Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Çîroka kurdên Kolnê

Înternet parçeyek bingehîn a her malê ye. Her kes herî kêm rojê carekê xwe digihîne înternetê. Hem ji bo xwendekaran û karkeran hem di hêla perwerde û lêkolînên wan de rolek girîng dileyze. Ji bo ronamegeran jî bê înternet kar kirin gelek zehmet e ji ber ku li ser rêya înternetê lêkolîn kirin kêm dem digire û hêsantir e.

Lê mixabin ji ber em ne xwedî arşîv in dema em lêkolînek dikin rastî gelek zehmetiyan tên. Mînak ji salên 1980’î vir ve li Almanya û deverên Ewropayê gelek saziyên kurdan hene lê mixabin piraniyan wan ji xwe re arşîvek çênekirine. Komel ji vir û 41 sal berê hatine avakirin lê ji ber ku rêvebiriyên wê demê yan arşîv bi xwe re birine, yan jî qet arşîv nehatine çêkirin îro di destê xebatkaran de tu belge yan jî dîmen nîn in.

Hinek wêne û nivîsên wê demê di Serxwebûnê de hene û hatine arşîvkirin a moral dide mirov jî ev e lê mixabin ev têrê nake.

Divê saziyên me yên ku komel, meclis û înîsiyatîf di bin banê wan de kar dikin, arşîvên bi rêk û pêk çêbikin. Kar û xebat û keda ku ev 41 sal in tê dayîn mixabin ne bi dîtbarî ne jî bi nivîskî hema hema qet nine ev yek mirov diêşîne.

Her sazî, wek meclis, înîsiyatîf û komîn divê xwedî arşîvek kar û xebatan be. Bi kîjan zimanê dibe bila bibe, divê dîmen û nivîsên der barê xebatan de ji bo pêşerojê werin arşîvkirin.  Ev yek nebe dê bîra me were windakirin, wek arşîvên me yên di destê xelkê de.

Armanca vê nivîsê ew bû ku ez hinek behsa bajarê Koln (Cologne) û rêxistinbûyana kurdên Apocî bikim. Lê ji ber zehmetiyên arşîvê herdêm tê pêşiya min, min xwest ez hinek li ser vê yekê binivîsim.

Koln bajarê herî mezin ê Nordrhein-Westfalena Almanyayê ye û xwedî dîrokek kevnar a 2 hezar salî ye. Ji Milyonek zêdetir nifûsa wê heye.

Sembola bajêr Katedrala Kolnê 3’yemîn Katedrala bilind a cîhanê ye. Avakirina wê di sala 1248’an de dest pê kiriye û 632 sal şûnve ango di sala 1880’an de qediya ye. Katedrala Kolnê ji sala 1996‘an vir ve mîrateya cîhanî ya UNESCO ye. Bajar di heman demê de wekî keleha karnaval û navendek medyayê jî navdar e.

Bi peymana karkirinê ya ku Tirkiye di 30’ê cotmeha sala 1961’ê de bi Almanyayê re îmze kir kurdan jî ji bo karkirinê berê xwe dan Almanya yê. Kurdên ku di salên 1964’an de hatin bajarê Kolnê murdên ji Mereşê bûn.

Di demên ku hîn tu komelêyên kurdan li Almanya tunenin, kurdên Apocî ango aligirên Koma Şoreşgerên Kurdistanê yên wê demê civînên xwe yan li malên welatparêzan, an jî li Bottmuhleyê ango li aşê berê ya ba û genim li dar dixin. Ev birca kevn a ku di navbera salên 1550-1588’an hatiye çêkirin û çar qat li di navbera Bayenturm û Severinstorburga Kolnê de ye. Ev birc ji salên 70’yî vir ve navenda rêxistina ciwanên sosyalîstên alman ên bi nave (Die Falken e).  Dema Apociyên wê demê ji wan ciwanan daxwaz dikin ku heftê carê civînên xwe li vê derê dar bixin, ji ber tevgereke nû ne û komeleya wan nin e.

Ev daxwaza wan ji hêla Ciwanên Sosyalîst ve tê qebûlkirin û dûvre Apociyên li Berlîn, Parîs, Hollanda û Frankfurtê dijîn dawiya hefteyê li vir kom dibin û civînên xwe li dar dixin û manîfestoyê li wir dixwînin.

Rojnameya Serxwebûnê jî di sala 1982‘an de li Kolnê dest bi weşana xwe kiriye.

Dîsa weşanxaneya yekemîn jî li Kolnê hatiye vekirin. Her ku tevgera azadiyê mezin dibe, bêtir pirtûk têne çapkirin û ji bo cihkirina van pirtûkan apartmanek tê kirêkirin. Pirtûk, rojname û kovar ji bo demeke dirêj tên vir. Ji vir jî tên belavkirin.

Dîsa Hunerkom ‘Yekitiya Hunermendên Welatparêz ên Kurdistan’ ango saziya hunermendên kurd ên li Ewropayê di sala 1983’an li Kolnê dest bi xebatên xwe kiriye.

Yekemîn komeyala ku ji hêla Apociyan ve hatiye avakirin Komeleya Şoreşgerên Kurdistanê ya li Kolnêyê û di sala 1980’î de hatiye avakirin. Komîteya Kurdistanê û Federasyona Komeleyên Kurdistanê jî li vir hatine vekirin.

Bajarê Kolnê ji enstituya kurdî bigire heya sazî û rêxistinên cuda ên kurd re mazûvanî kiriye. Gelek konser, festîvalên çandî, şev û çalakiyan din jî li vir çêbûne.

Kurdên ku ji bo rêxistinbûyîn û nasnameya xwe têkoşîn dane heya îro jî di nav wan saziyan de cihê digirin.Îro jî di bin banê Mala Kurdan de jî ji bilî Meclisa Giştî ya Kolnê, Meclisa Viyan a Jinên Kolnê kar û xebatên xwe yên ji bo rêxistinbûyîn, zanekirin û guherindina civakê dimeşîne. Meclisa Viyan a Jinên Kolnê di sala 2008‘an hatiye damezrandin û navê xwe ji Şehid Viyan Soran digire.

Meclisa Viyan xebatên wek şano, gruba dengbêjên jinan, folklor, perwerde, panel, bîranîn, sersaxiyan dimeşîne.

Hevî dikim ku ev nivîsa min xwe bigihîne cihê peywendîdar û ew li ser pirsgireka arşîvê bisekinin.

Nûçeyên Têkildar