Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...
Şemî - 13 Tebax 2022

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Dewleta tirk careke din li ser sûc hate girtin

Dewleta tirk li Zaxoya Başûrê Kurdistanê qetlîamek mezin pêkanî. Li gundê Perexê, 9 geştiyar bi topbaranên leşkerê dewleta xwînxwar hatin şehîdkirin. Herî kêm 23 geştiyar jî brîndar bûn. Di nav birîndaran de rewşa 5 geştiyaran xeter in.

Herêma ku hatiye bombebarankirin seyrangeh e. Bi taybet Iraqiyên ku ji germa başûrê welat direvin, berê xwe didin van herêman. Ji ber vê gelek gûndên dewrubera bakûrê Dihokê, ji bo hatina geştiyaran wekî seyrangeh hatine amadekirin. Cîhê hatiye bombebarankirin jî, yek ji van seyrangeha ne.

Piştî bombebaranê bi çend kesên herêmê re axivîm. Hinek ji wan nexwestin navê xwe aşkere bikin. Lê hemû kesên bi wan re axivîm ku hinek ji wan PDK’yî bûn, agahiyên zelal dan. Yek ji van kesên ku pê re axivîm, Qedrî Perexiyê xwediyê seyrangeha ku hatiye bombebarankirin bû. Dema ez pê re axivîm, hê di şoka bûyerê de bû. Dîsa jî bi awayekî gelek zelal got ku “Bombe ji baregeha tirka hatin avêtin.” Bi gorî Qedrî Perexî, leşkerên tirk bi 4 topa li seyrangehê û devrûbera seyrangehê didin.

Kesek din yê ji gund jî nexwest navê wî aşkere were nivîsandin, lê ew jî bi zelalî behsa êrîşê kir. Ev kesê ji Perexê bû pê re axivîm, ji ber ku hin caran bertek li êrîşên dewleta tirk nîşan daye, careke ji alî asayişên Dihokê ve hatiye girtin û nêzî 3 meh di zîndanê de jî maye. Bi gor vî kesî, ev ne topbarana ewil e. Digot, “Ji ber topbarana leşkerên tirk, gundî ji mêjve ye nikarin biçin ser zeviyên xwe. Ji xwe berî topbarana dûmahî, leşkerên tirk 3 roj ser hev li zeviyên Perexê bi topbarana lêdidan. Gundî, ji ber topbaranê nedikarîbûn biçin ser zeviyên xwe.”

Ev Perexiyê ku pê re axivîm, vê agahiyê jî da: Heman rojê zarokên min ji ber ku topbaran rawestiyabûn, çibûn zeviyê me. Min jî xwe amadekir, da ku biçim zeviyê. Heman demê zarokên min bi telefonê li min geriyan û gotin ‘Bavo neye. Em jî vedigerin. Tirk topan davêjin. Xeter e.’ Ez neçûm zeviyê. Ji nabênê nîv seat derbas nebû ku ev car bi topan êrîşî geştiyaran kirin. Geştiyarên ku bûn hedefa topan jî hemû erebên başûrê Iraqê bûn. Di nav wan de hin Kerkûkî û Silêmanî jî hebûn.

Min jê pirsî, gelo nedizanîbûn ku li wan ciyên tên topbarankirin geştiyar hene? Bersîva wî zelal bû: Balafirên keşfê her tim li ser herêmê digerin. Vê herêmê gav bi gav zanin. Çawa nizanin kesên sîvîl û geştiyar li van dera ne! Bi zanebûn lêdan.

Heman agahî hin kesên din ku bi wan re axivîm, ew jî dan.

Her tişt bi zelalî, topbarana leşkerên tirka îşaret dike. Diyar e, leşkerên tirk hebûna geştiyaran ji bo xwe xeter dîtine û ji bo geştiyar ji herêmên dûrbikevin jî bi zanebûn bombebaran kirine. Ew bombe bûne sedem ku 9 kes şehît ketine, 23 jî birîndar bûne.

Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê sîvîlan qetildike. Bi gor raporên CPT-Iraqê ji tebaxa 2015’an heta niha 138 sîvîl bi destê dewleta tirk hatine qetilkirin. Ev tawanek mezin e. Ji ber vê yekê dewleta tirk, berpirsiyariya xwe redkir. Wezareta derveyî welat beyanek da, PKK’ê tawanbar kir û got, “Bi gor agahiyên artêşê da me ti topbaranên hêzên me li wê herêmê çênebûne.” Ev virek bêbinî ye û ji ber ku di zorê da mane, xwe sipartine vê virê hanê.

Mixabin, hin berpirsiyarên herêmê û û hin PDK’yî jî di beyanên xwe de helwesta dewleta tirk parastin. Sefîn Dizayiyê berpirsê PDK’ê ku têkiliyên Tirkiyê ew bi rêve dibe, beyanek da û daxwaz kir ku Tirkiye û Iraqê bi hev re heyetek lêpirsînê damezrînin. Ango daxwaz kir ku qatil bi xwe êrîşê lêbikole. Di vî werî de beyana herî xurt ya PDK’yê birêz Mesûd Barzanî da. Di beyana ser navê Baregeha Barzanî hate weşandin de, Tirkiye ji êrîşê berpirsiyar hat dîtin û bi tundî hat şermezarkirin. Diyar e, di nav PDK’yê de jî hin nakokî hene. Lê ji bilî hin berpirsên PDK’yê, birêz Mesûd Barzanî jî tê de hemû hêzên Iraq û Kurdistanê Tirkiyê bi tundî şermezar kirin. Ji cîhanê jî dengek bilind derket.

Divê were dîtin. Dengê herî mezin ji gelên herêmê derket. Hemû gelên Iraqê û Başûrê Kurdistanê, bi ser ofîsên dewleta tirk girtin û hin ofîsan şewitandin. Diyar e, ew ê bertek bidomin.

Bi ya min ev êrîş, mîladek e. Dewleta tirk dixwaze encama Roboskî jê derxe. Divê kurd û dostên kurda rê nedin vê yekê. Ji bo vê jî kurd divê dawî li nakokiyan bînin û bi yekdengî dijberiya hemû êrîşên dewleta tirk bikin. Ev derfet ji doh bêtir heye. Eger vê nekin, bi taybet PDK’yî bi yek dengî dijberiya êrîşan nekin, ew ê dewleta xwînxwar careke din xwe ji van tawanan xelas bike.

Nûçeyên Têkildar