Niha jî Kembera Tirkan!

Heta niha ya ku dihat zanîn Kembera Ereban (Hizam el-Ereb) bû. Dibe ku dewleta tirk, ji vê siyaseta malxerab a dewleta Sûriyeyê sûd girtibe. Jixwe...

SADAT çete ye, Erdogan ser çete ye!

Rêxistina SADAT'ê ku çeteyên Erdogan bi rêve dibe, çend roj e careke din di rojeva Tirkiyeyê de ye. Kemal Kiliçdaroglû li meclisê axivî û...

Niha jî Kembera Tirkan!

Heta niha ya ku dihat zanîn Kembera Ereban (Hizam el-Ereb) bû. Dibe ku dewleta tirk, ji vê siyaseta malxerab a dewleta Sûriyeyê sûd girtibe. Jixwe...

SADAT çete ye, Erdogan ser çete ye!

Rêxistina SADAT'ê ku çeteyên Erdogan bi rêve dibe, çend roj e careke din di rojeva Tirkiyeyê de ye. Kemal Kiliçdaroglû li meclisê axivî û...
Şemî - 21 Gulan 2022

Niha jî Kembera Tirkan!

Heta niha ya ku dihat zanîn Kembera Ereban (Hizam el-Ereb) bû. Dibe ku dewleta tirk, ji vê siyaseta malxerab a dewleta Sûriyeyê sûd girtibe. Jixwe...

SADAT çete ye, Erdogan ser çete ye!

Rêxistina SADAT'ê ku çeteyên Erdogan bi rêve dibe, çend roj e careke din di rojeva Tirkiyeyê de ye. Kemal Kiliçdaroglû li meclisê axivî û...

Êrîşî hişê civakê dikin

Polîtîkayên dewletê yên înkar û îmhaya li ser ziman, çand, nasname û hemû nirxên civakê didomin. Rêveber û nûnerên dewletê ji bo çand û feraseta xwe serdest bikin, êrîşî hiş û hafizaya civakê dikin û li şûna wê hafizaya xwe bi cih dikin. Dewlet ji bo ku karibe bi hêsanî hişê civakê tune bike û hafiza xwe bi cih bike, yekser rêveber û nûnerên civakê diavêje zindanan û li şûna wê qeyûmên xwe tayîn dike. Dewlet, bi rêya qeyûman dest bi tunekirina hiş û çanda civakê dike.

Herî dawî qeyûmê Amedê xwest navê Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî li navê Parka Kirklar (Çil-suyaran) bike.  Dema em li pêvajoya qeyûman dinêrin, em dibînin ku qeyûm li şûna xizmeta civakê bike, ji xizmetê wêdetir êrîşî nirx û hafizaya civakê dike. Dema em vê yekê dibêjin, gelek mînakên şênber hene. Ev mînakên şênber nîşan didin ku qeyûm li gorî ferman û daxwaza hikûmeta desthilatdar û dewletparêz tev digere. Ka em bi hevre li çend mînakan binêrin:

*Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin, tabelaya Parka Jinan a Şengalê jê bir û li şûna peyva ‘Şengal’ê, ‘Dîcle Îdrak’ nivîsand.

*Qeyûmê Şaxê ya Wanê Navê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji parka Şaxê rakir û li şûna wê navê cerdevanekî lê kir.

*Qeyûmê navçeya Licê ya Amedê navê Ceylan Onkol a 12 salî ku 28’ê Îlona 2009’an li gundê Xiraba yê Licê bi topa hawanê ya ji Qereqola Tapantepeyê hat kuştin, di salvegera kuştina Onkol de ji parkê rakir.

*Qeyûmê li Şaredariya Yenîşehîra Amedê, di salvegera 10’emîn a Mehmed Ûzûn de navê wî ji parkê rakir.

*Qeyûmê Şaredariya Êlihê, peyva ‘Jin’ a li ser tabelaya Kompleksa Sporê ya Jinan ku ji bo jinan hat çêkirin, tevî tabelaya kurdî rakir.

*Qeyûmê Amedê yê berê Cûmalî Atîlla tabeleya bi kurdî û tirkî ya li ser avahiya şaredariyê rakir û tenê ya tirkî bi cih kir. Navê ‘Amedê’ jê bir.

*Qeymeqamê navçeya Peyasê Mûstafa Kiliç ku weke qeyûm li şaredariya navçeyê bi cih bû, navê tesîsa ‘Kompleksa Werzîşê ya Amedê’ kir ‘Kompleksa Sporê ya Şehît Polîs Halît Gulser.’

*Waliyê Hatayê, li bajarê Kîlîsê navê mizgefta ‘Kurtler Camîî’ piştî restorasyonê guhert û kir ‘Turkler Camîî’.

*Qeyûmê Wanê nivîsa kurdî ya tabelaya diçe Nexweşxaneya Lêkolînê ya YYU Dursun Odabaşi rakir. Qeyûm li şûna ‘Nexweşxane’ (hastane) hişt.

Qeyûmê Şaredariya Amedê tabelaya Kreşa Zarokistan a navçeya Rezan rakir û li şûna wê “Mala Venerîna Rojê û Kreşê ya Bagcilar” daliqand.

Min tenê çend mînakên kiryarên qeyûm parve kir. Wekî vê minakê bi sedan mînak hene. Ev ji serdema Komara Tirkiyeyê heta niha didome. Çawa ku navê Riha, Mereş, Dêrsim, Amed, Çewlig û gelek bajarên din guhertin, niha jî hem navê kolanan û hem jî navê park û warên dîrokî diguherin û li şûna wan navên xwe lê dikin û hafiza û hişê civakê tune dikin. Bi vê yekê dixwazin civakê bêhiş û bê dîrok bihêlin. Lê divê civak jî li gund, tax û navçeyên xwe li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman û êrîşa li dijî nirx û nasnameya xwe qebûl nekin.

Nûçeyên Têkildar