Niha jî Kembera Tirkan!

Heta niha ya ku dihat zanîn Kembera Ereban (Hizam el-Ereb) bû. Dibe ku dewleta tirk, ji vê siyaseta malxerab a dewleta Sûriyeyê sûd girtibe. Jixwe...

SADAT çete ye, Erdogan ser çete ye!

Rêxistina SADAT'ê ku çeteyên Erdogan bi rêve dibe, çend roj e careke din di rojeva Tirkiyeyê de ye. Kemal Kiliçdaroglû li meclisê axivî û...

Niha jî Kembera Tirkan!

Heta niha ya ku dihat zanîn Kembera Ereban (Hizam el-Ereb) bû. Dibe ku dewleta tirk, ji vê siyaseta malxerab a dewleta Sûriyeyê sûd girtibe. Jixwe...

SADAT çete ye, Erdogan ser çete ye!

Rêxistina SADAT'ê ku çeteyên Erdogan bi rêve dibe, çend roj e careke din di rojeva Tirkiyeyê de ye. Kemal Kiliçdaroglû li meclisê axivî û...
Şemî - 21 Gulan 2022

Niha jî Kembera Tirkan!

Heta niha ya ku dihat zanîn Kembera Ereban (Hizam el-Ereb) bû. Dibe ku dewleta tirk, ji vê siyaseta malxerab a dewleta Sûriyeyê sûd girtibe. Jixwe...

SADAT çete ye, Erdogan ser çete ye!

Rêxistina SADAT'ê ku çeteyên Erdogan bi rêve dibe, çend roj e careke din di rojeva Tirkiyeyê de ye. Kemal Kiliçdaroglû li meclisê axivî û...

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke mezin a tirk de girtin û bi tevahî şewitandin û wêran kirin. Lewre pêwist e hin xalên girîng di vê derbarê de werin nirxandin, kanê dewleta tirk bi destê malbata Barzanî çawa tola xwe ji van ciwanan digire?!

Şêladizê devereke ser bi qezaya Amêdiyê ye ku herêmek bi kanî, çem, newal, çiyayên bilind û befrînên xwe pir zengîn di warê jîngeh û jêderên xwezayî de ye ku yek ji cihên herî guncaw ên başûrê Kurdistanê ye ji bo çandin, lawirvanî, berhem û jêderên xwezayî û geştiyarî.

Ev herêma di sala 1991 ‘an de ji bo gelê deverê çavkaniyek mezin a berhemên xwezayî û xomalî bû.

Piştî gihîştina desthilata malbata Barzanî heta niha di nava 30 salên derbasbûyî de gundên wan deveran zêdetir ji 130 gund hatine valakirin û tu kes nikare sûdekê ji tevahiya wan berhemên xwezayî bistîne. Ji aliyekê malbata Barzanî dest bi ser zevî û milk û samanên gel de girtiye, her rengê berhemdariyekê ji aliyê bi taybet gelê Rêkaniyan sînordar kiriye, rê li hember pêşketinên gelê wê ku her ji kevin de xwe nespartine jêr biryar û fermanên vê malbatê, weke tolvekirinekê tu carî rê li hember tu pêşketineke wan vekirî nehiştin. Ji aliyek din dewleta dagirker a tirk bi hinceta hebûna gerîla li vê deverê û dehan deverên dinên berhemhêner ên herêmê bi salan e di bin bombebaran, barûd, agir û wêrankirinê de ne û heta niha ji bilî deverên dinên herêma Kurdistanê bi dehan hevwelatiyên sivîl ên deverên Amêdiyê û Şêladizê bûne qurbaniyên desthilata herêmî ya neberpirsyar û êrîşên neçaverêkirî ji aliyê dagirkeriya tirk.

Berê xelkê Şêladizê li dijî vê rewşa nerazîbûn û xwepêşandan kirine û hewara xwe gihandin desthilat, parlamento û aliyên têkildar ên herêmê, lê bi tu awayî desthilata herêmê li hember hovîtiya dewleta dagirker a tirk li dijî welatiyên sivîl ên herêmê ne tenê peyameke normal a protestoyî jî nedaye dewleta tirk, hevwelatiyên ku di balafirên dewleta tirk de şehîd dibin li qelem nadin, hem jî ji her alikarî û qerebûyekê bêpar tên hiştin. Di demekê de ku pêşmerge jî di nava van qurbaniyan de hene, tenê sê bira (Mecîd Mihemed, Tahir Mihemed û Remezan Mihemed) ku di 14/4/2018’an de li Şêladizê di encama bombebaranê de şehîd bûn, hemû pêşmerge bûn û beşdarî eniyên pêş ên şerê DAIŞ’ê jî bibûn.

Vê rewşê dewam kir heta ku firokeyên şerker ên tirk roja 23/1/2019’an li geliyê Reşava ya ser bi vê deverê ve du welatiyên ku pêşmerge bûn bi navên (Bextîyar Hesen Hetûtî) û (Ziyad Hecî Hetûtî) ji aliyê balafirên dewleta faşîst a tirk ve hatin şehîdkirin, rojek piştre di 24’ê heman mehê de 4 welatiyên din dîsa dê bibin armanca firokeyên Tirkiyeyê û şehîd dibin ku heta dawî jî cenazeyên hinekan nehatine dîtin, bêyî ku rayedarên herêmê dîsa tu daxuyanî û helwestekê li dijî sûcên dewleta dagirker a tirk raber bikin.

Ji ber wê jî hêrsa gelê Şêladizê digihîje asta herî jor û êdî bêhêvî û çaverê namînin û bi kîn û nefret ji bo protestokirina vê bêhelwestiya desthelata herêmê û tawanên dewleta tirk didakevin kolanan, ji ber girse û hêrsa xelkê vê deverê xwepêşandan veguherî serhildanê bi astekî ku êdî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên PDK’ê nayên kontrolkirin û li derdora baregeha artêşa tirk a li Sîriyê hêrsa xwe bi dirûşman nîşan didin, di destpêka vê xwepêşandanê de cendirmeyên artêşa dagirker a tirk gule li xwepêşanderan reşandin û di encamê de zarokê bi navê Hisên Rêkan ê 13 salî şehîd bû û hinek kes birîndar dibin, bi hezaran xwepêşander êrîşî baregeha leşkerî ya tirk dikin û cendirmeyên tirk ber bi çiyayan ve hil dikişin, baregeh bi temamî dikeve destê serhildêrên Şêladizê de û tevahiya tank û otomobîlên leşkerî yê di baregehê de dihên şewitandin, heta hat gotin ku hinek esker jî ji aliyiê serhildêranve hatine kuştin.

Di heman demê de balafirên dagirker ên tirk li asmanê Şêladizê û herêmê ji bo tirsandina xwepêşandêran nizm difiriyan. Di heman rojê û rojên din de gelek hêzên leşkerî yên PDK ku ji artêşa Zêrevanî û Asayîş û çeteyên roj pêk hatibûn bi hamer û çekên giran û eskerên heta ser lêvan çekdar ji bo parastina tirkan û tefandina xwepêşanderan bikin dighêjin deverê û bingehê ji destê xelkê derdixin û diparêzin, piştre jî dest bi girtin û revandina çalakvan û gelên deverê dikin.

Roja din Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmetê yê demê li ser esasê piştgîriya artêşa dagirkeriya tirk ragihand ku ew kesên ku berpisyarê êrîşa li ser baregehê bûn kesên têkder in û destên biyanî li pişt wan hene ku tevahiya wan ê werin girtin û cezayeke giran li wan were birîn. Rojek piştî vê daxuyaniyê komek çalakvan, welatparêz û rojnamevan biryar didin li roja 28’ê heman mehê ji bo piştgiriya xelkê Şêladizê û protestoya bombardiman û dagirkeriyên dewleta tirk li parka navdar bi parka Sebê ya li navenda bajarê Dihokê kom bibin. Lê yek bi yek, di heman rojê de berî vê kombûnê, bêtirî 100 kes li nuqteyên kontrolê yên derdora Duhokê ji aliyê hêzên asayîşa Duhokê ve dihêne girtin.

Paşî hîngê ji wan 100 kesan 55 kes tên girtin û 23 ji wan bi guneha xiyaneta niştimanî û têkdana rewşa ewledarîyê li angora maddeya 156 a qanûna cezadanên Iraqê radestî dadgehê tên kirin

Û ev dengdaneke mezin û topyekûn dide pê xwe ku di bin zexta saziyên navdewletî û navxweyî de, desthelat neçar dibe hemûyan azad bike. Ew çalakvanên herî zêde hatibûn îşkencekirin û di zindanê de hatin hiştin Şêrwan Şêrwanî, Takor Zerdeştî (ez), Eyaz Kerem, Mistefa Bamernî bûn ku piştî 42 rojan di 10’ê adarê de ji aliyê saziyên ewlekariyê yên PDK’ê ve bi kefalet tên berdan.

Lê ev doz li vir bi dawî nabe, dûvde xuya dibe ku ev mijar dirêj e û dewleta tirk li ser wê rawestiyaye û malbata Barzanî jî wekî nûnerê vî welatê dagirker tola şewitandina vê baregehê bi hedefgirtina serhildêrên ciwan û opozîsyona Şêladizê hilda, rojnamevan û xebatkarên Behdînanê li ser vê dozê rastî neheqiyeke giran tên, an bi hedefkirina ji bo bombebarana balafirên şer ên tirk, an bi girtin û îşkencekirinê, yan jî ji aliyê dadgeheke siyasî û hizbî ve, bi bêdadgerî û cezayên giran. Lê berî van hemû pêngavan bi rêxweşkirina herikîna bikom a ciwanên Şêladizê ber bi derveyî welat zemîneyek xweştir ji bo valakirina cadeya nerazî hatibû afirandin, bi awayekî ku ciwanên bê pasaport ji aliyê PDK û dewleta tirk ve rêyek didît ji welat derbikeve, bi qasî ku nêzî 690 ciwan tenê li Şêladizê ber bi dervayi welat tên koçandin.

Piştî vê rêxweşkirina koça bi komê û valakirina cadeya nerazî PDK’ê dest bi girtina wan kesan kir ên razî bi derketina ji welat nebibûn û hemû bi îşkence û cezayên giran re derbas kirin, kesên hatinî berdan jî bi tirsandin, zexteke giran li ser xêzan û malbatên wan û îmza kirina soznameyên bêdeng mane li bin nezaretê hatin bêdengkirin. Trajediya herî mezin bi hedefgirtina wan ciwanên welatparêz yên Şêladizê ‘Dêman Emer Oramarî, Muxlis Rêkanî û Azad şacî’ bû ku li cihekî ku qet gerîla li wan deveran nîne, otumbêla wan bi rengekî pir berguman bû hedefa balafirên şer ên tirk ku ev jî li gorî çavkaniyên herêmî destê îstîxbarata navxweyî têde hebûye.

Şehîd Deman Oremarî ku di nava dost û hevalên xwe de bi navê Teyr Azad dihat naskirin, tevî wan rêhevalên xwe ji pêşengên xwepêşandan û êrîşa li dijî baregeha artêşa tirk bûn, ji ber vê yekê li gorî agahiyan, Dêman di lîsteya hedefa MÎT’a tirk de bû û bi alîkariya sîxurên malbata Barzanî wê hêsankarî ji bo dewleta tirk were kirin û di 19/06/2020’an de li geliyê Sîda wê bibe hedefa bomberdûmanên wan û bi du hevalên xwe re şehîd bikeve.

Tola dewleta tirk û rayedarên malbata Barzanî dîsa li vir ranewestiya û gav avêtina nemerdî û bêedaletiyê dewam kir.

Di berdewamiya vê yekê de dîsa ciwanên Şêladizê yê xwedî dengê herî biçûk bû, hemû hatin girtin, bi dehan kes, malper û hesabê feysboka çalakvanên Behdînanê bi alîkariya dewleta tirk hatin hak kirin û ew xistin destê ajansa parastina PDK’ê. Her çi çalakvan û rojnamevanên Badînanê ji Zaxo, Dihok, heta Akrê û Hewlêrê hemû hatin girtin û di nav de Şêrwan Şêrwanî di 7/10/2020’an de li Hewlêrê, Eyaz Kerem, Şivan Se’îd, Harîwan Îsa, guhdar rzêbarî di 22/10/2020’an de û dûrî her rengeka exlaqî û mirovî tên girtin. Tişta herî balkêş ew bû roja darizandina van çalakvan û rojnamevanan xistin di 15 ‘ê Sibatê de, ku tam dikeve roja salvegera girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, hem jî biryara dawî ya Dadgeha Bilind a li ser van çalakvanan her yek bi cezayê 6 salan, di 4’ê Gulanê de hat dayîn û ev jî dibe roja salvegera komkujiya Dêrsimê ku yek ji sûcên mezin ên dewleta faşîst a tirk a li dijî gelê kurd di dîrokê de ye. Li vir de biryar û destê dewleta tirk di nava misyona dadweriya herêmê pir aşkera xuya dibe. Ev yek ji taybetmendiyên dewleta dagirker a tirk e ku mîna roja biryara darvekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera darvekirina Şêx Seîd de hatibû dayîn.  Her wiha ev çalakvanan hemû bi girêdana bi PKK’ê ve hatin tawanbarkirin,  bi vî awayî em dikarin armancên wan li gelek xalan de bihejmêrin ku ev in:

  • Pêşî lihevhatin û razîkirina dewleta tirk a dagirker li hember şewitandina baregeha MÎT’ê ya li herêma Şêladizê.
  • Ya duyemîn, rewakirina darizandina çalakvan, dengên nerazî, rojnamevan û rexnegiran di asta navdewelî de.
  • Ya sêyemîn, bi girtin û cezakirina çalakgeran bi rawestandina cadeya nerazî ya Behdînan û valakirina kolana Şêladizê ji her rengê dengê nerazî û her dijberiyekê li dijî dagirkeriya tirk.
  • Ya çaremîn, bi danasîna her rengê têkiliya bi tevgera azadiyê ya gelê kurd weke tawanek mezin, tirsandina gel li nêzîkatiya vê tevgerê.
  • Ya pêncemîn,  tirsandina qada welatparêz û rewşenbîr ji bo ku her dengekî dijber li ser çanda neteweyî ya Tevgera Azadiya Gelê Kurd di medyaya civakî de were sînordarkirin.
  • Noqteya şeşem û dawiyê jî rewatî bidin her cûre dagirkerî, topbaran û her sûcên dewleta tirk li dijî deverên cuda yên herêmê pêk tîne bi awayekî ku tu kes cesaret neke dengê nerazîbûnê bilind bike.

Tiştê ji encamê de derdikeve:

Hemû girtin û cezayên li ser dengên nerazî yên Şêladizê û Behdînanê bi giştî di bin çavdêrî û biryarên dewleta tirk de hatine birêvebirin û xuya ye encam û wecên wê jî vedigere ji bo hewla tolvekirina dewleta dagirker a tirk ku karakterê rêbirina wê bi seranser PDK ye. Lewre heyanî ku gelê başûrê Kurdistanê dewleta tirk û malbata Barzani weke dijminek hevbeş li hember pirsa gelê kurd nebîne, nagihîje tu stratejiyeke hevbeş a çareseriyê.

Nûçeyên Têkildar