Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Çîmen Şine: Dewleta tirk û Îran bi heman rêbazan nêzikê jinan dibin

Di 3’ê îlona 2022’yan de li bajarê Merîvanê ya rojhilatê Kurdistanê cîranê wê Goran Qadrî li ser navê alîkariyê hat ber deriyê Şilêr Resûlî. Peywirdare îstîxbarata Îranê Goran Qadrî ê çekdar xwest tecawizî Şilêr Resûlî bike. Şilêr Resûlî jî ji bo ku xwe biparêze, xwe ji kata duyemîn a avahiyê de avêt. Şilêr Resûlî ya ku du zarokên wê hene piştî tedawiya 5 rojan a li nexweşxaneyê di  8’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku Resûlî jiyana xwe ji dest da Merîvan di serî de li hemû bajarên rojhilatê Kurdistanê jin daketin qadan û li pêşiya avahiyên dadgehan kom bûn. Jinan diyar kirin ku bêdengiya li hemberî kuştina jinan were şikandin û cezayekî giran li Goran Qadrî were birîn.

Endama Koordînasyona KJAR’ê Çîmen Şîne ji bo Şilêr Resûlî ku li Merîvanê dema hewl dida ji êrîşa destavêtinê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, wiha axivî: “Wê nîşan da ku ruhê azadiyê yê jinan çiqasî xurt e. Îran û Rojhilat wê bi jinan azad bibe.”

Hûn dikarin destavêtina ku bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê li dijî jinan hatiye kirin binirxînin? Bi êrîşa tecawizê ya ku li bajarê Merîwanê li dijî Şilê Resûlî hat kirin, peyama ku tê xwestin bê dayîn çi ye?

Sedsala 21’an sedsala jinan e. Jinên kurd weke pêşengên vê serdemê hem li Kurdistanê û hem jî li hemû cîhanê, hem pêşengiya çareseriya pirsgirêkên giran ên mirovahiyê dike, hem jî ji bo gelê kurd ku hebûna wî hatiye înkarkirin û tunekirin birêxistin dike, bi sekneke çalak nûnertiya bi vîn û hişmendiyê dike.

Ji ber vê yekê rejîma Îranê di çarçoveya polîtîkayên xwe yên qirkirinê de li dijî têkoşîna azadiya jinan her tim tundiya taybet û sîstematîk li dijî jinan bi kar aniye. Ev jî weke gelek rewş û qirkirinên bi vî rengî, bi taybetî li dijî pêşketin û bilindkirina têkoşîna jinan a li Îran û rojhilatê Kurdistanê pêş dikeve. Dîsa weke polîtîkaya netewdewletan li dijî lêgerîna azadiyê ya jin û gelan tê pêşxistin. Helbet bi armanca tasfiyekirina daxwaz û berxwedanên azadiyê bi şêweyên cihêreng û pir armanc tê pêşxistin. Îro li gelek deverên cîhanê zîhniyeta destavêtinê ya ku li ser esasê êrîşên dijminane yên li dijî jinan hatine pêşxistin. Ev zîhniyet bêtehamuliya serdestiya mêr a li hemberî jinan a li herçar parçeyên Kurdistanê ye. Dewleta faşîst TC û rejîma mêtinger a Îranê bi awayekî sîstematîk li ser jinan weke rêbazeke şerê taybet dide meşandin.

Bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê, tacîz û destavêtin, tundî, întîhar û kuştin bûne sedema xwekuştinên bi guman ên li dijî jinên kurd. Ev ne bûyerên yekcarî ne, di çarçoveya polîtîka û plansaziya şerê taybet de hatine pêkanîn. Êrîşên qirkirinê bi zanebûn û sîstematîk tên kirin. Komkujiya jinan komkujiya civakê ye.

Bi taybet berpirsyarê beşeke girîng a van êrîşan endamên taybet ên rejîma Îranê bi xwe ne. Ev qetlîamên li ser jinan li bakurê Kurdistanê ji aliyê dagirkeriya TC endamên artêşê ne. Zêdebûna destavêtina jinan encama vê zîhniyetê ye. Tişta ku li Merîvanê qewimî, mînaka vê yekê ya îroyîn e û polîtîkayên şerê taybet ên dijberî jinan ên rejîma Îranê û dewleta AKP-MHP’ê bi awayekî zelal radixe ber çavan.

Herî dawî êrîşa tecawizê ya li dijî Şilê Resûlî ya li bajarê Merîvanê yê rojhilatê Kurdistanê pêk hat, li hemû jinan hat kirin. Ji bo ku bedena xwe ya azad rizgar bike, xwe ji avahiyê avêtiye. Peyama ku Şilêr da, nîşan dide ku ruhê azadiya jinên li Îran û rojhilatê Kurdistanê çiqasî xurt e. Ev rastiya jina azad a ku serî natewîne bûye wijdanê hemû civakê. Ji ber vê yekê xelkê Merîvanê bû lehî herikî. Gelê Kurdistanê xwedî li Şilêrê derket.

Em baş dizanin ku ev polîtîka êrîşên plankirî ne. Berhema rejîma mêtînger a Îranê û hizra netewe-dewletê ye.  Zîhniyeta zayendperest û serdest ên meleyen ku her roj li Îranê fetwayan didin e. Ev meleyên şerê taybet ên dewletê ne ku dibêjin Îran bi destê jinan wê hilweşe.

Ji ber ku hêmanên taybet ên dewletê, pêşdebirê vê mejiyê bi xwe ne. Em baş dizanin ku vala vala bi tu awayî nayê gotin ku pergala Îranê bi destê jinan wê hilweşe. ‘Ev ne tenê nirxandineke li ser bingehê olê ye. Bi pêşengiya KJAR’ê li Îran û rojhilatê Kurdistanê, li dijî van êrîşan bersiva me wê hêj bêhtir rêxistinkirina civakê be. Rejîma mêtînger a Îranê ku baş dizane jin hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ya rojhilatê Kurdistanê ye, bi destavêtin û tundiyê dijminatiya jinan dike. Dîsa êrîşeke şerê taybet a bi armanca kontrolkirin û tepisandina vîna jinan û belavkirina têkoşîna jinan a rêxistinkirî ye. Hişmendiya ku li Îran û rojhilatê Kurdistanê warên ku jin bi awayek azad bêhn lê bigire nemaye, berhemê şerê taybet e. Plan kiriye. Ji jinan re peyama ku kole bimînin, didin.  Yek qadeke ewle ya we nîne, nêzîkatiya wê zîhniyeta tecawizkar e. Sedsala 21’an hewldanek e ku rastiyê berovajî bikin e. Îran û rojhilatê Kurdistanê wê Şilêr Resûlî ya bi rûmet, wêrek û wek navê xwe bi ruhê azad, tevî jinan azad bibe.

Îran bi nêzîkatiya xwe ya avakirina civakeke zayendperest, diyardeya mêraniyê xurtir dike. Kolan, mal, kargeh û qadên xebatê bi atmosfera zext û tundiyê ji terora mêr re vekiriye. Zilamtiya bi motîvasyon veguheriye amûreke şerê taybet ku li dijî civak û jinan bi teşwîq û provokasyonê tê bikaranîn. Îran hêzên xwe yên wek polis û pastar û hemû dezgehên xwe ji bo êrîşkirina jin û zarokên keç, ji bo hilweşandina civakê bi kar tîne.

Li herçar parçeyên Kurdistanê, çeteyên ku bi qilifê cellad- azraîlan ji aliyê rejîmê ve hatine avakirin, bi şikandina îradeya jin û zarokên keç bi êrîşên zayendî ku yek ji pêkanînên herî tund ên şerê taybet e, hewl didin rûmeta jinan bi van êrîşan hilweşînin û xeyalên zaroktiyê veguherînin kabûsê.

Li rojhilatê Kurdistanê destavêtina li ser jinên kurd weke polîtîkayeke nû ya qirkirinê tê pêşxistin. Helbet îro li Hewramî ya Merîvanê di şexsê jinên kurd de li dijî tevahî jinên Îranê destavêtina namûs û rûmetê bi zanabûn in. Jin, gel wê van destan bişkînin. Ji ber vê sedemê şikandina van destan erka sereke ya her jin û mêrê kurd yê bi namûs e. Kurd bi qedir, sadebûn, mêrxasî û rûmeta xwe tên naskirin. Ger ev nirx di nav kurdan de bên xirakirin û şikandin dê tiştek ji kurdan nemîne. Ji ber vê yekê jî bêdengî wê were wateya erêkirinê û her wijdanek bêdeng wê tarî bibe, her exlaq wê biqelişe û her mirov ber bi tunebûnê ve biçe.

Dîsa di bûyerên bi vî rengî de xwedîderketina civakê ji aliyê jinan ve pir girîng e. Divê tu jin bi tenê neyê hiştin, Şilêr Resûlî ne bi tenê ye. Li dijî zîhniyeta dewletê ya tecawizkar, hemû gelên rojhilatê Kurdistanê, kurd, fars, ereb, belûc, azerî û hemû gel û komên baweriyan li dijî vê zîhniyeta tecawizkar a dijmirovî, dê bertekên raya giştî ya demokratîk bidomîne û li dijî axaftinên zayendperest û pêkanînên destavêtinê têkoşîna xwe bilind bike.

Dîsa li Bakur serdegirtin û girtinên jinên kurd, girtina Semra Guzel û jinan li qada siyaseta demokratîk, ji holê rakirina destkeftiyên jinan ên ku di encama têkoşîna me ya jinan de li her derê hatine pêşxistin, armanc dikin. Bêguman êrîş bi awayekî pir plankirî û armanckirî tên kirin. Armanc ew e ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd ên ku li rojhilatê Kurdistanê dînamîk û xwedî hêza azadiyê ne, bi bêparkirina hêza wan a pêşeng tasfiye û tune bikin. Her wisa, em dibînin ku êrîşên pir zirav û bi pergal ên ku li ser jinan ku civata kurd tê hedefkirin hatiya pêşxistin.

Rejîma Îranê plana xwe ya şerê taybet xistiye meriyetê. Dema em qala fetvayên ku dibêje Îran wê bi destên jinan were hilweşandin, tam mebesta wî ev bû. Hewl tê dayîn jin bê îrade bin û li hemberî her cure êrîşên psîkolojîk, zayendî, destavêtin û fizîkî vekirî bin. Herî dawî jî ev yek li Merîvanê bi jineke kurd a zewicî û dayika du zarokan hat kirin.

Divê baş bê zanîn ku Şilêr Resûlî ya li Merîvanê întîhar nekiriye, li dijî tecawizkar, îslama sexte û endamên artêşa taybet, ji bo parastina jiyana xwe, xwe ji avahiyeke bilind avêtiye. Li dijî serdestiyê mêr serî hildaye. Mêranî tune kiriye. Û bi vî awayî riya jiyanê hilbijartiye. Ji bo xweparastinê ji avahiyê xwe avêt. Li hemberî hişmendî û zîhniyeta mêran xwe parast.

Polîtîkayên zordar ên rejîma mêtinger a Îranê ya li dijî jinan, encama qanûnên ku jinan qels dike ne. Li hemberî vê zîhniyeta ku mêran diparêze gelê me li Merîvanê rûmet û nasnameya xwe parastiye. Em weke tevgera jinên Rojhilat we silav dikin. Divê ev şerkerê taybet û tecawizkar, kujer bi her cureyê bê cezakirin. Heya ku ev qatilê tecawizkar neyê girtin divê kes li malê rehet raneze. Jin wê her cure xweparastinê bikin. Vê zîhniyetê Şilêr Resûlî qetil kir. Di rastiyê de bi vî awayî planê qirêj yê rejîma Îranê aşkera bûye û êdî nikare veşêre. Gelê me vê yekê dizane. Li hemberî vê em dibînin ku divê bi her awayî xwe biparêze û bi rêxistin bike.

Ji bo pûçkirina van polîtîkayên şerê taybet ên dewleta mêtînger a Îranê, divê hemû gelê me bi taybetî jinên kurd, fars, belûc, ereb, askanî û azerî pir bi zanebûn û hestiyar tevbigerin. Dixwazin vîna azad a jinan li Kurdistanê bê tunekirin. Tê xwestin ku hêza dînamîk û demokratîk ji holê bê rakirin.

Divê em zanibin ku îro ne tenê li Merîvanê li seranserê axa me û rojhilatê Kurdistanê hemû polîs, leşker û efser, di nava van planên şerê taybet ên qirêj de ku berxwedana me ya jinan, civakbûna me, nirx, destkeftiyên me, hebûna me ya jinan, bi kurtasî nasnameya me dike hedef.

Divê ev yek kêliyek jî neyê jibîrkirin. Ji ber vê yekê divê bi van kesan re têkilî û hevpeyvîn neyê kirin. Di vê mijarê de divê civaka me polîtîk nêzîk bibe û bi awayek rêxistinkirî tevbigere. Dewlet bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide vê rastiyê veşêre û li ser bigire. Ji bo vê jî divê civak xwedî wijdan be û rêxistinbûna hevpar pêş bixe. Encax dema ku rêxistinbûna xwe li her tax, kolanê çêbikin, ew ê haya wan ji hev çêbibe. Civak dikare parastina xwe bike. Gelê kurd jî bi pêşxistina zanistî û rêxistinbûna xwe ya siyasî-îdeolojîk re wê bibe xwedî hêza ku van polîtîkayên şerê taybet pûç bike. Lewma weke tevgera jinên Rojhilat divê hemû gelê me bi taybet jinên kurd di vî warî de hestiyar û hişyar bin, derdora xwe hişyar bikin, tev li bibin û li hemberî her cure êrîşên şerê taybet xweparastina xwe pêş bixin. Ji bo li dijî van êrîşên dijminane yên ku ne tenê destkeftiyên jinan, îrade û hebûna jinan bi xwe jî hedef digirin, ne tenê mil bi mil, têkoşîna hevpar divê esas bê girtin. Ji ber rejîma mêtinger a Îranê hêza xwe ji parçebûna rêxistinên jinan digire.

Destkeftiyên jinan ên hemû jinan e. Ji ber vê yekê divê hemû jin destkeftiyên ku bi têkoşîna rêxistinkirî derketine holê biparêzin û hembêz bikin. Dema ku em ji aliyê jinan ve bên xwedîkirin û parastin, dema ku em bi rastî jin bibin yek, em bi hêz in. Divê neyê ji bîr kirin ku polîtîkayên desthilatdariyê ên rejîma mêtînger, me tenê hebûnek objektîf dihesibîne. Bi polîtîkayên pir nazik hewl didin me têxin rewşek ku em guh bidin zilamê serdest. Hewl didin ji bo vê yekê zemîna siyasî, aborî, bîrdozî, civakî û çandî deynin. Weke jinên ku lêgerîna wan a azadiyê bênavber e, em tu carî nikarin vê yekê qebûl bikin. Li hemberî vî şerê taybet ê qirkirinê yê ku bi armanca şikandina berxwedana gelê me û tunekirina civaka me ya li rojhilatê Kurdistanê û êrîşên li ser jinan tê kirin, rêxistinkirina xweparastin girîng e. Xweparastin ne tenê bi çekan tê kirin; Xweparastin di zanabûn, hest û di hemû qadên jiyanê de pêş dikeve. Bi vê yekê re jinên Îran û rojhilatê Kurdistanê, divê li dijî her cure êrîşên mêr, destkeftiyên têkoşîna xwe biparêzin û yekîtiya xwe xurt bikin. Divê em azadiyên xwe biparêzin û li dijî qirkirina ku li ser me tê ferzkirin xwedî helwest bin. Û em dibêjin Îran û rojhilat wê bi jinan azad bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar