Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...
Çarşem - 19 Çile 2022

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Dereng, kêm lê baş e

Hêlîn Cûdî |

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, mijarên dadgehkirina Rêber Apo û bi cezayê muebeda girankirî ya ku bi tu rengî nikare ji girtîgehê derkeve, nirxandin. Li gorî qanûnên Ewropayê, cezayekî ku mafê hêviyê nebe, nikare were birrîn. Ji ber ku Tirkiye jî endamê Konseya Ewropayê ye, divê xwedî qanûnên li gorî vê yekê be. Destûra bingehîn a Tirkiyeyê jî qebûl kiriye ku ew qanûn û peymanên navneteweyî ku wê mohra xwe li binî daniye, di hukmê madeyên destûra bingehîn de ne.

Di rewşeke nakok de peymanên navneteweyî lê ne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hem mohra xwe ji bin van peymanan nakişîne hem jî pêwîstiyên van peymanên navneteweyî bi cih nayîne. Bi taktîkên mijûlkirinê, demdirêj van peymanan bi cih nayîne. Dewleta tirk ji ber ku difikire, ji ber pêwîstiyên berjewendiyên Yekitiya Ewropayê, nikare yekser helwestê nîşan bide, her tim vê yekê dike.

Jixwe Konseya Ewropayê, ev madeya peymanê ya ku li nav raya giştî jê re ‘Mafê Hêviyê’ tê gotin, beriya bi salan xwestibû bi cih were anîn. Lazim bû ku dewleta tirk qanûnên xwe di çarçoveya vê hişyarkirinê de biguherîne lê ev yek pêk neanî. Konseya Ewropayê jî çavê xwe li vê mijûlkirinê miç kir.

Ji ber vê sedemê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, biryareke gelekî dereng ketî ye.

Bêguman qebûnelkirina cezayê girtîgehê ya heta hetayî ya girankirî ku pêşiyê li derketina ji girtîgehê digire, biryareke girîng e. Ji ber vê yekê weke Rêber Apo, girtiyên din ên bi vî rengî ceza xwarine, wê karibin ji vê biryarê sûdê wergirin. Bi vê biryarê pêvajoya rakirina cezayê girtîgehê ya heta hetayî ya giran, dest pê kiriye. Lê tê zanîn ku dewleta tirk bi qanûnên din ên ku cezayên wan qediyane jî bernade. Ji ber vê çendê gelek malbat, li dijî vê kiryarê dest bi çalakiyê kirine.

Her çiqasî biryareke dereng be jî, dewleta tirk bi qanûnên din, bi israr e Rêber Apo û girtiyên din di girtîgehê de bigire jî, divê mirov vê biryarê erênî bibîne. Bêguman salek mohlet dayîna wan, gotina ev biryar nayê wateya berdanê, tê wê wateyê ku derfetê didin dewleta tirk ku dîsa bi rengên din mijûl bikin û kirinên di girtîgehê de hiştinê dewam bike.

Divê ev têgihîştina ku dixwaze dewleta tirk rehet bike, were rexnekirin. Gotineke weke ‘Edaleta dereng mayî, ne edalet e’ heye. Ji vî alî ve ev biryara oportûnîst û naxwaze dewleta tirk nerehet bike, karakterê Konseya Ewropayê û saziyên pê ve girêdayî, derdixe holê.

Ya rastî, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikarîbû vê biryarê jî nede. Ji ber ku di mijarên mijûlkirin û li demê belavkirinê de, ev sazî êdî pispor bûne. Bêguman dema berjewendiyên wan tê de hebin, dikarin biryarên gelekî lezgîn jî werbigirin. Lê dema berjewendiyên xwe tê de nebînin, biryareke pêwîst e were girtin jî, dikarin li salên dirêj belav bikin. Bi taybetî dema ku mesele kurd bin, weke dewleta tirk, dikarin qanûn û pîvanên xwe jî ji bîr bikin.

Biryardayîneke wiha ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku kêm e û kurdan tatmîn nake jî, bi têkoşîna gelê kurd û dostên wî pêk hatiye. Di salên dawî de ne bi tenê gelê kurd azadiya Rêber Apo kir rojev, gelek sendîka, saziyên demokratîk, rêxistinên jinan, siyasetvan û rewşenbîrên cîhanê jî ev mesele kirine rojev. Li cîhanê xebatên ji vî alî ve, rayagiştî ya girîng ava kiriye.

Li beramberî bandora vê raya giştî ya heyî, nekarîn li hemberî qanûnên tolhildanê yên li dijî Rêber Apo bêdeng bimînin. Nexwe, ev sazî wê bihatana teşhîrkirin û tu bawerî bi wan nedima. Ji ber wê jî para têkoşîna gelê kurd û dostên wê ya ji bo azadiya Rêber Apo dimeşînin, di vê biryarê de gelekî mezin in.

Divê ev yek were zanîn; dewleta tirk a dagirker û qirker, dema mesele kurd û Rêber Apo bin, destûra bingehîn û qanûnên xwe jî binpê dike. Jixwe li Îmraliyê, qanûn û pêkanîneke ji bo yek kesî tê bi rê ve birin. Esas ji bo kurdan destûra bingehîn û qanûnên heyî çi qasî faşîst dibin bila bibin, dîsa jî hin pêkanînan bi vê destûra bingehîn û qanûnan pêk nayînin.

Polîtîkaya qirkirinê ya li ser kurdan jî wiha ye. Ji ber vê sedemê li ser kurdan qanûneke qirkirinê ya yek madeyî ku ne nivîskî ye, tê birêvebirin. Vê gavê qanûna ku li ser gelê kurd û Rêber Apo tê meşandin, ev e. Vê qanûnê jî, tenê têkoşîn dikare ji holê rake. Derveyî vê, ev qanûna yek madeyî dê her tim dewam bike.

Di teşhîrkirina karakterê dewleta tirk de bandora vê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê çêbe. Ev ê jî bandoreke erênî li tekoşîna gelê kurd bike. Ew ê hêzê bide têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Wê were dîtin ku ev têkoşîn encamê digire, kampanyaya azadiya Rêber Apo jî, hîn bi hêz bibe û were birêvebirin. Di salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî de, azadiya Rêber Apo wê hîn zêdetir bikeve rojevê.

Cezayê darvekirinê ku li Rêber Apo birrîn, li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê ji holê rakir. Cezayê girtîgehê yê heta hetayî yê giran jî, wê bi tekoşîna azadiya Rêber Apo ji holê were rakirin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di mijara mafê hêviyê de li hêviya bersivekê ye ka dewleta tirk di nava salekê de çi dike û wê çi bike. Di vê salê de jî di mijara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de divê li her warî têkoşîn were xurtkirin. Bêguman ev têkoşîn wê bi têkoşîna azadiya gelê kurd re di zik hev de were meşandin.

Ez bawer dikim ku gelê kurd, dostên wî, hêzên demokrasiyê, jin, hemû hiqûqnasên li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û cîhanê wê tev li têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibin û salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî bikin sala şikandina deriyên Îmraliyê!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar