Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Erdogan bûye haleta Pûtîn

Erdogan heyameke dirêj e bi welatên rojavayî, bi taybetî jî bi DYA’yê re pirsgirêkên xwe hene. Diyar e Biden, naxwaze Erdogan ji dest wî biçe lê hinde jî bawerî bi Erdogan nayne. Têkîliyê wan di erê na de ye. Heman helwest li welatên din ên endamên NATO’yê ne, an jî endamên Yekîtiya Ewropayê ne jî tê dîtin. Wisa dixwuyê ev yek zêdetir rê li ber Erdogan vedike da ku pêywendiyên xwe bi welatên Avrasyayê re nêzîktir bike. Erdogan her ku lawaz dibe, xwe li deriyên din dide.

Yên Erdogan ji deriyek dişîne ber deriyê din, bêguman şerê li dijî kurda ye. Erdogan, bi taybetî ji sala 2015’a heta niha li dijî gelê kurd şerekî tund dimeşîne. Çi halet nema ku di vî şerî de bi kar neanî. Cenazeyan bi rojan li derve hişt. Ciwanan bi zindî di jêrzemînan de şewitand. Ji sala 2018’a heta niha jî li hemberî şervanên kurd her cûre çekên qedexekirî bi kar tîne. Lê encam xuya ye. Her çi dike bi ser nakeve. Ev yek wî lawaz dike. Heta lawaziya wî hatiye wê radeyê ku êdî nikare desthilata xwe bimeşîne.

Yek ji wan rêvebirên desthilatê, vê lawaziyê eşkere îtîraf kir. Suleyman Soyluyê ku piştî bûye wezîr her roj der barê PKK’ê de diaxive, dibêje “Welleh bîlleh nema ne, me dawî bi PKK’ê aniye” niha dibêje “Dewleta tirk, ji bilî wesayeta DYA û Yekîtiya Ewropayê niha jî di bin wesayeta PKK’ê de dinale.” Ev îtîrafek rasterast e. Yek ji sedemên ku Erdogan berê xwe dide welatên Avrasyayê jî ev îtîraf e.

Erdogan heta niha ji nakokiya navbera Rusya û DYA’yê derfet dît. Lê êdî derfetên berê nîne. Rusya û DYA, di gelek waran de li hemberî hev in. Şerê Ukraynayê, ne bi awayekî rasterast be jî êdî tê zanîn ku şerê Rusya û DYA ye. Her weha Vladîmîr Pûtîn her diçe zêdetir tengav dibe. Rewşa şer hatiye wê radeyê ku hin pisporên têkîliyên navneteweyî behsa bikaranîna çekên nukleerî dikin. Dibêjin, “Ne dûr e ku Pûtîn çekên nukleerî bi kar bîne.” Di rewşek wiha de haleta herî mezin ya di destê Pûtîn de, Erdogan e. Ew jî wî baş bi kar tîne. Ev yek di civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê de careke din hat dîtin.

Erdogan wêneyên vê civînê tenê ji bo peyamên siyaseta navxweyî bi kar anî. Çapemeniya ser bi Erdogan û trollên ku xwe spartine vê çapemeniyê, wêneyên usa parve kirin ku tu dibê Erdogan desthilatdarê hemû welatên Avrasyayê ye. Pûtîn jî vê derfeta da Erdogan. Rê li ber vekir da ku ew bi hêsanî bikaribe propagandayê xwe bike. Bi gotineke din pêwîstiya Erdogan û ya Pûtîn hev temam kirin. Erdogan xwe wekî ‘Reîsên cîhanê’ da naskirin. Pûtîn jî xwest Erdogan û NATO’yê zêdetir bîne hemberî hev.

Em careke din bînin bîra xwe. Erdogan di vegera Semerkantê de behsa endamtiya Rêxistina Hevkariya Şanghayê kir. Bersîv ji Pûtîn hat. Got, “Heke Tirkiye dixwaze bibe endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê divê ji endamtiya NATO’yê derkeve.”

Rast e; ev ne peyamên ji rêzê ne. Lê ev ne rastiya siyaseta derve ya Tirkiyê ye jî. Yên Tirkiye kişandiye ser vê xetê, lawaziya desthilatê ye. Erdogan bi lezûbez ber bi têkçûnê ve diçe û dixwaze xwe ji vê têkçûnê xilas bike. Ji ber vê yekê xwe zêdetir bi benê Pûtîn ve girê dide. Niha hefsarê wî di destê Pûtîn de ye.

Em careke din bêjin. Sedema vê lawaziyê berxwedana kurda ye. Kurd li her warê cîhanê li dijî desthilata hov li ber xwe didin. Belê, berdêlek giran didin, di bin zilm û zoreke mezin de ne. Lê ne kurd, desthilata dewleta tirk li ber têkçûnê ye.

Desthilatên beriya Erdogan jî ji bo xwe li ser piya bigrin berê xwe dabûn welatên din. Endamtiya NATO, ji ber vê yekê hate tercîhkirin. NATO jî berdêla vê hevkariyê da, dewleta tirk parast. Ne tenê parast, pêşî li ber têkçûna dewleta tirk jî birîn. Lê niha rewş diguhere. Ne bi awayekî siyasî be jî êdî kurd jî hevkarê welatên rojava ne. Li dijî DAIŞ’ê bi hev re şer dikin. Her weha li Rojavayê Kurdistanê statuyeke nû ava dibe û gelek gel û bawerî bi hev re jiyaneke nû amade dikin. Statuya li başûrê Kurdistanê jî ji bo pêşerojê destkeftiyên mezin in.

Yê desthilata Erdogan har û dîn dike yek jê jî ev e. Lê êdî Erdogan jî nikare pêşî li vê rastiyê bigre. Ew ê bi tevî hevkarê xwe ve biçin. Piştî çûyîna wan jî ew ê jiyanek nû were afirandin. Bes ku kurd bi giştî bi hev re tevbigerin û nebin haletên desthilatên hov. Heke têkîliyên navxweyî ya kurda nebe asteng, rojên pêş ya kurda ye.

Nûçeyên Têkildar