Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...
Şemî - 13 Tebax 2022

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Gefên Erdogan û civîna NATO’yê

Erdogan beriya hevdîtînên NATO’yê careke din gef li rojavayê Kurdistanê xwar. Bi van gefan berê xwe da Madrîdê û di 28’ê hezîranê de bi serokên Swêd û Fînlandiyayê re rûnişt. Piştî vê hevdîtînê peymanek bi van dewletan re morkir. Di encamê de jî endamtiya her du dewletan ya ji bo NATO’yê erê kir.

Peymana ku ji 10 xalan pêkhatiye, begûman ne li gor dilê dewleta tirk e. Ango YPG û HSD wekî ku dewleta tirk dixwaze bi awayekî aşkera ‘terorîst’ nehatin îlankirin. Lê hem Fînlandiya, hem jî Swêd qebûl dikin ku ew ê piştgiriya YPG û PYD’ê nekin. Her wiha ew ê qanûnên xwe yên dijterorê jî ji çav derbas bikin. Di qanûnên xwe de hin gûherînên ku Tirkiye daxwaz dike, pêkbînin.

Her tişt ne bi dilê Erdogan be jî diyar e ev yek di warê dîplomasiyê de ji bo Erdogan serkeftineke. Ew careke din di mesela kurd de, piştgirî ji welatên rojavayî girt û hin têzên xwe jî bi wan da qebûlkirin.

Gotina dawî di serî de bêjim. Di serkeftina Erdogan de para herî mezin ya Brîtanyayê ye. Van heyamên dawî aqlê Brîtanya careke din ket dewrê û Erdogan di civîna NATO’yê de ji dêvla ku şer bike lihevkirinê esas girt.

Derdê Brîtanya tê zanîn. Ew dixwaze, Erdogan bi temamî ji Rûsyayê dûr bikeve. Eger pirsgirêka endamtiya her du dewletan ya ji bo NATO’yê çareser nebûna, zeftkirina Erdogan ji bo welatên rojavayî zehmet bû. Ew ê zêdetir ber bi Pûtîn bimeşiya û di encam de jî ew ê biba sedem ku hin planên welatên rojavayiyan têkbiçin. Brîtanya vê tiştê nexwest. Ji bo vê jî Fînlandiya û Swêd di hin xalan de gavên xwe paşve avêtin.

Welatên rojavayî bi taybet piştî şerê Ukraynayê di warê gaza xwezayî û neftê de jî ketibûn astengiyê. Ji bo van welatan gaza xwezayî û neftên başûrê Kurdistanê girîng in. Ev mecburiyet jî bo sedem ku ev her du dewlet ji Erdogan re temenna bikin.

Wiha xwiya dike ku Joe Bîden jî piştgirî daye plana Brîtanyayê. Belê, Joe Bîden rola polêsê nebaş lîst lê her wiha dîmena ku Erdogan jê dixwest, da.

Qet şik nîne. Erdogan vê yekê, ew ê ji bo berjewendiya xwe bikar bîne. Ji xwe bi hemû çapemeniya xwe ve dest bi vê xebatê jî kir. Bi gorî vê çapemeniyê tu dibê qey Erdogan hemû endamên NATO’yê teslîm girtiye. Rast e, Erdogan li ser kaxizan bi ser ketiye. Wiha xwiya dike. Lê ev serkeftin ew ê çi qas bi kêrî wî were, ciyê gengeşiyê ye.

Çima ciyê gengeşiyê ye, em li wê binêrin. Li Madrîdê qebûlkirina Plana Stratejîk a NATO’yê diyar dike ku Erdogan, êdî nikare bi Rûsya û endamên NATO’yê re wekî berê bi du alî bilîze. Di vê planê de Rûsya bi awayekî aşkera wekî tehdîdek tê binavkirin û ev yek hemû endamên NATO’yê girê dide. Erdogan nikare bi awayekî eşkere li dijî vê planê tevbigere. Mimkûn e ku ji niha pê ve Tirkiye û Rûsya zêdetir werin hemberî hev. Ev yek, astengiyên pêşerojê ya Erdogan e.

Dîsa em vegerin ser gefên Erdogan. Piştî van gavan ew ê Erdogan zêdetir hewl bide ku astengiyan veşêre. Ji bo veşartina astengiyan jî tenê haleta şer di destê wî de heye. Ji Erdogan re şerê herî hêsan jî êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê ye. Ango ev gefên dûmahiyê dibe ku ne gefên vala bin. Erdogan mimkûn e ku di van rojên nêz de şerê li dijî rojavayê Kurdistanê careke din biceribîne.

Erdogan serkeftina xwe ya li dijî mixalefeta Tirkiye jî di şer de dibîne. Her ku rewşa Tirkiye zor dibe, hejmara hilbijerên Erdogan kêm dibin. Ango ew, ji bo pêşî li têçûna xwe bigire jî şer dixwaze.

Belê li hemberî me Erdoganekî şerxwaz heye. Dewletên rojavayî jî wî ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Berjewendiya her du aliyan hevûdû temam dikin. Di destê kurda de jî ji bilî berxwedanê tu riyeke din tune ye. Kurd tenê bi berxwedanê dikarin pêşî li qirêjiyên Erdogan bigirin. Berxwedan jî divê ne tenê li qada şer, li hemû qadan pêk were.

Nûçeyên Têkildar