Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Çarşem - 19 Çile 2022

‘Dozger jê xwestiye ku bûyerê bixe stûyê PKK’ê’

Denîz Ateş ku tê angaştkirin şahidê cinayeta Tahîr Elçî ye, da zanîn ku di bin çavan de dozger Kenan Karaca serdana wî kiriye û jê xwestiye ku bûyerê bixe stûyê PKK'ê

Danişîna 4’emîn a doza kuştina Tahîr Elçî li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê dê pêk hat.  Di doza cînayeta Serokê Baroya Amedê yê li Sûrê hat qetilkirin Tahîr Elçî de kesên ku tê gotin şahid in, pêvajoya ku peywirdarên cemaweriyê wan çawa kirine şahid vegotin. Yek ji van kesên ku tê gotin şahidê cînayetê ye û xwestibû li danişînê îfade bide Denîz Ateş e. Ateş, pêvajoya pêkhatî bi nameyekê ji Baroya Amedê re ragihand. Ateş ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye, da zanîn ku dema şerê Sûrê hatiye binçavkirin û Dozgerê Komarê Kenan Karaca ku hatiye cihê bûyerê û ji bo şerê li Sûrê hatiye peywirdarkirin di berdêla berdanê de ew areste kiriye.  Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, nameya ku Ateş ji wan re şandibû pêşkêşî dadgehê kir. Nameya ku Eren pêşkêşî dadgehê kir bi kurtayî wiha ye:

“Têkildarî doza Tahîr Elçî weke şahid hatibûm vexwendin. Weke ku we jî şopand rexmî ku min xwest bi awayekî fizîkî tev lî danişînê bibim jî ji bo danişînê gazî min nekirin û di vê der barê de agahdarname jî neşandin. Ji bo ku hûn pêşkêş dadgehê bikin ez mînakeke parastina xwe ya amade kiriye ji we re dişînim. Min ji bo ronîkirina hemû rastiyên cinayetê parastinek amade kir. Tiştên dizanim, bûm şahid û pêvajoyên ku tê xwestin li ser min bê lêyîstin min aniye ziman. Heke ji bo dadgehê gazî min nekin ez ê heman îfadeyê bi awayekî nivîskî jî pêşkêş bikim. Faîlên esil diyar in lê bi awayekî aşkera hewl didin di ser kesên mîna min de bikin sutiyê hin kesên din. Ji ber vê rast û pir pêwîst dibînim ku rastiyên dizanim vebêjim.

Di sala 2015’an de li Sûrê li herêma şer lê hebû bi komeke ji 4-5 kesan pêk dihat hatin derxistin. Polis û leşkeran bi awayekî cihê di rûmeta mirovahiyê de tune ye îşkence li me kirin. Em tazî kirin. Bi saetan li ber sermayê îşkence li me kirin. Dozgerê Komarê yê Amedê Kenan Karaca bi rayedarê leşkerî yê herêma operasyonê re hat cihê em lê bûn. Hat sîxurtiyê ferz kir. Dozger bi awayekî derveyî hiqûqê ji min xwest ku ez cinayeta Tahîr Elçî bikin sutiyê Mahsûn Gurkan û Ûgûr Yakişir û şewitandina Mizgefta Kûrşûnlûyê û berpirsyariya şewitandin û hilweşandina dibistanan jî bigirim ser xwe. Dîsa bûyera kuştina mirovekî temen mezin ê astengdar ku leşkeran wî kuştibû bigirim ser xwe. Got, heke tu qebûl nakî tuyê bê kuştim. Û sozê berdana min da.

Li Şaxa TEM’ê ya Amedê min kirin hucreyekê. Polis û Dozgerê Komarê min kirin odeyek tarî û dora wê bi cam. Dozger li vir got, ‘Netirse, bi namûs û şeref ez ê te berdim. Van bûyeran bike sutiyê PKK’ê ji me re bibe alîkar. Dema parêzer hat jê re qala van axaftinan neke. Wê serê te û parêzer tev biêşê. Hûn qet xelas nebin. Di lêpirsînkirina du-sê saetan de di bin zextê de tiştên ji min re hatin gotin min kir û kaxizek anîn pêşiya min. Xwendin û nivîsandina min tunebû, Ji min xwestin ku bi têliya xwe mor bikim, min jî wisa kir. Di kaxizan de çi hebû ji min re nexwendin. Hat astengkirin ku ez ji parêzer jî piştgirî bixwazim. Piştre çûm hevdîtina parêzer û weke dozger xwest tiştek jê re venegot.”

Di berdewama nameya xwe de Ateş, destnîşan dike ku 4-5 roj piştî girtina ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Sîncanê tê kirin û li vir jî 2 endamên îstixbaratê du caran dixwazin bi heman daxwazan pê re hevdîtin bikin û hevdîtina pê re bi qamereyan qeyd bikin. Li gorî ragihandinên wî Ateş van her du hevdîtinan red dike û ji ber vê ji bo demekê tê tecrîdkirin û hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar