Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Di jiyana gerîla de karbeşiya komînal

Di nava gerîla de têgeha ‘Ev karê jinan e, ev karê mêran e’ nîne. Ji bo ev têgiştin di nava gerîla de rûne û her gerîlayek jin û mêr îqna bibin û têbigihijin, rojane perwerdeyên giştî, perwerdeyên xweser û demên perwerdeya şexsî (xwendin-lêkolîn) hene

Gerîlayên PKK û PAJK’ê li ser esasê wekheviya zayendî û jiyana komînal karûbarên xwe yên rojane pêk tînin. Di jiyana gerîla de serdestiya zayendî nîne û herkes li ser esasê hev temamkirin û hevaltiyê dijîn. Ger were gotin, gerîla civakbûneke nû pêşxistine, wê mûbalaxa nebe. Nimûneya jiyana gerîla yegane ye û niha berbelavê hemû herêmên ku Tevgera Apoyî xwe lê rêxistin dikin, dibe.

Ji bo vê em ê bi çend nimûneyên biçûk hewl bidin karbeşiya jiyana gerîla ya ji bo dabînkirina pêwîstiyên xwe yên rojane, bi were parve bikin.

Di nava gerîla de têgeha ‘Ev karê jinan e, ev karê mêran e’ nîne. Ji bo ev têgiştin di nava gerîla de rûne û her gerîlayek jin û mêr îqna bibin û têbigihijin, rojane perwerdeyên giştî, perwerdeyên xweser û demên perwerdeya şexsî (xwendin-lêkolîn) hene.

Gerîlayek nû beşdarê nava refên PKK-PAJK’ê (Partiya jin) dibin, di perwerdeyeke seretayî ya fikrî û pratîkî re tên derbaskirin. Di van perwerdeyên seretayî ku jêre dibêjin ‘Perwerdeya Şervanên Nû’ de hem îdeolojiya PKK’ê bi xetên sereke tê dayîn, hem îdeolojiya azadîxwaz a jinan weke dersên taybet ji bo jin û mêr tên dayîn, hem jî ev tiştên ku fêr dibin di pratîkê de jî pêk tînin. Ji ber vê perwerdeya seratayî ne tenê fikrî ne jî tênê pratîkî ye. Bi vî awayî hemû kodên cinsiyetparêz hîn ji destpêkê ve di nav gerîlayan de tê şikandin.

Ji bo têgihiştina desthilatdariyê di mêr de bişikê û dest ji ew fêrbûnên cinsiyetparêz berde, rêveberî û her wiha gerîlayên perwerde didin an piraniya wan jin in an jî wekhev in. Ji ber vê ji A heya Z feraseta jiyanê ya gerîla fêrî gerîlayên nû tê kirin. Dikare ji vê ya bêgotin ku dibistana seretayî ya felsefe û jiyana gerîla.

Xwarinçêkirin û nanpêjî

Di civakê de karên paqijiya nava malê, xwarin çêkirin û nanpêjî karên basît ên jin tên dîtin û biçûkxistin. Lê ev ferast di gerîla de bi temamî hatiye hilweşandin. Ji bo pêkanîna pêwîstiyên xwe yên rojane yên xwarin, vexwarinê mehane an jî çend mehan carekî gerîlayeke jin û mêr tên erkdarkirin. Ev her du gerîla ji bo bê edaletî neyê kirin lîsteyeke hevpar derdixin. Erkdarên rojê di vê lîsteyê de bi awayeke hev temam bikin, tên diyarkirin û kar bi dorê tê kirin.

Li gorî vê lîsteyê jin jî mêr jî bi dorê dibin xwarinpej û nanpêj. Yanî xwarin û nan ji bo tevahî hevalên xwe çêdikin. Ji paqijiya derdorê bigire heya xwarin amadekirin, nanpêjî û hwd. her tişt li gorî lîsteya hatiye derxistin tê kirin. Her wiha ne tenê bi rêya lîste, ji ber feraseta jiyanê ya komînal jî hemû gerîla di demên xwe yên navberê de hevkarî bi hevalên xwe re dikin. Jin alîkariyê didin hevalên xwe yên mêr, mêr jî bi heman awayî alîkariyê dide.

Lê wekheviyeke xweseriyan ji nedîtîve tê û mutleq jî nîne. Ji bo vê di vê jiyana komînal de rewşa gerîlayên nexweş, birîndar û bi temen jî ber çavan tên girtin û wan li gorî hêza wan tev li xebatên pratîkî tên kirin. Ev gerîlayên xweseriya wan hene, li gorî hêza xwe tev li jiyanê û karûbarên pratîkî dibin.

Ji ber sîstema ku hatiye rûniştandin rê ji kedxwarî, serdestî, zilm û cinsiyetparêziyê re nayê dayî. Eger kesek berovajiyê van pîvan û prensîbên komînal û azadiya jinan bikevin, hewl tê dayîn bi perwerdeyê guhertinê di wan de çêbikin. Eger dîsa di ya xwe de israr bikin, li ser esasê edaleteke komînal der barê wî/wê de hinek tedbîr tên girtin. Di gerîla de ji cezayê zêdetir perwerdekirin û îqnakirin esas e. Lê ger di xwe de israr bike, yekîneya ku girêdayî wê/wî dikarin biryarê bidin. Dema biryar tê dayîn li ser fermana rêveberiyê na, li ser esasa edaleta komînal tê dayîn.

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar