Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Ew romana dawî lê nehatî

Azara her kurdekê/î  ji sedemekê ye ku hê jî li ber çavê piraniya wan veşartiye, dema bûyer cihê têzan digirin, dema cihê pîrozî û nefretê wan tê guhertin, dema her qudsiyet û her nirxek manewî dibe metayê firotina reşbazaran, dema mîhwerên soz û peymanan dibin malbat û malbat dibin armancek gelerî, wê çaxî ramana dawî lê nehatiya Rêber Ocalan tê bîra mirov!

Mînak dîroka veşartiya pir balkêş û bi heybet a gelê kurd ku hê jî bi çavê piraniya gelê me veşartî maye û hê jî pir in ew kurdên bawerî bi kevnarî û bi reseniya çanda netewa xwe nînin, hê jî hene kurdên ji zimanê xwe direvin, berxwedêriya şerefmend a kal û kokên xwe nas nakin, hê jî nizanin ev komploya navdewletî hema çi ye, nizanin Ocalan kî ye, wî çaxî pêwîst e her sempatiyeke kurd kûr biponije û jixwe bipirse, çima? Wî çaxî pêwîst e ji bo bersivên rast û dirust laperên agirîntirîn, bixwintrîn û balkêştirîn berxwedana dîroka gelê kurd yek bi yek werin ladan!

Bi rastî dîroka kurdan a rast çi ye? Ev xaka ku li ser asta cîhanê cihê kevnartirîn kiltur, resentirîn şaristaniyetan e çima mezintirîn desthilata dij mirovahî û faşîzmê li wê derê hakîm e? Çima ev cihê pêşengtiya mezintirîn pîrozî û kayînatî ya cîhanê gêray îro tevî gelê xwe bûye navenda tawanên herî dijwar,  bûye cihê qirkirinan û bûye cihê nefretan? Li kêleka van pirsan pirsa ku herî sereke divê were dîtin ev e; “PKK çawa û çima dirust bû?  Çima heta beriya 1978’an û yekemîn serhildana PKK’ê ev dîrok hemû veşartî mabûn? Çima dîroka PKK’ê bi dîroka agir tê binavkirin? Yan dîroka teqînan, dîroka Egîdan, dîroka Zîlan û Bêrîtanan? Dîroka nenivîsandî, dîroka berxwedanan?! Birastî çima ji xwe pirs nakin bi greva birçîbûnê piştî zêdetirî 60 rojan maça bi eşq li mirinek wisa dijwar çavkaniyê ji çi hêz, ji çi îrade û hişmendiyekê digire? Ma qey di ku dera dîrokê de bûyerek wisa qewimiye?”

Evqas rik û kîna li hember gelê vê xakê bi rastî çima? Erê ev ne wateya vê digehîne ku PKK serjinû bişkivîna darekê bû li ser paşmaya xwelî û rejûya daristaneke mezin a tevde şewitî û dawî pê hatî? Erê kîjan çavê hişmendiyê heye dîroka nenivîsandiya gelê kurd bizane û ji xwe re nebêje ku PKK bersivek ji lojîka xwezayê bû? Ev pirsên ku mirov dikare di bîrdoziya felsefaya Rêber Ocalan de yek bi yek bersivên wan bistîne, lê bi tenê di yek gotina birêz Ocalan mirovê bikare dawiya wê romanê beriya diyar bibe, pêşbînî bike!

Di dîroka PKK’ê û helbet ji perspektîfên Rêber Ocalan de ji bo tevahiya van pirsan hind bersiv hene ku mirov hişmend dide hejandin, bersivên ku di selimîne hebûn û derketina PKK’ê ji zarê xwezayê bi rengek kayînatî hatiye dayîn. Di vê mijarê de bi salan e axiftineke wijdan hejîn a Rêber Ocalan bi kûrahî bala min kêşandiye, bi sedan carî têde hizirî me, dema ku dibêje: “Me bi navê şerefa mirovahiyê ev têkoşîn da destpêkirin. Em hemû îşkence û xwîna rijtina li ser gelê me hatiye meşanedin, ev pêkutaniya me li ser vê têkoşînê tenê û tenê ji sedema israra li ser mirovbûnê bûye. Lê dijminên mirovahiyê bi dijwartirîn şêwazan, bi pêşketirîn çekên serdeman bi ser gelê me ve hatin, gelê me şewitandin, qir kirin, wêran kirin. Lewre dile me îlhamê digire ku pêwîst e heke ji bo tolvekirineke mirovahiyê jî bûbe em li ser vê berxwedaniyê dewam bikin. PKK lewra tolvekirineke ji bo mirovahiyê, mirovahî li vê xakê hatiye kuştin, mirovahî li vê beşa goya zeviyê hatiye fetisandin û windakirin. Lewre pêwîst e her li vê dere jî serjinû were peydakirin, mirovahî ne li tu dereke din serjinû nikare were jiyandin, navenda wê ev xak e, mezinahiya dîroka me jî dibe her ji vê serdemê be ku heya niha nehatiye naskirin, nivîsandin. Dibe bi nîveromana dîroka vî gelî ji vê serdemê da ku heta niha şoreş û berxwedaniya mirovahiyê her tim bi nemirovahiyek pir dijwar hatiye şikandin. Dibe her ji vê sedemê jî be ku ev pêdagirî û ev berxwedan tu serdemekê ji vê xakê qut nebû û her tim dirêje pê hatiye dayîn. Bi corekê ku ev dîrok naşibe tu welatekê û tu dîrokekê û dibe di tu laperekê de jî heya niha nehatibe nivîsandin lê rastiyeke vê dîrokê hebûye ku her tim evîna azadiyê têde aşkera ye. Ji bo bersiva vê jî PKK weke romaneke dawî lê nehatiye, wek helwest û stranek xweş, ne ji bo mirinê berevajî ji bo jiyanê. Mirin belkî di çavê her kesî de sade were dîtin lê di çavê PKK’ê de qet tiştek sade nîn e, PKK evîndara jiyanê ye, bi salan e em mirovên ser bi vê rastiyê kom dikin, dibe ku ev mirov di cîhanê de bibin mirovên herî nimûneyî ji bo serdema me.”

Li gorî van rastiyan pir bi ciwanî mirov dikare di teqîna PKK’ê de, di evîna PKK’ê de, di agira dîroka PKK’ê de, dîroka nenivîsandiya gelê kurd bibîne û di kesayeta PKK’ê de siwarên Derwêşê Evdî, şewata Edulên evîndarên azadiyê û mêrxasiya Derwêşê Evdî, evîna jiyanê û heqîqetê, çîroka Înana û Enkîdo, şerê îlaheyên evînê li hember xwedayên nefretê, armanca sereke ya her ol û ayînekê, armanca sereke ya her pirtûkeke esmanî û pîroz bi vê eşqa herî mezin a mirovahiyê weke îfadeya herî rasteqîn ê girêdayî bibîne, eşqa jiyanek rast û mezin, eşqa azadiyê û xwedawendiya herî rast û mirovbûna herî dirust!

Ez naxwazim propagandaya ne ji bo PKK û ne tu aliyeke siyasî bikim, tenê dixwazim bi van gotinan îmaje bi vê rastiyê bidim ku weke pêwîst hê jî me nekariye nirxandinek rast ji bo vê dîroka agirîn û pirî xwîn, pirî evîn, pirî şer bikin û pîrozî û nefretên wê bi biaşî nas bikin. Bi rastî ev ‘Romana dawî lê nehatiye’ di kîjan qonaxê de ye, di roja me ya îro de ya ku heman kesên dihunê hêstir ji bo jehra bi ser Helebçeyê de rêjandin çawa îro bi çavên zîq dibînin, rastiyên heyî dinixumînin û dîrokek din a reş dubare dikin?!

Armanc ji van gotinan tenê ev e ku wijdana xwe ya mirovahiyê aram bikim, dibe şaşî yan nerêkî di karên siyasî yên siyasetvanên ser bi hereketa PKK’ê de hebin, yan belkî nebin, dibe li kêleka pîroziyên wê pir nefret û îxanet jî hebûbe û hê jî hebin, lê divê ez balê bidim ser wê, ev heqîqeta mezin a pir aşkera  û berbi çave ku agirê dîroka wê piruskên xwe yên  44 salan berdide nav çavê dost û dijminan û tevahiya cîhanê. Bila ev pirs di gel her keseke kurd û her keseke vê cîhanê de çê bibe ku çima ev qas sansur û rêgirî dikevin ser dîroka PKK’ê? Çima ev qas rêgirî li ser belavok û weşanên wê hene, li ser televizyonên wê hene, li ser al, li ser part û endamên wê, li ser alîgir û sempatîzanên wê, li ser heta medyaya civakî, rêgirî li her xebateke vê tevgerê tê kirin, sansûr û rêgirî li ser her rengê dîmenên rêberê vê têkoşînê, bi ruxmî ev qas nav û bangên xwe li ser asta qadên entellektuel a cîhanî heyî, bi zêdetirî 28 hezar laperên nivîsên analîzên herî bi bandor, bi 23 salên tecrîda li zindaneke takekesî ya bi şert û mercên herî dijwar.

Li kêleka vê hemûyan ev 44 sal in bi hemû teknîkên pêşketî yên şer êrîş hatin ser, heta bikaranîna çekên kîmyewî û qedexe, bi tawîzên pir giran sepandina nasnameya qirêj û derhiquqî ya terorê li ser asteke cîhanî, bi caşkirina her alî yên kurdan, bi sîxurkirina her qadekê, bi her rengê planên qirêj li hember vê tevgerê, bi dehanhezar û sedhezaran sempatîzan û siyasetvanên hişyarbûyî yên vê tevgerê bi cezayên giran li jêr îşkence û tecrîdên giran, bi ruxmî vê hemûyan tiştê ku weke mucîzeke serdemê tê dîtin ev e ku ev tevger bêyî her destekek cîhanî û sermayedarî ji her demekê bi hêztir û bi bandortir li hember tevahiya cîhanê di lûtkeya îrade û berxwedan û baweriyê de roj bi roj banga xwe xurttir dike. Erê ma dibe li vê cîhanê mirovek rasteqîn hebe ku van hemû piruskên yezdanî û pêlên heqîqeteke aşkera bi çavê wî neketibe, bi rastî tenê kesek li hember van tişkên ehûrayî xerîbe û jê diêşe, ew kesê ku hedara xwe daye derûnek seranser tarîtî nikare hedara van piruskên ronakiyê bike û li hember dibe dijmin.

Ev roman heman ew romana 20 hezar salî ya mirovahiyêye ku di laperên dawiya wê de tenê û tenê ev tevger û ev têkoşîn navê qehremanên wê dinivîsîne, ev roman di heman deme de gemiya Nuhê kal e  ku her şerefmendekê dawetî rizgarbûnê dike, ev roman hê dawî lê nehatiye, lê dawiya wê tenê mirovên xwedî kerametek bilind dikare bibîne û hîs bike û tev li wê bibe, dawiya wê tenê ji bo dilronakên hevçeperên Xelîlê yezdan dikare were dîtin ku di sengerê but şikênan de cihê xwe digirin.

Nûçeyên Têkildar