Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

‘Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû’

Kesên hevaltiya Fatma Ûyarê kirine, salên wê yên ewil ên di nava têkoşînê de bibîr xistin û wiha gotin: "Zarok bû, biçûk bû lê bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire bihêz û wêrek bû.”

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, 3 siyasetmedarên jin Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve ya ku di 14’ê kanûna 2015’an de li Silopiyayê hatibû ragihandin çûbûn navçeyê ji bo alîkariya gel bikin. Her sê siyasetmedar di 4’ê Çileya 2016’an de gava ji taxa Karşiyakayê diçûn taxa Yeşîltepeyê hatibûn qetilkirin.

Ji van siyasetmedaran Fatma Ûyar, gava hat qetilkirin 27 salî bû. Fatma Ûyar ku li gundê Duhok ê navçeya Basan a Şirnexê hatiye dinê, piştî wextekê malbata wê malê dibe navenda Şirnexê. Ûyar gava dibe 12 salî tev li xebatên partiyê dibe. Ûyar ku di sala 2000’î de tev li xebatên ciwanan dibe, di sala 2009’an de tê girtin û 5 salan di girtîgehê de dimîne. Gava tê berdan li warê xwe tev li xebatên jinan dibe.

Bi xwe bawer bû

Hatîce Ûyar, dayika Fatma Ûyar ji bo salên zarokatî û ciwantiya keça xwe wiha got: “Bibiryar bû. Ez gelek tiştan jê hîn bûm. Fatma biçûk bû, lê aqilê wê ji temenê wê pir mezintir bû.”

Dayik Ûyar diyar kir ku keça wê di 12 saliya xwe de tev li têkoşîna azadiyê bûye û heya kêliya dawî jî têkoşiyaye û wiha axivî: “Ger kes bi xwe nebawer be, dê niakribe ji bin wî barî rabe. Lê ew bi xwe bawer bû. Girtin û mirinê da ber çavê xwe, bi vî awayî tev li têkoşîna azadiyê bû.”

‘Ez negiriyam’

Dayik Ûyar, bi bîr xist ku wexta keça wê hat qetilkirin hevjînê wê di girtîgehê de bûye û ev tişt anî ziman: “Gava hat qetilkirin nehiştin bavê wê tev li merasîma cenazeyê bibe. Bavê wê telefonî min kir û got ‘Ji bo Fatmayê şînê girê nede. Wêrek be û darbesta Fatmayê hilgire. Tenê tiştekî ji we dixwazim, wê bi awayekî girseyî bi rê bikin.’ Min jî got ‘Ez ê Fatmayê wisa bi rê bikim ku divê kes giriyê min nebîne.’ Min bê girî Fatmayê bi rê kir.”

Dê têkoşîna wê bidome

Ûyar bal kişand ser têkoşîna Fatmayê û wiha pêde çû: “Divê têkoşîna jinan bidome. Ji hêza jinan ditirsin, lewma wan digirin an jî dikujin. Heya ez sax bim ez ê têkoşîna wê bidomînim. Ez tenê ne dayika Fatmayê, dayika hemû şehîdên Kurdistanê me.”

Girtîgehê şên kir

Elîf Orûç, heval Fatma Ûyar ê ku di Girtîgeha Mêrdînê de di heman qawîşê de bûne, wiha got: “Roja ku jiyana xwe ji dest da, min soz da ku heya sax bim ez ê têbikoşim.”

Orûç bi bîr xist ku gava Fatma hatiye girtin li girtîgehê kesa herî biçûk ew bûye û ev tişt anî ziman: “Gava hevala Fatma hat qawîşê, ez şaş mabûm. Ji lew re hê pir ciwan bû. Em 40 kes bûn û biçûka me ew bû. Ji xwendinê hez dikir. Cihêkarî nedikir. Bi dayikan re dayik, bi ciwanan re ciwan bû. Tev li hemû çalakiyan dibû. Roja hatim berdan, ji bo min şahiyek li dar xistibû. Nedihişt moralê kesî xirab bibe.”

Orûç destnîşan kir ku piştî komkujiyê li Botanê jin hîn bêtir li dor têkoşînê bûne xelek û ji bo vê bal kişand ser rola her sê siyasetmedarên jin.

Zeynep Tamboga ya 52 salî ku di girtîgehê de Fatma Ûyarê nas kiriye, anî ziman ku 4 mehan bi hev re mane, lê di vî çar mehî de gelek tişt jê hîn bûne û wiha axivî: “Qethiyen nedihişt em dayik karekî bikin. Hem karê xwe dikir hem jî yê me. Nexweş bû lê dîsa jî ket greva birçûbûnê. Moralê wê tim xweş bû. Rûken bû tim. Paşê wê sirgûnî Girtîgeha Sêrtê kirin. Kes nedixwest jê biqete.”

Heya encam negirtina nediçû

AKtivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan jî anî ziman ku ew û Fatma Ûyar bi hev re di nav xebatên jinan de bûne û got ku Fatma çi bigota pêk dianî.

Înan diyar kir ku Ûyar di zarokatiya xwe de tev li nav xebatan bûye û ev tişt anî ziman: “Kesekî ev qas biçûk û di nav xebatan de, em heyr hiştibûn. Di wî temenê biçûk da, digot ‘Divê em li her taxê li cem jinan bin.’ Di wan şert û mercên dijwar de rojê li 2-3 taxan dxiebitî. Gava em dixebitîn min jê re digot, ‘Ez pir westiyam, qey tu nawestî?’ Digot, ‘Hê kuçeyek maye. Divê em biçin wir, xwe bigihînin jinan.’ Yanî bi navê westandinê tiştek li cem wê tune bû.”

Înan ragihand ku li Taxa Yeşîlyûrtê cara ewilî Ûyarê komîsyona jinan ava kiriye û wiha pêde çû: “Heya encam negirtana nediçû. Xebatên me yên ji bo avakirina komîsyona jinan hebûn. Wê rojê ji min re got ‘Heya em li vê taxê komîsyona xwe ya jinan ava nekin em naçin.’ Wê rojê terka wê taxê nekir. Em heya êvarî man û me komîyona xwe ava kir.”

Pêşeng bû

Înan bilêv kir ku di dema xebatên jinan de tim bi astengiyên polîsan re rû bi rû diman û wiha got: “Rojekê li taxê wesayîta zirxî li pêşiya me sekinî. Fatma ji wan re got, ‘Ma çavê we lê ye hûn ê me bi van wesayîtên zirxî bitirsînin?’ Wêrek bû. Li ku derê bêmoraltî hebûna diçû mudaxile dikir û moralê wir xweş dikir. Bi nasnameya xwe ya jin tev li têkoşînê bû û bi nasnameya jin pêşengtî kir. Ew hesasiyeta li me peyda kir dê tu carî neyê jibîrkirin. Biçûk bû lê bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire bihêz û wêrek bû.”

Înan destnîşan kir ku diçin kîjan taxê hê jî navê her sê siyasetmedarên hatine qetilkirin li ser zimanê jinan e û soz da ku dê heya dawiyê têkoşîna wan bidomînin.

Çavkanî: MA / Arjîn Dîlek Oncel – Zeynep Dûrgût – ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar