Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...
Yekşem - 24 Cotmeh 2021

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Dirûşmeya dawî ya yadê Aqîde: Hetanî dayik hebin dê berxwedan jî hebe

Yek ji wan dayikan bû ku her demê durişmeya wê berxwedan bû. Ne tenê ji bo perçeyekê Kurdistanê lê ji bo tevahiya doza Kurdistanê. Yek ji wan dayikan bû ku bi hest û ramanên xwe dikarîbû vîneke kûr ava bike û berê xwe bide her qadê. Êdî ew bûbû dayika hemû şervan û welatparêzan

Nêrgiz Ismayîl |

Bi hezaran dayikên kurdan bi berxwedanî û têkoşîna xwe hatine naskirin. Ne tenê ew dayika ku Maksîm Gorkî dike. Di pirtûkê de behsa dayikekê hatiye kirin lê belê li ser axa welatê me bi hezaran dayik bi berxwedaniya xwe têne naskirin û di her qadê de bi cerg û baweriya xwe ya welatparêzî dane nîşandan. Li her deverê Kurdistanê dayikê sebir û berxwedaniya xwe nîşan daye. Hetanî di girtîgehan de. Ne tenê li Kurdistanê hetanî dayikên ku ji ber gelek şert û mercên zehmet li derveyî welat jî jiyane, ew kesayeta xwe kirine dîrok.

Ji salên heştêyan û hetanî niha li perçê rojavayê Kurdistanê bi sedan dayikan di her qadê de û di nav her zorahiyan de li ber xwe dane. Bi dehan zarokên xwe şandiye qadên gerîla ya çiyayên welat, hetanî şoreşa 2011’an destpê kir mîna kaniya jiyanê herikî ye û nesekinî ye. Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Serê Kaniyê û Girê Spiyê hat kirin berxwedaniyên hêja hatin nîşandan. Dayik ne tenê bi şandina zarokên xwe di qadên berxwedanê de, her wiha ew bi xwe jî beşdarî û piştgiriya wê berxwedanê bûn.

Yek ji wan dayikên ku bû destaneke berxwedanê yadê Eqîde ku di 13’ê Cotmehê de li Serê Kaniyê şehîd bû.

Yadê Aqîde yek ji wan dayika ne ku ji destpêka şoreşa Rojava re kar û xebata te xwe bê navber û sekin berdewam kir. Dayikek bû lê belê erkên welatparêzî di ser hemû karê jiyana wê ya malbatî de didît. Ji dil kar kir û hetanî dawî bi hemû xebatkar û hevalan re têkoşiya. Mîna ciwaneke çardeh salî bi eşq û kêf û dildarî. Her ji hevalên xwe re yên mîna wê dayik bûn re digot ‘bila kesek nebêje em pîr bûne em hê di ciwaniya xwe de ne, ger dayik nekin ma wê kî bike?’

Ji destpêka têkoşînê 2011’an ve tev li xebatên komîn û meclisan bû. Peywendiyên xwe li gel hemû jinan çêkir. Ji hermû dayikan hez dikir û ew hezkirina xwe ji wan re dida diyarkirin.

Yadê Aqîde ku ji herêma Girkê Legê ye, navê wê Aqîda Elî Osman e. 1966’an ji dayikbûye. Ji destpêka salên heştiyan ve tev li têkoşîna rizgariya neteweya Kurdistanê bû. Di nav şert û mercên wan salên zehmet de, ji ber xurtbûna kesayeta wê û aktîfbûna wê du caran ji hêla rejîma Baas ê ve hatiye girtin û ketiye girtîgehê.

Piştî dîlgirtina Rêber APO cilên reş li ber xwe kiriye û her gotiye ‘ Kengî Rêberê me rizgar bibe dê wê demê ez ê cilên spî li ber xwe bikim.’

Di dîroka 9’ê Cotmeha 2019’an de artêşa dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî herêma Serê Kaniyê û Girê Spî kirin. Di roja 13’ê cotmehê de dayika Aqîde bi hemû dayikên kurd, ereb û welatparêz re xwest herin piştgiriya berxwedaba Serê Kaniyê. Dema dikevin rê yadê Aqîde dibêje: “Em dayik berê xwe didin berxwedana Serê Kaniyê bila dijmin bizanibe ku em ne reviyane, em narevin divabe dijminên me birevin ma em ê çima ji ser erda xwe birevin. Bila hemû dijmin bizanibin ku em ew milet in ku li ber xwe didin û narevin. Hûn derbasî axa me bûne divabe biyanî derkevin.”

Hetanî yadê Aqîde dema berxwedana Efrînê jî bi dayikan re çû piştgiriya berxwedana Efrînê. Ew xwedî dilekî neteweyî bû. Ne tenê ji bo netewa xwe lê belê ji bo tevahiya mirovahiyê mîna dayikekê li jiyaneke aram û aştiyane digeriya. Di rêka azadiyê de xwedî ked bû. Lewra hetanî henaseya xwe ya dawî ne tenê dilxwazê doza azadiyê bû, ew bingeha xebat û têkoşînê bû.

Dema karwanê piştigiriyê diçin firokên dewleta tirk li wan didin ji bo ku çûna wan asteng bikin.

Yek ji wan dayikan bû ku her demê durişmeya wê berxwedan bû. Ne tenê ji bo perçeyekê Kurdistanê lê ji bo tevahiya doza Kurdistanê. Yek ji wan dayikan bû ku bi hest û ramanên xwe dikarîbû vîneke kûr ava bike û berê xwe bide her qadê. Mîna şoreşgerek tev li hemû çalakiyan dibû.

Êdî ji wê dayikê derketibû ku tenê malbatekê bi rêve bibe, ew bûbû dayika hemû şervan û welatparêzan. Dayiktiya rast dikarîbû bike.

Lewra îro 13’ê Cotmehê bi merasîmeke bîranînê li Goristsana Şehîd Xebat yadê Aqîde jî hat bibîranîn. Giyanê wê şad be û silav li hemû dayikên berxwedêr e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar