Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Ev şerê ispatkirina hebûna xwe ye!

Ev ne şereke dagirkerî, talan û qirkirinê ye; ev şerê hebûn, nasname û weke netew li ser rûyê cîhanê xwe îsbatkirinê ye. Ev şerê weke civak xwedî xak, netew û ziman e.

Bi sedan sal in ku kurd tenê ji bo hebûna xwe li cîhanê bide îsbatkirin, şerê hebûnê dike. Tevî ku xwedî xak, nasname, ziman çand-huner e jî, tune tê dîtîn û heta ji bo hebûna wê jî neyê nîşandan hebûna wê tê qirkirin, çanda wê tê helandin, zimanê wê tê qedexekirin û xwezaya wê tê talankirin-wêrankirin.

Carê piştî ewqas sal fersendek bi avakirina Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê re derket holê ku bikare ji bo hebûnê şerê azadiyê bike. Derfetê bi zimanê xwe bijî, çand û kevneşopiya xwe li ser xaka jê hatî dinê, azad û serfiraz bijî derket. Lê wê ne ewqas hêsan ba ev jiyan. Ji bo wê şerê hebûnê û serfiraziyê destpê kir.

Guleya yekem a vî şerî jî di vê mehê de 15’ê Tebaxa 1984’an li Dihê-Şemzînan destpê kir. Wê bandora wê pir û têkoşîna wê jî dijwar ba. 37 sal li ser vê pêngavê re derbas bû. Têkoşîn hê xurtir, berdêlên hê girantir û rojên serfirazî hê nêzîktir dibin. Gava berî 15’ê Tebaxê li ber çavbê girtin û heta pêvajoya roja îro li ber çav bê girtin, ferqek mîna erd û ezman ji hev cuda hatiye bidestxistin. Ev jî hema wilo bi rehetî nebû. Me canê xwe yên herî bi nirx û kêrhatî kir qûrban. Çawa ku Hz.Îbrahîm ji bo baweriya xwe kurê xwe xwest bike qurban. Me kurdan jî keç û kurên xwe kir qurban, ji bo weke her kesê bijîn. Ev qurban di roja îro de hê jî tê dayîn, pir giran tê dayîn. Her ku em biêşin, berdêl didin, hêz û vîna me ya serketinê û têkbirina dijmin zêdetir dike.

Nimûneya vê jî berxwedan-têkoşîna îro ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li başûrê Kurdistanê dide. Dagirkeriya tirk a li ber vê têkoşînê her tengijî, derb xwar 23’ê Nîsana 2021’ê xwest di serî de gerîla tesfiye bike, ji başûrê Kurdistanê bigire heta Kerkûk-Mûsil heta gelek deverên xaka Sûriyeyê ji valatiya desthilatê ya van dewletan xwest sûdê bigire û dagir bike. Lê ev yek pêk nehat. Gerîla li ber vê bû mertalên pola, tevî her cûre çekê qedexe û kîmyewî li ber xwe didin. Îro tam 130 roj zêdetir e, li ber xwe dide.

Li vir şerek ji rêzê nayê kirin. Li Hîroşîma Nagazakî DYE carekê bombeya atomê di navbera 6-9’ê Tebaxa 1945’an hat teqand. Lê ev sed sal in, bombeya atomê dabeşî bi milyonan parçe kiriye û her roj li ser gerîla û kurdan dibarîne. Li Srî Lankayê gerîlayên Pilingên Rizgariyê yên Tamîl Elamê (LTTE) sala 2009’an carekê li hev komkirin û qirkirin, em kurd bi dehan carî li hev kom kirin û qir kirin. Li Geliyê Zîlan, Newala Qesaban, Agirî, Dêrsim, Mereş hatin qirkirin. Civaka êzidî 73 carî bi komî hat qirkirin. Helebce bi komî hat kîmyebarandin. Barzan bi komî hat enfalkirin. Xwezaya Kurdistanê roj bi roj, tê şewitandin û qirkirin. Rojane heqaretê li ziman û çanda me kurdan dikin.

Hê wê çi bibe gelo? Ev gel ne xwedî çand-zimaneke wiha qedîm û girêdayî axa xwe be, gelo wê bikara ewqasî xwe li ber van êrîşên hovane bigirta? Bi xwîna xwe vê axê av dide, rehên jiyanê û girêdana wê ya xakê kûr dibe. Ji bo wê ye ku divê êdî her kes vê yekê bibîne. Di serî de divê kurd vê hêza xwe ya li ber vê hovîtiyê îro li Kurdisanê şer dike bibîne û piştgiriyê bide.

Berê hêzeke rêxistinî ya me nebû lê îro di berxwedana gerîla-pêşmerge de hêzeke canbexşî ya vî welatî heye. Ji bo wê ye ku divê hêza kurdî vê yekê xurtir bike. Dîplomasî û rêxistineke me ya gerdûnî-kurewî nebû lê îro heye. Ev hemû fersendin ku em bikarin zêdetir weke netew-kurd li ser dika dîrokê xwedî cih û gotin bin.

Ya îro ji me tê xwestin li ser vî bingehî û têgihiştinê bikevin tevgerê. Eger hêza me ya leşkerî-siyasî nebe, teqez em ê nikarin rojekê li ber xwe bidin û bergiriyê bikin.

Me li ser vê axê xwîna zarokên xwe yê herî bedew daye, ev ax mîrasê wan e ji bo me. Em divê xwedî li vî mîrasî derkevin. Deynê me parastina vê axê û jiyana azad ku wan di oxira wê de canê xwe bexşandine.

Werin dest bidin destê hev, Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat partî û rêxistin, bi hesta neteweyî ya kurd di serî de welat, ziman, çand û nasnameya xwe ji zilmê rizgar bikin.

Nûçeyên Têkildar