Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Gerîla artêşa tirk da rawestandin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayik got ku artêşa tirk wiha nîşan dide ku ji Libyayê heta Ermenistanê nikare were sekinandin, li Qadên Parastinê yên Medyayê hatiye sekinandin û diyar kir ku dê encamên girîng ên siyasî hebin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik got ku PKK’ê dev ji Kurdistanê bernedaye, heta niha bi ti hêzeke mêtinger a dijminê Kurd, li dijî Kurdan û rêxistineke Kurd têkiliyeke, pratîkek nedaniye û wiha got: “Xwestina demokratîkbûna welatên herêmê û Rojhilata Navîn, stratejiya misogerkirina jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd e. Azadiya Kurd û Kurdistanê bi vê stratejiyê re di zikhev de ye. Her yek xwedî wê karakterê ne ku bi hev ve girêdayî ne, hevdu bi cih tînin. Biratiya gelan, neteweya demokratîk, jiyana bi hev re ya bi gelên herêmê re ji kîjan alî ve gelo tê wateya destberdana ji Kurd û Kurdistanê? Berevajî; ev yek xwedîderketina li tevahiya Kurd û Kurdistanê ye. Yê ku ji bo xatirê desthilatdariya li çend bajaran beşeke mezin a Kurdistanê û piraniya Kurdan pêşkêşî mêtingerên qirker dikin, PKK nîne. PKK’ê li ku derê dest ji Kurd û Kurdistanê bedaye? PKK bi fikir, polîtîka û çalakiya xwe, li hemberî kesên ku dixwazin Kurd û Kurdistanê bihêlin dibe asteng; Kurd û Kurdistanê li her derê diparêze.”

Ajansa ANF’ê beşa sêyemîn ê hevdîtina bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik re ku ji bo salvegera PKK’ê me kiribû, parve kir.

Hevpeyvîna ku bi Bayik re hatiye kirin wiha ye:

*Çima we xwest ku guhertin û veguhertineke paradîgmayî bikin? Ji ber kîjan pêwîstiyan we nûbûneke bi vî rengî kir?

Koma Apoyî ji gava destpêkê û pê ve timî xwe ji pratîka reel sosyalîst vegirt a li Sowyetê, Çînê û Arnavûtlûkê derkete holê. Hin rexneyên xwe hebûn. Li aliyê din di nava têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê de jî hin kêmasî derdiketin holê. Ev kêmasî bi hêza rêbertî û bi rêya nirxandinan çareser dikir. Piştî jihevketina reel sosyalîzmê û pê ve Rêber Apo rexneyên xwe xurtir kir. Hate fêhmkirin ku pirsgirêkên li nava PKK’ê jî, kêmasiyên di têkoşînê de jî ji ber kêmasiyên di rêbaz û paradîgmaya heta wê demê bûn. Ya rast, nêzîkatiyên hişk û dogmatîk ên sosyalîst ên heta wê demê, aliyên lêpirsîner û rexnekirinê yên Rêber Apo heta astekê asteng dikir. Jihevketina reel sosyalîzmê ji aliyekî ve dihate wateya jiholêrabûna faktorên ku li pêşiya aliyê rexnekirin û lêpirsîner ê Rêber Apo dibûn asteng. Rêber Apo kûrbûna xwe ya li ser teorî û pratîka sosyalîzmê zêdetir kir. Di kongreya 4’emîn a PKK’ê de ya sala 1990’î nirxandinên xwe yên bi vî rengî hebûn. Ji aliyekî ve aliyên kêm ên reel sosyalîzmê, aliyên ji ber teoriyê diyar dikir, li aliyê din jî bi gotina ‘israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye’ hewl da ku teorî û pratîka sosyalîzmê xurtir bike.

Rêber Apo kongreya 5’emîn ji aliyê îdeolojîk, teorîk, rêxistinî, siyasî û çalakiyan ve weke kongreya nûbûn û guhertinê ya PKK’ê nirxand. Rapora polîtîk a ku pêşkêşî kongreya 5’emîn a PKK’ê hate kirin belgeya vê yekê ye. Ev rapor weke pirtûkekê pêşkêşî raya giştî hate kirin. Di vir de gelek mijarên girîng ên guhertinê hene. Rêber Apo dît ku eger guhertin neyê kirin PKK jî wê mîna partiyên din ên sosyalîst bixitime. Her wiha dît ku yên xwe di cewhera sosyalîst de neguhertin çawa ketin nava sîstemê. Ji ber vê yekê di kongreya 5’emîn de guhertineke bingehîn danî pêşiya xwe. Guhertina kadro, guhertina avaniya rêxistinî; pêwîstiya wê yekê destnîşan kir ku tevlîbûna gel a li nava refên têkoşînê divê bi feraseteke nû be.  Dît ku nexweşiya desthilatdariya zû û çetebûna di destpêka salên 1990’î de li nava kadroyan rû da ji ber feraseta rêxistin û zîhniyetê ya sosyalîst a klasîk e û xwest nava rêxistinê bêhtir demokratîk bike. Her wiha destnîşan kir ku artêşbûna jinê û azadiya jinê wê di guherîn û veguherîna demokratîk a rêxistinê û civakê de xwedî roleke girîng be. Artêşbûna jinê ya ku di salên 1990’î de dest pê kir, sala 1995’an bi şêweyê rêxistinkirin û biryargeheke jinê bi pêş ket. Biryara guhertinê ya di kongreya 5’emîn de bû gaveke girîng.

Rêber Apo hesab kiribû ku li dijî PKK’ê komployeke navneteweyî hatiye danîn; wê bi ser PKK’ê de bên. Dît ku bi zîhniyet, avaniya rêxistinî û feraseta heyî ya têkoşînê êrişeke bi vî rengî nikare bê pêşwazîkirin. Bi guhertina li nava PKK’ê re xwest ku rêxistinê ji zû nû bike, ji nû ve ava bike û vê komployê pêşwazî bike, pûç bike. Lê belê du faktorên bingehîn nehişt ku ev guhertin di dema xwe de bê kirin. Ya yekemîn ew bû ku kadro û rêveberiya partiyê diyalektîk û cewhera vê guhertinê bi kûrahî tênegihiştin û ev jî bû sedem ku guherîn û veguherîn lawaz bimîne. Ev kêmasî bi hewldanên Rêber Apo û kûrbûna rêveberiyê dikarîbû ji holê bihata rakirin. Lê belê faktorê duyemîn jî tasfiyekariya li nava partiyê bû. Tasfiyekariya Şemdîn Sakik bû sedem ku rêxistin li ser tasfiyekirina vê tasfiyekariyê kûr bibe. Li cihê ku tasfiyekarî hebe, pêkanîna guhertinên bingehîn timî bi rîsk e. Ji ber ku dikarin guhertinê xumamî bikin; dikarin bikin zemîn ji tasfiyekariyê re. Ji xwe tasfiyekariya 2003’an xwest ku hewldanên guherîn û veguherînê yên Rêber Apo ji bo tasfiyekariyê bikin firsend û zemînekê.

Piştî ku komploya navneteweyî pêk hat, Rêber Apo ev guherîn mecbûrî dît. Hem kûrbûna li Îmraliyê ev yek ferz kir, hem jî ji bo têkoşîna li dijî komploya navneteweyî encamgir be, ev guhertin pêk anî. Berevajî texmîna hin kes û hêzan, ku digotin ev yek ji bo xwe li cîhana bi serweriya modernîteya kapîtalîst bîne hatiye kirin; nexêr ev yek ji bo têkoşîneke hîn bi xurtî bê meşandin hate pêkanîn. Eger ev nehatibûya kirin pêşengiya partiyê nikarîbû bi bandor bûya, bandora têkoşînê nedima, vê yekê wê partî bixista nava metirsiyên mezin. Mirov dikarin faktorên ku pêwîstî bi guhertinê ferz dikir bi vî rengî bînin ziman. Ji xwe Rêber Apo faktorên ku pêwîstiya bi paradîgmaya nû destnîşan dikir, di nirxandinên xwe de yên li Îmraliyê bi berfirehî raxist pêş çavan.

*PKK çawa bû Tevgereke Azadiyê ku ji tevgereke rizgariya neteweyî derbasî wê qonaxê bû ku ji bo mirovahiyê û tevahiya gelên cîhanê projeyên çareseriyê hildiberîne, li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk û modela neteweya demokratîk afirandiye û bi îdeolojiya xwe ya azadiya jinê jiyanê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav dike?

Xwergihandina paradîgmayeke bi vî rengî, ji Kurdistanê xwegihandina herêmê û tevahiya cîhanê, pêwendiya xwe bi kesayetiya şoreşger ya Rêber Apo û taybetmendiyên şoreşa Kurdistanê heye. Rêber Apo ji bo xwegihandina vê paradîgmayê wiha dibêje, ‘Li gel rola xwegihandina hêza teorîk a bingeha xwe ya şexsî û civakî, faktora esasî ew e ku min avaniya sîstematî a civaka dîrokî bi temamî fêhm kir. Di bingeha vê têgihiştinê de jî ew faktor heye ku xwedî berpirsyarî û taybetmendiyên têkoşînê me’. Kurdistan li navenda Rojhilata Navîn bi 4 parçeyan hatiye parçekirin. Serwerên Fars, Ereb û Tirk ku di dîroka Rojhilata Navîn de dewletên girîng ava kirin, qirkirinê li vî gelî ferz dikin. Li aliyê din hevsengiyên siyasî yên cîhanê li Rojhilata Navîn têne danîn. Ji ber ku rewş bi vî rengî ye, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê têkoşîneke herêmî û navneteweyî ye. Lewma ne tenê nirxandina Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi nirxandineke rast û berfireh a rastiya siyasî ya Rojhilata Navîn û cîhanê heye. Ev yek jî bû sedem ku Rêber Apo hîn bêhtir kûr bibe. Bêyî ku ev bê kirin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nikarîbû bi rengekî serketî bihata meşandin. Ji ber vê jî partiyeke ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe, nedibû ku tenê bibe tevgereke rizgariya neteweyî. Heta ku ji bo mirovahiyê û ji bo Rojhilata Navîn projeyên çareseriyê yên rast destnîşan nekiribûya, ji bo têkoşîna gelê Kurd jî polîtîk, bername, stratejî û taktîkên rast nekarîbû diyar bike. Vê rastiyê, taybetmendiyên Rêber Apo û şoreşa Kurdistanê kir ku paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê bê avakirin. Li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk û feraseta neteweya demokratîk û aliyekî girîng ê vê yekê ye, bi vî rengî hate afirandin. Bi vî rengî xwe gihand rastiya konfederalîzma demokratîk ku ji bo tevahiya mirovahiyê rêbazeke li derveyî dewletê ye ya ku xwe dispêre feraseta demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê. Ev xet bi rengekî xwezayî destpêkê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn kete meriyetê.

*Hin hêz û derdor dibêjin; ‘tevî ku hûn her roj berdêlan didin, li gel têkoşîna we ya ji bo gelê Kurd û Kurdistanê we dest ji Rizgariya Neteweyî, lewma dest ji rizgarkirina Kurdistanê berdane’. Ji bo kesên ku bi vî rengî difikirin, em dixwazin bersiva we werbigirin. Her wiha piraniya gelê Kurd piştgiriyê dide PKK’ê, di vê çarçoveyê de ev rastî tê çi wateyê?

Yên ku bi vî rengî dibêjin, bi gotina herî sivik; nezan e. Rastiya Kurd û Kurdistanê û dijmin nas nakin; her wiha berhemên têkoşîna PKK’ê ya nîv sedsalê afirandine nabînin. Ji bo kesên bi vî rengî nêzîk dibin, gotina ‘bi berçavka hespê li bûyeran dinihêrin’ tê bikaranîn. Bi kurtasî nabînin ku rizgariya Kurd û Kurdistanê û bidestxistina jiyana azad û demokratîk nabînin ku wê çawa pêk were. Ew kes û hêz in ku dema desthilatdariya 2-3 bajaran radestî wan tê kirin, ji sedî 80 ê Kurdistanê radestî sîstema mêtinger qirker dikin. Ev zîhniyet ew zîhniyet e ku dest ji Kurd û Kurdistanê berdide. Rizgarkirina Kurd û Kurdistanê ne xema wan e. Yên ku li 2-3 bajaran dibin desthilatdar û sîstemeke zext û zilmê li ser gelê Kurd ava dikin, bi vî rengî bi erzanî diaxivin. Yên ku haya xwe ji dîrokê, ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nîne bi vî rengî diaxivin. Vana dema ku hinekî tehde dît, dest ji hemû nirxan berdidin û direvin, yan jî yên li ber revê ne. Ji bo mirovên bi vî rengî gelek tişt dikare bê gotin.

Di nava Kurdan de partî û tevgera herî xurt û bi bandor PKK ye. Rêberê herî bi bandor jî Rêber Apo ye. Herhal gelê Kurd bêaqil nîne. Li tevahiya cîhanê gelê ku herî zêde di nava têkoşînê de polîtîze bûye gelê Kurd e. Lewma gelê Kurd baş zane ku kî xwedî li Kurd û Kurdistanê derdikeve. Xwestina demokratîkbûna welatên herêmê û Rojhilata Navîn, stratejiya misogerkirina jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd e. Azadiya Kurd û Kurdistanê bi vê stratejiyê re di zikhev de ye. Her yek xwedî wê karakterê ne ku bi hev ve girêdayî ne, hevdu bi cih tînin. Biratiya gelan, neteweya demokratîk, jiyana bi hev re ya bi gelên herêmê re ji kîjan alî ve gelo tê wateya destberdana ji Kurd û Kurdistanê? Berevajî; ev yek xwedîderketina li tevahiya Kurd û Kurdistanê ye. Yê ku ji bo xatirê desthilatdariya li çend bajaran beşeke mezin a Kurdistanê û piraniya Kurdan pêşkêşî mêtingerên qirker dikin, PKK nîne. PKK’ê li ku derê dest ji Kurd û Kurdistanê bedaye? PKK bi fikir, polîtîka û çalakiya xwe, li hemberî kesên ku dixwazin Kurd û Kurdistanê bihêlin dibe asteng; Kurd û Kurdistanê li her derê diparêze.

Dema ku DAIŞ’ê êriş kir ya ku deriyê Hewlêrê parast, çû Kerkûkê û li gel pêşmergeyan di sengeran de li dijî DAÎŞ’ê şer kir, li Şengalê dema ku hewl hate dayin ku Kurdên Êzidî bi temamî bêne qirkirin, ya ku bi rengê fedayî şer kir, pêşî li DAÎŞ’ê kir, nehişt ku qirkirin pêk were; gelo ne PKK bû? Dema ku DAÎŞ’ê hewl da Kobanê bixîne û tevahiya Rojavayê Kurdistanê bi dest bixe, ya ku ji bo parastina Kobanê û paqijkirina Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran fedayiyên xwe şehîd da, kî bû? Ya ku li Rojhilata Navîn rastiya Kurd û Kurdistanê şênber kir, Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê kir cihê hurmetê, kîjan tevger bû? PKK heta niha li dijî Kurdan an jî li dijî rêxistineke Kurd bi ti hêzeke qirker û dijminê Kurdan re têkilî dananiye, kar nekiriye. Her tim têkoşiya ji bo Kurd û Kurdistanê li her cihî biparêze, Kurdan xurt bike û bi rêxistin bike. Kes nikare rastiya PKK’ê berevajî bike. Beriya her tiştî gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê dikarin biryarê bidin bê PKK çi ye. Berevajîkirina rastiya PKK’ê, êrişa li ser PKK’ê ji bilî xizmeta ji bo dijminên Kurdan nayê ti wateyê. Li pişt kes û hêzên li dijî PKK’ê propagandayeke wiha dikin MÎT heye, yan jî hêzên ku pêwendiya xwe bi MÎT’ê û dewleta Tirk re hene, li pişt vê propagandayê ne. Hin kesên ku haya wan ji rastiya Kurd û Kurdistanê, ji dîroka têkoşînê ya PKK’ê nîne, dibin amûr ji gotinên bi vî rengî re. Ya rast, gotinên ku we qalê kir, ne hêjayî bersivdayinê ne. Jiyana pratîkî rastiyan bi rengê herî şênber radixe pêş çavan.

*Hûn pêvajoya ku ji 1’ê Hezîrana 2010’an û pê ve dest pê kir weke Dema Stratejîk a 4’emîn pênase dikin. Ji vê demê û pê ve hûn derbasî ‘Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî’ bûn. Li ser vê bingehê li Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyê (xweparastin jî di nav de her cûre karên avakirinê) dewam dike. Hûn encamên vê stratejiyê bi taybetî di çarçoveya berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê (Xakurkê, Heftanîn, Garê, Zap, Metîna, Avaşînê) ya li dijî êrişên dagirkeriyê çawa dinirxînin?

Rêber Apo bi salan şensa çareserkirina pirsgirêka Kurd da desthilatdariya AKP’ê. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rengekî maqûl bê çareserkirin bi her awayî derfet da, kar hêsan kir. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nexşeya rê ya berfireh pêşkêşî dewletê kir. Lê belê desthilatdariya AKP’ê bi mijûlkirinê, bi zexta li ser siyaseta demokratîk û zêdekirina girtina mirovan bersiv da van nêzîkatiyan. Li pêşberî vê rewşê, şerê gel ê şoreşgerî yê bi beşdariya çalak a gel, ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd êdî bûbû mecbûrî. Li dijî têkoşîna gelê Kurd ku kete nava pêvajoyeke bi vî rengî ya têkoşînê, AKP’ê careke din serî li Rêber Apo da û jê xwest ku helwesta bêşer dewam bike. Li pêşberî nêzîkatiya erênî ya Rêber Apo, piştî hilbijartinên 12’ê Hezîrana 2011’an ji bo çareseriya demokratîk li şûna ku gavê biavêje ji meha Tîrmehê û pê ve bi navê modela Srî Lankayê dest bi êrişa li dijî gerîla û Tevgera Azadiyê kir, ji bo bitepisîne. Ji ber ku şerê gel ê şoreşgerî yê li hemberî vê yekê desthilatdariya AKP’ê anî ber hilweşînê, careke din berê xwe da Îmraliyê. Rêber Apo jî li hemberî vê yekê li gel ragihandina rewşa bêşer di Newrozê de manîfestoya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêşkêşî raya giştî kir; bang kir ku gerîla derkeve derveyî sînorên Tirkiyeyê. Lê belê desthilatdariya AKP’ê ev hewldan û gavên girîng bê bersiv hişt û sala 2014’an li her derê bû piştevanê DAÎŞ’ê ku êriş dikir. Ji aliyekî ve DAÎŞ’ê êriş dikir, li aliyê din jî bi amadekirina Plana Têkbirinê xwest ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bieciqîne.

Rêber Apo ji bo pêşî li vê polîtîkaya şer bigire, ji bo hêzên demokrasiyê li Tirkiyeyê xurt bike û ji bo pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veke di 28’ê Sibata 2015’an de Mutabaqata Dolmabahçeyê bi rêya hikumetê û endamên HDP’ê pêşkêşî raya giştî kir. Vê yekê li Tirkiyeyê û Kurdistanê hêviyeke xweşbîn û mezin afirand. Di rewşeke wiha de Tayyîp Erdogan ev mutabaqat red kir û pihîn li hewldanên ji bo çareseriya demokratîk xist. Piştre jî sîstema tecrîdê ya giran li Îmraliyê xiste meriyetê ku ev dihate wateya ragihandina şer li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê. Şerê berfireh ê ku piştî 7’ê Hezîranê hate berfirehkirin, di 5’ê Nîsanê de hatibû destpêkirin. Ev şer li gel DAÎŞ’ê hate meşandin. 5’ê Hezîranê li Amedê, 25’ê Hezîranê li Kobanê, 20’ê Tîrmehê li Prisûsê, 10’ê Cotmehê li Enqereyê êrişên ku DAÎŞ’ê kir, êrişên ku tifaqa AKP-MHP’ê li dijî qadên rêxistiniya xwerêveberiyê hatin kirin, encamên heman biryara şer bûn. Berxwedana gelê Kurd a li dijî vî şerî, berxwedana demokrasiyê ya gelê Kurd a li dijî faşîzma mêtinger qirker bû. Li ser bingeha qebûlkirina xwerêveberiya gel, armanc demokratîkkirina Tirkiyeyê bû. Ji ber vê yekê jî li dijî faşîzma ku dixwest têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bitepisîne berxwedaneke dîrokî hate nîşandan. Berxwedana Çiyageran, Axînan, Zeryanan di têkoşîna azadiyê ya gelê me yê bexwedêr de xeta fedayî gihand qonaxeke nû. Çawa ku berxwedana zindanan a 14’ê Tîrmehê û berxwedana 30’ê Hezîranê ya Zîlan, her wiha gelek berxwedanên fedayî asta têkneçûnê ya têkoşîna azadiyê afirand, berxwedana xwerêveberiyê jî di afirandina vê asta têkoşînê de roleke xwe ya dîrokî hebû. Bi vî rengî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku dixwaze Tevgera Azadiyê bieciqîne, bi berxwedana xwe careke din nîşan dan ku Tevgera Azadiyê nikare bê tepisandin. Têkoşîna bi berxwedanê bi hezar qatî ji tepisandina bêyî berxwedanê çêtire. Tepisandina bêyî berxwedanê, destberdana ji têkoşînê û radestkirina serketineke hêsanî ya dijmin e.

Eger îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê; li Garê, Metîna, Zap, Avaşîn, Heftanîn û Xakurkê bi rengê fedayî berxwedan dewam dike, ev yek ji ber wê ye ku Çiyageran, Zeryanan û Axînan fedayîtî derxistin asteke hîn bilindtir. Berxwedana niha ya gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedana parastina rûmeta gelê Kurd e, ji bo gelê Kurd serbilindî ye.

Vê berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê encamên dîrokî afirandine. Têkçûna êrişên dagirkeriyê yên li ser Garê yên meha Sibatê, derbeke giran bû ku li faşîzma AKP-MHP’ê hate xistin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hesabê wê dikir ku bi serketina li êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê wê hilbijartinê pêk bîne û 5 salên din Tirkiyeyê bi rê ve bibe, dewletê veguherîne sazîbûneke faşîst a bi dehan salan dewam bike. Têkçûna li Garê hesabên desthilatdariya AKP-MHP’ê ji hev xist, di heman demê de hêz û moral da hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û gelê Kurd ê ku li dijî êrişên qirker li ber xwe dide. AKP-MHP ji bo xwe ji travmaya vê têkçûnê rizgar bike, serketina ku nekarî li Garê bi dest bixe, ji bo karibe li Zapê û derdora wê bi dest bixe di 23’ê Nîsanê de dest bi êrişeke berfireh kir. Armanc ew bû ku qadên stratejîk ên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dest bixe, bi vê serketinê hibijartinê pêk bîne. Li qadên ku ji wan hebû di nava 15 rojan de wê karibe bi dest bixe, 7 meh in derbên giran dixwe. Eger ne ji piştgiriya PDK’ê bûya, çawa ku sala 2008’an ji Zapê reviyan, bêyî li pişt xwe binerin wê vekişiyan. Lê belê bi deh hezaran leşkerî û teknîka şer nekarî li hemberî bi sedan gerîlayî bi ser bikevin. Piştî ku êriş bê encam man, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir ku weke sûcê li dijî mirovahiyê têne dîtin. Lê belê gerîla li dijî her cûre teknîka çek û çekên kîmyewî bi rengekî dîrokî li ber xwe dan, li ber xwe didin.

Artêşa Tirk bi salan weke hêzeke ku li ber nikare bê rawestîn dihate nîşandan. Hêzeke welê bû ku li Rojava hin qad dagir kir, bi destwerdana leşkerî ya li Lîbyayê hevsengiyên siyasî û leşkerî guherand, kir ku Azerbaycan Qerebaxê bi dest bixe. Ji ber vê yekê Tirkiye ketibû rewşeke welê ku li Rojhilata Navîn tişta dixwaze bi her kesî dide kirin. Artêşeke bi vî rengî li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate rawestandin. Vê yekê di siyaseta Rojhilata Navîn de encamên girîng bi xwe re anî. Her hêzeke siyasî dît ku dikare li ber vê dewletê raweste. Hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û gelê Kurd moraleke mezin ji vê berxwedanê wergirtin; berxwedana li dijî faşîzma qirker li her derê xurt kir. Têkoşîna xelkê Rojava ya li dijî dagirkeriyê xurt kir. Gelê Kurd jî li her derê baweriya xwe pê anî ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst qirker dikare bê biserxistin. Ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wezîfeyên dîrokî bi cih anî. Têkoşîna me ya azadiyê di dema herî zehmet de bû hilmeke girîng. Li dijî êrişan berxwedêriyeke mezin hate afirandin. Ji aliyê encamên xwe yên leşkerî ve li Tirkiye, Kurdistanê û Tirkiyeyê bû berxwedanek ku encamên siyasî yên girîng bi xwe re anî û cihê xwe di dîrokê de girt.

*Hûn dikarin qala ruh û manewiyata gerîla ya di vê pêvajoya berxwedanê de bikin? Dikarin qala moral, asta îdeolojîk a gerîla bikin?

Berxwedana ku gerîlayên jin û mêr ên ciwan li Avaşîn, Zap û Metînayê nîşan dan gelekî hêja ye ku nikare bê vegotin. Van hevrêyên me yên ciwan hêz û moraleke mezin dan me. Eger ev hest dabe me, hingî divê mirov li ser mezinahiya vê berxwedanê bifikire. Eger me bi vî rengî negota, hingî wate û nirxê vê berxwedanê bi têrkerî nedihate vegotin. Fedaîtiya 14’ê Tîrmehê û fedayîtiya Zîlan ku di dîroka me ya partiyê de asta herî bilind a fedayîtiyê ne, temsîl kirin. Şehîdên 14’ê Tîrmehê jî Şehîd Zîlan jî wê bi van berxwedêran re gelekî serbilind bûna; wê hurmeta herî mezin nîşanî şehîdên vê berxwedanê bidabûna. Ji bo van hevalên ciwan û şehîdan em çi bêjin kêm dimîne. Tê zanîn ku di berxwedana 14’ê Tîrmehê de kêliyên herî bi moral ên hevalan kêliyên nêzî şehadetê bû. Van gerîlayên ciwan jî mîna ku govendê bigerînin bi coş û moraleke mezin ev berxwedan meşandin. Bi vê sekna xwe tirseke mezin berdan dilê dijmin. Bi vê moralê, bi vî ruhî fedayîtiya 14’ê Tîrmehê û 30’ê Hezîranê di asta herî bilind de kirin û ev berxwedan bi moral û coşa nirxên têkoşîna nîv sedsalî meşandin. Me dît ku xeta Rêber Apo, xeta şehîdan, îdeolojiya ku ev xet afirandiye heta bi hucreyan li nava milîtanan bi cih bûye. Şehîdên me, berxwedêrên me bi rengê herî şênber nîşan dan ku ev îdeolojî çawa dikare bê pêkanîn.

Em dikarin vê yekê bi hêsanî bêjin. Ji niha û pê ve gerîlayên me, gelê me, wê welatparêzî, dilsoziya bi gel re, dilsoziya bi welêt re, dilsoziya bi hevrêyan re, dilsoziya bi partiyê re û dilsoziya bi Rêbertî re ya van hevrêyên me yên ciwan ji xwe re bikin pîvana bingehîn a fedayîtiyê. Wê êdî ne kêmî vê bexwedanê tevbigerin ku di asta herî bilind de 14’ê Tîrmehê û 30’ê Hezîranê temsîl kirin. Ji xwe bi berxwedanek kêmî vê têkoşînê li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker nikare têkoşîn bê meşandin.

Van berxwedêran ev fedayîtî nîşan dan, mîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê baş zanîbûn ku ev berxwedan tê çi wateyê. Haya xwe ji armancên nexêr û nebaş ên dijmin hebûn, di heman demê de ji kûrahî ve zanîbûn ku têkoşîna azadiyê, hebûna gelê Kurd û azadî bi kîjan hêzê dikare bê bidestxistin. Bi berpirsyariyeke bi vî rengî ya dîrokî li ber xwe dan û bi ser ketin. Şehîdên vê berxwedanê bi ser ketin. Wezîfe êdî ya berxwedêrên li her derê ye. Wezîfe ya gelê me ye. Wezîfe ya jin û ciwanên Kurdan e. Ew ê jî bi ruh û moralê vê berxwedanê li ber xwe bidin, faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û armancên van berxwedêran û şehîdên vê berxwedanê bi cih bînin.

PKK partiya şehîdan e, dê baweriya şehîdan azadiya gelê kurd pêk bîne

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar