Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Dem dema kurdên azad e!

Welat Perwer |

Dewleta tirk li gorî rastiya Anatolyayê nehat avakirin. Di rastiya xwe de Anatolya wek baxçeyê gelan bû. Li Anatolyayê pir netew, pir bawerî û pir çand hebûn û van hemûyan bi hezaran salan li vê xakê hebûna xwe bi vî awayî domandibûn. Lê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn komara tirk ne li gorî xwezaya vê erdnîgariyê hat avakirin. Dewleta nû ya bi navê komara tirk bi feraseta netew-dewletê ava bû. Vê ferasetê jî, xwe disparte jiholêrakirina rengîniyê. Hemû rengîniyên neteweyî, çandî û baweriyê di nava tirkitî û îslama sunî de hatin tunekirin. Li derveyî tirkitî û sunîtiyê ji tu kesî re mafê jiyanê nehat dayîn. Tişta ku para kurdan jî ket, qirkirina fîzîkî û çandî bû. Bi vî awayî qirkirin û asîmîlekirin li ser vî esasî jî jiholêrakirin, bû yekane polîtîkaya netew-dewleta tirk.

Di vê rewşê de dê gelê kurd an teslîm bibûya, yan jî li ber xwe bida. Bêguman gelê kurd berxwedan tercîh kir, dev ji çand û zimanê xwe berneda, bi dehan caran serî rakir. Teslîmiyet ji xwe re qebûl nekir. Lê ji hundir ve bêrêxistinîbûn û parçebûna gelê kurd, ji derve jî desteka hêzên hegemon ên cîhanî ya ji bo dewleta dagirker a tirk nehişt ev berxwedan bi ser bikeve. Di nav van şert û mercan de her ku çû, dewleta dagirker bawer kir ku êdî bi ser dikeve û vê carê koka kurdan qelandiye. Êdî rayê jiyana kurd û Kurdistanê ziwa bûye.

Ev rastiya gelê kurd û dagirkeriyê bû sedem ku Tevgera Azadiyê derbikeve. Tevgera Azadiyê her çi qas wek berdewamiya têkoşîna gelê kurd a dîrokî derketibe jî lê bi awayekî cuda hat damezirandin. Xwe bi parçeyekî ve sînordar nekir. Ji ber ku ji têkçûyîn û belavbûna raperînan û qirkirinên beriya xwe dersên dîrokî hatibûn derxistin. Damezirînerê Tevgera Azadiyê tişta ku bi gelê kurd dayî windakirin çibû û ya ku gelê kurd bigihêne serkeftin û serfiraziyê çi ye, baş fêm kiribû. Ji bo wê jî bernameyeke ku Kurdistan û gelê kurd yekpare dibîne esas girt.

Ji ber ku xwe li gorî xwestek û armanca gelê kurd damezirandibû, di demeke pir kurt de di nava gelê kurd de Tevgera Azadiyê pir xurt bû. Li gorî bernameya xwe ya neteweyî tevgeriya û endamê xwe şand hemû deverên Kurdistanê. Bi vê re jî sînordar nema, kadroyên xwe şand derveyî welat û hewl da ku hemû kurdan birêxistin bike. Ev ked û sekna neteweyî ji aliyê gelê kurd ve hat qebûlkirin û bi demê re êdî ji hemû parçeyên Kurdistanê kurd ref bi ref tev li Tevgera Azadiyê bûn. Bi vî awayî kurd êdî dibûn netew.

Tevgera Azadiyê di dirêjahiya dîroka xwe de tu demê xwe wek rêxistina yek parçeyê negirt dest, xwe wek tevgereke neteweyî, herêmî û heta cîhanî girt dest û ji bo vê yekê jî hemû berpirsiyariyên xwe pêk anî.

Gelê kurd kir xwedî îrade û fikir. Gel birêxistin kir, derfet da destê gelê kurd da ku pê bikaribe li hemberî dewletên dagirker hebûna xwe biparêze, li ber xwe bide. Di jiyana gelê kurd de guhertinên pir mezin afirand. Pîvanên welatparêzî û jiyanê danî. Xumama li ser başî û nebaşiyê, berxwedan û teslîmbûnê, egîdî û xayîntiyê belav kir. Li Kurdistanê her tişt zelal kir. Jinên kurd bi Tevgera Azadiyê re ji nû ve jidayik bûn, vejiyan. Vê yekê jiyana kurdan ji serî heya binî guhert.

Bi vî awayî Tevgera Azadiyê ji milekî ve li dijî dagirkeriyê gelê kurd kir xwedî îrade, kir gelekî têkoşer û ji milê din ve jî di nava civaka kurd de guhertinên bingehîn ava kir û bi vî awayî di demokratîzekirina civaka kurd de bû xwedî roleke diyarker.

Bi taybet jî bi şoreşa Rojava re her tiştê ku di bingeha wê de Tevgera Azadiyê heye, êdî bû cîhanî. Di roja me ya îro de Rêbertî, Tevgera Azadiyê, têkoşîna azadiya gele kurd, jinên kurd êdî ji aliyê her kesî ve tên naskirin. Mirovahiya ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dide, vî kurdê azad ji bo xwe jî wek ronahî û hêvî dibîne. Jixwe her ku diçe hejmara dost û aligirên kurdan jî zêde dibin. Mirov bi rihetî dikare bibêje ku êdî dem dema kurdên azad e.

Lê ji milê din ve, îro behsa kurdên ku di navbera sînorê Belarûs û Polonyayê de asê mane û rojane dimirin, tê kirin. Cîhan rûyê din ê kurdan jî temaşe dike. Bêguman ev rûreşî û rezîltiya PDK û bi taybet jî binemala Barzaniyan e. Qaşo ev partî û ev binemal rêveberiya parçeya azad a Kurdistanê ne. Lê kurdên ku bi salan ji bo Kurdistaneke azad bedelên pir mezin dan, niha bi çargavî ji vê Kurdistanê direvin. Lê divê nerevin. Divê gelê me li ser xaka xwe bimîne, li dijî hemû cure neheqiyê bisekine. Ger ku vê rêveberiyê ne qayîl e, wê demê divê têkoşîna guherînê bide.

Em careke din dibînin ku li Kurdistanê du xet hene. Kurd bi yekî serbilind û serfiraz dibin, bi ya din jî perîşan dibin. Divê êdî em vê perîşaniyê li Kurdistanê bi dawî bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar