Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...
Şemî - 13 Tebax 2022

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Gelo li Iraqê hilbijartinên pêşwext çareserî ye?

Derdora salekê di ser hilbijartinên Iraqê re derbas bû lê hêzên siyasî ên wî welatî nikaribûn ne hikûmetekê ava bikin û ne jî namzeteke serokkomariyê destnîşan bikin. Di hilbijartinên derbasbûyî de partiya Sedir bûbû partiya yekemîn lê hejmara parlamenterên wî têra avakirina hikûmeteke bi serê xwe nedikir.

Hin hewldanên El Sedir çêbûn ku bi hin aliyên din ên siyasî û kurdan re hikûmeteke koalisyonê ava bike lê ew hewldan jî neçûn serî û aloziya di navbera hêzên siyasî de bi taybetî di navbera hêzên alîgirên Îranê û El Sedir de aloztir bû.

Piştî ku El Sedir hêviya xwe ji avakirina hikûmetekê birî, parlementerên xwe ji parlamentoyê vekişand, piraniya parlamentoyê kete destê alîgirên Îranê (Çarçoveya Kordînasyonî) û wan jî dest bi hewldanên avakirina hikûmetekê kir.

Bi van hewldanan re Sedir nerazîbûn nîşan da û bang li alîgirên  xwe kir ku dakevin kolanan. Alîgirên El Sedir dest bi xwepêşandanan kirin, dest danîn ser parlamentoyê û di parlamentoyê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin û aloziya siyasî giha lûtkeyê.

Li ser bangên lêgerîna li çarseriyekê El Sedir daxuyaniyek da û got ku tu hêvî di diyalogê de tune ye û pêşniyara hilbijartinên pêşwext kir.

Gelo ev pêşniyar wê bikaribe pêşî li alozî û krîza vî welatî bigire ?

Em ferz bikin ku aliyên siyasî li hev kirin û ji nû ve hilbijartinên pêşwext çêbûn û dîsa dengên alîgirên Sedir têra avakirina hikûmetekê bi serê xwe nekir, wê çi bibe? Bê guman heke wiha bibe dê rewşa Iraqê vegere wek a hilbijartinên ku beriya 10 mehan çêbûn û nakokiyên aliyên siyasî rê nedin avakirina hikûmeteke nû.

Heta ku em ferz bikin Sedir dengên xwe zêdetir kirin, gelo dê hêzên dijberî wî û nexasim Îranê, bihêlin hikûmetekê ava bike. Gelo heke ew zehmetî jî tev derbas kirin û hikûmetek bi serê xwe ava kir dê dawî li krîza siyasî ya vî welatî bîne?

Bi texmîna min heke biryara hilbijartinên pêşwext hate erêkirin jî û encamên wê çi dibin bila bibin dê rewşeke ji niha guhertî bi xwe re neyne û nebe çareyek ji bo gelê Iraqê. Rewşa beriya 10 mehan ango beriya hilbijartinên berê çi bû dê dîsa wiha bibe, ango dê dîsa vegerin serî.

Dema mirov bala xwe dide tevger û armancên hemû aliyên siyasî ên Iraqê herî zêde berjewendiyên takekesî, partîtî, mezhebî, eşîrtî û malbatî derdikevin pêş. Aliyekî, ku mirov bêje li gorî berjewendî û daxwazên gelê Iraqê tevdigere zêde xuya nake.

Aliyekî, ku mirov bêje bi serê xwe tevdigere û ne di bin bandora hêzên welatên derve de ye jî xuya nake. Şîiyên Iraqê bûne du alî, aliyek bi temamî di destê Îranê de ye û aliyek jî ku Muqteda El Sedir serkêşiya wê dike, ne alîgirê Îranê ye lê bêtir pişta xwe dide ser mîrateya bavê xwe û bandora wî ya li ser şîiyên Iraqê. Ango pişta xwe dide aliyê malbatî, olî û mezhebî, her wiha bala xwe dide ser hestên tolhildana ji suniyan û rejîma Baasê ku gelek zilm û zordarî li dijî wan kirine. Aliyekî din jî ku Tevgera Sedir jê sûd werdigere ew e ku beşekî zêde ji gelê Iraqê ji destwerdanên Îranê bêzar bûye û dixwaze dawî li destwerdana wê bîne.

Kurd jî bi rengekî yekgirtî tevnagerin û di wê navê de diçin û tên û ji ber nakokiyên di navbera YNK û PDK’ê de heta niha nikarin namzetekî hevbeş ji bo namzetiya serokkomariyê destnîşan bikin. Lê rewşa kurdên başûr jî di nava vê aloziyê de ji aliyekî ve dişibe rewşa HDP’ê û partiyên Tirkiyeyê. Bi gotinekî din heke hilbijartinên pêşwext çêbibin dê tu aliyekî ji van aliyên sereke ên Iraqê nikaribe bêyî piştgiriya kurdan hikûmeta xwe ava bike. Mirov dikare bêje ku kurd destekê bidin kîjan alî dê ew alî biser bikeve lê tiştekî wiha jî dê rastî destwerdana Tirkiye û Îranê bê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar