Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Erdogan û alîkarên wî yên barbar!

Êdî aşkere ye. Erdogan dest bi amadekariya hilbijartinan kiriye. Her weha em dizanin ku ew ê desthilatdariyê çi car bi dilê xwe bernede. Hemû hewldanên wî tenê ji bo parastina desthilatdariya wî ye. Çi ji destê wî tê texsîr nake.

Gefan li Rojavayê dixwe. Belê, ji DYA û Rusyayê icaze negirt. Lê ev her dû dewlet û çend dewletên Ewropa hê jî li hember êrîşbaziya Erdogan ya li ser Rojavayê Kurdistanê bê deng in. Li Başûrê Kurdistanê êrîşên ser bi qadên gerîllayê jî bi awayekê vekirî piştgiriya Erdogan dikin.

Rast e, ji bo êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hin gûmanên van dewletan hene. Ne ku ji kurdan û ji sîstema xweser ya Rojavayê Kurdistanê hezdikin. Lê ji bo DAIŞ careke din bi hêz nebe û ji berjewendiyên wan re astengî dernexe, vê gavê rê nadin êrîşên Erdogan.

Ev Erdogan e. Carek tama şer girtiye. Hukma xwe tenê bi şer diparêze. Piştgirên xwe bi şer konsolîde dike. Ev xal bûn sedem ku piştî Rojavayê Kurdistanê ev car destpêkir gefan li Yewnanîstanê xwar. Bi awayekî gelek zelal got, “Herin ji bapirên xwe bipirsin, tirk dikarin çi bikin bila ji we re bêjin.” Ango got, “Em dikarin qira we bînin.” Wezîrê wî yê parastinê jî ji wî kêmtir nema. Ew jî gefan li Yewnanîstanê xwar.

Bu van gefan ve çapemeniya AKP û MHP’ê destpêkirin li ser senaryoyên şer ya bi Yewnanîstan û Rojavayê Kurdistanê axivîn. Şirovekarên dev bi xwîn,  tiştên nedîtî digotin. Heke tu li van devxwînan binêrî, dewleta tirk dikaribû di navbera çend seaten de xwe bi aliyekê ve bighîne Atînayê, ji aliyekê din jî hemû Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Yanzdeh sal berê dema Beşar Esad tehdît dikirin jî heman tişt digotin. Weha bawer dikirin ku ew ê di navbera çend mehan de Suriye ji Esad paqij bikin û li mizgefta Selahaddînê Eyubî nimêjê bikin.

Derdê wan diyar e. Bi van gefan dixwazin siyaseta şer germ bigrin. Bi rêya gefên li hember Yewnanîstanê jî dixwazin welatên rojavayî bitirsînin û rê li ber êrîşên dagirkeriyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê vekin. Niha jî amadekariya wan her li ser vê yekê ye. Îro derfet bibînin, namînin sibê û dest bi êrîşên dagirkeriyê dikin. Derfet nabînin, ji ber ku hê ji destbirakên xwe îcaze negirtine.

Bi Erdogan be, ew ê êrîş bide destpêkirin. Lê diyar e, hin aqilmendên dewletê rewşê dibînin û heta ku piştgirî ji DYA û Rusyayê negrin pêşî li êrîşan digrin.

Ya balkêş helwesta muxalefetê ye. Di nava komên parlamentoyê de hema HDP ne tê de, hemû partiyên din ji Erdogan zêdetir neyartiya Rojavayê Kurdistanê û Yewnanîstanê dikin. Belê, hin ji van partiyan, bi taybet CHP naxwaze Erdogan beriya hilbijartinê êrîşek bike. Dizane ku Erdogan ew ê êrîşan ji bo berjewendiya xwe bixebitîne. Ji ber vê yekê jî dijberiya şer nakin, lê tenê dijberiya êrîşên bi hukumraniya Erdogan dikin. Ji bo muxalefeteka Erdoğan ev helwest, hem sosret e, hem jî rûreşî ye. Lê em vê sosret û rûreşiyê, vê gavê li Tirkiyê dibînin.

Me di serî de jî got. Derdê Erdogan parastina desthilatdariya wî ye. Şer jî haleta herî mezin ya Erdogan e. Bêqidûmiya muxalefeta wî jî, di vî warî de destkeftiya herî girîng ya Erdogan e.

Tiştek din jî heye. Niha piraniya gelên li Tirkiyê welê konsolîde kirine ku ew jî ji şer bi hêvî ne. Weha dizanin ku heke Erdogan êrîşî Yewnanîstan û Rojavayê Kurdistanê bike, ew ê hemû derdê wan çareser bibe. Aboriya wan baş bibe. Sînorê dewleta wan firahtir bibe û hemû cîhan ew ê îtaatê wan bike.

Ev ne tenê çavsorî ye. Her weha çavkorî ye. Faşîzm, çavê wan kor, rûyê wan reş kiriye, wan ji rastiyê dûrxistiye. Tênagihîjin ku sedema herî mezin a xizaniya wan şer e. Tênagihîjîn ku ew ji ber şerê qirêj ya dewletê ji nav zibilan nan berhev dikin.

Ya rast heyamên dûmahî ya Hîtler û Sedam jî bi heman rengî bûn. Ew jî dixwestin ji mezinkirina şer derfetan bi dest bixin. Lê şer bû dawiya wan.

Şervanên kurd berxwe didin. Siyasetmedar, rojnameger, rewşenbîr û xizanên kurd jî berxwe didin. Ev ji bo kurda şanseke mezin e. Heke îro dawî li kurda nehatibe, ‘Plana Çokdanînê’ serneketibe, sedem ev berxwedanên berdêlgiran û bêhempa ne.

Lê kurd, çi qas berxwedêr in, ew qas jî bêpişt in. Li cîhanê çi dewletek tune ye ku piştgirî bidin kurda. Piraniya saziyên navnetewî jî piştgirî nadin kurda.

Rast e, siyaseta berjewendîparêz weha ye. Lê ev cûre siyaset jî divê em bizanibin, bêehlaqiya herî mezin e. Ji ber vê yekê divê kurd, rê nedin vê bêehlaqiyê. Divê kurd, ev car wenda nekin. Heke kurd meseleyên xwe di nav xwe de çareser bikin, serkeftin misoger ya kurda ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar