Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Erdogan, Barzanî û Kazimî hildiweşin

Ev demeke ku şerê cîhanê ya sêyemîn her ku diçe li qada Iraqê kûr dibe. Şerê cîhanê ya sêyemîn di sala 1991’an de bi Şerê Kendavê destpêkir û di nav 30 salên borî de di gelek merheleyên cûda re derbas bû û şer car din vegeriya qada xwe ya esasî, Iraqê. Ya din, di bingeha vî şerî de ku şerê herî demdirêj a şerên cîhanê ye, qeyrana şaristaniya dewletî û nakokiya pergala kapîtalîst a bi rejîmên netew-dewlet re heye. Iraq wekî navenda yekem a desthilatdariyê çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî ya dîrokê ye. Ji ber van sedeman jî hemû qeyranên pergalên desthilatdar niha li Iraqê li hev diqelibin, pevdiçin, şer dikin.

Herî dawî jî di 17’ê Nîsanê de dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya NATO’yê dest bi pêngaveke nû ya dagirkirinê kir. Pey re, di 18’ê Nîsanê de jî artêşa Iraqê li hemberî Şengalê dest bi êrîşeke kir. Li ser hedefên van êrîşan jî gelek şîrove hatin kirin. Niha pêwîst e berxwedana ku li hemberî van êrîşan hatiye pêşxistin û encamên vê berxwedanê werin nirxandin. Rast e bi taybet li qadên gerîla şer ku diçe girantir dibe û berdewam e lê ji niha ve berxwedana gerîla hem li Iraqê hem jî bi giştî li Rojhilata Navîn gelek hesab pûç kirine.

Beriya her tiştî dewleta tirk a dagirker ku li pey serkeftinekê bû ji niha ve têk çûye, ne tenê rejîma Erdogan-Bahçelî her wiha pergala Îttîhat-Terakkî a qirker a sedsalî hildiweşe. Niha ji bo rê li ber vê bigirin dixwazin berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Lê lazim e em bizanin eger êrîşeke bi vî rengî destpê bike jî wê ev êrîş temenê pergala qirker dirêj neke, berxwedana Rojavayê Kurdistanê wê bizmarên dawî li darbesta pergala qirkeran bixe.

Rewşa PDK’ê ji dewleta tirk cûdatir nîne, lê belê xirabtir e. PDK ji ber îxanet û hevkariya xwe bi her awayî teşhîr bûye, eger em bi zimanê gel bêjin ‘rezîl û riswa bûye.’ PDK hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li herêmê teşhîr û îzole bûye. Niha ji bo ji vê rewşê derkeve ji aliyekî ve giranî daye şerê taybet ji aliyekî ve jî li herêmê derî bi derî daye pey hevdîtînên bi hêzên siyasî re. Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di rojên borî de bi hinceta merasîmeke leşkerî çû Silêmanîyê, li ser yekrêziya hêzên kurdî axaftinên pûç kirin. PDK dixwaze car din YNK’ê nêzî xwe bike û eger karibe bikşîne ser siyaseta xwe. Lê daxuyaniya dawî ya Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ku ewê piştgiriya têkoşîna her 4 parçeyên Kurdistanê bikin, bersivek ji bo vê siyasetê bû.

Ji bo PDK’ê, Nûnera Netewên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî ketiye nav liv û tevgerê. Plasschaert ji mêj ve îspat kiriye ku ew ji bo planên NATO’yê yên li qada Iraqê kar dike û dosteke baş a malbata Barzaniyan e. Plasschaert di rojên borî de li gel nûnerên 6 partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê civiya. Her çiqas rojeva fermî rewşa siyasi ya li Başûrê Kurdistanê û hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê be jî, di rastiyê de Plasschaert car din dixwaze siyaseta kurd a li Başûrê Kurdistanê bike dûvika PDK’ê û rê li ber teşhîra wê bigire.

Ji bilî ev hevdîtinên fermî û vekirî, hevdîtinên pişt perdeyan jî berdewam in. Di hefteya borî de Serokê PDK’ê Mesut Barzanî jî çû Îranê. Li gor hin çavkaniyan, Îranê hişyariyên cidî li Barzanî kirine. Hema piştî van hevdîtinan jî di 26’ê gulanê de Parlamentoya Iraqê yasaya qedexekirina asayîkirina peywendiyên li gel Îsraîlê erê kir. Tê zanîn Îranê bi hinceta baregeha MOSSAD’ê lê ye, bi mûşekan êrîşê Hewlêrê kiribû. Ev yasa jî herî zêde gef û zextek cidî ye li ser PDK’ê.

Hikumeta Kazimî jî ku hevkariya polîtîkayên dewleta tirk û PDK’ê dike, bi taybet piştî biryara êrîşa dawî ya li ser Şengalê ji aliyê siyasî ve têkçûneke mezin dijî. Kazimî ku bi vê biryara êrîşê dixwest desthilatdariya xwe xurt û berdewam bike, rastî encameke cûda hat. Kazimî bi biryara êrîşa li ser Şengalê dawiya hebûna xwe ya siyasî anî. Niha li Iraqê gelek hêz û alî di nav lêgerînê de ne ku ji hikumeta Kazimî xwe xilas bikin. Ango berxwedana Şengalê derbeke mezin li hebûna siyasî ya Kazimî xist. Ji xwe Dadgeha Federal a Iraqê jî biryareke girîng da ku êdî hikumeta Kazimî tenê karên rojane yên hikumetê bimeşîne û nikaribe li ser Iraqê biryarên stratejik bistîne.

Ev hemû geşedanên siyasî encamên berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê û her wiha encama berxwedana Şengalê ne. Hesabên ku li Enqere, Bexda û Hewlêrê hatin kirin li ber berxwedanê pûç bûn. Qedera Erdogan, Kazimî , Barzanî jî bûye yek. Niha hin hêzên herêmî û navteweyî dixwazin Erdogan, Barzanî û Kazimî li ser serê gelan wekî desthilatdar bihêlin lê wê tu kes nikaribe rê li ber berxwedanê bigire û wê Şengal, Kurdistan û hemû gelen herêmê ji van kesan hesabê bixwaze.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar