Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Gazên bi jehr ên bi ‘bêhna xweş’ bi kar anîn – 2

Hat tespîtkirin ku artêşa tirk di 6 mehên destpêkê yên şerê li Metîna, Avaşîn û Zapê de 323 caran çekên kîmyewî bi kar anî. Leşkerên tirk her ku nekarî encamê bi dest bixe, cûre û rêjeya kîmyasalê guhert. Her wiha gazên bi ‘bêhna xweş’ bi kar anî

Dewleta tirk a bi serkêşiya AKP-MHP-Ergenekonê ji bo tepisandina têkoşîna gerîla di şeva 23-24’ê nîsana 2021’ê de li ser Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi êrîşeke berfireh a ji bo dagirkeriyê kir ku bi mehan dewam kir. Artêşa tirk ku bi giranî bi çekên konvansiyonel li gel hêzên hewayî dest bi şer kir, ji kûçikên ku kamera pê ve girêdayî heta bi her cûre gazên kîmyewî, çekên di destê xwe de hemû bi kar anî. Tevî vê yekê jî nekarî berxwedanê bişikîne. Li cihê ku xwe lê danî, ji bo dagirkeriyê mayinde bike dest bi talankirin û qirkirina xwezayê kir.

Heta dawiya mehên havînê, çavkaniyên ANF’ê yên li herêmê ragihandin ku dewleta tirk di êrîşên dagirkeriyê de 84 caran agir bi herêmê xistiye. Her wiha ji ber zextên dewleta tirk 47 gundên li başûrê Kurdistanê hatin valakirin, li derdora 60 gundî dar hatin birîn, zeviyên çandiniyê yên bi hezaran donimî, bax, baxçe hatin şewitandin û xisar lê hat kirin. Bi milyonan zindiniyên li van daristanan bi bombeyên fosforê û madeyên şewitîner hatin şewitandin. Cîhana ku li pêşberî van êrîşan bêdeng ma, bêguman wê hevkariyeke mezin li bikaranîna çekên kîmyewî jî bikira.

HPG’ê di 24’ê cotmehê de bîlançoya 6 mehan a şerê li Metîna, Avaşîn û Zapê weşand û ragihand ku artêşa tirk 323 caran bi çekên kîmyewî êrîş kiriye. Leşkerên tirk piştî her êrîşa ku nekarî encamê bi dest bixe, cûre û rêjeya gazên kîmyewî jî guhert. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku ji van êrîşan rizgar bûn di 16’ê cotmehê de ji ANF’ê re li ser êrîşên çekên kîmyewî agahiyên girîng dan.

https://anfkurdi.com/kurdistan/gerilayen-ku-ji-erisa-gaza-kimyewi-sax-filitin-axivin-147777

Gazên kîmyewî yên bi tehma şekir!

Artêşa tirk ku bi her cûreyî êrîş bir ser Girê Sor lê nekarî encamê bi dest bixe, serî li rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê da. 3’yê îlona 2021’ê bi cûreyekî nû yê kîmyewî êrîş kir. Di vê êrîşê de 6 gerîla şehîd bûn. Ji 3 gerîlayên ku ji van êrîşên kîmyewî rizgar bû gerîlaya YJA Starê Mizgîn Dalaho têkildarî cûreyê vê çeka kîmyewî ya nû wiha axivî:

“Dewleta tirk her tiştê ku di şer de qedexe ne li ser me bi kar anî. Hin ji van teqemenî bûn û gaza kîmyewî ya ji van teqemeniyan û gazên îsotê bûn. Dijmin heta niha nekarî hevaleke/î me bi tenê jî bi fîşekê şehîd bixe û li tu cihî sîng bi sîng nekarî şer bike. Duxan û bêhna van gazên kîmyewî ji hev cuda bû. Carinan gaza îsotê diavêtin, carinan jî hin gazên cuda yên kîmyewî diavêtin. Gaza ku pêşî avêtin rengê xwe kesk bû, tehma şekir dida mirov û bêhna wê weke şekirê şewitî bû. Bêhna vê gazê pir xweş bû. Ji bo ku em ji vê behnê aciz nebin û bikişînin ser kezeba xwe ev bêhn û tehma xweş didanê.

Bêhna gaza ku bûyî sedema şehîdbûna heval Baz (Gerîlayê HPG’ê Şehîd Baz Gever -Firat Şahîn) weke av cilşoyê bû. Demeke dirêj tesîr li ser mirov dikir. Ji ber vê heval Baz ne wê gavê piştre şehîd bû. Tevahiya rojekê aveke bikef a zer ji devê heval Baz diherikî û piştre şehîd bû. Carinan gazên cuda jî diavêtin, piraniya rengê van gazan bi ser rengê spî de bû.”

Gazên qedexekirî bandor li mejî û sîstema sînîr dikir

Gerîlayekî din Armanc Simko jî diyar kir ku gazên kîmyewî yên herî dawî hatin bikaranîn di demeke kurt bandor dikir û wiha axivî: “Vê gazê di demeke gelekî kurt de bandor li bedena mirovan dikir, dema ku dikişand hundirê xwe mirov ji ser hiş ve diçû. Dema ku te zêde bikişanda nava xwe hingî dibû sedema şehadetê. Şehadeta 6 hevalên li tunelê ji ber vê gazê bû. Tevî ku min ev gaz hindikî kişand nava xwe jî 4 saetan ez nehatim ser hişê xwe. Bi dîtina min ev gaza ku bi kar dianîn yekser bandor li mejî û sîstema sînîr a mirovan dikir û mejî dikuşt. Ji ber vê yekê gelekî tişt ji bîra min diçe. Tevî ku 2 meh di ser re derbas bûne hîn jî bandora wê hîs dikim. Gelek tiştan ji bîr dikim û hîn jî li ser refleksên bedena xwe ne serwer im.”

Gerîlayeke din a ku ji êrîşên çeka kîmyewî rizgar bû Têkoşîn Devrîm jî wiha got: “3’yê îlonê dema ku gaza bû sedema şehadeta hevalan bi kar anîn ez li nobedê bûm. Tevî ku tunel gelekî dirêj bû jî em bi zexteke giran hesiyan. Piştî çend deqeyan jî hundir tijî gaz bû. Tevî ku tunelên me gelekî dirêj bû jî hundir tijî gaz bû. Di heman demê de ev gaz ne weke gazên berê bêhneke giran jê dihat. Ez li tunelê ketibûm û ji min hebû ku difetisim. Heval hatibûn nefes dan min û bi vî rengî hatim ser hişê xwe. Heval li hundirê tunelê û li mangayan şehîd bûn. Cenazeyên wan sor û mor bûbû. Aşkera bû ku heval fetisîbûn.”

Artêşa tirk 5 çekên kîmyewî yên cuda bi kar anî

Gotinên gerîlayên kurd nîşan didan ku dewleta tirk di şerê dijî têkoşîna azadiyê ya kurd de her cûre pîvanên naventeweyî di sala 2021’ê de binpê kir û sûcê şer kiriye. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan 27’ê Mijdarê di hevpeyvîneke xwe ya bi ANF’ê re diyar kiribû ku Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar ê digot ‘Em tenê gaza îsotê bi kar tîne’ derewan dike. Karayilan anî ziman ku wan tespît kirine 5 cûre çekên kîmyewî hatine bikaranîn û ev agahî da:

* Ji van a destpêkê gaza sînîr e. Yanî hucreyên sînîr ê mirov ditevizîne, dike ku mirov bêbandor bimîne û piştî demeke kurt mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji madeya sereke ya vê gazê ra Tabûn tê gotin. Dema ku ev çek tê bikaranîn bi giranî bêhna fêkî tê, lê belê car carna qet bêhn nayê.

* Çeka duyemîn a ku bi kar tînin mirovan difetisîne. Di nava vê çekê de gaza Kloropin heye. Ji vê gazê re Green Cross jî tê gotin. Formulasyona vê yekê destpêkê almanan di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de çêkirin. Ji hingî ve di destê tirkan de heye. Dibe ku tirk niha bi serê xwe jî vê çêdike, lê dibe ku bi almanan re jî çêdike. Lê belê çavkaniya esasî ya vê çekê alman e. Ev çek dema tê bikaranîn li qadê mirovan difetisîne.

* Gaza din jî gaza şewitandinê ye. Ev gaz mirovan dişewitîne û ziwa dike. Diavêje ku derê agir bi wê derê dikeve. Navê kîmyewî yê vê yekê jî Sulfur Mustant e. Ev jî ji aliyê almanan ve hatiye çêkirin. Navê xwe yê din jî Yellow Corss e. Dema ku ev tê bikaranîn car carna rengê kesk dide. Lê belê agir bi devera ku lê tê bikaranîn dixe.

* Gazeke din a ku bi kar tînin jî mirovan bêhal dixîne, ji hiş dixîne. Mirov bê hal dibe, bi demkî felç dibe. Weke ku li Girê Kartal kirin ev gaz li gelek deveran bi kar anîn, bi kar tînin.

* Ya pêncemîn jî gaza îsotê ye. Yanî gaza ku niha di xwepêşandanan de bi kar tînin. Bêguman dema ku ev li cihekî teng an jî li tunelekê hat bikaranîn, hingî şert û mercên jiyanê nahêle. Yanî ev jî gazeke kuştinê ye.

Çavkanî: ANF

Cîhan bêdeng ma, çekên kîmyewî bû amûra sereke ya dewleta tirk – 1

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar