Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Ew pêşenga jinên azad bû ne kesek bû

Berhevkar: Nêrgiz Ismayîl

Yadê: Kamila Temê

Mêrga Mîra gundek ji gundê Dêrika Hemko ye. Gava heval ku ji wan re digotin Apocî derbasî malan dibûn. Ew kesên gelekî jêhatî û sipehî bûn. Mal bi mal digeriyan, ne şev li wan şev bû, ne roj li wan roj bû. Keç û xortên ciwan bûn, ser xwe bûn, her deqe û rojê digeriyan, bê ku biwestin. Zarokên me bûn. Bi axaftin û danûstenên xwe ramana xwe belav dikirin. Salên heştê gelekî zehmet bûn, ji ber ku her kesek hizira Kurdistaneke azad nikarîbû di warê ramanî de qebûl bike û ji bo wê têbikoşiya. Ji ber gelek kes wiha difikirîn ku hema azadiya welatan wê bêked û westandin be. Halo nedibû, lê belê ew kadir gelekî jîr û zana bûn, bi xwedê çiqasî bêhinfireh û bi sebir bûn, çiqasî bi deyax û zanebûn bûn. Heta tu bê bes şareza bûn. Rastî ez bibêjim, eger kesayeteke hêja û bêhinfireh wekî Rêber APO ji me re derneketa wê rewşa me çawa ba. Gelek tişt hene ku kurd hîn divê zanibin çawa ye. Rast e me digot em kurd in, lê belê kurdên çawa bûn? Ma hema her kesekî got ez kurd im hema kurd e!! Di rastiyê de ez dibêjim. Kurditî hema ne ji xwedê ye. Kurditiya rast ked û westandine, xebatkirin  û zanebûn e.

Erê law, ew Apociyê rastbûn, ji ber ku ji dil bûn. Gava te digot Apocî, wê demê ji dil kar kirin, ji dil bi doza gelê xwe re mayîn e. Ew keç û xort wisa bûn, bi terbiya xwe, fedekariyên xwe nayê hesab û gotinê.

Wan însanan ji hemû aliyan ve xwe pewerde kiribûn. Her hevalek ji malbatekê bû. Hindek ji malbatên dewlemend bûn, hinek jî ji yên feqîran bûn lê jiyana wan, ruhê hevaltiya wan gelekî xweş bû, xwe di ber hev de feda dikirin, cudahî di navbera wan de tune bû. Rastî ez li ser bîranînên wan biştexilim, nayê gotin, ji ber ku kesayetên Apocî xwedî taybetmendiyên cuda ne. Ew kesayetên hêja ne, jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kirine. Di wan salan de, dema mirov hevalek didît însan bi taybetmendiyên wan ên hezkirina mirovan bandor dibû. Bi qasî ku ji gelê xwe hez dikirin, ewqasî jî gel ji wan hez dikir. Însanên dilnimz bûn, di rabûn û rûnişkandina xwe de gelekî bi pîvan bûn, di axaftinên xwe de zana, kûr û bi aqil bûn. Her wextê mirov dixwest hema li kêleka wan rûnê û li wan guhdar bike. Di 1984’an de dema derbasî mala me bûn, hema mal bû ya wan. Rehmetiyê Ebdurheman jî ji dil û can bi wê felsefê re bûbû yek û bi kedên hêja hevaltiya partiyê kir. Ev mal, mala wan bû hêlîna ku wan dihewand û qedir dida wan. Bi dehan derbasî vê malê bûne, li vir xwarin xwarine, li vir me bi hev re şevbihêrk derbas kirine, way çi bêjim, her qorziyek vê malê bîranîneke hevalekî heye.

Tişta ku gelekî bandora xwe li min kir, tevlibûna hevalên jin bûn. Bi rastî jin di nava tekoşînê de, li kêleka hevalên xwe yên zilam, ew bûyerekî gelekî hêja û mezin bû ji bo miletê me.

Bi şoreşa Apocîtî re jinan jî para xwe ya tevlibûnê ji têkoşîna azadiyê re kir, ev ji bo me serbilindî ye. Hevalên jin dema derbasî malan dibûn, li ser çoka xwe rûdiniştin û te çi pirs ji wan kiriba, hema di cih de bersiva te didan. Serokatî ew li ser bingehê ku jin bibe xwedî zimanê azadiyê, perwerde kiribûn. Ji ber ku civaka me jî nêzîkatiyên wiha nedîtibûn. Her dihate gotin: jin bê deng e, tenê ya malê ye, bê kesayet e, rê li pêşiya pêşketina wê dihate girtin.

Rastî tu carî ji bîra min nace Hevala me ya şehîd Sakîne Cansiz (Sara) jineke leheng û hêja bû. Min di sala 1991’ê de,  dîsa li gundê Mêrga Mîra min hevala Sakîne cara yekê dît. Axaftinên wê xweş bûn, bi rêkûpêk bûn, pora wê xurmeyî bû, însanek bi hevalên xwe yên jin ve dihate girêdan, her demê ji me re digot bi tenzîm bimeşin, karê rêxistinî cidî pêk bînin. Rastî hevaleke pir hêja bû, cihê xwe di dilê hemû jinên Kurdistanê de girt, xwe fedayî hemû jinên Kurdistanê dikir, tim girêdanên me pê re hebûn. Dema nikarîbû ji sînor re derbas bibe, sê roja li mala me dima, her ku zanebûna xwe dida me, ewqasî em bi kesayeta wê ve dihatin girêdan.

Islûbê wê balkêş bû, jiyana wê bi rêxistin bû, tu carî karek nedikir, bê ku xwe bi rêxistin bike. Her demê dixwest bibe moralek ji hemû jinên Kurdistanê re. Dema derbasî welat jî bû, ji cem me derbas bû, rastî ew roj ji bîra min naçê. Sînor hate girtin, sê rojan li gel me ma. Li ku derê mabana wextê xwe vala derbas nedikir. Armanca wê ya sereke ku jin her serkeftî bin.

Taybetmendiya wê, mîna jineke kurd bi ruhê berxwedaniyê tijî bû. Ramanên Rêber APO fêmkiribû. Ne tenê di hêla axaftinê de nas kiribû lê di warê pratîkî de jî pêk dianî. Însanek e ne ji rêzê bû. Taybetmendiya wê ya balkêş her demê di nav çi mercan de bûna xwe perwerde dikir. Ez bawer nakim ku tu kesî mîna wê bikariba xwe perwede bikira. Çawa ku em pêwistiyên xwe bi nan û avê dibînin, wê jî di heman demê de perwede ji bo xwe mîna hêza mezin a avakirina kesayetê didît.

Ez vê mînakê bêjim, cara yekê gava çavên min lê ketin rastî kelecanekê ez girtim. Bi sekna xwe ya xwezayî û rêzdayînê, bandoreke xwe ya bê sînor di însanan de ava dikir. Li beramberî wê însanek çiqasî xerab hebûya jî lê hevala Sakîne dikarîbû bi bêdengiya xwe jî bandorê lê bike. Ji ber ku bi nirxê civaka azad re, bi taybetmendiyên şoreşgerî re bûbû yek. Şêwazê xwarin- vexwarina wê, danûstendinên wê, li civatekê rûniştiba balkêşiya wê, ev ne hindik bûn.

Ne tenê jin jê bandor dibûn lê belê zilam jî. Gelekî cesûr bû di axaftinên xwe de, di awirên xwe de, dera ku carekê biçûyayê, bê guman pêwîst bû li ser bandoreke xwe bihişta. Her demê ramanên jinan dida ber girêdanên rêxistinî. Her ji me re digot: Pêwîst e hûn ji mala xwe dest pê bikin, piştre mirovên xwe, piştre gundê xwe, piştre her derê. Her banga wê yekitiya jinên kurd bû. Li gorî nêrîna min, ew ronahiya jinan e. Ew tarîtiya ku li ser jinan hebû hevala Sakîne bi kesayeta xwe ronî dikir, beriya her tiştî ronahiya jiyaneke nû, ger kesek xwe nû neke ma dikare civaka xwe jî nû bike? Lê belê rastiya vê însanê hîn mezintir bû, çima mezin bû! Ji ber armancên wê mezin bûn.

Li gorî fikrên min ger em rastiya hevala Sakîne bêjin ew bi vî rengî ye: ew jinek e ku beriya bi canê xwe here ser dilovaniyê, hemû xweşikiyên di kesayeta xwe de diyarî vî welatî kir. Bû nimûneya ku jin dîroka rast binivîsînin. Hevala rast a Rêber APO bû. Hevala Sakîne qehremantiya wê û herî dawî şehadeta her sê hevalan, rast e bi canê xwe şehîd ket lê belê beriya wê gelek fedekariyên mezin kirin. Ew kesayet nebû milkê jiyaneke şexsî, bû milkê felsefeya azadiya însanan, meznibûna wê însanê jî di vir de ye.

Rastî gava ez behsa wê dikim û şêwazê şehadeta wan her sê hevalan tê bîra min, neyarên me wiha fikir kirin ku bi şehadeta van kesayetên mezin em dê lewaz bin, em dê bê qîmet bibin, wê têkoşîna jinan bê wate bimîne, wê rêberên ramanên azad dawî li wan were, lê mixabin van kesayetên hêja ev raman vala derxistin, ji ber ew ji wê kesayeta hêsan derketine, ew bûne milkê vî gelî, bûne cewherê felsefeya jiyaneke azad. Gelê kurd bi wê felsefê re ye, loma ew kesayet bê mirin dê her demê di dilê me de bijîn.

Rast e şehîdbûna her qeheremanekî bi me gelekî giran e lê qehremanên mîna hevala Sakîne nayên jibîrkirin. Ew ronahiya me ne, ew çavkaniya morala me ne, bi xeta wê em hemû jinên kurd dibin yek. Yanî dewleta Fransayê xwe parastvana mafê mirovan dibîne, lê belê ka ew mafê mirovan. Mirovbûyîna rastî li Kurdistanê ye. Wê ev kesayet di mûzexaneya dîrokê de her zindî bimînin, ji xwe zindî ne, ji bo jinên kurdan ronahî ne.

*Ji cîlda yekemîn a pirtûka Rûpelên Jînê hatiye wergirtin

Du Minbic hene; Yek di bin erdê de ma ya din jî ev e ya ku hûn dibînin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar