji bilî ku yên bi dizî dikin!

Her wiha ji bilî ew êrîşên xedar ên bi SIHA û ÎHA’yan, wê fermana wan a Şingelê ya 9’ê Cotmeha 2020’î hîn di meriyetê de ye, divê em bînin bîra xwe.

Aliyekî din ê girîng jî ev e ku piraniya van alîkariyên navdewletî, yekser nayên ji gelên me yên li Şingalê û Rêveberiya wê ya meşrû ya heyî re. Belê bi piranî diçin ji Rêveberiya Başûr re û weke tê zanin mixabin ew jî nadin gelên me yên hewcedar; Êzidiyên herêma Şingalê. Jixwe weke hêzek hevkarê dewleta tirk tevdigere û çawa ji bo Fermana  9’ê Cotmeha 2020’î cêbecê bike hewl dide û ji bo wê îradeya azad a xweser a Şingalê têk bibe, li ber çavan e.

Yên ku ev fermana giran a 73’an a 3’yê Tebaxa 2014’an dan rawestandin û bi dehan şehîd dan HPG û YPG’ê weke terorîst nîşan didin. Lê yên ku di vê fermanê de gelê me yê êzidî di destê DAIŞ’ê de destvala hiştin û reviyan Rêveberiya Başûr, weke xwedanê meşrû dibînin û hemû alîkariyê ji wan re dişînin. Divê ev siyaset û helwesta navdewletî, gelek zelal were naskirin ku her dewlet li gorî berjewendên xwe nêzî doza Kurdistanê dibin û lewma divê li goreyî wê amadekarî û xebat bi hostayî were meşandin.

Bêguman weke mînak hat dayîn ku kesayetiyên demokrat û mirovper ên bi taybetî dostên gelê Kurdistanê, di nava dewletan de jî hene û her wiha saziyên navneteweyî yên sivîl ên dixwazin alikariyên mirovahî bikin jî hene.

Car caran dibe ku berjewendên hinek hêzan paralelî hevdu jî bin û heke hostayî xurt be dikare demdeman bi hev re jî siyaset were meşandin.

Lewma divê her alî baş were zanîn û li gorî wê bi piralî siyaset û xebat were kirin.

Nûçeyên Têkildar