Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Divê her huner xwedî peyamek be

Hunermend Serdar Şerîf ku bi hunera xwe ji bo aştiyê dixebite, diyar kir ku ger huner nebe peyamek û civak ava neke wê demê hebûna wê hunerê bibe bela serê wê miletê. Hemû stran peyamekê didin. Lê strana ku di naveroka xwe de peyam nine, ma wê nizane ji kê re dibêje, ev pirsgirêk e

Nêrgiz Ismayîl |

Qeyrana ku li Sûriyeyê qewimî di van deh salên derbasbûyî de bi xwe re gelek êş, tengavî û belavbûnê anî. Li hemberî vê qeyranê şoreşek hişmendî û zanebûnê jî pêk mhat. Rast e dem û zeman dixwaze lê hewldanên ku dikevin xizmeta aramî, aştî û azadiya herêmê gelekî girîng e.

Yek ji wan çalakvanên bi nav û deng hunermend Serdar Şerîf e. Hunermend Serdar ku di xebatên ji bo aştiyê de gelek aktîf e, têkildarî aştiyê bersiv da pirsên Nêrgiz Ismayîl.

  • Di destpêka vê qeyranê de we çawa destpê kir, çima huner, çima ev qas çalakî ji bo aştiyê?

Serdar Şerîf: Gelek spas dikim ji Rojnema Azadiya Welat re ku ev derfet da me, em jî behsa kar, xebat û çalakiyên xwe yên hunerî bikin. Ez bi xwe ji Kobanê me, paşî malbata min çûn Helebê. Pişt re em li Herêma Reqayê man. Di nava wan rewşên şerên ku lidarketin û her wiha êrîşên DAIŞ’ê bi ser herêmên Sûriyeyê nivî malbata min li Reqayê man, niviyê din jî li Helebê man. Min jî xwendina xwe li Şamê temam dikir. Min beşa Higher Institute of Business Administration (Syria) Enstîtuya Bilind a Rêveberiya Karsaziyê (Sûriye) xwend. Ji ber zextên rejîma Baasê ez gelekî tengav bûm. Êdî vegeriyam Reqa û wê demê min dixwest herim Fransayê.  Ez hatim Reqayê ne ji bo ku bimînim tenê ji bo ku amadekariyên xwe bikim ji bo ku herim Fransayê. Min li ber çavên xwe gelek dîmen dîtin, taybetî jî Feratê û çawa bê sekin diherike. Bi rengê xwe, bi bîna xwe, bi aştiya xwe, ez jî ji miletê aştiyê me, dema min dît ku hîn aştî heye, rengê wê heye, bîna wê heye, min ji xwe re got; Divabe ez li vê derê bimînim. Beriya her tiştî hevalên min tunebûn. Hevaleke min çêbû navê wê Emel Eletar bû, ew jî keçeke şêwekar e. Emel ji min re got tu çawa ji vir herî û ev bajar alîkariya me dixwaze, em jî weke hunermendan ev welat pêwîstiya wê bi me heye. Bavê min jî digot ez şûna te bim ez naçim. Gava min hevalên xwe ditît çawa li ber malên xwe re derbas dibin û dibînin ku çawa bi erdê re bûye yek, ez bandor dibûm, ji ber ku gelekî zehmet bû û li zora min diçû, lewma min biryar da ku bimînim. Erê carna poşman dibim çima neçûm lê ev carna wekî lehzeyekê tê û diçe.

  • Zehmetiyên te li Şamê çi bûn?

Serdar Şerîf: Dibe ku mirov nikaribe hema bi hêsanî behsa zehmetiyan bike. Pirsgirêka tewra mezin ew hişmendî ye. Rejîma Sûriyeyê ne rejîmeke demokrat e. Rast e behsa demokrasiyê dike lê di pergala xwe de tenê navendî û yeksîstem heye. Em weke kurdan li ku derê bin li wê derê li ber xwe didin. Tê bîra min cara yekem li ser dika şano ya çand û hunerê ya Reqayê sekinîm min kilamên bi erebî – kurdî gotin, me deriyê çand û hunerê li vî bajarî vekir. Ji ber ku li vê derê jiyan tunebû û jiyan reş bûbû. Cara yekê ez sekinîm û min ji milet re kilam got, ez gelekî kêfxweş bûm. Heta min da girî lê giriyekî bi kêf bû. Li wê derê min keçek nivîskar nas kir wê ji min re got wekî xwe be, her dar li ser hêmana xwe şîn dibe. Ev bû sê sal in ez karê xwe yê hunerî û aştiyane dikim. Her ku ez dişikim û ji şexsiyeta xwe derdikevim, ez wê gotinê tînim bîra xwe.

  • Wekî hûn zanîn huner û çalakiyên aştiyane ne hêsan e. Gelo hûn bi astengiyên çawa re rû bi rû dimînin?

Serdar Şerîf: Bêguman şert û mercên heyî ji her tiştî re ne amade ye. Çendî daxwaza me huner û jiyaneke aram be lê belê rastiya ku heye jî berovajî vê armancê ye. Gelek caran milet dibêje ma em ê çawa aştiyane bijîn û dawî li vî şerî nayê. Lê em ji bîr dikin ku em her rojê dibêjin (elselam û eleykûm). Rast e gelekî zehmet e û ne hêsa ne. Lê bawerî di ser her tiştî re ye. Divê em baweriya xwe bi azadî û aştiyê kêm nekin. Qet qels nebe. Têkoşîn ji bo aştiyê hem zehmet e hem hêsan e. Dema hunermend diçin karê xwe ev jiyana aştiyane ye, dema zarok diçin dibistanên xwe, dema afirandin hebe gelekî xweş e. Em hemû li vê dinyayê mêvan in. Divê em mêvandariya xwe dagirin. Ji bo ku dema em oxir bikin jî divê li dû xwe gelek tiştên baş bihêlin. Em kedê didin û xwesteka me ew e ku rojekê beriya ya din em ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn xweşî û baxtewariyê bijîn. 

  • Çi dihêle ku ew qas bîr û baweriya te, sekna te xurt be?

Serdar Şerîf: Gelek kes ji min dipirsin ku çima ez di karê aştiyê de dixebitim. Dixwazim jiyana xwe hemû terxanî çalakiyên aştiyane bikim. Ez li Şamê jî mam, ji malbateke Kobanî me, metên min hebûn li tembûrê didan lê şerm bû ku li pêş merivan stranan bêjin. Şerm bû ku jin der barê hunerê de wiha bi azadî bikaribe xwe derxe pêş. Îro dema ez stranan dibêjim û karê hunerê dikim di destpêkê de ji bo wan û ew hesretên wan dikim. Hin dibêjin tu ne mîna kurdan î. Dibe ji ber ku min li Şamê xwendiye wiha hizir dikin lê rastî ne wiha ye. Ez dema cara yekemîn çûm li ser dika Opera ya Şamê wê demê xort û keçên kurdan li Kobanê şer dikirin min ev stran got:

Gul vebû bîn da

Rojavayê me

Bi xwîna şehîdan

Şehîdê me Kurdan

De bankin de bankin navê şehîdan

Ji Kobanî ji Efrînê ji Qamişlo bankinin

Wexta min vê strana got gelekan gotin ma rewşa rejîmê û kurdan ne baş e çima tu straneke kurdî dibêjî. Min got ne wisa ye kurd jî hemwelatiyên Sûriyeyê ne û nasnema Sûriyeyê bi wan re ye, lazim e komara Sûriyeyê serê xwe bi wan bilind bike. Her ku derdiketim li ser dikê min cil û bergê kurdî li xwe dikir û stranên kurdî û erebî digotin. Pirsgirêk derdixistin lê ez qendî xwe bûm.

  • Gelo armanca te ya sereke tu dixwazî kurdan bidî naskirin?

Serdar Şerîf: Ne xêr. Ji xwe ez kurd im. Kesek nikare vê rastiyê berovajî bike. Nêrîna min wiha beriya ku ez kurd bim ez insan im. Ez dixwazim wekî insan bijîm. Û mafê xwe yê insanî bidim jiyandin. Em wekî kurd me gelek zilm û zor dîtiye lê di qeyrana Sûriyeyê de hemû miletên ku di civaka Sûriyeyê de dijîn zilm û tarîtî dîtin. Min jî baş dît ku ger ez tenê bi kurditiya xwe bigirim ev jî dibe pirsgirêk lê belê divabe ez hêla mirovî bidim pêş. Lê li hemberî vê mijarê jî min qet kurditiya xwe ji bîr nekiriye. Bi qaf hişkî nabe mirov têkoşînê bike. Wan jî dîtin ku kurd miletek in nan û xwê ji bîr nakin. Li ser xaka me dergûşa mirovahiyê hatiye hejandin. Wê destarê aştiyê jî li ser xaka me bê gerandin.

  • Di nêrîna we de kîjan huner bi ser dikeve?

Serdar Şerîf: Di nêrîna min de ger huner nebe peyamek û civak ava neke wê demê hebûna wê hunerê bibe bela serê wê miletê. Hemû stran peyamekê dide. Lê strana ku di naveroka xwe de peyam nîne ma wê nizane ji kê re dibêje ev pirsgirêke. Gelek malbat hene ji min hez dikin ji ber hezkirina mirovî ji xwe re esas digirim.

Stranan ku cihê xwe di dilê mirov de çênake ew demkî ye. Divê huner mohra xwe ji dîrokê re bihêle. Gava Feyrûz dibêje ‘bihibek ya Libnan – ji te hez dikim Libnan’ hema mirov dixwaze libnanî be. Miletin din jî dema stranên kurdî guhdarî dikin û pê bandor dibin hema dixwazin kurd bin. Sala çûyî min stranek li ser keçikê êzidiyan çêkir, bandor kir ji ber ku peyamek tê de hebû.

  • Baş e projeyên we yên demên pêş çi ne? Çi hunerî bin çi çalakiyên aştiyane bin?

Serdar Şerîf: Rastî li kêleka kevîkên çemê Feratê em rûniştin ev bi serê xwe peyameke. Em ji xaka xwe hez dikin. Em dixwazin li welatê xwe azad bijîn. Beriya demekê me Karnevala Aştiyê destpê kir û hîna gelek projeyên me hene em ê berdewam bikin. Ez karê hunerî û çalakiyên aştî pêk tînim.  Ji gelek malper û kovran re dinivîsînim. Ev bû deh sal in em di nava şerên dijwar de ne. Qeyrana di nav Sûriyeyê de gelekî kûr û navneteweyî ye. Di van deh salan de ji bo ciwanan tu projeyên wiha nînin. Me xwest weke ciwanên Sûriyeyê li ser mêza onlinê ku navê wê (Ila Kul El Alem – Ji Hemû Cîhanê re) bixebitin. Ev bi xwe re pêşketinan jî tine, dihêle ku hemû ciwanên li derveyî welat û hundir bigihêjin hev. Em dixwazin ev parçebûn di hundirê Sûriyeyê de rabe. Dema hemû ciwan ji hev hez bikin dê tu kesên biyanî nikarin destê xwe bixin nav Sûriyeyê Hêviyên mezin in û projeyên me bê dawî ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar