Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Encamnameya Şêwira Jinên Kurd ên li Ewropayê

Encamnameya Şêwira Jinên Kurd ên li Ewropayê ya li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê hat aşkerakirin

Navenda Nûçeyan |

Şêwira Jinên Kurd li Ewropayê ya li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê ku 5’ê îlonê li Hollandayê hat lidarxistin, encamên wê hat aşkerakirin.

Encamnameya şêwrê wiha ye:

“Ji ber rewşa Kurdistanê ya wek mentînger/kolonî, bi qasî 2 milyon kurd li Ewropayê ne. Bi pirranî jî, wek penaber li wan deran di bin zor û zehmetiyan de dijîn. Dewletên ewropî jî, ji ber berjewendiyên bazirganiya xwe li gel dagirkerên Kurdistanê meşa xwe berdewam dikin. Ev sedemên girîng in ku jinên kurd ên li derveyî welat li hev bişêwirin û dengê xwe bilind bikin. Qedera jiyana jinên kurd ên li Ewropayê jî, bi pêşketin, şer û krîza ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin ve girêdayî ye. Ji ber ku dewletên ewropî, Neteweyên Yekgirtî (UN) û saziyên din ên navdewletî, li hemberî hezên dagirker wek Tirkiye û Îranê ji ber berjewendiyên xwe bê deng dibin, dibin şirîkê şerê dijî kurdan.  Dewletên ewropî bi lîstêyên terorê dixwazin doza azadiya kurd li Ewropayê jî krîmînalîze bikin û kurdên li gorê berjewendiyên xwe ava bikin. Li Ewropa yê jî pirsgerika kurd wek pirsgirêkek navneteweyî berdewam e. Ji ber wê jî pewîstiya siyaseta yekrezî ya jinên kurd li Ewropayê jî heye.

Ji ber vê sedemê jinên kurd ji 4 parçeyên Kurdistanê, di roja 5’ê Îlone li Hollandayê şewira xwe, bi beşdariya jinên ji beşên cuda yên siyasî û civakî pek anîn. Bi pêşkêşkirina raporan li ser rewşa jinan li bakur, rojhilat, başûr, rojavayê Kurdistan û derveyê welat guftoguhên girîng û berfireh hatin kirin.

Di şêwrê de jinan destnîşakirin ku Kurdistan di roja îro de hem navenda şerê Rojhilata Navînê hem jî di asta global de bûyê navenda krîzê. Şewrê bang kir ku jinên kurd ên derveyê welat pewîst e bi çalakiyên civakî û karên dîplomatîk pêşiya alîkariya dewletên rojavayî ji bo dewleta tirk bigirin û daxwaza pêkanîna yasayên navdewletî bikin. Dewletên tirk, Îran, Sûriye û Iraqê hê jî hesabên mêtîgeriya li ser Kurdistanê dikin. Pêşengtiya mêtîngerî û dagirkeriyê jî niha dewleta tirk dike. Dewleta tirk li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê, bi sîstematîk siyaseta dagirkeriyê pek tîne û bûyê dijminê neteweyî yên kurd. Rejîma tirk di bin rêvebiriya Erdogan de, her wiha dijminê jinan e, ji ber ku îdeolojiya baviksalariyê peş dixe.

3 pîvanên ku rejîma tirk bi rêya DAIŞ û Talîbanê li ser herêmê ferz dike

Dewleta tirk aloziya Rojhilata Navîn ji bo xwe wek firsend dibîne û stratejiya dagirkeriye pêş dixe. Lewazbûyîna desthilatdariya dewletên Sûriye û Iraqê, ji bo stratejiya xwe guncav dinirxîne. Li ser rojavayê Kurdistanê Sûriyeyê û li ser başûrê Kurdistanê jî dixwazê Iraqê dagir bike.  Rejîma AKP-MHP 3 krîteran dide pêş civakê: Tirkbûyîn; mêrbûyîn; îslama sunî bi mezheba hanefî. Yên ku ne li gorî wê îdeolojiya wan bin jî, asteng dibînin û ji holê radikin. Jinên kurd ne tirk in, ne mêr in. Ew bi jinên elewî, ezidî, şafî xwediyê baweriyên berfireh in. Ji ber wê jî dibin navenda êrîşan. Rejîma tirk di çarçoveya senteza tirk-îslam wan 3 krîteran dixwaze bi rêya DAIŞ û Talîbanê, li tevahî Rojhilata Navîn belav bike.

Lê berxwedana kurdan nahelê ev stratejî li Kurdistanê pêş bikeve. Di berxwedana kurdan de jî jin peşeng in. Lewma bi hemû şêwazan erîşî kurdan dike lê nikare encam bigire. Ji bo wê jî siyasetên cûda cûda ji bo bêdengkirina kurdan û jinan pêşdixe.

