Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Dijminê xwe binase!

Tevî ku zêdetirî sed sal in em kurd tên qirkirin, xaka me tê talankirin û qetilkirina me weke heq tê dîtin, mijarekî sosret û trajedî ye ku hê jî beşek mezin a kurdan dijminê xwe nas nake û bi dengê xwe be, bi bêdengiya xwe be û heta bi hevkariya xwe be cih li gel digire û dibe şirîkê qetilkirina qewmê xwe.

Ev mijarekî sosyolojî-civakî ya ku kûr li ser bê lêkolîn û lêgerîn. Çawa dibe ku sîstem-desthilat û hêzek ziman, çand û hebûna wî qebûl neke, cih li gel bigire û hêviyên cuda jê bike? Di roja îro de yên hê jî hêvî û bendewariyek cuda jê dike, nezanîn û cehaletiyeke mezin li pişt vê yekê ye.

Heta mirov baş dijminê xwe nas neke, nizane wê pêngavên çawa biavêje û bi ziraviyek çawa bi ser mirov ve bê. Di roja îro de dijminê sondxwarî yê kurdan dewleta tirk a faşîst-mêtinger heta jê tê bi her rê-rêbaz û teknîk û taktîkên dermirovî li dijî kurdan êrîşên herî hovane tê kirin. Li gel vê jî di rewşeke wiha de, nebûna helwestekî hevpar a li gorî dem û cih tê xwestin mirov dihêle heyirî. Nimûne, hefteya borî li Şengalê li pey hev êrîş hat kirin. Di van êrîşan de nexweşxane hatin hedefgirtin. Li gorî norm û pîvanên navneteweyî-cîhanî-gerdûnî nabe ku navendên tenduristî û jîngehên sivîlan bên bomberdûman, lê dewleta tirk ev yek bi dehan car li Şengal, rojava û başûrê Kurdistanê bi teknîka ji NAT-Ewropa-NY kirî, pêk anî. Lê hê jî ev hêzên qaşo mafperwer xwe li cîhanê dayî nasîn, bêdeng û şirîktî dikin.

Ev heta astekê tê famkirin, hemû li hev kirine ku kurdan qir bikin û erdnîgariya wan a hatî parçekirin, zêdetir mêtingeh bikin û di vê sedsalê de qira kurdan bînin. Li vir pirsa balkêş, çima kurd hê jî vê baş nabînin û dijminê xwe nas nakin? Gelo di vê sedsalê de ji derveyî çend gelan gelek din, civakek din bi qasî kurdan ji bo doz û hebûna xwe ewqas berdêl daye û hê jî ji bo serbixe têdikoşe? Texmîn nakim ku tiliyên destan derbas bike. Ê baş e di rewşek wiha de çima kurd hê jî dijminê xwe nas nake? Ev trajedî ye. Ev bê bîrbûn e.

Dema bê bîr bî, ne dijmin nas dikî, ne jî li ber kiryarên wî dibî xwedî helwest. Bîr, hebûn, nasname, ziman û çanda te ye. Îro me bîra xwe winda kiriye. Ji bo wê heta em li bîra xwe venegerin, em ê hê gelek biêşin û berdêlên giran bidin. Îro li Başûr û Rojava dijmin bi her rengî êrîş dike û dixwaze destkeftî û hebûna kurdan tune bike, hê jî em bi helwestên serersere nêzîk dibin. Çalakî û dengê me ne li navxweyî û ne li cîhana derve bi qasî pêwîst nake ku em derdê xwe ji cîhanê re vebêjin. Ey mirovahî, îro ji bo bijîm, ji bo ziman û çanda xwe şer dikim? Ji bo ez dibêjim heme têm qetilkirin? Agahiya te bi vê heye. Gelo li Şengal, Rojava dema sivîl bi bombeyên şirketên we yên çekan tên qetilkirin hûn radizin? Dar û daristanên Kurdistanê tên talankirin û wêrankirin, hûn li ser siya dar û parkan rehet rûdinin? Gelo ji bo we wateya hawirdarparêzî, mirovbûn çi ye? We jî ji bo welatê xwe şer kir û berdêl dan, vê êşê dizanin; lê çima îro di vê sedsalê de bi vekirî li ber çavan kurd tên qetilkirin hûn bêdeng in? Qey we ew roj çi zû ji bîr kir? We bîra (hafiza) xwe winda kiriye? Pitikên hê nehatî dinê, zarok bi bombeyan tên qetilkirin? Hûn vê dizanin? Çawa hûn radikevin dixwin û vedixwin? Bi qasî Tirkiye hûn jî şirîk û hevpar in. Bombe ji şirket û qatilên wan bombeyan ên welatê we tên hilberîn, zarokên kurd tên qetilkirin. Eger bêdeng in, hûn jî şirîk in.

Divê bê zanîn, heta kurdên azad yek nefer jî maye, dê ev doz dewam bike. An hûn ê kurdan tev qir bikin, ev ne mimkûn e, yan jî bi wan re rûnin û bi diyalogê pirsa sed salî ya kurd bê çareserkirin. An wê erdnîgariyek Kurdistan li ser rûyê dinê nemîn e, yan jî wê netewek kurd bi statû û aram mîna her neteweyê di sînorê erdnîgarî û welatê xwe de bi aram li gel cîranên xwe bijî. Ne êdî kurd tên qetilkirin û ne jî êdî bê statû dijîn.

Ji bo kurd-Kurdistanek azad divê em xwedî bîrbûnek xurt û dîsa dijminê xwe baş nas bikin. Em dijmin baş nas bikin, wê helwest û tevgerên dijmin plan dike vala derbixin. Dîsa em xwedî bîr bin, em ê hê zêdetir xwedî helwest û tevgerekî xurtir raber bikin û serî hildin.

Dîsa li gel vê divê em dîplomasiyeke xurt a civaka sivîl ava bikin. Di roja îro de hemû sîstemên netew-dewlet ên modernîteya kapîtalîst li ber hilweşînê ne û ji bo civakê nabe çareserî. Bi avakirina dîplomasiyeke xurt a civakî em ê bikarîn dengê xwe bigihînin her ferdekî civakê û bikarin xalên hevpar ên gelan ava bikin û wisa bikarin li ber her êrîşê bibin xwedî helwestên gelan. Dema yekîtiyeke gelan ava bû, wê gel jî bi hevpar bibin xwedî helwest li ber êrîş û mêtingeriyê. Ji ber ku heta niha ev nehatiye avakirin, digihandina hewar û daxwazên xwe de em kêm mane. Ji bo vê ye, li gel nasîna dijmin û bîrbûneke xurt divê dîplomasiyeke kêrhatî û cihêreng jî hebe.

Dema me ev kir, wê bê dîtin ku xurtir li ber dijmin rawestin, helwest û nêzîkatiyên me yên li dijî êrîş û mêtingeriyê wê xurtir bibin, dîsa wê di warê dîplomasî de jî deng û rengê kurdan li her paytexta welatên Ewropa û cîhanê bê dîtin. Ev jî wê bihêle yekitiyeke gelan a hevpar derkeve holê. Ev jî dike ku tu netew-dewlet wê rehet nikaribe dagirkerî û talanê bike.

Eger kurd bikaribin vê bikin, wê bibe wesîleya gelek kar û xebatên neteweyî-global ên gelan. Tevnekî global a cîhanî ya gelan bê avakirin û helwestekî yekpar bê danîna. Ev mimkûn e, derfetên vê jî di roja îro de hê baştir heye.

Nûçeyên Têkildar