Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Çeteyên Roj take amurê şerê navxweyî ji bo PDK’ê

Ji destpêka ku Çeteyên Roj hatiye avakirina heta niha ew ji bo têkbirina aramiya li Rojava yan bi vekirî yan jî veşartî ji aliyê dewleta tirk û MÎT’ê ve tên perwerdekirin.

Di dema Şoreşa Rojava de beşek ji gel berê xwe da başûrê Kurdistanê û bi awayeke êsîr û bêçare ketin tora planên PDK’ê. Dema DAIŞ’ê êrîşê Rojava kir gelek şêniyên wir neçar man ku derbasê Başûr bibin. PDK’ê van kesan bi mûçe, çek û bi deq û dolaban xaband.

Pêştir  gelek ji van çekdaran li bin navê opozisyona Sûriyeyê di nava rêzê çeteyên El-Kaîde û Bereya Nusre de bûn tev li Çeteyên Roj bûn. Li gor agahiyan piştî ku ev hêz hatin komkirin li kampên Pêşxapûr, Bineslawe, Xinis û Beeşîqayê ji aliyê dewleta tirk ve hatine perwerdekirin.

Ji nav vê hêzê her ji despêka Şoreşa Rojava çekdar hatin erkdarkirin ku wek sixurî û tevlîheviyên di nava qadan bikevin nav rêxistinê. Ev hêz ji bûyerên ku di 2 û 3’yê adara 2017’an de pêk hatin jî berpirsiyar in. Di van gulebaranên wan ên li ser Şengalê de rojnamevan Nujiyan Erhan, Nazê Nayif, Ferhad Çavo û 7 şervanên YBŞ’ê hatin şehîdkirin. Her wiha 15 sivîl jî di van êrîşan de birîdar bûn.

Hewceyê bi bîrxistinê ye ku 2 gerîlayên ku xwestin bi navbeynkarî şer bidin rawestandin jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin şehîd xistin.

Di salên derbasbûyî de êrîşên li ser Garê, Metîna, Çemankê, Sergelê û gelek deverên din, aloziyên ku derketin û dibû ku bibûna zemîna şerê navxweyî, şehîdxistina 3 gerîlayên li Xelîfanê û di 30 tebaxa heman salê de li heman cihê şehîdxistina 7 gerîlayan, êrîşa li ser gelê Şêladizê tev bi destê Çeteyên Roj pêk hatin.

Ev hêz bi cil û navê pêşmerge hatine bi cîh kirin û ENKS xwe wek xwediyê vê hêzê dizane. Lê di rastiyê de her kesek ku hinek lêkolîn li ser vê mijarê bike dê bibine ku ev hêz girêdayê dijminê kurdan ango dewleta tirk e.

Bi salan e ku PDK hewl dide berê pêşmerge û gelê kurd bide şerê li dijî gerîla. PDK pir dixwaze ku rewatiyê bide şerê navxweyî. Lê ne pêşmerge ne jî gel bi kiryarên wan nayê xapandin. Her wiha gerîla jî bi hêsanî xwe nake nav vî şerê ku dikeve xizmeta dewleta tirk.

PDK û MÎT’ê nêzî 10 hezaran çekdar bi mûçeyê di navbera 500 hezar û 2 milyon dinar li nav Çeteyên Rojê bi cîhkirin. Li gor agahiyên heyî ji xeynî mûçeyê wan her meh li ser navê wan 15 milyar dînar tê razandin. PDK ji xeynî kare kuştin, talan, êrîş û sûîkastan bi nasnameyên sexte van çekdaran tev li hilbijartinan dikin û wan di karên siyasî de jî bikar tîne.

Piranî siyasetmedar û çavdêrên siyasî dibin ku damezirandin û mûçeyên van çekdaran dij zagon û fermiyeta başûrê Kurdistanê ne. Bi hişyariya gelê berxwedêr û yekgirtiya Rojava van hêzên çekdar di nav gel de jî teşîr bûn. Lê mixabin ev çekdarên ku ji aliyê gel ve tên şermezarkirin ne di ferqa riswabûna xwe de ne.

PDK ya ku di van dek û dolabên xwe yên hevpar di gel dewleta tirk de li hember Rojava tu encamek bi destnexist bi parçekirina wan û şandina ber bi heremên gerîla êdî hewlek pir xurt dide vê hêzê li hember gerîla bixe dewrê.

Di 24’ê mehê de Aras Îbrahîm ê pisporê mijarên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di der barê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîb Erdogan ev nirxandin kiribû: “Di hevdîtinên li Antalya de li ser mijarên êrîşên li ser gerîla li hevhatin çêbûne. Li gor lihevkirina wan di serê nîsanê de Tirkiye ji aliyê Çemçû ve û PDK jî ji aliyê Garê de dê êrîşê gerîlayan bike”

Ji xwe piştî vegera Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyeyê PDK yekser ket nav liv û tevgera leşkerî û çeteyên Roj li herêmên gerîla xist rewşa amadebaşiyê. Di nav du hefteyên dawî de PDK’ê li Şeladizê herî kêm 25 welatiyan revand ku piraniya wan di biniya 18 salî de ne. Ev bûyer jî wek amadekirina şer tê nirxandin.

Her wiha Çeteyên Roj li devera Şeledizê hatine bicîhkirin. Ev çeteyan di 19’ê adarê de li Geliyê Rêkan gule li ciwanan reşandin, ciwanên bi navê Ehmed Sîteyi û Ferhad Sîteyi hatine revandin û heta niha ji wan tu agahî nehatiye giritn. Di vir de ev pirs çêdibe; Çima dîsa Çeteyên Roj?

Li heremên ku bi qadên gerîla tên nasîn de dema aloziyek pêk tê teqez navê Çeteyên Roj tê de heye. Bi rastî her karmend û pêşmergeyên PDK’ê naxwazin ku gule li gel û gerîla bireşînin. Ev rastî pir carî hatiye tezbîdkirin. Heta di 2 û 3’yê adara 2017’an de peşmergeyên PDK’ê nexwestibûn ku li gelê Sinûnê û Xenesorê gule bireşînin. PDK bêhêvî ji Çeteyên Roj sûd wergirt. Her wiha PDK di çend salên dawî di hemû aloziyên di navbera gerîla û peşmergeyan de sûd ji Çeteyên Roj digire. Ev çeteyên ku ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerdekirin bêteredud gule li ser gel û gerîla direşînin. Di rastiyê de ev çete wek bombeyekîne di destê PDK û MÎT’ê de.

Bê van çeteyan dewleta tirk û PDK nikare li hemberî gerîla şer bike. Dewleta tirk dizane ku di şerê li hemberî kurdan de çeka herî bi bandor pêşengtiya PDK’ê ye. Jixwe aşkere tê zanîn ev nîv hurmeta ku malbata Barzanî li ser maseyên giftugoyên di gel dewleta faşîsta tirk de dibîne ji vê sedemê ye.

Lê pêwîste gelê kurd bi hişyarî tev bigere û her kes hişyartiyê bide van çeteyan û li hember wan helwestek pir cîdî bide ber xwe. Her bêdengiya pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û gelê Başûr bi xwestin an jî nexwetin alîkariyê dide şerê ku xizmeta dewleta tirk dike.

Di encamê de yan wê pêşmerge navê xwe li kêleka reşnavên çeteyên Roj binivîsên an jî dê li hemberî vê şermezariyê bi seknekî dîrokî rabin ser piyan. Divê pêşmerge di şerê li dijî gerîlayên Kurdistanê de bi parazvaniya netew û şerefê di dîrokê de navê xwe li kêleka gerîlayên bi rûmet binivîsin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar