Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Şemî - 25 Ilon 2021

Cara yekem: Meymuna mê meymunê nêr têk bir û bû alfa

Li Japonyayê di parkekî xwezayî ya ku 70 sal bere hatibû avakirin de meymûneke mê serî li hember meymûnê nêr rakir û bû pêşenga 677 meymûnan

Navenda Nûçeyan |

Li Japonyayê di parkekî xwezayî ya ku 70 sal bere hatibû avakirin de meymuneke mê serî li hember meymunê nêr rakir û bû pêşenga 677 meymunan.

Zanyarên ku daneyên 70’ê salan nirxandin, diyar dikin ku ev bûyer pir kêm tên jiyîn. Li gor agahiyan meymuna 9 salî ya bi navê Yakeî 10 kîlo ye. Yakeî piştî têkoşîna xwe ya 5 salan bû meymuna alfa.

Pêşî li hember dayika xwe serî radike

Yakeî di serî nîsanê de êrîşî dayika xwe dike û di rêya alfabûnê de gavên xwe yên destpêkê diavêje. Tê gotin ku heta niha tu meymuneke mê di vê mijarê de gavên bi vî rengî neavêtine.

Yakeî piştî dayika xwe vê carê li hemberî meymunên nêr serî radike. Yakeî di meha hezîranê de li hemberî Sanchu yê ku 5 salan mêrê meymun ê alfa bû û 31 salî ye, serî rakir û mêrê alfa têk bir.

Xebatkarên parkê diyar kirin ku di nava 70 salan de heta niha tiştek bi vî rengî nedîtine û gotin ku biryar dane dê bi rêya fistiqan vê rewşa nû piştrast bikin.

Xebatkaran di 30’ê hezîranê de fistiq danîne erdê û benda ka ji wan kîjan dê destpêkê fistiqê bixwe, mane.

Piştî demekê hatiye dîtin ku meymunê nêr Sanchu xwe daye paş û destpêkê fistiqê meymûna mê Yakeî xwariye.

Piştî vê ceribandinê statuya alfabûna Yakeî hatiye piştrastkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar