Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...
Yekşem - 24 Cotmeh 2021

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Gelên rojavayê Kurdistanê li dijî komployê li qadan bûn

Li gelek bajarên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gelan ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan

Navenda Nûçeyan |

Îro ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên Qamişlo, Hesekê û Efrînê daketin qadan.

Di çalakiya ku bi tevlêbûna şêniyên Qamişloyê, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl û partiyê siyasî pêkhat dirûşmeya ‘Em ê bi ruhê berxwedana Îmraliyê komploya 9’ê Cotmehê bin bixînin û xeta îxanetê tune bikin’ derket pêş. Çalakî li çerxerêya Munîr Hebîb bi meşê dest pê kir.

Xwepêşandêr heta avahiya karûbarên koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî meşiyan û li pêşiya avahiyê xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û komplo şermezar kir.

Xerîb Hiso piştrast kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployek li dijî vîn û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di çarçoveya hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ de dê teqez azadî bi ser bikeve û heta ku Ocalan azad dibe dê gelên herêmê li hemberî dewletên komploger têkoşîna xwe bidomînin.

Xerîb Hiso bang li hemû dewletan kir ku li hemberî siyasetên faşîzane ên dewleta tirk bisekinin û ji siyasetên li dijî azadî û demorkatiya gelan dûr bikevin.

Amûde

Şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê jî bi xwepêşandanekê diyar kirin ku komploya navneteweyî vîna gelên şoreşger ên ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya xwe dikin, kir hedef. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kirin ku erkên xwe bînin cih.

Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû. Di xwepêşandanê de endamê Rêveberiya Meclisa Amûdê Sabir Mihemed axivî û destnîşan kir ku komplogeran bi rêya komployê xwest vîna gelan bişikînin û rê li pêşiya belavbûna fikr û feslefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û diyar kir ku destpêkirina Şoreşa Rojava ji hemû komplogeran re bû bersiv.

Tirbespiyê

Bi heman armancê, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên kurd, ereb û suryan daketin qadan û komploya navneteweyî şermezar kir. Şêniyan diyar kir ku komplo heta roja îro bi rêya dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewam dike.

Şênî li pêşiya Navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandan li deriyê têketina bajêr ê li aliyê rojava rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Buşra Elî axivî û komplo şermezar kir.

Endamê PYD`ê Silêman Hisên jî behsa planên dijminane yên li dijî gelên herêmê kir û wiha got: “Komploger dixwazin vîna gelan têk bibin û destkeftiyên ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo bi dest xistine, tune bikin. Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî di çarçoveya berdewamkirina komployê de pêk hatin.”

Çilaxa

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxayê jî li pêşiya çerxerêya şehîd Masûm kom bûn û dest bi çalakiyê kir.

Xwepêşandan li qada geracê veguherî mîtîngê. Endama rêveberiya Yekîtiya Mamosteyan a Çilaxa Nezha Seyfudîn di mîtîngê de wiha axivî: “Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê kiriye dibistan û ji cîhanê re waneyên têkoşîn û berxwedana li hemberî dewletên modernîteya kapîtalîst pêşkêş dike.”

Her wiha di mitîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Hisên Îsa axivî û diyar kir ku xwedîderketina gelan li fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û baweriya wan bi Ocalan, komplo bi bin xist.

Til Birak

Li Til Birakê jî bi dehan şênî, rêveberiyên navçeyê û rûspî ji çerxerêya Firin a li bakurê navçeyê dest bi xwepêşandanê kir û dirûşmeyên li dijî dagirkeriya tirk berz kirin.

Xwepêşandan li çarxerêya Şehîdan rawestiya. Di xwepêşandanê de Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîne Xelîf axivî û berxwedana dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

Piştre endama rêveberiya Mala Jinan a Til Birakê Rusel Hesen axivî û wiha got: “Komplo ne tenê li dijî Rêber Apo bû lê belê li dijî hemû tevgerên şoreşger ên gelê kurd û gelên azadîxwaz bû.”

Rusel bang li gelan kir ku xwedî li doza azadkirina fîzîkî ya Ocalan derkevin û wiha bi dawî kir: “Heta Rêber Apo azad nebe û herêmên dagirkirî rizgar nebin, têkoşîna me ranaweste.”

Girkê Legê

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê jî tev li xwepêşandanê bûn. Xwepêşandanê ji qada şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke ya navçeyê dewam kir. Xwepêşandêran dirûşmeyên ku komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar dike, berz kirin.

Xwepêşandêr li navenda navçeyê rawestiyane, piştre endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Diyar Amed axivî û destnîşan kir ku armanca komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku fikrê demokratîk li cem gelê Rojhilata Navîn tune bikin da ku dewletên kapîtalîst û desthildar planên xwe yên mêtîngeriyê li ser gelên azadîxwaz ferz bikin.

Di dawiya xwepêşandanê de şêniyan banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji dagirkeriya tirk,  kir.

Dêrik

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û îxaneta PDK’ê û hevkariya wê di êrîşên li dijî gerîla de, bi sedan şêniyên Dêrikê û herêma Koçerat berê xwe da konê xwepêşandanê yê li dergehê Sêmalka ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê vedabû. Xwepêşandan li wir veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Ebdullah komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û komplo wekî bêdengkirina dengê gelên azadîxwaz bi nav kir.

Ebdullah bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hemberî komployên li dijî herêmê erka dikeve ser milê wan pêk bînin.

Endama rêveberiya Kongreya Star a Dêrikê Şadiye Yûsiv jî diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotina xwe got ku yekane rêya têkoşînê azadkirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.

Bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mutî Elî jî piştrast kir ku xwepêşandanên dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bikin.

Hesekê

Li Hesekê û navçeyên Til Temir û Dirbêsiyê bi hezaran şênî tevî endamên saziyên sivîl, partî, hêzên siyasî yên kurd, ereb û suryan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandan li dar xist.

Li Hesekê xwepêşandan ji pêşiya Navenda Daîreya Kantonê dest pê kir. Xwepêşandana li navçeya Til Temirê jî ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê, li Dirbêsiyê jî xwepêşandan ji pêşiya navenda ciwanan dest pê kir.

Xwepêşandana li bajarê Hesekê li Qada Şehîd Serhad rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de partiyên siyasî û rûspiyên ereb axivîn.

Efrîn

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û soza şopandina rêya berxwedanê heta azadiya wî ya fîzîkî da.

Meş li ser rêya giştî ya bajarokê Til Qirahê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dest pê kir û li Kampa Serdemê ya li gundê Til Sûsinê yê Şehbayê bi dawî bû.

Di meşê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Şêrîn Hesen axivî û behsa armancên komployê kir û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan dixwaze şoreşeke civakî li ser bingeha azadiya mirovan, bi taybet jinan, biafirîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar