Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Çima her dem jin?

Ciwana Cumaa |

Dema tundî tê gotin, tenê lêdan tê bîra mirovan. Tundiya herî giran ku li jin û civakê hatiye kirin tundiya zagon û hişmendjiya kor ku bi hezar sal in ser jin û civakê hatiye meşandin.

Bi hezaran jin bi tundiyê re rû be rû dimînin ‘Di civaka serdest de hebûna jinan tune tê hesibandin, ev yek dibe înkara hêza jinan.’ Di 25’ê Mijdarê de gelemperiya cîhanê tundiya li dijî jinan tê şermezarkirin, pêwîst e jin ji vê tundiyê re bêjin êdî bes e. Ji bo wê jî pêwîstiya jinan bi rêxistinbûyî û xwe nsakirinê heye, ger jin xwe rêxistin nekin nikarin xwe azad bikin, ger jin azad nebin jî nikarin pêşî li tundiyê bigirin. Bi saya ramanê Rêbertî û şoreşa li Rojhilata Navîn û cîhanê jinên kurd êdî xwe naskiriye û êdî ew dizane çi dixwaze û xwe çawa birêxistin bike.

Jin-dayik di destpêka şaristaniyê de jiyan bi destê wan dihat xurtkirin û civakbûn li dora wan kom dibû. Piştî pêşketina hişmendiya mêrê serdest, pergala qral-rahîb û dewlet-netewan, hebûna jinan jî di nava civakê de hat tunekirin. Jinên ku civak ava kirin û bû hêza çareseriyê, kirin pîrebok û di nava agirê dojehê de şewitandin. Her ku hişmendiya mêr-dewletê pêş ket nirxê jinan jî kêm bû. Heta mirov dikare bêje di nav pergala feodal-kapîtalîst de bi tu awayî nirxê jinan nema. Bi pêşketina pergala kapîtalîst re hebûna jinan jî hat tunekirin. Kesên ku civak diafirand, dayika jiyanê bi demê re bi destê kurên xwe bû amûra dilxweşkirina mêran û li kolanan hatin firotin. A rast ne li kolanan tenê, di bin navê zewacê de di hundirê malê de jî bê agahiya wê û dilê wê bi destûra bav, bira, mam, xal û rûsipiyên eşîrê li gorî dilê mêran bi mûçeyên cuda di hundirê sûka malê de hat firotin û navê wê firotinê jî kirin qelen-next an jî xerca nava malê û li hin deveran jî kirin pereyên heqê şîrê dayikê. Di bin navê zêdebûnê de bi jinan jî dan bawerkirin ku neçar in bizewicin û bibin xwedîmal, dayika zarokan an jî hevjîna mêrekî ku qet nas nake. Lê tu kesî jê nepirsî ka pergala heyî dipejirîne yan na. Yan jî tu kesî nirx neda dengê wê, ji ber zilamê desthiladar tu car li jinan guhdar nake.

Ger em behsa niha bikin an ku piştî jin êdî azad bûn û destkeftî bi dest xistin li ber çavan e ku çawa çavên her kesî li ser e, da ku wê bişkînin, lê belê niha jin êdî nema jinên berê ne, xwe birêxistin dikin û li hemberî tundiyê şer dikin.

Lê belê ji tirsa hêza jinan re, jinan  hedef digirin û herêmên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî mînaka herî mezin in, her roj revandin, destdirêjî, kuştin û her tiştên xirab bi ser wan de tînin.

Lê belê bi van bûyeran dê tu caran nikaribin hêza jinên azad bişikînin herdem em hene û her em ê li ber xwe bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar