DAIŞ rêxistina Fermana Reş, PDK jî ya Fermana Spî ye!

Êzdîn Şengalî Gef û êrîşên li ser civaka êzidî û stargeha wê ya pîroz Çiyayê Şengalê ji dîrokê heya roja me ya îro berdewam dike....

Jîna Emîne û Dîktatoriya Îranê

Polîsên rejîma Îranê yên bi navê Îrşad (Polîsên Exlaq) keça kurd Jîna Emînî bi roj li ber çavên her kesî kuşt. Jîna Emîniyê zanîngeh qezenc...

DAIŞ rêxistina Fermana Reş, PDK jî ya Fermana Spî ye!

Êzdîn Şengalî Gef û êrîşên li ser civaka êzidî û stargeha wê ya pîroz Çiyayê Şengalê ji dîrokê heya roja me ya îro berdewam dike....

Jîna Emîne û Dîktatoriya Îranê

Polîsên rejîma Îranê yên bi navê Îrşad (Polîsên Exlaq) keça kurd Jîna Emînî bi roj li ber çavên her kesî kuşt. Jîna Emîniyê zanîngeh qezenc...
Duşem - 26 Ilon 2022

DAIŞ rêxistina Fermana Reş, PDK jî ya Fermana Spî ye!

Êzdîn Şengalî Gef û êrîşên li ser civaka êzidî û stargeha wê ya pîroz Çiyayê Şengalê ji dîrokê heya roja me ya îro berdewam dike....

Jîna Emîne û Dîktatoriya Îranê

Polîsên rejîma Îranê yên bi navê Îrşad (Polîsên Exlaq) keça kurd Jîna Emînî bi roj li ber çavên her kesî kuşt. Jîna Emîniyê zanîngeh qezenc...

Eyşe Şanê: Prensesa bêtac û text

Navenda Nûçeyan

Nivîskêrê pirtûka ‘Eyşê Şan: Prensesa bêtac û text’, rojnameger Kakşar Oremar bi boneya wefata Eyşê Şan pirsên Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bersivand.

Hevpeyvîna ku bi Oremar re hatiye kirin wiha ye:

-Hûn dikarin behsa serboriya jiyana Eyşe Şanê û bûyerên  jiyana wê guherandin bikin?

Di sala 1938’an de li Amedê hat dinê. Babê wê Osman dengbêjekî naskirî û dayika wê Elîf xanim jî ji malbateke naskirî ya kurdên Erziromê bû. Ji ber wê jî Eyşe Şan pirî caran behsa esil û feslê xwe dike û bi kurdbûna xwe serbilind e.

Eyşe Şan hê zarok bû ku hesreta strîna kilamên kurdî bi rêya dengê babê wê hestên wê yên hunerî jî bişkivandin. Ew pirî caran wiha dibêje:”Ez ji bo ku stranên babê min ji hêla dengbêjên din ve baş nedihatin gotin, ketim ser rêya hunerê. Dema babê min srana ‘Lêlê bêmal’ digot, ez li pişta deriyê dîwanxaneya mala me mendehoş dibûm. Xwezila der û dîwarên mala babê min a li Amedê bikarîban biaxivin û çav û guhê wan hebûya, hingî we bizanîba ka ez çi dibêjim…”

Eyşe Şan ji destpêka sala 1963’yan û şûnde ew dengê xwe bi rêya radyoya Entabê digehîne guhdarên xwe. Piştre dema ku diçe Stembolê êdî bi rêya sêlkên ku du yan jî çar stranên kurdî û tirkî digirtin nava xwe, bala civaka kurd dikişîne ser xwe. Bihîstina dengê wê di wî atmosferê tije tirs ê înkarkirina netewa kurd weke dengê banga melayê mizgeftê bû ku berê sibê zû xelkê ji xewê şiyar dike ku îbadetê bikin. Bihîstina dengê Eyşe Şanê jî weke dengê wan dayikan bû ku ji zarokên xwe re bêjin:Şiyar bin û baştir li dora xwe binêrin, dijminên li dora we yê sal ji salê zêdetir çembera we tengtir bikin. Ez dengê stran û evîndara zimanê kurdî me, kurdino ji armancên min fam bikin…“

Ji bîr nekin ku her kar û rûdanek ê li gor îmkan û şertên dema xwe bên nirxandin. Em behsa serdemekê dikin ku li rex tunebûna îmkanên teknîkî û ragehandinê bizava siyasî jî li bakurê Kurdistanê hem hatibû fetisandin û hem jî li hemberî siyaseta Kemalîstan a fasîstî şer an jî xebateke wiha bihêz tunebû. Dengê Eyşe Şanê di wan salan de dengê hêviyên nû û mezin û weke hêza tava rojê germ bû. Jiyan li rû erdê bê tava rojê mumk in nîne.

Ew destpêk li gor şertên wê demê li Kurdistan û Tirkiyeyê dehan peyamên şiyarbûn û şoreşeke siyasî-çandî bû.

Serdema ku Eyşe Şan dest bi karê hunerê kir de, li bakurê Kurdistanê rewşa siyasî ya doza Kurdistanê bi înkar û bişaftinê re rû bi rû ye. Kemalîst bi çar gavan meşa xwe ya li dor tunekirina hemû taybetmendiyên kurdan ên civakî, çandî û siyasî xistine gereke bêrawestan.

Ji temenê 9 saliyê û şûnde êdî ew bê babe, dayika wê bi tena serê xwe nikare debara jiyana wan bike, neçar Eyşe Şan xwe fêrî karê kinc dirûtinê dike lê gelek caran jî bi dizî xwe digehîne wan hunermendên ku ji muzîk û rîtimên muzîkê fam dikirin. Yek ji wan jî Husinî bû ku bi Celal Guzelses re kar dikir û pirî caran Eyşe Şan bi dizî çûye cem wî û xwe hînî awayê strînê tevî enstûrmentên weke cûmbûşê kiriye.

Ji hêla din jî Eyşe Şan di rewşekê wiha de dengê xwe bilind dike ku malbat, civak û ji wan jî girîngtir dewleta Tirkiyeyê li dijî wê pêngavê ne. Ew deh salan li Stenbolê xwe vedişêre ku birêya birayê xwe neyê kuştin. Wê êşa xerîbiyê em di deng û awazên Eyşe Şanê his dikin.

Ez xebata Eyşe Şanê ya wan salan weke karê şervanekî dibînim ku piştî ketin û şikesta di qada şer de ji nişkave rabe ser pêyan û di nava agir û xwînê de ala berxwedanê bilind bike û wiha biqîre: “Em hene, hûn nikarim hebûna me tune bikin.”

-Di hunera Eyşe Şanê de taybetmendiyên diyarker çi ne? Mirovek çawa bû û şopên nasnameya wê li ser hunera wê çi ne?

Eyşe Şan dema dest bi karê hunerê dike Kemalîst bi rêya geşkirina bazara muzîkê û dengxweşên kurd pêngava yekemîn a asîmîlasoyên li bakurê Kurdistanê diavêjin. Celal Guzelses (1899 – 1959) pêşengê karekî wiha ye û ji ber wê jî Mistefa Kemal wî weke “Şark Bulbulu  (Bilbilê Şerqê)” binav dike. Merem û stratejiyeke domdirêj li pişta vî paşnavê C. Guzelses heye. Wan salan li gor gotina Husnoyê sazbend dema ku C. Guzelses cara yekê di sala 1957’an de dengê Eyşe Şanê dibihîse ji wê dixwaze ku biçe nava koma wan a Diyarbekirê, lê ew wê daxwazê napejirîne. Li vir xuya dibe ku qedexkirina ziman û strana kurdî bandoreke xera li ser hestên Eyşe Şanê hebûye ku piştre li rex stranên tirkî bi zimanê xwe yê dewlemend bi kurdî jî distire. Nasnameya deng û awazên wê kurdî ne. Ew keça dengbêjan e û agahdarî xizîneya tije dor û gewher a stranên kurdî ye. Jineke rewşenbîr û kurd ku huner di xwîn û hemû hucreyên laşê wê de weke mîrasekê ji civata dengbêjên kurd û hunera kurdî ya klasîk jêre mane. Jinek ku dema dibe stranbêj û tê naskirin xwe winda nake û nakeve pey poplîstiyê, tenê dixwaze dengê huner û zimanê gelê xwe be. Dema bi tirkî distrê zêde bala guhdaran nakişîne ser xwe lê dema bi kurdî distire êdî nav û dengê fîrmayên plakêçêkerên ku pêre kar dikirin li her derê belav dibe. Eyşe Şan wefadar bûye û soza ku dabû xwe qet neşikand.

Ji hêla din jî naveroka stranên Eyşe Şanê gelek peyamên zelal bi me re parve dikin. Salên 1970‘an û şûnde bi rêya radyoyên Êrîvan û Bexdayê dengê Eyşe Şanê li her derê belav dibe. Kes nizane ew kî ye û ji ku ye, lê dengê wê heyecaneke mezin di nava gel de diafirîne. Behsa “derdê hewiyê”. Ew stran di serdema ku bi xwe bi ser hewiyê de çûye û şû bi Hecî Şewketê Dêrkî kiriye, dema ku zîz dibe û venagere mala mêrê xwe bi dilekî tije xwîn nivîsiye. Gelo peyam ji wê baştir ku em bi şoreş û asta rewşenbîrya Eyşe Şanê nehesin? Civaka feodal û zordariya sîstema mêrsalariyê gelek ruh û hestên wê birîndar kirine. Wê jî tenê bi stranekê bersiva derdên wê sedema jiyana jina kurd li Kurdistanê daye. Ger Eyşe Şan tenê “Derdê Hewiyê” û “Xezal-Xezal” bigotana dîsa jî nav-dengê wê yê li her derê belav bûya û bibûya malê dîrokê.

Mijara stranên wê klasîkên kurdî, çîroka jiyan û serbihûriyên wê bi xwe û stranên siyasî ne ku li pey geşbûna bizava siyasî li Bakur dest pêdike.

Dengê Eyşe Şanê wisa bi bandor bûye ku carna ji ber gotina straneke foklorîk Mîta Tirkiyeyê ew vexwendina navenda parastina xwe li Enqereyê û lêkolî-lêpirsîn pêre çêkirine. Gelek êşandine û sivkatî pêkirine, lê wê jî serê xwe ji daxwazên wan re netewandiye. Tevî ku ji hêla malbat û gelê xwe ve rastî qedirnasiyê nayê, lê ew bi esil û esaleta xwe dizane, karekî nake ku bi nav û karê wê gelê wê xwe serşûr bibîne. Eyşe Şan jineke xwedî soz û biryar bû ku di temenê xwe yê kurt de berhemên pir baş û xwedî peyam afirandin û kirin malê dîroka hunera Kurdistanê.

-Li gor we di serboriya jiyana Eyşe Şanê de bîranînek diyarker û bandor li we kir heye?

Xala herî zêde ku min diêşîne ew bû ku heya sax bû kesî qîmeta wê nezanî. Wê pirî caran ji kurê xwe Murad re wiha gotibû:“Kurê min hûn nizanin ez kî me, lê piştî mirinê yê gelek kes bêne cem we û pirsa kar û xebata min ji we  bikin, lê ez heya sax im kêm kes dizanin ez kî me û min çi kiriye…”

Eyşe Şan heya sax bû ji kêleka netewa xwe dûr neket, lê heta dema ku li Bakur û Başûr kurd xwediyên saziyên xwe jî bûn ked û xizeta wê neanîn bîra xwe. Em miletên Rojhilata Navîn “zindî kujên mirî perestin“. Piştî ew roja 18.12.1996‘an ji jiyanê veqetiya, êdî herkes ket pey nav û dengê wê!

Dema ew strana “Hey Wax Dayê” dibêje, li rex dîtina hemû êş û elemên ku rastî Eyşe Şanê hatine dayika min jî tê bîra min ku li pey bihîstina dengê wî hêsir dibarandin û tim wiha digot:“Hemî bextreşî û xwelîseriyên hezar salan ên jiyana jina kurd di xerîbiya dengê Eyşe Şan û Meryemxanê de têne bihîstin…”.

Dema “Bavê Seyro û Cembelî kurê mîrê Hekariya” bi wî dengê xwe yê şilik û nazik dibêje evîneke herî paqij a du mirovan weke rêze filmekê tê ber çavên min. Bi rastî carna ji bihîstina dengê wê mendehoş dibim, haya min ji min namîne.

Wê dikarî bibe lîstikvana herî baş a fîlmên sînemayê lê dema Yilmaz Gunay dixwaze karekî wiha tevî wê bike, tê girtin û ew projeya wan jî naçe serî.

-Tişta ku Eyşe Şan ji herkesî cudatir dikir çi bû?

Ew jineke bi tenê û bêkes bû, lê dûrbîn û zana bû. Dizanî yê kengî, çima û çawa pêngavên xwe biavêje. Ger em xwedî welatekî azad û serbixwe yê bi navê Kurdistanê bûna tu gumana min nîne ku kesayetiyê yekê yê desthiltdar li welatê me yê tacekî zêrîn û herî bihagiran pêşkêşî Eyşe Şanê bikira. Ji ber wê jî min navê pirtûka xwe ya li ser jiyan û berhemên Eyşe Şanê:”Prensesa bêtac û text” daniye. Çimkî kesên ji huner û deng, muzîk û hestên hunerî fam dikin baştir dizanin ka kesên weke Eyşe Şan, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan û hwd. Kî ne û çi kirine. Nav û keda xanima hêja û nemir Eyşe Şan herdem vê gotina bav-kalan bi bîra min tîne: “Tenê zêrîngir qedirê zêr dizane “.

Eyşe Şanê baş dizanî ku ew ê neyê jibîrkirin, keda wê yê bikeve nava rûpelên dîroka hunerê, lê yê gelek xwezî û hesretên nedîtî jî bi xwe re bibe nava dilê axa sar.

Li ser Eyşe Şanê gotin, şirove û nêrîn zêde hene, min di pirtûka xwe de biqasî ku derfet hebûn li ser gelek aliyên jiyan û hunera wê nivîsî ne, lê dîsa jî em deyndarên ked û xebatên wê yên dîrokî ne.

Cesaret û pêngavên ku Eyşe Şanê di çend pêvajoyên jiyana xwe de avêtin cihê rêz û teqdîreke mezintir in. Tenê bi çêkirina rêze fîlmeke çend parî em dikarin wê ked û emekê beyan bikin. Karê ku ereba ji bo hunermenda navdar Umm Kelsum( 1904 – 1975 ) kirine, divê em jî ji kesên wekî Meryem Xan, Gulbihar, Eyşe Şan, Nesrîn Şêrwan, Susîka Simo û hwd. bikin.

Bi qedirnasiyeke bêdawî li hemberî ked, xizmet û hurmeta Eyşe Şanê ya ji doza çand û hunera kurdî re ditewînim.

Nûçeyên Têkildar