Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Cewhera veguherînê ya li nava PKK’ê

Tengaviya li nava sosyalîzma zanistî û Komploya Gladiyoya Mezin a 1998'an, PKK neçar hişt ku guhertineke bingehîn bike

Tengaviya li nava sosyalîzma zanistî ku bi jihevketina Yekitiya Sowyetan der bû û Komploya Gladiyoya Mezin a 1998’an, PKK neçar hişt ku guhertineke bingehîn bike. Nezelalbûna di qonaxa koma îdeolojîk de, çaresernekirina pirsgirêka dewletê, jiholêranekirina komployên navxweyî û derveyî yên di tecrubeya şerê gel a şoreşgerî, PKK ber bi xwedubarekirin, xitimandin û parçekirinê ve dibir. Min ev rastî ji zû ve dîtibû. Asta entellektuel a heyî pêşiya behremendiyên îdeolojîk digirt.

Dema me navê PKK’ê li xwe dikir, wekî rizgarkirina namûsê bi hêzeke dawîn me gav diavêt. Heke bi ser neketa jî wê ji dîrokê re mîrateyeke baş bima. Dema me koçî Rojhilata Navîn kir, firsenda rêxistinbûnê û geşkirina wê ya bi şerê gel ê şoreşgerî ya zelal ava bûbû.

…Piştî sala 1990’an de dema şerê Gladîoyê zêde bû û bandor li komployên navxweyî dikir, di rêxistin û jiyana wê ya şoreşgerî de dûrketina ji cewherê xwe jî zêde bû. Feraseta çeteyên berdûş û asî û axatiya şer ji xwe re zemînek bi dest dixist. Şehadeta kadroyên herî hêja yên ji bo partîbûnê û şervanan, PKK’ê anî ber asta tasfiyeyê.

Ji bo ku zirareke biçûk mirov ji krîza şênber derkeve

…Di van şertan de siyaseta li ser navê PKK’ê ne bi tenê bi rîsk bû, dihat wateya xwetasfiyekirinê jî. Ji bo ku mîrateya xwe biparêze û bi xisareke biçûk ji krîza şênber were derketin, me biryar da ku Tevgera Azadiyê di binê navekî nû de xebatên xwe bike. Pêdiviya me bi termînolojiyeke nû hebû ya ku divê ji şertên derve û şertên navxweyî yên rê li ber kaosê vekiribû re bibûya bersiv. Lêgerînên termînolojîk ên nû nedihat wateya înkara PKK’ê. Heta ku her tişt zelal bibûya, mirov navê PKK’ê ji bo demekê daniya cihekî wê di warê taktîkê de jî guncav bûya. Tasfiyekaran navê PKK’ê di destê xwe de kiribûn çekek, me dixwest em wê çekê ji destê wan derxînin.  Organîzasyonên wekî KADEK û KONGRA GEL dikaribû ji vê pêdiviyê re bibin bersiv. Tişta girîngtir, em ketibûn nav veguherîneke cîddî.

Afirîneriyeke watedar û cihê

Ev nûbûneke radîkal bû û ji ber vê jî tevger di binê navekî nû de dikaribû serkeftî bûya. Li gelek welatên reel sosyalîst jî tecrubeyên wisa hebû. Tişta ku me dikir, ne teqlîdkirina wan bû. Berevajî wê, afirîneriyeke watedar û cihê pêk dihat. Di versiyonên pêşîn ên parastinên min de û di nivîsên min de ku min ji PKK’ê re şandibû, min hewl dabû çarçoveya wê nîşan bikim. Têgiha sereke ya veguherînê çareseriya demokratîk bû. Analîzên pêşîn ên li ser têgiha ‘Demokratîk’ê gelekî teng û qels bû. Lê xalek ji min gelekî zelal bû, piştî ku sosyalîzma reel belav bû, beşeke zêde ya partiyên çepgir û komunîst ên kevn berê xwe dabûn demokrasiya lîberal lê helwesta min li hemberî vê têgihê hebû. Li gorî min reel sosyalîzmê lîberalîzm xurttir dikir. Ez ketibûm nav lêgerînên ku her duyan jî mehkûm dike. Têgiha ‘Demokratîk’ di hewldanên min ên lêgerînê de roleke sereke û kilîd wergirtibû, lê têr nedikir.

Îflasa avakirina sosyalîzma bi destê dewlet û feraseta avakirina rast a sosyalîzmê

Piştre ez li ser têgiha siyaset-polîtîkayê kûr bûm. Têgiha siyaset (polîtîka) ya ku dihat wateya berjewendiyên jiyanî ya civakê ya nebûye dewlet, wekî têgiheke din a girîng ket rojeva min. Min siyaset wekî berevajiya rêveberiya dewletê dinirxand. Ji ber vê jî felsefeyeke demokratîk û polîtîk, wekî alternatîfa ku civak dewletê bi rê ve bibe, wate werdigirt. Îflasa avakirina sosyalîzma bi destê dewletê berê min dabû feraseta avakirina rast a sosyalîzmê. Felsefeya siyaseta demokratîk di vê astê de dibe ku gaveke gelekî girîng bûya. Di pratîkê de jî gelê me li hemberî dewletê berxwedaneke mezin nîşan dabû. Lê ji ber kadro û xebatkarên ne afirîner ên PKK’ê ev berxwedan li ber qedandinê bû. Dema ez li rêya pêşîlêgirtina vî tiştî digeriyam, min xwe qanih kiribû ku metoda siyaseta demokratîk û felsefeya li pêş wê, nêzikatiya herî guncav bû. Dersa herî girîng a ji tecrubeya Sovyet Rûsyayê divê ev bûya. Israra di feraseta partiya klasîk a komunîst a reel sosyalîzma ku xitimîbû û bi parçebûna navxweyî bi encam bûbû, wê bihata wateya mûhazakarî û neçareserkirinê.  Jixwe rola van partiyan a di xitimandina sosyalîzma zanistî de derketibû holê. Mûhafazekirina PKK’ê a li ser vê bingehê dihat wateya domandina tasfiyekarî û mûhafazakariyê. Ligel van tiştan qebûlkirina demokrasiya lîberal a ku mîrateya sosyalîzma reel înkar û reş dike jî wê nehata qebûlkirin. Demokrasiya lîberal demokrasiya sixte bû. Feraseta sosyalîzm û çepgiriya lîberal a dihat wateya çepgiriya wê, dihat wateya tasfiyekariyê. A rast xwedîlêderketina kapîtalîzma di nav sosyalîzma reel de, dihat wateya ku mirov wê veguherîna kapîtalîzmeke taybet. Divê nirxên berxwedêriyê yên PKK û gel, ji van feraset û kirinên xetere bihata parastin. Peywira lezgîn ev bû. Xwedîlêderketina rast a vê peywirê li hemberî kesên ku dixwestin mîrateya PKK’ê bikin amûra daxwazên xwe yên kesane û ji bo kesên li ser nirxên berxwedaniya dîrokî ya gel dixwestin lîberalîzma xwe ya birjûwayê ya vala ava bikin, wê bibûya bersiveke pêwîst û watedar.

Bi şêwaza herî rast xwedîlêderketina mîrateya dîrokî

KADEK û KONGRA GEL li ser vî esasî wekî du amûrên serdemî yên ji bo bi şêwaza herî rast xwedîlêderketina mîrateya dîrokî ya şerê şoreşgerî yê gel û PKK’ê, hatibû avakirin. Ji bo ku rola xwe baş bi cih bînin, divê pêvajo bi cewherî binirxandina û peywirên xwe rast diyar bikirina û xwedî lê derketina.

Pêvajoya bi dewletê re ji lêpirsîn û darizandinê wêdetir, wekî lêgerîna çareseriya siyasî derbas dibû. Ligel ku ev şert li dijî me bû, meyla PKK’ê li ser vî tiştî bû ku bi hemû hêza xwe şer gurtir bike, li gorî min guncavtir bû ku pêvajoya Îmraliyê wekî firsenda çareseriya siyasî bûya. Heke ez ê bihatima darvekirin jî, li gorî min girîng bû ku divê ev rê bihata ceribandin. Baweriya min ev bû ku komplo bi vî awayî dikaribû bihata pûçkirin. Gurbûna şer û îxtîmala xwarina derbên giran û têkçûnan dibe ku tabloyeke wekî ya salên 1925-1940’î derxista holê. Texmîna plana komployê jî wisa bû. Berpirsê Artêşa Giştî jî ev rewş wekî komplo dinirxand. Armanca wan çiqasî cihê be jî divê li ser vê nêzikatiyê jî bihata sekinandin. Destûr hatibû dayîn ku ez nivîsan ji PKK’ê re bişînim. Di nivîsan de encamên hevdîtinan jî dihat ragihandin. Min vekişandina yekalî di van şertan de wekî taktîkeke hewce didît. Ev helwesteke wisa bû ku bi lezgînî biryara wê hatibû dayîn û baş li şertên wê nehatibû fikirandin. Dewletê tiştekî wisa ferz nedikir. Lê tişta ku berê min da ser vî tiştî, li Tirkiyeyê atmosfereke giran a şovenîzmê ava bûbû û feraseta komployê hebû.

Di dema xwevekişandinê de operasyon hatibûn zêdekirin, şehadet zêde bûbû. Vê rewşê nîşan da ku hêzên ewlekariyê û saziyê wê ev vekişandin wekî pêvajoya tasfiyeyê didîtin. Gaveke bi nêteke baş xwestin bi mantiqa tasfiyekirinê bi kar bînin. Ev şaşiyeke gelekî mezin bû. Hêzên derve kaos gurtir dikirin, tendirustiya serokwezîrê Bulent Ecevît û tevî hewldanên wî yên xwetasfiyekirinê, nêzikatiyên neyînî yên MHP’ê û biryara hilbijartina pêşwext di vê de roleke girîng lîst.

Tirkiyeyê di kaosa antî-kurd de bihêlin

Zemîna çareseriya demokratîk û aştiyê pêk nehatibû. Herî kêm bi qasî îxtîmala aştî û çareseriya siyasî ya di salên 1993 û 1998’an de, di serê salên 2000’î de jî ev îxtîmal nehat bikaranîn. Di vir de para van hêzan heye ku dixwazin ji sala 1925’an û vir ve Tirkiyeyê di kaosa antî-kurd de bihêlin û wisa têxin bin kontrola xwe. Doza kurdan ji tişta ku tê xuyanîkirin zêdetir, amûra manîpulasyona pergala hegemonîk e. Çaresernekirina wê ji bo pergala hegemonîk encameke baş e. Ji bo faşîstên tirkên spî jî polîtîkaya navxweyî bi psîkoza şer bi rê ve dibin. Dema ku pirsgirêka kurdan nayê çareserkirin, wê welat bi mantiqa şerekî navxweyî were rêvebirin. Gotinên ‘gefa navxweyî û derveyî’, ‘yekparetiya welat a nayê parçekirin’  her dem di dewrê de bû û bi vî awayî şer dihat domandin. Bi vî awayî kapîtalîzma dewletê bi despotîzmeke netewe-dewlet a ku zêde mînaka wê tune, wê derfeta mêtingeriya li ser welat bidomîne. Kurd ne ku bi tenê ji civak û mirovbûnê tên avêtin, di heman demê de ji bo qanûna kara zêde ya kapîtalîzmê jî dibin amûra herî fonksiyonel. Heke polîtîkaya şerê navxweyî ya li ser kurdan nebe, li Tirkiyeyê netewe-dewlet û kapîtalîzm nameşe. Tişta xerabtir, vê polîtîkaya şerê navxweyî wekî polîtîkaya yekalî û şoreşê tê domandin. Li hemberî dijminên ji derve û navxweyî, ev polîtîkayên ku qaşo ji bo yekitiya neteweyî û yekparetiyê tê domandin, polîtîkayên pergala hegemonîk e û di bin kontrola wê de tê domandin. Di serê salên 2000’î de jî heman polîtîkayên hegemonîk ên keleporî li pêşiya aştiya kurdan û çareseriya demokratîk hatibûn danîn. Her çiqasî tê îdîakirin ji bo nijadperestî û neteweperestiyê nehatine pêkanîn jî, di cewhera wê de polîtîkayên emperyalîst, mêtinger û qirker in.

Cewhera veguherîna PKK’ê

Li Îmraliyê dema ku min parêznameyên xwe yên pêşîn amade dikir, min vê analîza wekî girêka xirboqî ya kurdan ji xwe re kir esas. Ya rast jî ev bû. Baş derketibû holê, heta ku tarîtiyên di rastiya kurdan de nehata zelalkirin, wê rastiya min a ku xwe biparêzim jî feyde nekira. Piştî ku ji bo aştî û çareseriyê her tişt hat zelalkirin, dor hatibû ser analîza sedemên dîrokî û civakî. Parastina min a li dadgehê ya kurt bangeke aştiyê ya mutewazî bû. Parastina min a duyemîn a mezin wê karibûya vê girêka xirboqî vekira. Vê parastina ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo lêkolîna rastiya kurdan û hebûna kurdan a li hemberî şaristanî û modernîteyê bû. Rave dikir ku di avabûna pirsgirêka kurdan de berpirsyariya sereke ji kapîtalîzmê pêk tê, cewhera demokratîk a çareseriyê jî cara pêşîn ji netewe-dewletê vediqetand. Cewhera veguherîna di nav PKK’ê de jî ev nêzikbûn bû. Cihêtiya di navbera çareseriyên dewletparêz û demokratîk ên ku hê ji dema komê ve nehatibû zelalkirin, destnîşan dikir. Di vir de ji sosyalîzma reel û ji doktrîna Marksîst û Lenînîst a klasîk jî vediqetiya. Mafê ku netewe ji bo diyarkirina dahatûya xwe didan, ji çarçoveya mafekî birjûwa hatibû derxistin û tev li nav demokrasiya civakî hatibû kirin. Ango bêyî ku mirov têkeve nav dewletparêziyê, nekeve nav lêgerînên netewe-dewlet û çareseriyên di van çarçoveyan de ferz neke, di nav modelên rêveberiya demokratîk a civakê de dikaribû bihata çareserkirin. Cewhera veguherandina PKK’ê ev bû. KADEK û KONGRA-GEL di warê termînolojîk de dihatin wateya vê rastiyê.

(Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin)

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar