Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...
Çarşem - 19 Çile 2022

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Di bin dorpêçê de kongreyeke heybet

Di demekê de hemû gef û lîstikên sê alî li ser Mexmûrê tê kirin ku bê belavkirin û ji armancên wê yên 27 salan bê dûrxistin, bi kongreyeke mezin a heybet bersivek herî xurt tê dayîn.

Bi tevlibûna 450 delege ku ji sazî û xelkê Mexmûrê pêk tê, 7’ê çileyê bi dirûşma ‘Bi ruhê berxwedana Werxelê, têkoşînê bilind bikin, statûya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bikin’ lidar xistin.

Balkêş e di demekê de ku asta gef û êrîşên Tirkiyeyê ya bi destê PDK û Iraqê li ser xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî zêde dibe, kongreyeke wiha mezin lidarxistin asta rêxistinbûn û xwe paratinê nîşan dide; heman demê bersiveke xurt e.

Kongre li ser esasê, xwe ji nû ve rêxistinkirin, parastina nirx û têkoşîna ku ji bo doza azadiya Kurdistanê pêk tê.

Gel di serî de nîqaşên li ser têkoşîn û berxwedana xwe ya li ber dagirkerî û dîsa ji nû ve xwe avakirinê, nîqaşên pir kûr û berfireh, heman demê watedar dikin. Ev jî dihêle ku li hember her êrîş û mudaxeleyekê xurtir, sazûmantir tevger bike, bibe xwedî helwestekî neteweyî.

Bi taybet di mijara parastina nirx û rûmetê de, xelkê Mexmûr xwedî pîvan û prensîbên ku qet û qet jênavegerin hene. Bi pênaseyek din serî didin sir nadin.

Ji bo wê ev kongre ku taybet piştî hewldana Iraqê ya 27’ê Kanûna 2021’ê ya bi têlan dor li xelkê Mexmûrê girtin û weke girtî, nêzîkatî lêkirin, hatina lidarxistin, watedartir e. Ji ber ku xelkê Mexmûrê vê hewldanê ji rêzê nagirin dest û weke nêzîkatiyek vîn teslîmgirtinê dibînin. Heman demê weke destpêka mudaxeleyekê ya li ser vîn û îradeya penaberiya siyasî digirin dest.

Ji bo vê helwestekî cuda, bi pîvan û rêxistinkirî nîşan dide. Ji bo vê jî, kongre cihê herî guncav e. Li vir, hem asta êrîş, hem asta rêxistinkirin û dîsa berxwedanê tê nîqaşkirin. Dîsa valaderxistina hemû lîstik, di warê mafê xwe yê penaberiya siyasî û nêzîkatiya dîplomasî ku çareseriyê peyda bike, ji nû ve tê nîqaşkirin.

Li vir heta niha nîqaşên tên kirin, li ser van esasan û taybet di warê ji nû ve avakirin, sazûmanî û xwerêxistinkirinê ne.

Ev kongre wê bibe sedemê ku vîneke xurtir li ber dagirkerî û hewlanên li ser wargehê bê kirin, derxîne holê. Ji xwe dîrok û têkoşîna her ferdek Mexmûrê li ber êrîş û zextan diyar e. Ji bo vê, ev kongre kongreyeke taybet û heman demê di rewşeke awarte de tê kirin.

Hemû encamên ji vir derkeve, wê pêşerojê encamên baş û xurtir bi xwe re bîne. Di her pêvajoyeke xeter û zext de, em dibînin xelkê Mexmûrê di warê berxwedê de tim li pêş in. Ji bo wê bi vê kongreyê wê asta têkoşîn, berxwedan û soza xwe ya meşa azadiyê xurtir bike.

Ji xwe esasê kongreyê jî ev e. Valaderxistina hemû plan û projeyên di serî de Tirkiye, hevkarê wê PDK û dîsa mudaxeleyên Iraqê. Ji ber ku demek dirêj e, dorpêç li ser xelkê Mexmûrê heye, PDK zexta sîxûrî li ser karker, xwendekaran ferz dike, dîsa karkerên mexmûrî li bendên kontrolê yên Iraqê tên girtin. Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji rêza yekem berpirs e ji hemû warê Mexmûrê, lê erka xwe bi cih nayne.

Di rewşek wiha de derket holê ku ev gel xwe bi xwe, xwe neparêze, rêxistin neke; wê zext û êrîş zêdetir bibin. Ji bo bikarin xurtir û rêxistinî bertek nîşan bidin û heqê xwe biparêzin, divê bi biryar û vîneke xurt derkeve ber dagirkeriyê û xweragir be. Ji bo vê jî, pêwîstî bi nîqaş û ji nû ve amadekariyên nû û mercên heyî nirxandin û gihana biryarê heye. Kongre jî cihê herî guncav e ku bikare van şert û mercan nîqaş bike, kêmanî û asta heyî nîqaş bike û bigihêje biryarên xurtir.

Niha xelkê Mexmûrê vê dike, xwe nîqaş dike, dagirkeriyê, dost û dijminê xwe nîqaş dike. Li gorî wê diçe biryar û rêxistineke xurt. Ji bo wê tevlibûna gel a asteke zêde, dihêle ku baş bê nîqaşkirin û helwestekî yekdengî be.

Jixwe ji nirxandinên derdikeve holê ku dê tu demê ji nirx, pîvan û rêxistinkirina xwe tawîz nede û gavê bi şûn ve jî neavêje. Wê bi xwe sîstema xwe biparêze, xwe bi xwe sazûman bike û têkoşîna xwe ya li ber dagirkerî û mudaxeleyên li ser vîna wan jî bibin xwedî helwestên cidî.

Ev yek jî nîşa dide ku gelek, civakek, hêzek çiqasî rêxistinkirî be, pêşketin û bûyerên rû dide nîqaş bike û li gorî wê xwe amade bike, wê serketî be. Ji bo vê mijarê jî Mexmûr nimûneya herî şênber a serketinê ye…

Nûçeyên Têkildar