Berxwedana jinên kurd metirsiyên Erdogan mezin dike

Rejîma tirk ji ber wê sedemê, li bakurê Kurdistanê siyasetek sîstematîk û îdeolojîk dijî jinên kurd dimeşîne. Li bakurê Kurdistanê, jinên kurd ji ber ezmûnên tevgera azadiya jinan a 30 salên dawî, xwediyê asteyek bilind a di zanebûna azadiya jinan de ne û Erdogan vê yekê li hemberî îdeolojiya xwe ya baviksalarî, wek xeterî dibine. Bi siyaseta destdirêjiyê ji aliyên hezên taybet, bi girtinan, îşkence, reşkirina îmaja jinên kurd nikare vîna jinan bişkîne û teslîm bigire. Tevgera Jinên Kurd li bakurê Kurdistanê hem di asteya siyaset hem jî di asta civakî de, li ber xwe didin. Berxwedana jinên kurd her wiha cesaret dide jinên Tirkiyeyê, ew jî metirsiyiyên rejîma Erdogan mezintir dike. Mînakên hevserokatî, projeya jiyana hevbeş a demokratîk ji aliyê rejîma Erdogan ve wek xeteriyek îdeolojîk ji bo tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn tê dîtin. Erîşên dewleta tirk li ser jinan di heman demê de paşverûtiya baviksalarî di nava merên kurd de jî teşwîq dike. Ji ber we jî tundiya dijî jinan di navê civakê jî tê peşxistin.

Efrîn birîneke neteweyî ye

Lê belê şerê rejîma Erdogan dijî jinên kurd, tenê bi bakurê Kurdistanê ve, bi sînor nîne. Heman şerî, li rojavayê Kurdistanê jî dimeşîne. Di serî de qetilkirina jinên peşeng bi dronan, hemû şewazan dixwaze jinên kurd li Rojava bê deng bike. Tola xwe ji jinên Rojava digire, ji ber ku wan jinan bi berxwedana xwe mûttefîqê dewleta tirk çeteyên DAIŞ têk birin û navê kurdan di asta cîhanê de bilind kirin. Terora dewleta tirk li dijî jinên kurd bi taybet li Efrînê birîneke neteweyî ye. Qetilkirin, revandin, firotin, destdirêjiya çeteyên dewleta tirk jiyana jinan li Efrînê vegerandiye dojehê. Ji ber wê jî xwedîderketin ji bo jinên Efrînê pewîstiya helwesta neteweyî yê.

Rewşa jinên li rojhilatê Kurdistanê

Rewşa jinên rojhilatê Kurdistanê û siyaseta rejîma Îranê jî rojevek nîqaşan bû. Rejîma Îranê bi reyên darayî xizaniyê ferz dike, koçberî, têkbirina ekolojî, girtin, îşkence, bûne beşek ji jiyana rojane ya kurdan. Bi taybetî bilinbûyîna dengê jinên kurd ji bo azadiyê zextên zedetir li ser jinan pêk tîne. Bi hemû derftan îdeolojiya baviksalarî di bin navê şîa li ser jinên kurd ferz dike. Ji bo ku jinên rojhilatê Kurdistanê xwe birêxistin nekin bi sîstema îstîhbaratî şerê psîkolojîk giran kiriye. Her wiha li girtîgehan jî siyaseta taybet li dijî jinên kurd dimeşîne da ku peşiya tevgera azadiya jinan bigire. Li aliyek din jî bi şiklekî zimanî û rasterast li gel dewleta tirk siyaseta dij kurd dimeşîne.

Dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê

Li başûrê Kurdistanê, dagirkeriya dewleta tirk ne tênê bi avakirina 70 baregehên leşkerî yan jî şerê çekdarî pek tê. Her wiha bi rêya fîlm, mizgeftên ku fînansê dike û bazirganiyê jî nirxên neteweyî yên jinan têk dibe. Peşxistina sîxûrî, exlaqê civakî pûç dike. Li aliyê din ji bo dagirkirinê, beşek ji siyaseta deshilatdar a başûrê Kurdistanê dike şirîkê şerê xwe. Dixwaze li başûrê Kurdistanê, nokeriyê wek dîplomasî û tifaqa tîcarî bi maske bike. Jixwe siyasata başûrê Kurdistanê, her çi reng dibe, jinan derveyî biryaran dihêle. Her wiha parçebûyîna partiyên siyasî, hêza jinan jî parçe dike. Pirsgirêka bingehîn a jinên başûrê Kurdistanê, parçebûyîn e. Siyaseta desthiladar a başûrê Kurdistanê baviksalar e, navendperest e. Pirsgirêka demokrasiyê û welatparezî êdî problema bingehîn e. Bi taybetî PDK di wê siyasete de serkêş e. Azadiya fikir û raman, rojnamegerî êdî wek tewan tên dîtin. Şewra jinên kurd bi taybet bang li PDK’ê dike ku qetilkirina gerîlayên azadiya Kurdistanê rawestîne û gerîlayên aqûbeta wan windayî bi lez û bez aşkera bike. Her wiha ji hikûmeta herêma Kurdistanê hate xwestin ku pêşiya qetilkirina siyasetmedarên rojhilatê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê bigire.

Jinan banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin

Li hemberî  hemû erîşan jinên kurd ên li Ewropayê û çar hêlên welat li ser xwe ne û peşengên berxwedanê ne. Bi taybet îdeolojiya nûjên a di bin peşengtiya Reberê KCK’ê Birêz Abdullah Ocalan de, jin wek kilît û hêza diyarker a paşeroja Kurdistanê ne. Di encama wê de jî jinên kurd wek lehengên li Kobanê, Şengal û Mexmûrê, mora xwe li hêza jinan a sedsala 21’emîn xist. Îro ev xet di asta 4 parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê de mijara eleqeyeke pir mezin e. Jinan banga azadiya Reberê KCK’ê Birêz Abdullah Ocalan kirin.

Mijara qetilkirina gerîlayên HPG’ê ji aliyê hezên PDK’ê ve ji bo bertêken giran vekir. Jinan ev bûyer weke xeteriyeke mezin dîtin û qetilkirina gerîlayên HPG’ê ji aliyê PDK’ê ve weke amadekariya şerekî navxweyî destnîşan kirin.

Di dawiya şewrê de jî, nîqaşa li ser pewîstiya yekitiya neteweyî di perspektîfa jinan de bû mijara sereke. Bi nîqaşên li ser proje, plansazî û rexistinkirina platformên ji bo avakirina yekitiya neteweyî, şewr bi serketî bi dawî bû:

Biryarên Şewira Jinên Kurd li Ewropayê:

-Avakirina Înîsiyatîfa Jinên Kurd ji bo destwerdana lezgîn li dijî dagirkeriyê

-Şewirê bang li PDK’ê kir ku dawî li qetilkirina gerîlayên azadiyê bîne û aqûbeta gerîlayên windayî aşkera bike. Şewrê bang li PDK kir ku rêya dagirkeriya dewleta tirk veneke û di xeta berjewendiyên neteweyî tevbigere

-Bi lezgînî şandina şandeyek li dijî dagirkeriyê ji bo başûrê Kurdistanê

-Bi pêşvexistina rêxistinkirina jinan di çarçoveya yekitiya neteweyî de li gorî beşên pîşeyî yên wek hunermend, akademîsyên, siyasetmedar, dayiken şehîdan hwd.

-Israrkirin ji bo beşdariya jinan di nîqaş û biryarên siyaseta giştî de ya der barê yekitiya neteweyî de

-Avakirina heyetên jinan a ji bo hevdîtînên neteweyî ya ji karên dîplomatîk, dijî dagirkeriyê.

-Şandina nameyan ji bo jinên namzetên hilbijartinên Iraqê û rexistinên navdewletî li dijî dagirkeriya dewleta tirk.

-Şandina nameyan ji bo jinên ku di nav partiyên siyasî li başûrê Kurdistanê û rexistinên jinan ên civakî ku dengê xwe dijî dagirkeriyê bilind bikin.

-Şewir banga komîteya amadekar a konferansa 3’yemîn a yekitiya neteweyî ya jinan kir ku lez û bez bicive û pêşiya xeteriyên li ser Kurdistanê bigire.

-Endamên şewrê banga hemû partî û rexistinên siyasî yên kurd dike, jinan wek îradeyên xweser binasin û derfet bidin ku jin di nîqaşên li ser yekitiya neteweyî cihê xwe bigirin.

-Şewir banga hikûmeta herêma Kurdistanê dike bi lez rojnamevan û çalakvanên girtî yên Behdînanê serbest berdin.

-Şewir bang li herêma Kurdistanê dike pêşiya qetilkirina siyasetmedarên rojhilatê Kurdistan ji aliyê rejîma Îranê li ser axa Kurdistan bigire.

-Şewr bang dike ku hemû kurd û kurdistanî wek erkek neteweyî hewl bidin ku jinên kurd ên êzidî yên ku he jî winda ne bên azadkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar